LÊKOLÎN
Li ser Melayê Cîzîrî
Enstîtuya kurdî /Berlîn /Ev nivîs ji kovara lêkolîn û zanistî a Enstîtuya kurdî hatîye girtin.
Hevpeyvîna
bi Celalettin Yoyler re
Pirs:
1 Li gora hinek idîa, hinek dîtin û nirxandinan, ji % 70- 80 ê şair û nivîskarên Kurd di bin bandêra Melayê Cizîrî de mane. Ev çendî rast e, nisbeta wê çend e? Ku wuha be çine faktor û kerametên li pey vê angaştê? Ev hêz, hêza ewqas sedsal e, kêr û têhna xwe diparêze, cîhana nivîskar û helbesvanên Kurd de, rapêça wê heye û ji rêbaza helbest hûnana Melê av vedixwe.
Pirs:
1 Li gora hinek
idîa, hinek dîtin û nirxandinan, ji % 70- 80 ê şair û
nivîskarên Kurd di bin bandêra Melayê Cizîrî de mane. Ev çendî
rast e, nisbeta wê çend e? Ku wuha be çine faktor û kerametên li
pey vê angaştê? Ev hêz, hêza ewqas sedsal e, kêr û têhna xwe
diparêze, cîhana nivîskar û helbestvanên me rapêçaye, kiriye
bendewar û dilovanê xwe ji ku tê, ji ku av vedixwe ?
Bersiv:
1. Belê bi rastî em
nikarin bêjin ji sedî çend şair û nivîskarên Kurd di bin
bandora Melayê Cizîrê de mane. Ev hêza heta îro di cîhana
nivîskar û helbesvanên Kurd de, rapêça wê heye û ji rêbaza
helbest hûnana Melê av vedixwe.
Pirs:
2.
Dibêjin ku Mîr Şerefxanê navdar, nirx û rûmeteke bêpayan daye
Cizîrî, ewçendî ku di goristana malbata xwe de ew kiriye şirîkê
xwe, yeke ji malê, tê gotin ku ew kesê bi tenê ye di goristana
desthelatdarên Cizîrê de ku ne ji malbatê ye, ev hinekî rûtbe û
nîşandayîna lordîtiya li Ingilîstanê tîne bîra mirov yan na?
Di vê derbarê de çi delîl, gotin hene?
Bersiv:
2. Gotina derbarê ku Mîr
Şerefxanê navdar nirx û rûmete payan daye Cizîrî û di
goristana malbata xwe de ew kirîye şirîkê xwe rast e. Bi rastî
min goristana Cizîrî û Mîrên Cizîrê zîyaret kir û dît ku,
Mela wek kesek ji wê malbatê di wê goristanê de, hatîye
definkirin û tirba wî bilindkirî li hewa ye. Lê yên çend Mîran
li rexê wî ne bilindkirî û li rû zemîn in.
Ev
reng dide dîyarkirinê ku Mîrê Cizîrê gelek paye û rûmet daye
Melê. Çawa ku bihev re di gotinên xwe de, Mîr dibêje:Ji
husnê rewneqek dayê ku Şêx Ehmed me ustad e.
Pirs:
3.
Her kes kêm ya zêde, bi ferq û cihêyî be jî ber û
berhemê şert û mercên welat, kultur, dîrok û serdem û qonaxa
xwe ye. Heger mirov ji vê awurê, ji pencereyeke wuha sosyodîrokî,
xwe bi nav salên dema Cizîrî li jiyanê ye berde, hinekî noqî
nav sedsala wî bibe, gelo wê encam çi bin?
Bersiv:
3. Belê bi rastî gava
ku mirov di pencereya sosyodîrokîya di dema Melê de, xwe noqê nav
sedsaleya wî bike, mirov dibîne ku Mela; di warê zanista çand,
dîrok, astronomî û felsefeya jîyana birûmet de, di radeyeke
gelek bilind de ye.
Pirs:
4.
Mezinahiya Cizîrî bê gotin e, mohr û şeqla qebûla giştî,
şareza û xwedî gotinên pispor ji zû de hildigre. Dema gotin tê
ser mezinahiyê, ser wezin û giraniya wêjeyî, hunerî, hostetî û
hêza peyvê, tecrûbe çi dibêje, çi ne, pîvan û kirîterên
giştî?
Bersiv:
4. Bi rastî gava mirov
li rewşa peyv û hevokên ku di helbestên Melê de, hatine
rêzkirin, dinhêre; mirov dibîne ku Mela helbestên xwe bi çi
rengî bi çi navî rêzkiribe, bê armanc û ramanên felsefî û
zanistî nînin. Digel van nirxandinan, gava Mela ji tesewufa
pesindayîna Yezdan dipeyîve jî bi armancên xwenaskirin û Xuda
naskirinê dipeyîve. Ango rût ji vê ramanê wek sofîkî reben bi
Xweda va nabîne. Girêdana wî ya bi naskirina Xweda ve, dizvire bal
jîyana birûmeta mirovahî.
Pirs:
5.
Mamoste Celalettin Yoyler di lêkolîna xwe ya bi navê “ Şîroveya
Dîwana Melayê Cizîrî” de / Weşanên Enstîtuya Kurdî ya
Stenbolê, Avrêl 2006/ girêdayê salên jidayikbûn û mirina
Melayê Cizîrî de wuha dibêje:” Mijara herî girîng a ku heta
niha ji hêla tu dîrokzan û lêkolîneran ve nehatiye zanîn,
dîroka jidayikbûna Mela ye. Di vê mijarê de em dibêjin me bi
lêkolîneke berfireh rastiya jidyikbûna Mela, ji bo raya giştî û
xwendevanên pirtûka xwe ya şîroveyî derxiste holê”. Ev jî
salên 1589-1664 e. Hayê te ji vê lêkolînê çend e, çine
dîtinên te li ser van herdû salan, di vê derbarê de çu
nezelalî, nexwiyayîtî, heft û heyşt hê mane?
Bersiv:
5. Dîtina me ya di
derbarê destpêka ji dayîkbûna Melê de, bi hesabên ebcedî di
dawîya pêncekên wî yên di beşa bi navê:''Mela me li gerdena
dîlber'' de, di rûpel 563'ê şiroveya me de, bi erebî di rêza
dawî ya helbestê de, bi nivîsa ''tilke enbaun'' de hatîye
nivîsandinê. Bi hejmarên ebcedî dîroka destpêka nivîsandina
Mela ya dîwana wî, hatîye dîtinê. Hejmarên ebcedî di wir de,
bi koçî 1027'e. 30 sal berîya nivîsê temenê wî hebûye. Liser
hev gava em hejmarên koçî ku 1027'e werdigerînin mîladî dîroka
ji dayîkbûna Melê derdikeve holê.Derbarê vê mijarî
de,mijarek me yê bi nirxandinek dirêj heye û emê ewî di dawîya
bersivan de dîyarê we bikin û hûn binirxînin.
Lê
bi rastî di şiroveya me ya Enstîtuyê de, me salên Melê
derxistîye 1589-1664.Mixabin jiber şaşîyek teknîkî me salekî
kêm hejmartîye. Di sererastkirina şiroveyê de, ji bo çapa duyem,
me ew şaşî dîyarkir û got:1590-1665. Dîroka koça wî, bi gorê
dîtina rêzdar Eladîn Secadî ye.
Pirs:
6.
Çi gava gotin bê ser jiyanê; jiyana navdar û hêjayekî me,
kesayetî, xwedî prestîj û hezkiriyekî me, giriftek, serêş û
dudiliyek derdikeve pêşberî me, dikeve pêxêr û pêsêra me. Ew
jî ev mesala salên jidayikbûn û mirinê ne. Navdarekî wek Melayê
Cizîrî ku di rêza navdar û xwedîbandêran de bi Ehmedê Xanî re
tê miqayesekirin, ne ecêb e ku piştî çend qirnan hê jî em ji
agehdarî û pêzanînên xwe ne piştrast in? Kî berpirsiyar e,
dîroknas, biyografînas, siyasetmedar yan rewşenbîr, bi giştî?
Gelên din ne wuha ne, mirov vê çawa şîrove bike?
Bersiv:
6. Dem û heyamên ku
zanayên wek Melayê Cizîrî û bi sedan nivîskarên Kurdên bi
sedsalan berîya me jîyane, me di derbarê wan de, tu xemxwarîyekî
jibo rastîya dîroka wan nexwarîye û lê nepirsîye. Rewşenbir û
nivîskarên me yên îro û demek berîya îro ji nedîtin û
nezanîna dîroka van xweşmêran berpirsyar in.
Mînaka
here girîng ewe ku di medreseyên Kurdistanê de, her feqî û
melakî dîwana Mela ya ku dagirtîyê, bi felsefa jîyana mirovahî
û gelê Kurd, her bi dîtina muzîkwarîyê lênihêrîne û bi
dengên xweş ji civakan re xwendine.
Lê
mixabin qet negotine ev berhema pir bi nirx û hêja ji çi diaxive û
xwedîyê berhemê di çi demî de, hebûye û jîye.?
Lê
me bi qelsîya xwe ya ku mirov nikare xwe bigehîne watedarîya vê
berhemê, xwest ku xwe bigehînin xalek ji naveroka wê. Ger
kêmasîyên me hebin, çawa hene jî, me hêvîye ku zana û
nivîskarên me ên vê demê, bibine alîkarê sererastkirinê û
pêşkêşê gelê xwe bikin.
Pirs:
7.
Xwendin û dersdariya Melayê Cizîrî?
Bersiv:
7. Bi gor dîtin û
şiroveya me ya liser dîwana Melayê Cizîrî; me zanî ku pirên
dîrokzanên berîya dema me, wek Eladîn Secadî û Seyda Mele
Ehmedê Zivingî, Hejar û hwd Gotine: Mela destpêka xwendina xwe li
bal bavê xwe Şêx Muhemmed destpêkirîye. Di dûre li curbe cur
deverên Kurdistanê: wek Hekarî, Başûrê Mezin û devera Amedê
domandîye. Li bal Melayên dersbêjên Medreseyan xwendina xwe pêşve
birîye û di dawî de, libal ''Mele Taha'' yê Amedî, destûrnameya
xwe ya ilmî standîye.
Li
gundek Amedê bi navê “Sirba” Meletî kiriye. Ji wir zivirîye
bajarê Heskîfê û li bal Mîr Melîk Kamil dersbêjîya Medresa wî
kirîye. Piştê demek ku evîndarîya wî ya jibo “SELMA” ya
keça Mîr eşkere bû, derbasê bajarê Cizîrê bûye û bûye
dersbêjê Medreseya Sor û li wir çûye ser dilovanîya Yezdan.
Pirs:
8.
Gelo Cizîrî Dîwana xwe kengî û di kîjan temenî de nivîsandiye,
nivîsandinê çiqas dem girtiye, wê demê berhem li ku çawa çap
dibûn, çi agehdarî hene li ba te?
Bersiv:
8. Bi dîtin û lêkolînên
me yên di derbarê dîwana Melê de, me zanî ku Mela piştê 30 sal
temenê xwe nivîsandîye. Bi gor nirxandina me ya destpêka
nivîsandina Melê de û gotina ''Feqîyê Teyran '' ku dibêje:min û
Melê dema helbest bihevre digot, sal “1031” bû, tê zanîn: ku
nivîsandina Melê ya dîwanê bi hindikî şeş sal e. Lewra gotina
Feqî ya ku dibêje:dema min û Mela bihevre helbest digot, sal
“1031” bû û destpêka helbest nivîsandina Mela ya bigor dîtina
me ya hejmarên ebcedî 1027 te û di navbera vê hejmarê de û
hejmara 1031an de 4 sal dem heye. Ji dema helbestgotina wana bi hevre
û qedandina Dîwanê de, du sal nevebir tê gumankirnê, 6 sal
nêzîkê hiş e. Lê agahîya min ji bo çapkirina berheman di wê
demê de tune ye .
Pirs:
9.
Dema Cizîrî serê xwe datîne, diçe rehmetê, li gora texmînan
Ehmedê Xanî 13-14 salî ye. Îmkan heye ku Xanî Cizîrî dîtibe,
yan di zaroktiya xwe de, hê dema Cizîrî saxbû, dîwana wî
xwendibe, yan jî bi riya malbata xwe bav û xizmên xwe li ser vê
dîwanê hinek zanebûna wî çêbûbe?
Bersiv:
9. Dema em lêkolîn û
nirxandina xweya derbarê destpêka salên ji dayîkbûna Melê de
dîyardikin; em dibêjin:1590. Gava ev hejmar ji hejmarên temenê
Xanî ku “1651”e derkeve (61) sal dimîne. Yanî Xanî 61 sal
pişt Melê re hatîye dinê. Lê gava Mela hêj neçûye koça
dawîn, temenê Xanî 14 bûye. Kesayetek wek Xanî ku di nav salên
ciwanîya xwe de, li Medreseyên welêt bigere û Melayê Cizîrî
bibîne jî mumkin e. Lê ez rastê tu berhemek nehatime. Xanî
berhema Mela ya bi navê ''Dîwana Mela'' her xwendîye. Lê di
temenê xweyê çarde de an di dû re me xwe negîhandîye tu
berhemekê.
Mamostayê
mezin Xanî di Mem û Zîna xwe de, ji Mela, Feqî û Elîyê Herîrî
dipeyîve û dibêje: min dê e'lema kelamê mewzûn alî bikira li
banê gerdûn, bînave reha Melayê Cizîrî pê hey bikira, Elî
Herîrî kêfek we bida Feqîhê Teyran heta bi ebed bi mayê heyran.
Pirs:
10.
Heger em di nav Cizîrî û Xanî de muqayese û berhevkirinekê
bixwazin, çi mimkun e bê gotin? Mesele muqayeseyek ji awura
têkiliya bi cîhanê û der û dora xwe re, têkiliya bi mîr û
desthelatdarên Kurd re, ji awura naveroka berhemên wan, zimanê wan
û Hwd.
Bersiv:
10. Em Cizîrî û Xanî
bi berhemên wan û têkilîya wana bi Mîrên welêt re û derdorên
wan ra û di cîhanê re bidne destê xwe û binirxînin emê bibînin
ku herdû zanayên Kurd ji bo xemxwarî û pirsgirêka netewa xwe
têkildarîyek wanê xurt bi van beşên civakê re çêbûye û
xwestine ku mîr û begên Kurdan di netewa xwe da desthilatdar bin,
nekevine bin destê dagirker û mêtînkerên bîyanî. Lê cudatîya
di navbera herdûyan de, bi tenê rewşa bangezarîya wan e, ji bo
serbilindîya netewa wan. Em di berhema Xanî da dibînin, ku bi
zimanê welatparêzî û netewî hezî ji bo yekbûnê û avakirina
welatekî serbest û azad ji bo yekîtîyê bang li mir û began
kirîye. Lê di bangezarî û hewara xwe da, bi ser neketîye. Ji ber
vê rewşa xerab dest bi nivîsa berhema xwe ya bi navê Mem û zîn
kirîye û berhema xwe bi dîmenên pir dilêş bidawî kirîye. Dawî
anîna berhema xwe bi rewşekî şanogerîya netewî anîye ziman û
Mem wek cengawerê rizgarîya netewî, Zîn jî wek bedewîya welatê
xwe di serê xwe ra derbas kirîye. Mîr û Beko bi hev re wek sedema
windakirina welêt nirxandîye. Lê Melayê Cizîrî wek Xanî bi
helbestên xwe yên felsefî û ramanî mebesta xwe ya ji bo serbestî
û rizgarîya gelê xwe û hemû bindestên di cîhanê da bi awakî
humanîstî derxistîye meydanê û nirxandîye. Ji ber ku di
helbestên Melê de, bi rengekî felsefî û derûnî hatine
rêzkirinê, kesek jê fêm nekirîye, hetanî van deman rûmetekî
wêjenasîya wî dîyar nekirine. Em dikarin bêjin, herdû
Mamostayên mezin jî xemxwarîya wan tim ji bo serbestî û
rizgarîyê bûye û bi wî rengî bi helbestvanîya xwe dîyar
kirine.
