Jînenîgarîya Apê Xemo
Apê Xemo bi saloxdayîna du heb dostên min ên birêz (Parêzer Şerefetin Kaya, Gundî Reşîd) wiha ye:Apê Xemo ji Gundê Kirtakoma deşta Muşê berî destpêka Şerê Cîhanê yê Yekemîn de li wî gundî hatîye dinê.Di dema destpêka wî şerî de temenê wî li dora 18 salî bûye.
Gava ku Ûris welat dagir dike Apê Xemo di wê deverê de bi esîrtî dikeve destê Rûs'an û wî bi esîrtî derbasî nava Rûsyayê dikin.Apê Xemo di esaretê de 7 sal li Rûsyayê dimîne.Piştî heft (7) sal esîrtîyê ji Rûsyayê direve û xwe diavêje vî alî sînor û tê gundê xwe yê li bajarê Mûş'ê kirtekomê.Li vî gundî dizewice û dibe xudan du heb kurên bi navên Hesen û Mihemed Reşît, her wisa du heb keçên bi naê Zînet û Qîmet.
Li vî gundî di navbera wî û lêzimên wî de şer dertê û yek ji lêzimê wî tê kuştin.Liser vî qewimînê Apê Xemo dibe fîrar û digehîje Seyîdxan û Elîcan.Bi vê rewşê bi van fîraran re li devera Mûş'ê demekî li çîya û çolan digere.Piştî ku şopandina Dewletê liser wî û hevalên wî dijwar dibe, bi van hevalên xwe yên fîrar re derbasî pişt xeta Dewleta Sûrîye'yê dibe.
Li Sûrîye'yê nêzîkê 25 salan dimîne û bi Seydayê mezin Cegerxwîn re dibe di pirên rojên xwe de,hevalîyê dike û jê fêrê doza gelnasîn û gelperwerîyê dibe û bi sedan helbestên Seydayê Cegerxwîn jiber dike û ke ji gel re bi dilekî evîndarî û şewitî dixwîne.Apê Xemo wekî nêzîkbûna xweya bi Seydayê cegerxwîn re,wisa jî bi birekî gelperwer û welatparêzên din re jî hevaltî û hogirtîyê dike û jiwan jî hînê doza mirovahî û gelêrî û netewî dibe.Apê Xemo di wê dema xwe de,wekî xwenas û zanayekî hemdem rêçika gelperwertîyê dişopîne.
Apê Xemo dinav kurdên beşa başûr de rojên xwe yên pir bi wate dinav 25 salan de diborîne.Li dû wê demê li Tirkîye'yê hilbijartinên nûnerên gel dinav partîyan de têne lidarxistin, di wê dilbijaritnê de partîya Demokrat biser dikeve.Liser wê serkeftina wî partîyê,efûyeke (Bexşandin) bi gelemperî derdikeve.Liser vê biryara hanê,Apê Xemo wekî herkesî ji tawanbarîya bi ceza rizgar dibe û dizivire gundê xwe Kirtekomê.
Apê Xemo dema ku vedigere gund bi wan lêzimên xwe re lihrev tê û xwe bi wan dide efûkirinê.Lê Apê Xemo piştî vegerînê êdî ne Xemoyê demên berî çûyîna Binxetê ye.Ew Xemoyekî xwenas gelnas û welatparêze.Belê bi sehkirin û salixên nû ku me derbarê Apê Xemo Xemo de ji heval û hogirên xwe yên wê deverê bihîstin, Apê Xemo ne Xemo'yê berê bû; Xemo dengbêj û helbestvanê gel û welatparêz bû.
Di jîyana xwe ya rojane de, hertim ji gel re qala belengazî û bindestîya gelê kurd dikir û pê re hêstirên xwe yên ji dil û kezeba şewitî wek tavîyê baranê dibarandin.Her tim li dijberîtîya xwe ya ji mêtingerên olî axa,mela û şêxên paşverû re diyar dikir.Jiber van ramanên wî yên mirovahî,paşverûyan jê re digotin: ''Xemo ji rê derketîye û bûye munkurê şêxan û melan û dîn.''
Apê Xemo dema ku diçe ser dilovanîya Xweda,dîsa jî di gora xwe da ji êrîşên dagirkeran rizgar nabe.Piştî mirina bi demekê nêzîk dagirker êrîş dibine ser malbata wî û li wan tedayî dikin,dibêjin gerilla hatine zîyareta tirba Xemo û diçin li dora tirba wî digerin, dibêjin ka kesekî liwir cixare kêşaye an na,eger hebe zîyaret raste.Apê Xemo di sala 1979'an de di 11'dê meha adarê de ji dinê koç kirîye û çûye ser dilovanîya xwe,Xwedê hezar rehmetê di ser gora wî de bibarîne.
Çavkanî: 27.Adar –3 Gulan Rojnameya Hefteyî A xwerû Kurdî 1997 Azadîya Welat
Nivîskar: Celalettin Yekta (Yöyler)
Yorumlar
Yorum Gönder