Pirs:
11.
Qonaxên afirêneriya Cizîrî, hejmara zimanên Cizîrî
zanîbûn û têkiliya di nav wî û wêjeya farisî, erebî û
Osmanî de.
Bersiv:
11. Cizîrî bi
helbestvanîya xweya bê hempa di rêzên helbestên xwe de, zimanê
erebî, farisî, hindik bi tirkî û piranî bi kurmancî helbestên
xwe rêz kirîye û neqişandîye.
Pirs:
12.
Gelo ji dîwana xwe pê ve tu berhemên wî yên din çêbûne? Wek
nimûne, Xanî fireh û çendalî xwedî mijûlahî ye, navçeya
enterese û pêdaketinên wî fireh e, dest avêtiye gelek tiştan.
Ji vî milî mirov li wextdagirtin û dembuhurandina Cizîrî binere,
rewş çawa ye, ev bi çi nisbetê xwe di helbestên wî de dide
dest?
Bersiv:
12. Bi gor lêkolînên
me yên di derbarê ''Dîwana Melê'' de ji bil berhema wî ya dîwana
Melayê Cizîrî em rastê tu berhemek wî yê din nehatin.
Lê
Cizîrî di nav helbestên xwe de, ji birekî mijarên zanistî,
evîndarî, astronomî û heyîna afiranderên Yezdan bi awakî pir
alî û zanistî hildaye qelemê û ji bo xwendevanên helbesta xwe
pêşkêşê civakê kirîye.Gava mirov dikeve nav van gotubêjên
Cizîrî ên di derbarê van zanistan de, mirov mit û mat dimîne.
Bi vî rengî rewşa pir alîya zanistan di helbesta xwe da dîyar
dike.
Pirs:
13.
Wek tê gotin û hate gotin hejmara zimanên biyanî ku Cizîrî zane
û serdestê wan bû, ne kêm in. wî jî wek Xanî, lê pirr berî
Xanî bi Kurdî nîvisand. Xanî ne mimkûn e, dema biryara xwe ji bo
nivîsandina bi Kurdî kiriye jiyan û pratîkê, ji Melayê Cizîrî
hêz negirtibe, ew bibîrneanîbe, ji bo xwe nekiribe nimûne, belê
Cizîrî kî ji bo xwe kiriye nimûne, wî şopa kê domandiye,
gihandiye cih û nifşên piştî xwe ?
Besiv:
13. wek çawa hatîye
gotin rast e. Mela ji bil zimanê Kurdî gelek zimanên bîyanî jî
zanîbûye, berê Xanî bi zimanê Kurdî nivîsîye. Dema Xanî dest
bi nivîsa kurdî kirîye wek rêbazên niviskarên her demê, ewî
jî ji Cizîrî û yên wek Cizîrî sûd girtîye. Lê Cizîrî jî
wek Xanî ji nivîskarên bi zimanê kurdî yên berîya xwe û ji
çanda gelê Kurd a li Botanê û kanîya destpêka zimanê kurdî
sûd girtîye.
Pirs:
14.
Kesê ku Cizîrî, dîwana wî, şîroveyên li ser jiyan û berhema
wî dixwîne, ne mikun e, bi pirseke wuha re veneciniqe: em giş
payeya nivîsandina bi kurdî didin Xanî. Ewçendî em vê dubare û
bi dengê bilind dikin, mîna ku destpêkerê tiradisyona nivîsandina
bi zimanê kurdî di berhemên wuha biserûber, li ser hev û mezin
ne Cizîrî, belê Xanî be. Ev ne neheqiyek li Cizîrî ye?
Bersiv:
14. Bi rastî ez wek
şirovekerekî ''Dîwana Melê'' û lêkolîna liser destpêka jîyana
wî ji rewşenbîr û zanayên Kurdên ku di derbarê Cizîrî da,
heta van demên nêzîk ku tu rûmet û mezinahîyeke pir mezin
nedane berhema Cizîrî û naveroka helbesta wî, diêşêm. Em
Seydayê Xanî zana û helbesvanekî Kurd ê pir birêz û rûmet
dibînin û serê xwe liber helwest û mebesta wî ya netewî
ditewînin. Lê bi rastî gava em li berhema Melê dinhêrin em wê
berhemê di kategorîya wêjezanên qada bilind û yekem da, dibînin.
Lê mixabin heta îro ev berhem li gor watedarî û girîngîya xwe,
li bal nivîskarên me cîh negirtîye. Min gelek cara di panelên
der barê felsefa jîyana birûmet a Melê de, ev rewş anîye ziman
û gotîye:hevalno Mela bi zimanê felsefê helbesta xweya netewî
nivîsîye û gotîye: (Kes bi dada me nepirsit gilehû dadî
çi kit- te nebit dadî resek beyhûde firyadî çi kit) ev
rêze helbest wek hewara Xanî ya jibo netewa wî ku dibêje ''Ger
dê hebûya me padîşahek'' rewşa gelê Kurd dîyardike lê
mixabin jiber ku me ji zimanê Cizîrî fêm nekirîye, me tim
helbestên wî yên watedar wek muzîkek evîndarî tenê nirxandîye
û wek niheqî li Cizîrî tê kirinê.
Pirs:
15.
Di mesela pesin û şabaşên ji bo mîrek û deşelatdarên Kurdan
ne ji bo Şah û Sultanên netewên serdest jî ji heman riwangê
mikune mirov binirxîne. Cizîrî jî xwe ji pesnê serdestên
neteweyên biyanî û ne Kurd vedaye. Ev paye jî ji Xanî zêdetir
ne ya Cizîrî be ?
Bersiv:
15. Belê, Cizîrî pesnê
tu desthilatderekî bîyanî nedaye lê bi serbilindî û kêfxweşî
pesnê desthilatdarên netewa xwe daye û gotîye:(Ney tenê
tebrêz û Kurdistan liber hukmê te bin-sed wekî şahê xuresanê
di ferwarê te bit-Ger çi ger eqlîmê rabi'e hatî textê seltenet
padîşahê heftê eqlîman selamkarê te bî)
Êdi
emrê tey mukerrem serkêşê kit şubhê şem'ê
Ber serê tîxê te
û meqtûlê mûkarê te bî
şahê
pir heybet di dêrit lê bi sehmê zêdeyî
saeta xeflet xuyabî
kuz di bin barê te bî
Her
kesê ne ji can dua goy û senaxwanî te bit
girtîyê qeyda te
û amancê nûbarê te bî
Qest
û daxwaza Melê daîm ji can û dil eve
Her di benda
xizmetê pêş destê dîdarê te bî
ji
asîtanê dewletê xaib nebî carek Mela
da ji fermanê
mukerrem dem b idem me'emurî bî
eve
rastîya welatparêzî û hezkirina Mela ji bo desthilatdarên netewa
wî.
Pirs:
16.
Bikaranîna navê Kurdistan û hezkirina ji Kurdistanê, ax û ava
welat û ne bikamilî,sitewyayî û bi dereceya ku li ba Xanî piştre
çêdibe, ne siyasînebûyî be jî, bendewariya Cizîrî jî ne
piştqewîniya esasî be ji bo Xanî ku di vî alî de zelaltir,
bicesaretir û vekirîtir bibêje, binîvisîne û xweformûle bike ?
Bersiv:
16. Bi rastî her
nivîskarek ji nivîskarê berya xwe gelek tiştan hîn dibe û
dinivîsên xwe yên cur be cur de,xweştir zelaltir tîne ziman û
formile dike.Gava em bêjin Mamostayê mezin Xanî ji nivîskarê
berya xwe Cizîrî gelek tişt hîn bûye û bi zelalî û eşkeretî
anîye ziman ne kêmasîyeke ji bo Xanî.Em nirxandina berhemên
herdûyan dikin.Berhema rêzdar Xanî bi eşkeretî û zelalî bi
zimanekî ku baş tê fêmkirinê ji netewa xwe mijûlbûye.Cizîrî
Berya Xanî ji rewşa welat û xemxarîya ji bo welat bi zimanekî
felsefî û derûnî anîye ziman û rêzkirîye.Lê Xanî ji felsefe
û ramanên Mela ên derûnî zanîye û pişkivandîye.Em di vir da
dixwazin bêjin:Mela berîya wî van rewşên netewî û welatparêzî
di helbestên xwe da anîye ziman û gotîye.
Pirs:
17.
Evîndariya Melayê Cizîrî jî ji xalên binîqaş e. behsa
dostayetiya Cizîrî û Mîr şerefxanê duhem dibe ku di nav wan de
evîneke niştîmanperane hebû, ji bo vê evîna çendşîroveyî ku
behsa wê dibe tu çi dibêjî, ev evîn çendî konkiret û beşerî
û çendî jî Xwedayî û esmaniye?
Bersiv:
17. Evindarîya Melayê
Cizîrî dinav curbecur beşên civakê da cuda cuda têne
nirxandinê.Bi dîtin û lêkolînên me yên liser şiroveya dîwana
Melê;me jê zanî ku evîndarîya Melayê Cizîrî evîndarîyek
ramanî û derûnî ye.Evîndarîya wî ya ramanî jî xudayî,
humanîstî, mirovhezî û welathezî ye.Mela di destpêka evîna xwe
da;evîndarê keça Melîk Kamil ê Heskîfê ya bi navê Selma ye.Lê
ev evîn li gor daneyên ku mev di nav helbestên Melê da dîtin û
nirxandin evînek derûnî û xudayî ye.Mela wê evîna xwe di beşe
helbesta b i navê ''mey nenoşî Şeyxê Sen'anî xeşet''
''ew
neçû nîv ermenistanê xelet'' -mislê mûsa wî tecella ya te dî
ê tu dî kanê xeta kanê xelet''-wek (Nîşanî) Neqşû nîşanek
te dî ê ku nîşanek te dî kanê xelet'' Mela divê
helbestê de û di hinek helbestên din da evîndarîya xwe ya derûnî
û xudayî tîne ziman û dîyar dike. Ango Mela evîndarek rastî ye
ne mecazî ye. Evîndarîya wî û Mîr jî evînek netewî ye.
Pirs:
18.
Ji jiyana Cizîrî û Xanî mirov dibîne ku desthelatdarên zemanê
xwe, em bêjin qirnê navên Kurd qîmetekî têra xwe mezin dane
şair, alim û zanayên Kurd. Ji vê awurê heger mirov rewşa wê
rojê û ya îro berhev bike, ev tiradisyon di nav desthelatdarên
Kurd de çendî hatiye parastin û çendî li gora dem û qonaxê ye?
Bersiv:
18. Belê bi rastî di
heyamê Cizîrî û Xanî de, desthilatdarên welatê wan rûmetek
mezin dane helbestvanên wek Cizîrî û Xanî. Lê gava em werin ser
dîmen û rewşa vê demê her çiqas gelek însanên zana û xwenas
rûmetê didin helbestvan û hozanên xwe, lê dîsa ne wek dema Xanî
û Cizîrî ye. Em dikarin bêjin:bi taybetî hozan û helbestvanên
Mîr û di rêya netewa xwe de, tevdigerin, dîsa jî birêz û rûmet
in.
Pirs:
19.
Fikreke wuha heye ku di zimanê Cizîrî de zêdetir erebî û di yê
Xanî de jî bandora farisî bi nisbet erebî serdestir e. Egerên vê
çi ne, gelo ji ber ku Cizîrî zêdetir di bin giraniya hestên
melatiyê de nivîsiye û bervaja jî Xanî di bin bandêra felsefê,
siyaset û niştîmanperweriyê de nivîsandiye. Rêje û jisediya
zimanên farisî û erebî di berhemên herduwan de?
Bersiv:
19. Bi rastî dema mirov
li helbestvanîya Melê dinhêre, mirov dibîne ku di nav helbestên
wî de, giranîya zimanê erebî tê dîtinê. Lê ev giranîya
bandora zimanê erebî di helbestên Melê de, ji bandora medreseyên
Kurdistanê tên. Lewra bi giranî di medreseyên Kurdistanê de,
dersên curbe cur zanistan bi erebî ye. Lê Xanî ji ber ku di
deverekî nêzîkê welatê faris de, jîye û berhemên wan pir
xebitandîye, di wêjeyên wî de, giranîya farisî heye. Dîsa
berhemên herdûyan jî bi giranî bi zimanê Kurdî ne.
Pirs:
20.
Malbata Cizîrî, dê û bavên wî jî bi niqaş in. Gotin heye ku
navê bavê wî Şêx Mihemed e. Belê kîjan Mihemed, Ev Mihemed ji
binecîhên Cizîrê ye, ji dereke din hatiye, ku wuha be ev der ku
ye, baş û zelal naye zanîn. Li gora dîtinekê bavê Cizîrî ji
Xoşaba Wanê ye. Em van rewşên di nav heftûheyştiyê, wihayî û
newihayîyê de karin hê jî zêde bikin. Wek nimûne ku Cizîrî
berî serê xwe deyne û here ser dilovaniya xwe ji Cizîrê çûye,
çûbe, çûye ku û Hwd. Tu çi dibêjî?
Bersiv.
20. Di derbarê malbata
Cizîrî de,dîrokzanên di derbarê wî de axivîne, hemû bi yek
dengî dibêjin navê bavê wî Şêx Muhemmed e û ji binecîhên
Cizîrê û ji eşîra Bextîya ku di Cizîrê û derdorê Cizîrê
da belavbin.Cizîrî berya koça xwe ya dawî bi feqîtî û melatî
derketîye dervayê Cizîrê û şûn ve vegerîyaye ser warê bav û
kalê û li wir çûye ser heqîya Yezdan. Ji bilî vê em rastê tu
dîtineke dervayî vê dîtinê nehatine.
Pirs:
21.
Bi rastî dîtinên corecore û hevnegir di derbara Cizîrî de, ferq
û cihêyîyên wuha mezin di nav van dîtinan de mirov dide
fikirandin, hêrs dike û ne kêm caran jî, çend tiştan tîne bîra
mirov: Rewşa lêkolîneriya me tirajîk e. Rewşenbîr û
lêkolînerên me bêxem, tembel, tirale û zêde ne bimesûliyet in.
Heger ne wuha bûya wê çawa bi salan qîma xwe bi tevlîhevî û
kaoseke wuha bianîna, yan na, tu dibê em neheq in?
Bersiv:
21. Mamostayê hêja
Mîrhem Yiğit, tu bi ramana xwe ya xelal di derbarê van dîtinên
cur be cur ên hevnegirtî de, di derbarê Melê de pir binav heqîyê
de yî.
Bi
rastî gava mirov li rewşa lêkolînerên derbarê jîyana Melê de,
dinhêre mirov şaş û matmayî dimîne û nizane di derbarê wan de
çi bêje?. Di lêkolînên me yên di derbarê Melê de, em rastê
pir dîtinên nehevgirtî yên dîrokî hatin. Di navbera dîtinên
wan lêkolîneran de, bi sedan û pêncîyan sal cudatî xwe dide
nîşan, hinek dibêjin; Mela hevdemê Mewlana Camî ye, hinek
dibêjin hevdemê Şah Îsmaîlê Sefewî û Umadedînê Zengî ye.
Lê tu rastî di gotinên wan de nayên dîtinê. Pir ecêb e ku Mela
di dîwana xwe da, ji van kesayetan axivîye wê axiftinê pîvana
hevdemîyê dibînin. Nivîskarek gava dinvîsîne ji kesayetên 500
sal berîya dema xwe diaxive. Ev nabe rastîya ku ew nivîskar
hevdemê wî ye.
Pirs:
22.
Di derbara jiyana Melayê Cizîrî de Ferhad Şakelî sê kategoriyan
destnîşan dike:
1.
beşê ewil ew kes in ku bi bahweriya wan Melayê
Cizîrî li dora salên 1200 jiyaye. Ji bo vê jî îspat bikin hewil
didin û dixwazin kesekî bi navê Îmadedîn pêde bikin û bêjin
ku Melayê Cizîrî hewzeman û hewtemenê wî bû. Ne şert e ev
rast be.
2.
beşek jî ku Elaedîn Secadî li serê wan tê
dibêjin ku Melayê Cizîrî di zemanê şairê mezin yê Faris
Evdirehmanê Camî de jiyaye. Ji ber ku Camî di kitêbeke xwe de
behsa sefereke xwe dike ku ji Iran ber bi Hîcazê di ser Kurdistanê,
di ser Cizîrê re bûye. Di beyteke helbesta xwe de behsa kalemêrekî
bi navê Elcezîre dike. Yanî kalemêrekî xelkê Cizîrê. Li gora
Elaedîn Secadî ev kalemêrê behsa wî tê kirin Melayê Cizîrî
ye. Û ji ber vê û di vê çarçewê de jî divê Melayê Cizîrî
li dora salên 1400 î jiyabe. Dibe ku ev kalemêr hebe, ji bo ku
hebe jî sebeb hene. Lê ev xwiyaye dibêje Şakelî ku ev kes ne ew
Cizîrî ye ku em nas dikin û dîwana wî di destên me de ye. Dibe
ku berî Cizîriyê navdar bi heman navî şaîrên din jî hebûbin
ku ji bo ku hebin jî sebeb zehf in û ev jî maqûl e ku bi navê
bajêr têne nas kirin. Tiradsiyona xwe bi navê bajarê xwe, herêm
û navçeya xwe, ya jî gundê xwe binaskirin û ji xwe re wek paşnav
bikaranîn adetek bû û di vê derbarê de jî bi dehan nimûne hene
di destên me de. Mesele Seîdê Nûrsî, Şêx Evdirehmanê Axtepî.
Mele Evdilahê Tîmoqî..
3.
Beşê sisyan Zivîngî û Mekenzî û kesên din in ku
jiyana Cizîrî nivîsandine dibêjin: “ ez jî bi vê dîtinê re
me “ dibêje Ferhad Şakelî. Li gora vê dîtinê ne mikun e ku
Cizîrî berî Hafiz û Berî Camî hatibe, Cizîrî gelekî piştî
wan e. Em karin bêjin teqrîben 1570-1640
Bersiv:
22. Ditina rêzdar Ferhad
Şakelî ku di sê kategorîyan de nîşandike û di beşa yekem da
dibêje: hinek dibêjin Melayê Cizîrî li dora salên 1200 jîyaye.
Jibo ku bidine ispatkirinê ku Mela hevdemê Umadedîn e. Ev nayê
pejirandin û ne rast e.
Beşa duyem: ku ji gotinê
Elaedîn Seccadî dertê meydanê û dibêjin ku Melayê Cizîrî di
dema şairê mezin yê farisî Ebdurehmanê Camî de jîyaye, ew
raman jî, ji ber ku dibêjin Camî di pirtûkek xwe de, qala sefera
xwe ya ji Îranê ber bi Hîcazê liser Kurdistanê û bajarê Cizîrê
re borîye. Delîla xwe jî di beytek de besa kalemêrekî bi navê
el Cezîre dike û dibêjin ew kalemêr Melayê Cizîrî bûye. Ew jî
dîsa bi dîtina Elaedîn Secadî ye û divê ku Mela li dor 1400 î
jîyabe, dibe ku ev kalemêr hebe, lê ne Melayê Cizîrî ye. El
Cezîreyê mûcid e. Tirba wî niha jî li Cizîra Botan e. Ew Mûcid
jî 1136 -1651-î de, jîn û mirina wî ye. Mamosta Şakelî rast
nirxandîye û Melayê Cizîrî nîne. Lê Mamosta Şakelî gotîye:
dibe ku berya Cizîrîyê navdar bi heman navî Şairên din jî
hebin. Qebûl e ku bi navê bajêr gelekî Mûcid û Şair hebûne.
Beşê sisîyan:Zivingî,
Mekenzî û kesên din ên ku jîyana Cizîrî nivîsandine, dibêjin:
ez jî bi vê dîtinê re me. Dîtina ku Melayê Cizîrî berîya
hafiz û Camîra be û gelek piştê wan e û di 1570-1640 de jîyana
Melê ne li gor dîtina mine. Ez dibêjim, 1590-1665.
Pirs:
23.
Di nav xelkê de li ser Cizîrî gelek çîrok û efsane
çêbûne. Ev jî li gora nêzîkayî û dûraya ji erd û axa Cizîrî
û coxrafya rabûn û rûniştina wî, cihê manewerya wî têne
guhertin. Hun dikarin behsa hinekan ji wan bikin?
Bersiv:
23. Çîrok û efsaneyên
di derbarê cîh guhertina Melê de, rast in. Lewra Melê gava ku ji
Cizîrê derketîye li curbe cur deverên welêt û di Medreseyên
Kurdistanê de, xwendina xwe domandîye. Piştê qedandina xwendinê
li bal Mele Taha yê Amedê destûrname (Îcaze) standîye û bûye
Melayê gundê Sirba li devera Amedê. Di piştre zivirîye bajarê
Heskîfê û dersbêja medreseya Melîk Kamil kirîye û li wir
evîndarîya wî ya bi qîza Melîk Kamil Selma re dîyarbûye. Di
pişt van qewmînan re, çûye bajarê Cizîrê û li wir di
Medreseya Sor da bûye dersbêjê medreseya Mîr û li wir koça dawî
kirîye.
Pirs:
24.
Tê gotin ku di helbestên Melê de muzîkeke wuha heye ku xelk
kare zû ji ber bike. Belê ji bo Xanî û helbestên wî mirov
nikare heman tiştî bêje.
Bersiv:
24. Gotina di derbarê
hêsan jiberkirina muzîka helbesta Cizîrî de rast e. Her çiqas ez
ne hunermendim lê helbesta Melê pir bi weznên xweş û dengên
muzîkî hatine rêzkirinê. Lê helbestên Mamosta Xanî wekî yên
Melê ji bo jiberkirina muzîkvan re û dengzîzîyê re, ne wek yê
Melê ne.
Pirs:
25.
Ji awura naverok û tesewufê em helbestên Cizîrî û Xanî bidin
ber hev, ferq çawa ye? Em hinekî ji awura huner, ziman û metafor,
dîmen û tabloyan wî û Xanî nîqaş bikin.
Bersiv.
25. Gava em bi awira
naverok û tesawifê helbestên Cizîrî û yê Xanî bidine ber hev
herdû jî bi naverokên xwe yên tesewifî dagirtîne. Lê di awira
huner û ziman de, dimen û tabloyên wî û Xanî nîqaş bikin, em
dikarin bêjin di warê ziman de, pir jihev cuda nînin. Lê di warê
hunera helbestvanîyê de, Mela gelek li pêş e. Çawa ku di
qonferansek edebîyatê de prefesorek wêjezan gava ji wêjeya
wêjezanên Kurdî axivîye, Mela pir bilind kirîye û gotîye:ez ji
wêjezanîyê diaxivim û Mela di kategorîya here bilind de ye.
Pirs:
26.
Ferhad Şakelî tê zanîn ku bi kêmanî 14-15 salan li ser
Cizîrî
xebitiye û bi awayekî kategorîk û bê virde û wêde “ Hîç
şika min nîne ku Cizîrî di serdema Mîr Şerefxan de jiyaye ku
desthelatdarê Cizîrê ye û Cizîrî helbestên pesindar ji bo wî
nivîsandîye.
Bersiv:
26. Ditin û ramana
rêzdar Ferhat Şakelî û lêkolîna wî ya di derbarê Melê de
rast e. Ango, Mela di dema Mîrê Cizîrê Mîr Şerefxan de jîyaye
û helbestên xwe yên pesindarîyê wek: ey şehînşahê
muezzem û xanê xanan di pesindayîna Şerefxan de hûnandîye.
Pirs:
27.
Her nivîs û berhem bi aliyekî xwe jî şahidekî zeman û qonaxa
xwe ye. Dema mirov dixwîne li ser heyam û serdema tê de ji dayik
bûye, mirov digihe hinek encaman. Ev jî bi kêrî dîroknasan,
biyografînasan ji faktorên alîkar hesêb dibin. Ji vê eniyê dema
mirov li Cizîrî û xebata wî bikole, bûyerek, navek,
destnîşankirinek bibe mûmek di reşayê de heye?
Bersiv:
27. Bi rastî çawa we
gotî her nivîs û berhemek şahidê zeman û qonaxa xwe ye.Gava
mirov van berheman dixwîne jibo heyam û serdema xwedîyê xwe, ku
ji dayîkbûye mirov digehîne hinek encaman.Çawa we got ew jî bi
kêrê dîroknasan bîyografnivîsan ji faktorên alîkar hesêb
dibin. Di wî warê de,gava mirov berhema Melê dixwîne û dinirxîne
mirov dibîne ku dinav tarîtîya dîrokê de,tîrêja dem û jîyana
wî derkete holê. Çawa ku me jî bi lêkolîna liser berhema wî
dem û jîyana wî bi hejmarên ebcedî dît û got rast e. Mela di
1590-1665 de, jîye û mirîye. Divî warî da gotina Feqîyê Teyran
ku dibêje:dema me bihev ra helbest digot: sal 1031 bû alîkarîyek
bê hempa ye jibo lêkolîna me.
Pirs:
28.
Cizîrî sofi ye. Dîtineke wuha heye ku sofiyên mezin li cîh û
derekê zêde nedisekinîn, digeriyan. Em zanin ku sofiyên navdar di
nav Xoresan, Iraq, Kurdistan, Şam û Konyayê de, di nav paytextên
rojhilata Navîn de çûne û hatine. Nûmeyên Mewlana, Şemsê
Tebrîzî û Hwd têne zanîn. Carna seferên wan bi rojan û bi
mehan dewam dikir. Hin cîh hebûn ji wan re “Rikin” yan jî mîna
îro jî li Kurdistanê ji wan re “Xaneqa” tê gotin, hebûn. Ev
cîh cihên sekna mêvanan û şiklek otêlên îro bûn. Mirov li
gerên wuha rast tê, di jiyana Cizîrî de?
Bersiv:
28. Çi dema mirov ji
sofîtîtiya Cizîrî biaxive û bêje: belê Cizîrî Sofî bûye,
mirov nikare di katagorî ya Sofîyên lidû Şêxên Terîqetan de
bibîne û binirxîne. Lewra Sofîyên ku nav çarçoveya vê
Kategoriyê têne dîtin, bi gelemperî kor in û jibil Şêxên xwe
heyîna serdest (Xuda) nabînin. Mela Xudanas e. Xudanasî jî xwe bi
xwenasînêve digire. Yanî Mela berê Xwenas e, Paşê Xudanas e.
Mela wek Şemsê Tebrêzî û Mewlana negeryaye û Murîd û Sofîkên
reben nedaye dûxwe. Mela tim ders daye û Felsefa evîna humanîstî,
mirov hezî, Xudanasî û welathezî dîyarkirîye. Dikarim bêjim:di
lêkolîn û xebata me ya liser şîroveya Dîwana Melê de, me
rewşek Mela ya bireng û rewşa sofîyên we gotî nedît.
Pirs:
29.
Ji gotinên têne gotin yeke din jî ev e ku Cizîrî şîirên
Hafiz ji bo xwe kirine bingeh û helbestên xwe avakirine. Helbestên
Sadî jî wuha kirine. Cizîrî vê vekirî û heşkere dike û
venaşêre. Girêdayê vî aliyê Cizîrî jî behsa “Texmîsê”
dibe. Ev texmîs çi ye?
Bersiv.
29. Gotina ku
dibêjin:Mela helbestên xwe li ser bingeha helbestgotina Hafizê
Şîrazî û See'dî hûnandîye, hem rast e, hem jî nerast e.Yanî
rastî ewe ku bi gelemperî helbestvanên helbesta kılasik li ser
rêbaza erûzê helbest hûnandine. Mela jî wisa. Lê her çiqas
Mela dinav helbesta xwe de, çend rêze helbestên wan nivîsîbe jî,
helbesta Mela Xwedanê taybetmendîyek bi serê xwe ye, cudayê ji
helbesta wan e. Texmîs û Tesdîs, navê pêncek û şeşekên rêze
helbestane. Lê pir caran ji bo rêze pênca ku ji hêla helbesvanek
ve li helbesta hevalê xwe zêde dike re têgotinê.
Pirs.
30.
Belê carên ku wuha jî dibêje hene: Dev ji Hafiz û Sadî berdin
werin min bixwînin. Em li vê çawa binerin, hem tu di bin bandêra
kesekî, çend kesan de mabî, di avûbayeke wuha de pênûsa xwe
bikar anîbî û di ber re jî tu bêjî werin dev ji wan berdin, ez
nêzîktir im, serketîtir im. Ya ku van rêzan bi Cizîrî dide
gotin çi ye? Bahweriya bi xwe ye, yan jî biçûk be jî tov û
meyleke neteweyî ye?
Bersiv:
30. Gotina Mela ya ku
dibêje.(Wer Şîrên Melê bîn te bi Şîrazî çiha-cet) rastîya
mezintî ya Melê ya di helbestê de dide nîşan û dide zanîn ku
Mela bi serê xwe deryakî ji zanista helbest zanînê ye û neketîye
bin bandora tu helbestvanekiî. Dîsa em dikarın bêjin: Mela di
warê bawerîya bixwe û rêzkirina felsefeya jîna birûmet de û bi
taybetî ji bo serbilindiya gelê xwe helbestên ramanî û derûnî
rêz kirîye û serbilind e.
Pirs:
31.
Ez ewqas sal in li ser Cizîrî kar dikim, ez heta niha neghiştime
qeneetekê ku Cizîrî helbestek ji bo kesekî, ferdekî yan ji ji bo
jinekê gotibe. Li cîhekî bi tenê tiştek heye ku hinekî îmkan
dide ku mirov bêje ew dildarî, fizîkî ye, eşqeke ji bo însên
e. Bi bahweriya min giş evîna Cizîrî Xwedayî ye û pêwendiya wê
bi eşqa fizîkî û însanî re tune ye.” dibêje Şakelî,
tiştekî tu lê zde û kêm bikî heye, yan jî tu jî bi heman
rengî difikirî?
Bersiv:
31. Dîtina rêzdar
Şakelî ji bo ku Mela ne evîndarê fizîkek beşerî ye, pir rast
e. Evîna wî ya ji bo Keçika bi navêvbi (Selma) evînek ne mecazî
û Xudayî ye. Mela vê rastîyê di helbesta xwe ya derbarê Şêxê
Sen'anî de, bi zelalî anîye ziman û gotîye:Wek (Nîşanî)neqşû
nîşanek te dî-ê tu dî kanê xeta kanê xelet.Dibêje Xuda Şêxê
Sen'anê jî wek min(Nîşanî)neqşû nîşana te, di rûyê keçika
Ermenistanê de dît lewku çû wir.
Pirs:
32.
Di axaftinên li der û dora jiyana Cizîrî, yan jî em bêjin hinek
tiştên ku di nav feqiyan û gel de digerin, navê xanimekê bi navê
Selma derbas dibe. Hinek dibêjin Selma xwîşka mîr yan jî keça
wî ye. Li gora hinan jî Selma şêwesemboleke tesewifiyane ye. Li
gora hizrekê jî ji xwe navekî wuha qet tune, ev jî bi tenê yek
ji wan çîrokên bêesil e ku hina ji xwe re li hev aniye, navekî
xeyalî ye. Çi rast e û çi na, rastî ji ba te çawa dixwiye?
Bersiv:
32. Bİ kurtayî em
dikarin bêjin:ku Selma ne qîza Mîrê Cizîrê ye ne jî xûşka wî
ye. Selma Keçika Melîk Kamil Mîrê Heskîfê ye. Evîna Mela ya ji
bo Selma bi gor dîtina rêzdar Hejar(Ebdûrehman Şeref-kendî rast
e û wek evîna Şêxê Sen'ane û ne fizîkî û beşerî ye. Evînek
Xudayî û derûnî ye. Di berhema Melê de navê Selma di çend
cîyan re derbas dibe û Mela ji Bayê Seherê re dibêje:Belix
selamî lî Selma ya berîd. Ev nav bi berheme û xudanê Çîrokek
dirêje û ne xiyalî ye. Lê evîna Mela bi dîtina wê dest pê
dike û dibe evînek Xudayî .
Pirs:
33-Em
hinekî din li ser vî navî bisekinin. Ev jî heye ku hinek şairên
din jî heman nav, ango navê Selma bikaranîne. Kî ne ev şair
gelo, mikune tu ji me re nimûneyekê dudwan bidî?
Bersiv.
33. Bersiv tune.
Pirs:
34.
Xwendina Cizîrî jî bideng e, tê naskirin û têra xwe
belabûye. Dibêjin dikete silûkê, dikete xewlê. Mesela “xewil”
û “silûkê” îro jî heye. Li mizgeftên mezin mirov dikare lê
rast bê. Pirsên me wuha ne: yek ev xewl û silûk çi ye, ya duhem
hinek agehdarî li ser vî aliyê Cizîrî tu bide me wê bikêr be,
ji ber ku têkiliya xewlê û hilbijartina murşidekî ji xwe re heye
yan na?
Bersiv:
34. Bi gor ku me ji rewşa
bawermendî û Xweda nasîya Cizîrî fêm kirîye û diber çavan
re, derbas kirîye, ketina ''Silûk û Xilwetxaneyan'' jibo Seydayê
mezin Cizîrî re hebûye. Lewra di hucrikên dersxaneyên Mizgefta
Sor de, ew cîhên bivan rengan niha jî hene û têne dîtinê. Lê
tu dem û gavan mirov nikare bibêje: Seydayê mezin sofîtî an
murîdîtî ji bo murşidekî, şêxekî kirîye û ketîye silûkê,
nabîne. Lewra seyda jivan helwestên sofîyan, murşid û şêxên
di her demî de,ji wan dûr e û neketîye nav wan helwestan. Bi tenê
ketina wî ya xilwetxaneyan ji bo fikrandina di derbarê raman û
felsefeya mirovahîyê û Xweda nasîyê bûye.
Pirs:
34.
Em dê carcaran Xanî û Cizîrî bi hev re bipirsin. Xanî bi
siyasetê xurt û kûr daketiye. Tiştekî ku ji bo pêdaketina
Cizîrî bi siyasetê, em bêjin, dewlet, rêveberî, desthelatdarî
û Hwd.bibe pêjnek tê hiskirin?
Bersiv.
35. Dema ku em Xanî û
Cizîrî bi hestên netewhezî û desthilatdarî binirxînin, em
dibînin ku Xanî bi hestên xwe yên welatparêzî û desthilatdarî,
bi eşkere û bê rengek derûnî xwe dîyar kirîye û nîşan daye.
Lê Cizîrî bi awayek felsefî derûnî û ne eşkere qala
welatparêzî û hezkirina desthilatdarîya welatê xwe, di helbestên
xwe da, pir caran anîye ziman û nirxandîye. Ji ber ku ev helwest û
ramanên wî yên di vî warî de, ne bi zimanekî eşkere ye, pir
kesan ne pişkaftiye û jê fêm nekirîye.Cizirî di derbarê
desthilatdariya welatê xwe de, weha dibêje: Şahê pir heybet
didêrit lê bi sehmê zêdeyî-saeta xeflet xuyabî kuz dibin barê
te bî. -Her kesê ne ji can duagoy û senaxwanî tebit girtîyê
qeyda te û amancê nûbarê te bî. -Qest û daxwaza Melê daim ji
can û dil eve her di benda xizmetê pêş destê dîdarê te bî.Van
gotinan û bi dehan yên wek van di helbestên Melê de hene.
Pirs:
36.
Cîzîrînas dibêjin ku Mela li du yan jî sê cîhan behsa
navê Kurdistan bikaraniye. Duaya Cizîrî navdar e ku dixwaze ne bi
tenê Cizîr belê Tebrîz û gelek cîhên din jî têkevin bin
destên Mîr. Vê Fikrê jî mîna gelek fikrên din, mîna ku Xanî
ji Cizîrî girtibe û ew li gora zeman û qonaxê derxistibe asta
hewcedariya bi yekîtî û tifaqê. Li vir jî bêhn û pêjneke
neteweyî, em neteweyî nebêjin jî, etnîsîteyî tune gelo? Ev ne
hestekî zelal û vekiriye ji bo niştîmanperweriyê. Dixwaze Mîrê
Kurdistan bibe şahê çar iklîman. Gelo Xanî gotina “wê tirk û
eceman gişan ji me re bikirana xulamî “hêza xwe ne ji vir
girtibe, ne berê vî tovî be ku Cizîrî avêtiye erda
welatparêziyê?
Bersiv:
36. Cizîrî di çend
helbestên dîwana xwe de, navê Kurdistanê û pesnê
desthilatdarîya wê anîye ziman. Ji ber ku Seydayê Xanî di pişt
wî re helbestên xwe, bi zimanekî eşkere û netewhezî rêz
kirîye, em dikarin bêjin, her nivîskar û helbestvan ji yên berya
xwe, sûd girtibin û bi wî rengî nivîsîbin. Ev jî tu kêmasîyek
nîne ji bo xatirê nivîskaran re. Mela pir caran di helbestên xwe
de, rengên netewhezî bi heyînî û ramanî anîye ziman. Bê nebê
ev rewş etnîsîteyê derdixe holê. Etnîsîteya ku Cizîrî anîye
ziman jî, ne nijadperestî welathezî ye.
Pirs:
37.
Di nav helbestên Cizîrî de du helbest hene ku ji wan re
“mukaleme” tê gotin, yanî bi hev re qisekirin, hevpeyvîn.
Carekê bi Mîr Îmadedîn re û carekê jî bi Feqiyê Teyran re
qise kiriye. Bi Ingilîzî dibêjin korespondens. Ev ne destpêka
pexşanê be?
Bersiv.
37. Hevpeyvîna Cizîrî
û bihev ra gotina wî ya helbestî bi Umadedin û Feqî re,destpêka
vekirina pexşanê ye.
Pirs:
38 . Em hinekî li ser cîhê Cizîrî
bisekinin. Cizîra kevn û kesk. Cizîra Botan kevnebajarekî
Kurdistanê ye, paytextekî siyasî ye. Li dora 400-500 salan navenda
rewşenbîrî û alimiya Kurdistan e. Medresên navdar li vir in.
Şagirtên jîr û bikêrhatî berê xwe didan vir û alimên navdar
pirr tiştan qerzdarê Cizîra Botan in. Ev xweserî û taybetmendiya
Cizîrê di aliyê dîrokî de çawa çêbû gelo?
Bersiv:
38. Bajarê Cizîra Botan
kevnewarekî welate û paytextekî siyasî ye. Di demên dora 400-500
sal berê de, çawa rewşenbirî û zanayên Kurdistanê li wir
hebûne, wisa jî desthilatdarîya Mîrên welêt pirtir liwir
derketîye holê. Ev taybetmendiya vî bajarê ji ber ku ji bo gelê
Kurd bi hezaran sal e, navendî kirîye. Em dikarin bêjin gelên
cîhanê bi giştî ji nav malbata Mezrabotan belavê cîhanê bûne.
Lewra Ademê duyem Nûh Pêximber silava Xuda li ser be, ew dever
pîrozkiriye û dinav axa wî da hatîye veşartinê.Van bûyerên
dîrokî bi giştî taybetmendîyên vê deverê ne.
Pirs:
39.
Em bi çend gotinan jî şairên hevdemên Cizîrî ne, binav bikin.
Evdirehman Mizûrî du navan dide yek Feqiyê Teyran, duhem jî
Şemsedînê Exlatî, kesekî din heye, têkiliyên Cizîrî bi
hemdemên xwe re?
Bersiv.
39. Hevdemên Melayê
Cizîrî ji şairên navdar di rêza yekem de Feqîyê Teyran e. Di
navenda Cizîrê û dev dorên wê de, helbestvanên di wê demê da,
pir hebûne. Em bi tenê Feqîyê Teyran bi hevalbendîya Cizîrî
dinasin.
Pirs:
40.
Rewşa helbestê di serdema Cizîrî de, Mizûrê bi van
gotinan dîtinên xwe dibêje: “ Di vê serdemê de helbesta Kurdî
li ser destê Cizîrî germ û gurr e. Vê sedsalê li ser destê M.
Cizîrî hêzeke nû, vejîneke nû daye helbesta Kurdî” dibêje.
Bersiv:
40. Mamosta Muzûrî
dîtina xwe ya di derbarê helbesta Melê da, bi zimanekî baş dîyar
kirîye. Bi rastî jî helbesta Melê pir hûr û kûr e û hêzeke
nû ye û vejînekî nû daye helbesta kurdî. Gava em dikevin nav
watedarîya helbesta Melê, em nikarin bi zelalî û bêkêmayî
bînin ziman.
Pirs:
41.
Li gora Ferhad şakelî li ba Kurdan hinek qalib çêbûne ku çi
dema gotin tê ser xwendin û tehsîla navdarekî Kurd, gotineke ku
pirr dubare dibe û ewqas jî ne ilmî ye, berçav dibe. Ew jî ew e
ku “ dersên ewil li ba bavê xwe xwendine”. Ev çima wuha ye, ji
ber çi ev hesangirî?
Bersiv:
41. Dîtina rêzdar
Ferhat Şakelî derbarê xwendina Mela ya li bal bavê wî, ku pir
dubare dibe, pêdaketinekî beyhûde ye. Dersên xwe yên ewil ku li
ba bavê xwe xwendîye, destpêka xwendina wî ye û nabe kêmasî û
bêhêzîyek ji bo perwerdeya Melê ya li curbe cur deverên welêt û
li ba seydayên bi hêz. Ez jî dîtina Ferhat Şakelî di cih da
dibînim.
Pirs.
42.
Felsefeya Wehdetul wucûd di helbestên Cizîrî de, çi ye ev
felsefe, çend nimûne ji otorîteyên wê?
Bersiv.
42. Belê felsefeya
Wehdetul wucûdê di helbest û ramanên Melê de dîyare. Ango Mela
bi lêkolînên xwe yên di derbarê heyîna Xweda û mexlûqan de,
pir bi hêz e. Felsefa wî ya Wehdetul wucûdê,zanista yekbûyîna
Xaliq û mexlûq e. Yanî mexlûq beşek ji heyîna mezin a Xuda ye.
Piştî koça dawî bi wê heyînê re dibe yek.
Pirs:
43.
Em dê carcaran li pirsa “evînê jî vegerin. Evdirehman Durre ku
yek ji kesên xwedî gotin e, li ser kilasîkên Kurdî, girêdayê
“evînê” piştî bi xwe dipirse: „Evîn çi ye?”, bersiva
pirsa xwe jî wuha dide: “ Evîn ew e ku meriv ji tiştekî hez
bike, hemû tiştên xwe bide wî tiştî. Doza meriv, bahweriya
meriv, dîn û îmanê xwe û heta ruh û bedena xwe jê re feda
bike”. Ev jî hinekî nîqaşê, lêhûrbûn û lêkolînê
naxwaze?
Bersiv:
43. Dîtina Mamosta
Ebdurehman Durre di derbarê evînê de, rast e. Mamosta ji evîna
rastîya mirovahî û Xudayî dipeyîve. Gava em bêjin evîna Xudayî
cudayê ji evîna mirovahî nîne. Lê evîn bixwe di çend beşan da
tê mulahazekirinê. Evîna mirovekî ji bo hestek wî yê beşerî
re jî, evîn e. Carna evîndar ji bo wê evînê jî xwe gorî dike.
Ew evin jî evîneke rastî ye. Mînak: ku bi sedan mirov keç û
xort xwe ji bo evîna serok dişewitînin. Ev evîn jî çiqas beşerî
be ewqas jî ramanî ye.
Pirs.
44.
Çend tesbît ji Evdirehman Durre: “Ol li ba Cizîrî exlaq
e. Dîwana Cizîrî gerdeneke manewî û neteweyî ya edebî ye, ji
bo Kurdan”.
Bersiv.
44. Gotina Mamosta
Ebdurrehman Durre ku dibêje; ol li bal Cizîrî exlaq e û dîwana
Cizîrî gerdeneke manewî û neteweyî ya edebî ye ji bo Kurdan,
rast e. Lewra Cizîrî bi hişdarî û zanistî Oldar e. Kesên ku bi
rastî Oldar bin, ne bê exlaq in û Xudanas in.
Pirs.
45.
Hûnandina edebî xwurt e, berz e, li pêş e. Ev jî dîtina
serdest e, ji bo berhemên Cizîrî. Em vê hinekî vekin, ji hev
veçirin, hinekî li ser kûr bibin, bi hinek nimûneyan
biserûbertir, îknakiranetir bikin. Hûnandina xwurt, berzayî û
lipêşbûn, yanî çi?
Bersiv.
45. Hûnandina helbesta
Melê bi felsefe û derûnî gelek xurt e. Dema em dikevin nav
watedarîya helbestên Melê, em dibînin ku bi ramanên pir alî
dinav xwe de, felsefeyê diafirîne. Mînak di helbestek xwe da,
dibêje: Min di baxê gulfiroşan dî eceb resmek xerîb-xarî
teban gul di destin, gulperestan xarî bes.
Dîsa dibêje: Cewrê
hindî dê keşînit herkesê tawis divêt -gewherû durra yetîm bê
terkê ser têtin teleb?
Dema mirov li naveroka
van herdû malikan dinhêre xurtî û hêza Melê xwe derdixe holê.
Pirs:
46.
Jiyan û serpêhatiya Dîwana Melayê Cizîrî jî bi serê xwe
hêjayê lêkolînekê ye. Ev dîwan çawa gihişte serdema me. Ji bo
vê em qerzdarê kê û ne kê ne? Li vir pişk û rola Kurd û ne
Kurdan çi ye û di vê navê de kurt be jî em di çend gotinan de
li ser wergerên Dîwanê dîtinên we bigrin.
Bersiv:
46. Bi rastî ji bo jîyan
û serpêhatîya Dîwana Melayê Cizîrî bi serê xwe hêjayê
lêkolînekê ye. Ev dîwan bi alîkarîya zana û rewşenbirên
Kurdên piştê Melê hate parastin û ji hêla hinek nivîskarên
derveyên welêt wekî yên Rûsî û Elmanî û hwd hate jîndarkirin
û gehîşte me. Wergerên dîwana Melê hinek bi tîp guhêzîne
hinek bi wergerên wateyî ne. Nimûne:wergera wateya wê ya bi erebî
ji hêla Seyda Mele Ehmedê Zivingî ve û ji hêla Mamosta Hejar
(Ebdurehman Şerefkendî) ve bi devoka soranî û wergera bi navê
şiroveya dîwana Melayê Cizîrî bi tîpên latînî yên kurdî ji
hêla me Celalettin Yöyler ve hatîye amadekirin. Lê bi rastî
wergera Mamosta Mele Ehmedê Zivingî her çiqas neketîye kûyrahîya
raman û felsefeyê jî bi tenê li dor rewşa tesewufî vegerîya ye
dîsa jî hêja ye. Ji bil van hersê wergerên wateyî min hêj
wergerên dîwanê nedîtine.
Pirs:
47.
Di lêkolîna Hejmar 12 de li ser Ehmedê xanî li ser xebatên
biyografiyên Xanî agehdariyeke fireh heye. Heger em ji we çend
navan bixwazin ku li ser Melayê Cizîrî xebatên fireh û biserûber
kirine, navên ku ewil bên bîra we, wê kî bin?
Bersiv:
47. Bi dîtina, me kesên
ku di derbarê Xanî de, lêkolînên fireh û bi ser û ber kiribin,
li ba min ne dîyar in. Tiştê ku ez dizanim, kesên ku liser dîrok
û jîna Melê lêkolîn kirine, pirên wan xwe negîhandine tu
qonaxekî zelal û mirov têr nake. Her bi tenê Mele Ehmedê Zivingî
di derbarê dîroka Mela û jîyana wî de, di pêşeka şiroveya xwe
ya erebî de, nêzîkê rastîyê bûye û dîsa kêm hiştîye. Di
derbarê dîroka ji dayîkbûna Melê û koça wî de rêzdar Zeynel
Abidîn Zinar bi hejmarên ebcedî dibêje: min xwe gîhandîye
rastîya dîroka Jidayîkbûna Melê û ew jî 1570 ye. Lê gava wan
hejmarên ku ewî nirxandîye, ez dinirxînin, li gor hejmarên wî
çewtîyek hejmarî heye û ne 1570 ye, hejmar; 1575 e. Gava
lêkolînvanekî di derbarê bûyîna Melê de, ewqas şaşî bike,
wê çiqas bo me bibe bawerî.
Pirs:
48.
Pesnê helbestên Cizîrî, hûnandin û tevna wan û bi
taybetî muzîka di wan de tê zanîn. Belê hin kesên ku helbestên
Cizîrî rexne kirine jî hene. Mînak Zivingî ji ber ku sist in,
hinek helbestên Melayê Cizîrî rexne kirine. Çi ye ev sistiya ku
Zivingî behs dike, di kîjan helbestan de ye û ev aliyê ku wek
sistî binav dike, çi ye?
Bersiv:
48. Bê bersiv.
Pirs:
49.
Me behsa Dîwanê ki,r sala temambûna wê çend e, fikrek we
heye, li ser vê salê ?
Bersiv:
49. Destpêka nivîsandina Mela ya Dîwanê di
temenê Melayê 30 salî da destpêdike. Mela di derbarê vî temenî
de, di helbestek xwe de, dibêje: Sih sale ji derdû ji belayê
te hilakin-hetta bi felek her diritin ahû ehê min. Disa di
rêze helbestek dinê de dibêje: Ernekî rihmê tu Mîro, dê
çi bit halê me îro-Ger nebê carek esîro girtîyê sî saleye.
Mela bi eşkere û zelalî dide zanîn ku temenê wî di berîya
helbestgotinê de 30 sal e.Yanî lêkolîn û dîtina me ya bi hesabê
ebcedî dîroka destpêka wêjenasîya wî ye. Gava em 30 sal temenê
wî yê berya wêjeyê ji wê dîrokê dertînin, rastîya dîroka wî
ya ji dayîkbûnê bê guman derdikeve meydanê. Feqîyê Teyran jî
dibêje: Dema min û Mela helbest bihevra digot: sal 1031 bû,
hejmara meya ebcedî sal 1027 di navbera dîtina me û gotina Melê
de çar sal heye. Ango Mela piştê 4 sal destpêka nivîsa xwe bi
Feqî re helbest gotîye. Gava ku gotîye dîwana wî ji sê beşan 2
bêşên wî hatîye nivîsadinê. Bi vê nirxandinê em dibêjin:bi
hindikî 6 sal Mela dîwan xilaskirîye. Dîtina me jî di derbarê
vê mijarê de biguman e.
Pirs:
50.
Mesela zewaca Mele jî di nav xalên meraqê de ye. Ew jî û
Xanî jî tê gotin ku nezewicîne. Ev balkêş e. Du mezinên me
herdû jî nezewicîne, çi ye sir û kerameta di vê de?
Bersiv.
50. Mijara nezewicandina
Xanî û Cizîrî mijarek pir balkêş e. Gava mirov li rewşa herdû
Seydayên mezin dinhêre, mirov dibîne, kesên wek wanên ku tim li
mijarên zanistî û ramanî ve girêdayî ne, tu gizekî wan bi
zewacû têkilîya bi jinan re namîne. Lewra herdû jî di nav
xebatên xwe yên pir pîroz û birûmet de, bûne wek fena û
gorîkerên di tekoşîna ramanî û netewî de. Bi dîtina me kesên
divan qonaxan de, bimeşin, hewceya wan bi zewacê namîne.
Pirs:
51.
Di bernameyên televizyon û medya Kurdî de, behsa helbesteke
şînê dibe ku Feqiyê Teyran ji bo Melayê Cizîrî nivîsandiye.
Hayê te ji vê helbestê heye?
Bersiv:
51. Ev helbesta şînî
ya ku dibêjin Feqî piştî mirina Melê bi awakî şînî ji bo
Mela gotîye: min ew helbest carek li bal hevalekî momosteyê
zanîngehê hilda û dît. Ew helbest roja koça Melê ya ji dinê
dianî ziman, xembarîya xwe dîyar dikir. Lê dema min nivîsa wî
nirxand da ber dîroka koça Melê min pir bawerîya xwe pê neanî û
derbarê koça Melê de, min nepejirand. Ji ber ku min guman kir ku
ew helbest ne ya feqî ye û hatîye çêkirinê.
Pirs:
52.
Kesên dîwana Cizîrî şîrove kirine, ne kêm in. Di nav wan de
Hejar û Seydayê Mele Ehmedê Zivîngî jî heye. Yeke sêhem jî ya
birêz Celalettin Yoyler e. Di nav van şîrovegeran de hun kê
dipesinînin?
Bersiv:
52. Kesên ku dîwana
Melê şirovekirine çawa we anîye ziman divê demê de, sê kes in.
Di nav van hersê şirovekeran da, ez nikarim xwe bipesnînim. Lewra
pesindayîna ji bo şiroveya min re, çewtî û şaşî û quretîyê
diafirîne. Lê bi rastî Mele Ehmedê Zivingî kedek pir hêja daye
şiroveya dîwanê û tê pesinandinê. Her çiqas bi dîtina min
Seydayê Zivingî xwe bernedaye deryayê felsefe û ramana Melê ya
ku herkes bi hêsanî nikare xwe noqê wî deryayê bike jî, lê
dîsa şiroveya wî hêja ye.
Pirs:
53. Xaleke din ku
zelaliyê dixwaze û li bendeyî serastkirinê ye. mesela helbesteka
ku Feqiyê Teyran û Melayê Cizîrî bi hev re xwendine. Navê vê
helbestê û sala xwendina bi hev re û sebeba xwendina bi hev re? Ev
adetek bû, di zemanê Cizîrî de adetên wuha hebûn, di nav şaîr
û aliman de ku bi hev re helbestan bixwînin?
Bersiv:
53. Xala ku zelalî
dixwaze mijara helbestgotina Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran bi
hev re helbest xwendine. Navê vê helbestê dane berheva Mela û
Feqî ye. Lê guftenê Feqî û Mela jî di hinek nusxeyan de hatine
nivîsandinê. Sala xwendina wana bihev ra dîyar e. Lewra Feqî
dibêje:dema me helbest bihev ra digot: sal 1031 bû. Helbesta ku
Feqî gotîye ev e:
Birîndarê
eşqê me dûrim ji sîha bîhan
Zanim meddahê kê
me di hezar û yek û sîhan
Senaxwanê Melê me
hemû erdû cîhan
Helbestgotina Mela û feqî ji adet û bihevra
gotinên ji medreseyên Kurdistanê tên. Lewra di medreseyan de pir
caran Feqîyan bihevre helbest digotin. Her wisa helbestgotina Mela û
Feqî bi hev re, hezkirina wan a ji hev re û diyarkirina
helbestvanîya wan e.
Pirs:
54.
Li gora Abdullah Varli jî “ mela di dema Mîr Şerefxan û Şah
Ismeilê Sefewî de hebûye û li ser navê herdukan gelek helbest jî
gotine. Li gora Celalettin Yoyler ev neras te. Lewra berî Cizîrî
ji diya xwe bibe Şah Ismeil miriye. Sala vê mirinê jî wek 1524
dide. Ev jî tê wateya ku bi kêmanî Cizîrî piştî Şah Ismeil
bi 65 salan hatiye cîhanê. Dîtina te?
Bersiv:
54. Dema Melayê Cizîrî
û Mîr Şerefxan û Şah Ismaîlê Sefewî ji hev cuda ne. Mîr
Şerefxan di hezar û pêncê koçî de jîye. Di 1027an de Mela dest
bi nivîsa helbestê kirîye. Dema Mela helbest nivîseye 30 salî
bûye û di dema Şerefxan de jiye. Lê çawa me di pêşeka şiroveya
xwe de jî daye xuyakirinê, sala mirina Şah Ismaîlê Sefewî 1524
ê mîladî ye. Mela jî di 1590 ê mîladî de hatîye dinê. Faris
dibêjin an kuca în kuca, ´ev li ku ew li ku´. Dîtina min a di
derbarê van dîrokan de ji bil dîtina min a di pêşgotina şiroveyê
de, nivîsek min ê taybet heye, ezê pêşkêşê wekim.
Pirs:
55.
“Dema ku di sala 1997 an de, me dest bi şîroveya Dîwana Mela
kir, me tim di domandina xebata xwe de, rastiya dîroka Mela di serê
xwe ra derbas dikir û dixwest ku rojekê ji rojan em rastî gotineke
mela ya derbarê jidayikbûna wî de werin”. Dibêje birêz Yoyler.
Piştre dibêje ku bi dilxweşî û dilşadiyeke bêpayan jidaykbûna
mela di nav rêzên helbestên wî de keşifkiriye. Ev kîjan rêz
in?
Bersiv:
55. Mijara ku hûn ji
1997 an diaxivin û qala destpêka şiroveya me dikin, me di wê demê
de, bi hesabê ebcedi di pêncekek erebî de, destpêka nivîsandina
Mela ya dîwanê nirxand û dît. Rêzên ku em jê diaxivin û
dibêjin me têde bi hesabên ebcedî destpêka nivîsa Melê dîtîye
û temenê Mela ê ji dayîkbûnê dîyarkirîye ev e.
Navê beşa helbestê (min di ber qalû belê)
ye. Ev beşa bi vê sernivîsê jî pênc pêncek beşan pêk tên.
Di dawîya her beşek de, rêza pênca tim bi erebî gotîye.Ya
ku me tê de temenê Mela yê destpêka nivîsê nirxandîye ev e.
(Tilke enbaun yeqûlû ennasû minna beede hinin) ev rêze
helbest bi gişt tîpên xwe bi hesabê ebcedî destpêka helbest
nivîsandina Melê derdixin holê. Dema em sî sal temenê mela ku di
berya nivîsê da ye, jê dertînin, temen dibe 1590-1665
Nîşe: Emê ji
bil pirsên te nivîsek di derbarê nirxandina xwe ya salên Melê
de, û tev dîtinên hinekên ku dibêjin me jî temenê Melê dîtîye
bişînin. (1)
Me dem nedît ku em zûtir
bersiv bidin. Dema me bersiv qedand, me sererast nekir. Kêmasîyên
teknîkî hebin jî bibaxşîne.
IV
Hevpeyvîna
bi Jan Dost re
Pirs:
1. Li gora hinek idîa, hinek dîtin û
nirxandinan, ji % 70- 80 ê şair û nivîskarên Kurd di bin bandêra
Melayê Cizîrî de mane. Ev çendî rast e, nisbeta wê çend e? Ku
wuha be çine faktor û kerametên li pey vê angaştê? Ev hêz,
hêza ewqas sedsal e, kêr û têhna xwe diparêze, cîhana nivîskar
û helbestvanên me rapêçaye, kiriye bendewar û dilovanê xwe ji
ku tê, ji ku av vedixwe?
Bersîv:
1. Bi ya min dibe ku rêjeya kesên ketine bin
bandora Melayê Cizîrî û helbstvaniya wî, bêtir be ji ya ku di
pirsa we de hatiye. Hema ji seydayê Kurdayetiyê yê mezin Ehmedê
Xanî de bigir û heta Cegerxwîn. Kî neçûye ser kaniya Cizîrî û
ava zelal venexwariye? Kê teswîrên wî ji bo xwe nekirine nimûne
û di helbestên xwe de nedaye ser şopa wî ya pîroz? Cegerxwîn
digot: Cizîrî bêndera şairan e, her kesekî dawa xwe daye ber û
têra xwe jê biriye.
Ji roja roj de û hîn
seydayê Cizîrî li jiyanê bû, rola wî û bandora wî ya mezin li
ser her kesê bi wêjeyê re têkildar, hebû. Helbesteke wî bi xwe
heye, rexneyên tûj li melayekî ji Finikê dike ku helbesta Cizîrî
li ser navê xwe di civatan de xwendiye, ango qesîdeyên Cizîrî
dizîne û birine li civatan gotine ev yên min in. Cizîrî li ser
vî melayê ku navê wî ji panzde tîpan e, dibêje:
Qewî meşhûr e
mela namê te ye xemse eşer
Tu bi şiira ne te gotî, xwe dikî qend û
şeker
Ev yek dide xuyakirin ku
heta kîjan radeyê helbesta Cizîrî xurt û bi hêz bû. Heta di
jiyana wî de jê dihate dizîn û xelkê bi tevna wî helbestên xwe
diristin. Cizîrî Xwedan hêzeke mezin e ku mirov dikare bibêje ewî
bingeha ekola helbesta Irfanî(teswwufî û evîna Xwedayî) di nava
Kurdan de damezirand.
Ev hêz jî di baweriya
min de ji kûraniya fikra Cizîrî tê. Ew ne hema şairekî gotinên
xweşik û ciwan li hev anîne. Wisa jî bêyî fikr û felsefe
dikaribû bibûya şairekî navdar ê Kurdan. Lê taybetiya wî di
baweriya min de ew e ku di zanînên dema xwe de yekî mûqelêş û
bêhempa û serkeftî bû. Yanî derbarê felsefeya Grîkî de ku
piştî belavbûna Îslamê û bi bizava wergerandinê re, li
rojhilatê belav bû, gelek agahiyên wî yên kûr hene. Ew di her
qesîdeya xwe de fikreke felsefîk dide ber guhên me. Bi me dide
naskirin û felsefeya ewqase zor di cumleyên gelekî rihet de bi cih
dike. Eger dem hebe emê mînakinan ji helbestên wî bidin. Emê
bibêjin ka tayê kîjan felsefeyê di wan de dibiriqîne. Ya din ku
hêzeke mezin daye Cizîrî û helbesta Cizîrî tesewwufa Îslamî
ye.
Li
gor dabeşkirina hin lêkolîneran tesewwuf sê beşên mezin in, yek
jê Tesewwufa irfanî ye, ku girêdayî cîhana lahût û
Xwedê ye ku nûnerê wê Ibnu Erebî ye. Ya din tesewwufa
wijdanî yan jî evînbazî, ew jî girêdayî evîneke giran ku
dawî dibe evîneke Xwedayî ye ku nûnerê wê di wêjeya tesewwufî
erebî de Ibnul Fariz e. Cûreyê sêyem tesewwufa insanî
yan civakî ye ku ew jî girêdayî xelkê ye û tesewwufeke li dijî
zulma desthilatdariyê ye ku nûnerê wê yê berbiçav Mensûrê
Hellac e. Cizîrî bi xwe bêtir di ekola tesewwufa wijdanî de
ders wergirtin û paşê bûye mamosteyekî mezin tê de. Ji bilî
tesewuf û felsefeyê, Cizîrî zanayekî dînî bû, zanayekî ku
haya wî ji astronomiyê jî gelekî hebû, ji zimanê Erebî ku ew
tê de gelekî serdest bû, hebû. Ji zanistên quranê û tefsîra
wan ne bêpar bû, her wisa ew diyar dike ku wî çavek li kitêbên
bijişkiyê jî xistiye û navê çend kitêbên Ibn Sînayê navdar
di helbestên wî de derbas dibin. Ew ne tenê şair bû lê alimekî
mezin bû û ronakbîrekî dema xwe bû. Ji bilî vê, cesareta wî
gihişt radeyekê ku bibêje: ez ji Hafizê Şîrazî jî şairtir
im. Û ji wir her bang li gelê xwe dikir ku herin helbestên wî
bixwînin. Wî bi xwe zanîbû ku ew gewherekî nirxdar e, li
welatekî ku qîmetê gewheran lê kêm e, wî dizanîbû ku ew mûm
û şemal û çiraya Kurdistanê ye:
Gula baxê Iremê
Bohtan im.
Şebçiraxê şebê Kurdistan im.
Lê mixabin qedrê wî
gelekî nîn e, loma jî berê xwe dida piraniya xelkê û digot:
Xaliba ehlê zemanê
me, Mela Ademîyin?
Venûmayin ji kerê mey reş û gayê te yî
beş!
Ango: ey Mela, piraniya
xelkên dema me ne ademîzad in, ferqa wan û kerê me yê reş û
gayê te yê beş nîne.
Ew
mirovekî heta tu bibêjî ji xwe û bi xwe bawer bû. Bi zanîna xwe
û zimanê xwe yê kurmancî bawer bû, û di seranserî helbestên
dîwanê de wî pesnê xwe û hêza xwe ya hunerî kiriye. Helbet
xwepesindana wî ne ji valahiyekê tê, ew bi xwe jî xwe qenc nas
dike û dizane ku hakimê peyv û hunera helbestê ye, ew bi xwe
dibêje:
Di iqlîmê suxen
mîr im, di şiirê de cîhangîr im.
Yanî li welatê peyvê
mîr im, û di helbestan de jî min dunya daye ber xwe!!
Pirs:
2. Dibêjin ku Mîr Şerefxanê navdar,
nirx û rûmeteke bêpayan daye Cizîrî, ew çendî ku di goristana
malbata xwe de ew kiriye şirîkê xwe, yeke ji malê. Tê gotin ku
ew kesê bi tenê ye, di goristana desthelatdarên Cizîrê de ku ne
ji malbatê ye, ev hinekî rûtbe û nîşandayîna lordîtiyê li
Ingilîstanê tîne bîra mirov, yan na? Di vê derbarê de çi
delîl, gotin, hene?
Bersîv:
2. Ez bi xwe nizanim ka ev yek rast e yan na. Lê
helbet qedrekî wî yê mezin li ba mîrên Cîzîrê hebû. Ez
dikarim bibêjim ew şairê bargahê bû. Şairê mîran bû. Şairê
desthiladariya Kurdî bû. Îcar ku mîna paye yeke bilind dabinê û
ew di goristana mîranî de veşartibin, ne dûr e. Ew jî mîrek bû,
lê wek min berî niha ji helbesteke wî mînak anî, mîrê peyvê
bû, mîrê qesîdeyan û şiirê bû. Ne bes weha, wî digot: Ez di
helbestê de sultan im!
Ez bawer dikim, dê wî
mîna her wêjevanekî piştî mirina xwe bêtir guhdan dîtibe. Yanî
di jiyana xwe de ne gelekî bi kêf xuya dike. Em di helbestên wî
de vê yekê bêhn dikin. Ew gelekî gazinan ji dem û xelkên demê
dike, wan bi ker û ga dişibihîne û bi darên ji agirekî re
rêzkirî bin, jî dişibihîne. Dibêje ku ez bê mal û milk im,
spasiya Xwedê dike ku agirê evînê û iksîra wê kiriye para wî
ne mal û milk. Di gel ku wî bi du helbestên giran û têrwate
pesnê mîran jî daye, ez dibêjim ku qedrê wî dîsa baş nehatibû
naskirin. Îca li pey mirinê wek ku dibêjin(gurrî gulîsor dibin)
mîr xwestiye qedrekî zêde bide wî! Mumkin e. Dîsa jî li gor
agahiyên min ew di zêrzemîneke Medresa Sor de defin bûye. Yanî
tirba wî li wir ziyaretgeh e û belkî hinekan ji mîrên Botanê
xwestibin li kêleka wî werin veşartin.
Pirs:
3. Her kes kêm ya zêde, bi ferq û
cihêyî be j,î ber û berhemê şert û mercên welat, kultur,
dîrok û serdem û qonaxa xwe ye. Heger mirov ji vê awurê, ji
pencereyeke wuha sosyodîrokî, xwe bi nav salên dema Cizîrî li
jiyanê ye berde, hinekî noqî nav sedsala wî bibe, gelo wê encam
çi bin?
Bersîv:
3. Li vir em dikarin mîna ku lêkolînerê Kurd yê
hêja Ebdurreqîb Yûsiv di kitêba xwe Dîwana Kurmancî de gotiye,
dubarebikin û bibêjin ku Cizîrî û helbesta Cizîrî berhema
aramiya piştî şerê Çaldêranê bû, aramiya ku li Kurdistana
bakur konê xwe vegirt û li cizîra Botan jî bêguman. Cizîra
Botan cihê nakokiyan bû, cihê tevliheviyê bû û Osmaniyan û
Sefewiyan nehiştin ew herêm rihetiyê bibîne. Hêzên Sefewiyan
hertim êrîş dianîn ser Cizîrê û leşkerên giran dişandin ser
wê mîrnuşîniyê. Xelkên wê û mîrên wê li ber xwe didan,
xwîn dirijiya, em hinek agahî ji Mem û zînê dizanin, Xanî behsa
şerê Qizilbaşan yê li Cizîrê dike. Lê dawiyê û li ser destê
Mîr Şeref, piştî ku wî birayê xwe kuşt, Cizîr aram bû û
xelk êdî li zanînê, li xwendinê zîvirîn. Cizîr bû navenda
hilbûna wêjeyeke Kurdî û zeviyeke berhemdar. Em dikarin navê wê
serdemê bikin (serdema pêşengan), Cizîrî, Feqîyê Teyran, Xanî
ên wê serdemê ne. Helbet ew ne wisa mîna dobelanan şîn hatin û
ne li ser tu kok û bingehê bûn. Gelek sebeb hebûn ku hişt ev
pêşengên han werin meydanê û bibin nûnerên ziman, çand û
wêjeyeke Kurdî ya nûzayî. Di serî de zeîfbûna hukumdariya
Ssmanyian li wilayetên rojhilat û bidestxistina Kurdan ji cûreyek
serxwebûna ku hişt wêje jî nefesê bistîne. Li Behdînan Qutbê
Exlatî derket. Li Botan Cizîrî, li Serhedan û Hekariyê jî Xanî.
Her yek jî ji van di siya mîrnuşîniyeke Kurdî de derketiye
meydanê. Bêguman wan nikarîbû di bin siya Qereqoyunluyan, yan
Aqquyunluyan yan jî di bin baskên Mîrmîranên Osmanî de zimanê
kurdî bi pêşde bibirana.
Bi her halî em dikarin
li ser Cizîrî jî bibêjin ku wî xwe sipartiye ekola wêjeyê ya
farisî, mamostayên wî jî Hafiz û Saadîyê Şîrazî û Camî
ne, Cizîrî di hemêza şiira farisî de mezin bûye, lê
taybetiyeke wî heye ku karîbû zimanê kurdî bilind bike û bihêle
ku ew jî poşê xwe li farisî bixîne. Wî zimanê kurdî anî li
rastî zimanê Firdewsî û Hafiz danî ku bi sedê salan bû xizmet
jê re hatibû kirin û bi sedan û belkî bi hezaran berhem pê
hatibûn afirandin. Cizîrî bi zimanekî nivîsîye ku mirov dibêje
qey bûye hezar sal ev zimanekî serdest e. Tiştekî balkêş e ku
serdestiya zimanê Kurdî di helbestên Cizîrî de kifş e!
Pirs:
4. Mezinahiya Cizîrî bê gotin e, mohr
û şeqla qebûla giştî, şareza û xwedîgotinên pispor ji zû de
hildigre. Dema gotin tê ser mezinahiyê, ser wezin û giraniya
wêjeyî, hunerî, hostetî û hêza peyvê, tecrûbe çi dibêje, çi
ne pîvan û kirîterên giştî?
Bersîv:
4. Eger em têkevin hundurê helbesta Cizîrî gelo
di serî de em bala xwe didin çi? Em bala xwe didinê ku em li ber
bejneke mezin ji bejnên helbestê yên rojhilatê ne. Bi mijarên
xwe, bi evîndariya zelal ya ku diherike nav helbestan mîna coyeke
şêrîn û safî. Ferhenga wî ya zengî û çarzimanî ku bi
hostetî û hunermendiyeke bêpayan bi kar aniye. Her weha zimanê wî
yê kurdî gelekî heri û nazik e. Zimanekî ku ez bawer dikim di
dema wî de piraniya xelkê jê fêm dikir. Qet peyvên hişk û kovî
bi kar neanîne. Heta jê hatiye nerm nerm nivîsiye ku guhdarên xwe
neêşîne. Lê helbet xurt in, kevirên ku pê helbesta xwe
avakiriye. Ne hema çi gotin be aniye, na ew mirovekî gelekî haya
wî ji hêza peyvan hebû. Yanî dizanîbû çi li ku datîne.
Pirs:
5. Mamoste Celalettin Yoyler di lêkolîna
xwe ya bi navê “ Şîroveya Dîwana Melayê Cizîrî” de /
Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Avrêl 2006/ girêdayê
salên jidayikbûn û mirina Melayê Cizîrî de wuha dibêje:”
Mijara herî girîng a ku heta niha ji hêla tu dîrokzan û
lêkolîneran ve nehatiye zanîn dîroka jidayikbûna Mela ye. Di vê
mijarê de em dibêjin, me bi lêkolîneke berfireh rastiya
jidayikbûna Mela, ji bo raya giştî û xwendevanên pirtûka xwe ya
şîroveyî derxiste holê”. Ev jî salên 1589- 1664 e. Hayê te
ji vê lêkolînê çend e, çine dîtinên te li ser van herdû
salan, di vê derbarê de çu nezelalî, nexwiyayîytî, bi gotinên
xelkê heft û heyşt hê mane ?
Bersîv:
5. Celaleddîn Yoyler li ser kîjan bingeheke
zanistî ev bawerî avakiriye nizanim. Lê ew jî dikeve rêza bîr û
baweriyên li ser jiyana Seydayê Cizîrî. Ku ferqeke mezin heye.
Hin wî dibin sedsala şeşan û hin jî wî heta sedsala 11an ya
koçî tînin. Di baweriya min de dê Cizîrî ne dûrî wê tarîxa
ku Yoyler aniye ziman be. Ji ber ku lêkolînerên din jî nêzîkî
wê tarîxê ne . Mele Ehmedê Zivingî yê ku şiroveya erebî ya
dîwanê li Qamişloyê sala 1959 an weşand jî tarîxeke nêzîkî
wê tarîxê tîne.
Li gor lêkolîna ku
Tehsîn Ibrahîm Doskî di pêşgotina şiroveya dîwana Cizîrî de
belav kiriye(kitêb sala 2004 an li Duhokê çap bûye, yanî berî
Yoyler bi du salan!!) Cizîrî di sala 1567/1568 zayînî de ji dayik
bûye. Her weha li gorî şîna Cizîrî ya ku dibêjin Feqiyê
Teyran di helbesteke xwe de beyan kiriye Cizîrî sala 1050 yê koçî,
beranberî 1640/1641 zayînî çûye rehmetê.
Pirs:
6. Çi gava gotin bê ser jiyanê;
jiyana navdar û hêjayekî me, kesayetî, xwedîprestîj û
hezkiriyekî me, giriftek, serêş û dudiliyek derdikeve pêşberî
me, dikeve pêxêr û pêsîra me. Ew jî ev mesala salên jidayikbûn
û mirinê ne. Navdarekî wek Melayê Cizîrî ku di rêza navdar û
xwedî bandêran de bi Ehmedê Xanî re tê miqayesekirin, ne ecêb e
ku piştî çend qirnan hê jî em ji agehdarî û pêzanînên xwe
ne piştrast in? Kî berpirsiyar e, dîroknas, biyografînas,
siyasetmedar yan rewşenbîr bi giştî? Gelên din ne wuha ne, mirov
vê çawa şîrove bike?
Bersîbv:
6. Em tucarî nikarin gunehê vê yekê bixin stûyê
kesekî, nifşekî an kategoriyekê bi tenê. Di vir de divê em ji
bîr nekin ku civaka Kurdan bi zorê û bi kotekî xwe diparast. Bi
sedan şer û cengên mezin li ser qada Kurdistanê diqewimîn.
Sîstemeke pehn û dirêj bi serê xwe di vê pirsê de tawanbar e.
Kurdan zêde guh nedane zanînê. Ev jî rastiyeke, divê em qebûl
bikin. Lewra ew ji devê pêşengên me hatiye neqilkirin. Xanî û
berî wî jî Şerefxanê Bedlîsî her diqêriyan û digotin ku
bazara zanînê li ba Kurdan kesad e. Cizîrî jî weha digot:
Qedrê gulan çi zanin?
Kerbeş divêt kerê reş!
Me dîroka xwe nenivîsî.
Ji xwe xelkê jî dîroka me ya rast nenivîsîye. Me kesayetiyên
xwe ji bîra windabûnê dernexistin. Eger yek dewleta Kurdan hebûya
û rûniştibûya dê piştî sed salekî bê guman rêya arşîfkirinê
jî vebûya. Dê nifşek bihata meydanê ku tiştekî veşartî di
bin (ax û toza dîrokê) de nehiştiba. Li cem ereban tu çi cûre
kitêb dixwazî heye. Çi tê bîra te? Ew kitêb heye û hatiye
parastin. Tu kîjan helbestavnî dixwazî? Navê bavê wî, eşîra
wî, li ku hatiye dinê, çûye ku, li ku geriyaye, çi xwendiye,
qelew yan zeîf bû û hdw her tişt li ser jiyana wî heye. Ê me
Kurdan mixabin ku zanîn kete nav me, tenê me berê xwe da diyanetê,
yanî hedîs û ayet û fiqh û şerîet bû. Xwedê kir ku çend
nimûneyên qedirbilind ji nav me, ji nav wê rêza meleyan derketin
û bîra kurmancî û nivîsîna bi kurmancî birin. Tiştên wisa,
yanî dokumentkirin, arşîfkirin û nivîsandina bi rêk û pêk,
saziyên dewletê yên mezin li pê wan in. Yanî ereban eger ne
guhdana xelîfeyan bûya dê wan jî zêde nenivîsnadibûya. Tirkan
jî wisa. Osmaniyan dixwestin xwe bigihînin paya farisên Sefewî.
Pêşbaziyek hebû, konkurensek hebû di navbera herdu Impertoriyan
de, loma jî di baregahên sultanên wan de jî şair hebûn û kitêb
bi guhdana wan hatin nivîsîn. Ez dikarim bibêjim ku ev hinekî
girêdayî karekterê milletê Kurd e jî. Em bi koka xwe koçer in.
Ku em hatin bajaran jî me koçeriya xwe ji bîr nekir. Di kitêbekê
de ku ferhenga bajaran ya Yaqût Elhemwî ye, tê gotin ku Hewlêr
bajarekî Kurdan e, lê ew bajar gundekî mezin were hesibandin
rasttir e. Wisa dibêje Yaqût Elhemwî. Yanî bajar divê bi hemam û
qeyseriye û sehhafiye û camiyên mezin û medrse û xaneqah û hdw
bin. Lê xuyaye bajarên Kurdan jî wê demê hîn ji
koçerî(neketibûn). Ne ku koçerî şermeke yan kêmaniyeke, lê
jiyana koçeriyê dihêle hinekî kaos hebe, koçer pezê xwe, mast û
penêrê xwe beranberî difroşin, yanî mal bi mal, ser bi ser!
Nivîsandin û qeydkirina deynan û hesab, nîne. Di kitêbên erebî
yên kevin de destnîşanî vî xusletê Kurdan dibe. Hişyarî û
aqilmendiyeke mezin divê ku haya mirov ji arşîfkirin û qeydkirinê
hebe. Di erebî de gotinek hebû, rehmetiyê bavê min bi dehê caran
û her ku pênûseke nû bi dest dixist ew dinivîsî: Zanîn nêçîr
e, nivîsandin xefka ku wê nêçîrê digre. Rastî jî wisa ye em
pirr dûrî nivîsînê man, loma jî her rewş û tiştên me
nezelal man.
Pirs
7. Xwendin û
dersdariya Melayê Cizîrî?
Bersîv:
7. Li vir dîsa em dê xwe bisipêrin texmînan û
xwe biavêjin bextê xeyalê xwe ku alî me bike. Ji jêderên dîrokî
yên pêbawer tiştek ji jiyana wî negihaye berdestê me. Lê li gor
agahiyên ku Mihemed Elî Ewnî ji devê xelkê wergirtine, Cizîrî
hêj zarok bû ketiye medreseyê. Bavê wî alimekî dînî bû û
ders dane wî. Ew li pey ilim geriyaye û çûye Hekarî, Diyarbekir
û Amîdiyê. Di 32 salîya xwe de icazeya ilmî(Icazename) ji destê
Mele Taha li gundê Sitirbasê(?) wergirtiye. Pişt re li gundê
Serba yê bi ser Diyarbekirê ve bûye mela û imam. Ji wir jî berê
xwe daye Hesenkêfê û di medreseyên wê de bûye muderris(ku êdî
wî bi xwe icazename dida meleyan). Ji wir vegeriyaye Cizîrê û
meletî û imamtî di Medreseya Sor de kiriye heta di temenê heftê
û pênc salî de miriye.
Eger ev agahî devkî
hatibin jî, û eger yek rabe bibêje: Ev ne rast in û em pê ewle
nabin. Em dikarin mîna rastiyekê qebûl bikin. Ji ber ku şêweyê
xwendinê û dersdayinê wisa bû. Ev sîstema xwendina li Kurdistanê
bû û heta niha jî wisaye.
Pirs:
8. Dema Cizîrî serê xwe datîne. Diçe
rehmetê li gora texmînan Ehmedê Xanî 13-14 salî ye. Îmkan heye
ku Xanî Cizîrî dîtibe, yan di zaroktiya xwe de, hê dema Cizîrî
saxbû, dîwana wî xwendibe, yan jî bi riya malbata xwe bav û
xizmên xwe li ser vê dîwanê hinek zanebûna wî çêbûbe?
Bersîv:
8. Ez vêya gelekî dûr dibînim. Li gor lêkolînan
Cizîrî berî ji dayikbûna Ehmedê Xanî çûye rehmetê. Yanî di
derdora 1640 de wefat kiriye, Xanî di pey wefata wî bi 11 salan
jidayik bûye. Eger ev tarîx ne rast bin jî, û Xanî wek di pirsa
te de hatiye 13 yan 14 salî bûye, mumkin e. Hevdîtina wan ne dûre
lê em nikarin vê yekê piştrast bikin bêyî delîlekî zanistî.
Pirs:
9. Heger em di nav Cizîrî û Xanî de
muqayese û berhevkirinekê bixwazin, çi mimkun e bê gotin? Mesele
muqayeseyek ji awura têkiliya bi cîhanê û der û dora xwe re,
têkiliya bi mîr û desthealtdarên Kurd re, ji awura naveroka
berhemên wan, zimanê wan û Hwd.
Bersîv.
9. Ev pirseke mezin e, bersiva wê jî bawerim hin
lêkolînan dixwaze. Em nikarin bi du sê rûpelan du pêşengên
mezin yên wêjeya Kurdî mîna Xanî û Cizîrî bidin ber hev. Lê
di vê hevpeyvînê de mirov dikare destnîşanî hin xalên zêde
girîng bike ku ew xal dê karekterên herdu pêşengan ji bo me bi
gewde bikin û cudatiya herduyan bidin xuyakirin. Di serî de Xanî û
Cizîrî herdu jî kezebşewitiyê wêje û zimanê Kurdî ne.
Wefadarê lorîkên dayikên xwe ne. Wan herduyan jî bi zanebûn dev
ji zimanê Farisî û Erebî û Tirkî berdaye, yan jî hîç meraqa
wan ji bo van zimanan nebû, lê berê xwe dane zimanê dayika xwe û
berhemin gelekî giranbuha ji bo gelê xwe li şûna xwe hêlane.
Ehmedê Xanî derdê milletê wî bêtir ew li nivîsandinê germ
dikir. Wî nivîsandin mîna çekekî didît. Mîna zengilekî, mîna
defa hewarê. Li ba Cizîrî cuda ye, ew hinekî bi ser xwe ve
dipûnije, li dora zatê xwe û derûnê xwe dizîvire, xwe li xwe
digerîne û li dora xwe (tewafê) dike û çerx dibe. Xanî ne wisa
ye, derdê wî tevaya milletê Kurd e. Evîndariyê nas dike, işqa
rastîn zane, lê ew heta evîndariyê jî dixe xizmeta gelê xwe. Em
li vir ne ku qedrê Cizîrî kêm dikin. Na, ew ne hedê me ye, ew dê
her û her qedirbilind û mîrê şairên Kurd bimîne. Lê ev
muqayesekirineke di navbera herduyan de. Cizîrî ji cîhanê biskên
yara xwe didît û digot:
Te divê zêr û
zeber kî me, du biskan bide ber ba
Te divê qenc-i qiyamet li me rabit, bi xwe
rabe
lê Xanî digot:
Ez mame di hikmeta
Xwedê da
Kurmanc-i di dewleta dinê da
Aya
bi çi wec hî mane mehrûm
Bilcumle ji bo çi bûne mehkûm?
Felsefeya Xanî
felsefeyeke bi civakê ve girêdayî bû, felsefeyeke ku mekanê wê
erd û civak bû. Ji bo aramî û serdestîya gelê xwe difikirî. Lê
ya Cizîrî felsefeyeke gerdûnî bû, bêtir ji erdê dûr bû û
xemxwariya civakê nedikir û derdên xelkê zêde nedixwar.
Em dikarin vê yekê
vegerînin sebebeke bingehîn ew jî istiqrara ku li mîrnuşîniya
Cizîra Botan peydabûbû. Li Bazîdê ne wisa bû, li Bazîdê şer
û ceng gurmegurma pêlên herdu terefên şer(Osmanî û Sefewî)
bû. Ji nav wê gurmegurmê helbet dê mejiyekî bi mêjûyê mijûl
derkeve holê, helbet dê fikreke neteweyî derkeve. Lê li Cizîra
Botan, ku rihetî hebû, aramî hebû, mîrîtiyeke ciwan li dar bû,
helbet dê şairekî mîna Cizîrî were meydanê ku derdên wî ne
mîna yên Xanî bin.
Li ser pirsa têkiliya bi
mîr re jî min berê di hin nivîsan de ev mijar zelal kiribû. Niha
jî dixwazim bibêjim ku Cizîrî ji ber ku mîrnuşînî serbixwe
xuya dikir û destê Osmaniyan jê dûr bû, alîgirê Mîr bû. Xanî
bi çavê serê xwe têkiliyên mîrekên Bazîdê û Osmaniyan
didît, loma jî xwe ji wan bi dûr dixist û rexne jî li wan dikir.
Berovajî wî, Cizîrî pesnê mîrên Botanê dida. Di navbera
pesindan û rexnekirinê de geliyekî kûr ji rastiyê heye. Rastiya
mirovê rewşenbîr yê ku di navbera xwe û desthilatdariyê de
mesafetekê dihêle û ji wê mesafetê desthilatdariyê kontrol
dike. Eger îcab bike rexne dike û rêya rast dibêje. Cizîrî ev
rol nelîst û ev barê giran neda ser milê xwe. Wî rexneyên mezin
li xelkê kiriye, li amiyan û ew bi keran şibihandine. Helbet ev ji
têkiliyên wî yên bi mîran re tê. Ew mirovekî gelekî bi nefs
xuyaye. Bi qata Aristoqrat re pariyan difirîne, yara wî jî di qesr
û qonaxan de ye, di birc û serayan de ye û ew jî tim koleyê wê
ye!! Di her devera ku keys dîtiye de Cizîrî pesnê xwe kiriye û
dev avêtiye xelkê. Xanî ne wisa bû, dilê wî bi ser xelkê ve bû
û xêra wan dixwset, ji bo wan kitêb çêdikirin û rêya ilm û
zanînê ji wan re vedikir.
Pirs:
10. Qonaxên afrêneriya Cizîrî,
hejmara zimanên Cizîrî zanîbûn û têkiliya di nav wî û wêjeya
farisî, erebî û Osmanî de.
Bersîv:
10. Guman nîne ku wî çar zimanên herêmê
zanîbû. Erebî ji ber ku zimanê quranê ye û diyanet bêyî wî
zimanî nabe. Farisî ji ber ku zimanê wêjeyê bû û her şairekî
wan deman divabû farisî zanibe. Tirkiya kevn ku zimanê dewletê
bû. Û kurdî zimanê dayikê.
Heta kîjan radeyê ew bi
wêjeya osmanî re têkildar e, ez nizanim, ji ber ku ev yek
lêkolînekê dixwaze û divê meriv li ser wêjeya Osmanî ya beriya
Cizîrî û ya di dema wî de hinekî çavnas be, haya wî ji şêweyên
wêjeyê li welatê osmaniyan hebe. Lê têkiliya Cizîrî bi wêjeya
farisî re kifş e. Di helbestên wî de em dengvedana destanên
farisî dibihîzin. Neynika Sikenderî û Cama Cemşîd, destanên
mîna Yusif û Zuleyxa, Şêxê Senanî, Leyla û Mecnûn, Mehmûd û
Eyaz. Navên şairên Faris mîna Camî, Seedî, Hafiz, Ferruxî di
helbestên wî de derbas dibin. Ji şêweyê ristina wî ya helbestê
jî mirov dizane ku ew gelekî di bin bandora farisî de maye, peyvên
farisî jî têra xwe di qesîdeyên wî de hene. Em dikarin bibêjin,
teşiya ku ew pê dirêse farisî ye, lê tayên wî Kurdî ne.
Pirs:
11. Gelo ji dîwana xwe pê ve tu
berhemên wî yên din çêbûne? Wek nimûne, Xanî fireh, çendalî
û xwedî mijûlahî ye, navçeya enterese û pêdaketinên wî fireh
e, dest avêtiye gelek tiştan. Ji vî milî mirov li wextdagirtin û
dembuhurandina Cizîrî binere, rewş çawa ye, ev bi çi nisbetê
xwe di helbestên wî de dide dest?
Bersîv:
11. Ciyê mixabinîyê ye ku berhemên me yên
wêjeyî nehatine parastin, yanî bi wî rengê akademîk nehatine
parastin. Hema bi kêmanî navên berheman mabûya wê gelekî qenc
bûya. Ji bo Cizîrî nizanim ka gelo wî tu berhemin din afirandibûn
yan na. Ji bo kesekî mîna wî payebilind ew dîwana wî bes e. Ji
xwe di zemanê berê de wisa bû. Ku yekî dîwanek derdixist digiha
dawiya rê. Ne mîna niha bû ku rojê helbestek du helbest bihatana
nivîsandin. Şairê mezin Nalî ku dîwana xwe qedand weha got:
Faris û Tirk û
Ereb hersêm biedefter girtuwe
Xawenî sê mulk e emro, Nalî dîwanî heye!!
Yanî Nalî bi wê dîwana
xwe bûye xwediyê sê memleketan!. Dîwana Cizîrî bes e ku bîr û
baweriyên wî ji me re neqil bike. Ew baxeguleke û bes e ku em
derbasî hundurê wê bibin û guldestan jê biçinin. Wî ji beriya
400 salî de gotiye:
Wer şi`rê Melê
bîn te bi Şîrazî çi hacet?
Dîsa mirov nikare
bibêje, ku ev dîwan tek û tenê ye! Lê te ew di vî alî de jî
bi Xanî re muqayese kir, Xanî xwedî proje bû. Cizîrî ne wisa
bû, loma jî Xanî piralî bû û gelek kitêb nivîsîn, ji bo
zarokan, ji bo ciwanên ku di medreseyên dînî de dixwînin û ji
bo mîr û zanayên Kurdan jî Xanî berhem afirandine.
Pirs:
13. Wek tê gotin û hate gotin hejmara
zimanên biyanî ku Cizîrî zane û serdestê wan bû, ne kêm in.
wî jî wek Xanî, lê pirr berî Xanî bi Kurdî nîvisand. Xanî ne
mikun e dema biryara xwe ji bo nivîsandina bi Kurdî kiriye jiyan û
pratîkê ji Melayê Cizîrî hêz negirtibe, ew bibîrneanîbe, ji
bo xwe nekiribe nimûne. Belê Cizîrî kî ji bo xwe kiriye nimûne,
wî şopa kê domandiye, gihandiye cîl û nifşên piştî xwe?
Bersûv:
13. Rast e. Xanî di nivîsîna bi Kurdî de bûye
peyrewê Cizîrî. Ji xwe navê wî jî di şahesera xwe (Mem û Zîn)
de aniye wek yekî ku divê êdî were vejandin û careke din bi ruh
bibe. Xanî çawa dixwest Cizîrî bi ruh bike? Bi rêya piştgiriya
desthilatdariya Kurdî, di rêya mîrê Kurd re û di nivîsandina
berhemên bi Kurdî re. Îca ez werim ser pirsa te û mijara dîwar û
palpiştên ku Cizîrî di nivîsîna bi kurdî de xwe sipartiyê.
Qet li ba min guman nîne ku Cizîrî ne yekem şairê ku bi kurmancî
nivîsiye. Her di pêşiya wî de hebûn û her bi kurdî hatibû
nivîsandin. Lê kî ne û li ku ne û çi nivîsîne? Mixabin tu
bersiveke zanistî ku dilê mirovan lê rûne di destê min de nîne.
Hema ez dikarim bibêjim ku di Şerefnameyê de îşaretin hene ku
şairên Kurd beriya Cizîrî hebûn. Mesela Şerefxan destnîşanî
mîrekî Kurd bi navê Yaqûb beg dike û dibêje: Wî bi Kurdî
gelek helbest ristine û dibe ku dîwaneke wî jî hebe!!! Ji vê
yekê em dikarin bibêjin ku pêşengên berî Cizîrî rêya wêjeyê
rast û durust kirine, lê mixabin navê wan ketiye ber pencên
jibîrbûnê. Hema ew pêşengê me ji Cizîrî re ne winda û nenas
bûn. Bêguman Cizîrî helbestên wan xwendine û li ser bingehê ku
wan daniye ava kiriye.
Pirs:
14. Kesê ku Cizîrî, dîwana wî,
şîroveyên li ser jiyan û berhema wî dixwîne, ne mimkun e bi
pirseke wuha re veneciniqe: em giş payeya nivîsandina bi kurdî
didin Xanî, ewçendî em vê dubare û bi dengê bilind dikin mîna
ku destpêkerê tiradisyona nivîsandina bi zimanê kurdî di
berhemên wuha biserûber, li ser hev û mezin ne Cizîrî, belê
Xanî be. Ev ne neheqiyek li Cizîrî ye?
Bersîv:
14. Eger mebest nivîsnadina bi kurdî
be, rast e, neheqî ye, li Cizîrî. Ne cihê şik û gumanê ye ku
Cizîrî mamosteyê Xanî ye di nivîsandina bi kurdî de. Di hunera
helbestê de di ser re ye, bêguman. Cizîrî beriya Xanî dest pê
kir û bi ser ket. Zimanê kurdî di nav destê xeyalê Cizîrî de
hevîrekî nerm bû û karîbû jê her tiştên ciwan saz bikira.
Belê giraniya ku niha em didin Xanî ne ji ber nivîsandina bi kurdî
ye, ji ber fikrên wî û bîr û baweriyên wî ne. Ji ber
damezrandina wî ya ji fikra netewî re ye. Nirxên Xanî ji wê yekê
tê ku wî nivîsîna bi kurdî xiste xizmeta Kurdan, Cizîrî
jî nivîsandin bi xwe xiste xizmeta Kurdan. Bala xwe bidê
ferqa (nivîsandinê), û (nivîsandina bi kurdî) gelekî heye! Yanî
bi gotineke din, Cizîrî kurdî kir zimanê nivîsandinê yan jî
nivîsandina bi kurdî gihande qonaxeke nû, lê Xanî hat û ew
nivîsandina bi kurdî rûyekî din jê re peyda kir û hişt ku
hêzeke mezintir tê de xuya bibe.
Bi ya min neheqiya ku li
wan pêşengên me dibe, nexwendina berhemên wan e. Divê em li wan
vegerin û li wan xwedî derkevin, beşek ji şerê me yê hebûnê û
berxwedana me ew e ku em boriyên xwe, damezrênerên fikra xwe ya
netewî û rêberên xwe yên wêjeyî jî bidin ber ronahiya agirê
şoreşê û wan di nav mij û moran û tariya dîrokê de nehêlin.
Ew kok û binyata me ne, ku em wisa ne li ser koka xwe bilind bibin,
dê gelekî bi jor de neçin. Dê şax û terhikên me bê sî
bimînin û zû werin xwarê.
Pirs:
15. Di mesela pesin
û şabaşên ji bo mîrek û deselatdarên Kurdan ne ji bo Şah û
Sultanên netewên serdest jî ji heman riwangê mimkune mirov
binirxîne. Cizîrî jî xwe ji pesnê serdestên neteweyên biyanî
û ne Kurd vedaye. Ev paye jî ji Xanî zêdetir ne ya Cizîrî be?
Bersîv:
15. Eger em pesindana mîrekî Kurd weke
tetmînkirina hestên netewî bihesibînin, emê bibêjin ku Cizîrî
ji Xanî bi pêşdetir bû. Erê Cizîrî pesnê mîrê Kurd daye. Ji
bo vê yekê jî min hin rexne li Cizîrî kirin, min got ku ew
şairekî(ehlî irfan e) nabe ku pesnê mîran bide. Sofî wisa
nakin. Sofî xwe ji mîran diparêzin û dûrî wan diçin û
mesafetekê di navbera xwe û wan de ji bo kontrolkirina wan dihêlin.
Lê mirov dikare tefsîrekê bidê. Mirov dikare bibêje ku agirê
netewayetiyê di hundirê Cizîrî de jî gelekî gurr bûbû, loma
jî ew gelekî bi mîrê Kurd serbilind bû û zimanê wî bi wan
pesnên mezin geriya. Bi rastî gava ez wan herdu helbestên Cizîrî
yên pesindariyê dixwînim, dibêjim qey yekî medhiye ji sultanekî
yan şahekî re, ne ji mîrekî re nivîsiye. Ewqas mîr firandiye
ezmanan ku tu dibêjî ne mumkin e, ev yek ne sultan be. Lê di
baweriya min de ev hêz û xurtiya qelema Cizîrî dide xuyakirin,
bêtir ji mezinahiya mîr. Yanî dibe ku yekî qelemsist jî eynî wî
mîrî bipesinanda, lê dê mîr di çavê me de ne ewqasî mezin
xuya bikira. Hema bi qelema Cizîrî ya hêzdar mîr gihaye rutbeya
sultanan. Li vir şairekî erebî gelekî navdar tê bîra min, navê
wî Mutenebbî bû, ew jî klasîk e û di beriya Cizîrî de bû.
Medhiyeyên wî yên ji bo mîran gelekî bi hêz û xurt in. Heta
dibêjin ku her mîrekî dixwest Mutenebbî medhiyeya wî binivîsîne!
Xanî mîr neparast û
medhiye derheqê wî de nenivîsî. Li ser mîrê Bazîdê mîr
Muhemedê Pirbela jî mersiyeyek(şîn) nivîsî ku tê de xemgîniya
xwe dide xuyakirin bi bona mirina mîr. Hema Mem û Zîn mişt
rexneya mîr e. Rexneyeke ku mirov tê derdixe Xanî ne dijminê mîr
e, lê dilxwazê wî ye û rêyeke rast dide berê. Ew wezîfeya xwe
mîna Intellektuelekî bi wijdan dilîze. Derdê millet ji bîr nake
û xwe dike dengê gel. Ev cihêtiya Cizîrî û Xanî ye: girêdana
bi derd û hêvî û doza tevaya gel re.
Pirs:
16. Bikaranîna navê Kurdistan û
hezkirina ji Kurdistanê, ax û ava welat û ne bikamilî, sitewyayî
û bi dereceya ku li ba Xanî piştre çêdibe, ne siyasînebûyî be
jî, bendewariya Cizîrî jî ne piştqewîniya esasî be ji bo Xanî
ku di vî alî de zelaltir, bicesaretir û vekirîtir bibêje,
binîvisîne û xwe formûle bike?
Bersîv:
16. Helbet wisa ye. Xanî dareke ne li hewa şîn
hat û bê reh û ax û av bû. Me got ku Cizîrî, Feqiyê Teyran,
Eliyê Herîrî; Yaqûb Beg, Şemseddînê Exlatî û yên berî wan
ku em wan nas nakin, bingeha wêjeyeke Kurdîziman danîn. Te qala
bikaranîna navê Kurdistanê di helbestên Cizîrî de kir, ev
tiştekî balkêş e. Bi texmîn çar caran navê Kurdistanê di
qesîdeyên Cizîrî de derbas dibe. Li ba Xanî ev nav nîn e! Yanî
Xaniyê kezebşewitî ji bo welat û milletê xwe navê welatê xwe
derbasî nav berhemên xwe nekiriye! Lê Cizîrî yê ku bêtir meyla
wî bi ser işqeke ilahî ve bû û mijara welat û civakê li ba wî
belkî di dereca sêyem de bû, gelek caran navê welatê xwe yê
şêrîn û bi gelek payedarî û serbilindî bi kar anîye? Ez
dibêjim ku Xanî milletê xwe kiribû doza xwe ya esasî, loma jî
ne bi hewce bû ku navê welatê xwe bîne ziman. Lê Cizîrî di
rêya bikaranîna navê Kurdistan re xwestiye milletperwerî û
niştimanparêziya xwe bide xuyakirin.
Em dizanin ku ziman firax
û amana ku hizr û xeyal û bîr û bawerî û hafize û mêjûya
milletekî di xwe de diguncîne û diparêze. Bêyî zimanê netewî
milletek nikare hebûna xwe bîne cih. Bêyî zimanê netewî
milletek nikare xwe ji windabûnê biparêze. Loma jî ez dibînim ku
Cizîrî û hevalên xwe yên pêşeng bingeh ji fikreke netewî re
danîn. Ziman esasî ye û tenê nivîsandina bi kurdî ji alîyê
Cizîrî ve Kurdayetiya wî zelal dike. Yanî dema ez niha bi kurdî
dinivîsim, tu bi kurdî dinivîsî û ew jî bi kurdî dinivîse, em
kurdîtiya xwe tînin ziman û bi awayekî ji awayan zimanê xwe
diparêzin. Ji nifşên pêşerojê re pak û delal pêşkêş dikin.
Ev jî renge milletperwerî ye. Lê weke te got hêj li ba Cizîrî
fikra netewî qenc nestewiyabû, nekemmilî bû. Sebebên vê jî min
di cihekî din de şirove kiriye. Ez dibêjim ku Cizîrî di
mîrnuşîniyeke aram, serbixwe û Kurdîziman de jiyan dikir loma ne
hewce bû ku bi qasî Xanî biqîre û jankêşîyê bide xuyakirin.
Bazara kurmancî li Cizîra Botan di rewacê de bû, lê di dema Xanî
de û li Bazîdê ne wisa bû, nakokiyên di navbera mîrunşîniya
Bazîdê û waliyên Osmaniyan de, hema bibêje ku Bazîdê bindestê
Osmaniyan bû, loma jî fikra netewî zelaltir û tekûztir e, li ba
Xanî.
Pirs:
17.
Evîndariya Melayê Cizîrî jî ji xalên
binîqaş e. Behsa dostayetiya Cizîrî û Mîr Şerefxanê duhem
dibe ku di nav wan de evîneke niştîmanperwerane hebû, ji bo vê
evîna çendşîroveyî ku behsa wê dibe tu çi dibêjî, ev evîn
çendî konkiret û beşerî û çendî jî Xwedayî û esmanî ye?
Bersîv:
17. Ji jiyana Cizîrî û Xanî mirov dibîne ku
desthelatdarên zemanê xwe, em bêjin qirnê navê yên Kurd
qîmetekî têra xwe mezin dane şair, alim û zanayên Kurd. Ji vê
awurê heger mirov rewşa wê rojê û ya îro berhev bike, ev
tiradisyon di nav desthelatdarên Kurd de çendî hatiye parastin û
çendî li gora dem û qonaxê ye?
Ez bi xwe ne wisa
dibînim. Erê belkî desthiladarên Kurd yên li Cizîra Botan
piştgirî dabin wêjeyê û şairan , Cizîrî mînakekek baş e, lê
li Bazîdê ne wisa bû. Ma ew gilî û gazinên Xanî hemû çi bûn
û ji ku hatin? Wî her gazinên mîr kiriye û gotiye ku wî guh
nedaye min:
Ew rehmetê xasse
bo ewam e
Lew xassê nezer ji dil neda me
û di dirêjiya Mem û
Zînê de û heta di piraniya helbestên Xanî de gazina mîran tê
kirin:
Mîrê meclis
nekenit mutribê goya çi bikit?
Xanî di helbesteke xwe
de vê pirs dike, yanî ku mîr nekene dengbêjê çi karibe bike, bi
gotineke din: ku mîr xwe nede ber min û projeya min, ez Xanî şairê
reben çi karim bikim? Li ba Cizîrî ne wisa ye, gazinê ji xelkê
dike Cizîrî!!!! Ji xelkên dema xwe nerazî ye. Ji têkiliya wan ya
bi wêjeyê re nerazî ye. Ew dibêje: werin helbestên min bixwînin
û dev ji Şîrazî berdin. Ango werin kurdî bixwînin, ev çi
farisî ye we berê xwe hemûyan dayê?? Bi gotineke din Cizîrî ji
mîrên dema xwe razî ye û mîr jî qusûrê naxinê û piştgiriyê
didin wêje û wêjekarên Kurd. Lê civak bêsewad e û nezanî pirr
e, loma jî Cizîrî dibêje:
Xaliba ehlê zemanê
me Mela Ademîyin?
Venumayin ji kerê mey reş û gayê te yî
beş!!
Eger em rabin rewşa îro
û doh bidin ber hev. Em dibînin ku desthelatdariya Kurdî(Partî,
Sazî, medya) weke ku divê bikin, nakin. Yanî ji dil tu piştgiriyê
nadin zanînê. Desthilatdarî dikare guherînên mezin bike. Ev yek
mîna zagonekê ye, ku desthilatdar çawa be, xelk jî wisa ne.
Projeyên mezin ne bi destê kesekî du kesan naçe serî. Ezê
mînakekê bidim, ji bo me Kurdan, ji bo zimanê me û wêjeya me
gelekî pêwist e, em şaheserên cîhanî ji zimanên wan wergerînin
kurdî, yanî berhemên Şekspîr, Tolstoy, Servantes, Markîz û
nizanim hîn kî divê bi kurdî hebin û em wan ne di rêya zimanekî
sêyem re bixwînin. Wisa mejiyê me yê Kurdî saxlem ava dibe. Bala
xwe bidê çîrokên hezar û yekşevê kengî bi firensî
wergerandin? Sala 1704 an!! Lê me hîn ew berhem bi kurdî
wernegerandiye. Ez dikarim wergerînim lê divê kesek piştgiriyê
bide min, yekî din jî dikare nizanim kîjanê berhemê wergerîne
ew jî wisa! Ev li hêla wêjeyê, îca em werin beşên zanînê,
tibbê, matematîk, fîzîk û felsefeyê, ji xwe em şerm dikin ku
bibêjin me gavek avêtiye! Erê dikarî bibêjî ku imkan hindikin,
rast e, lê dilxwazî hebe wê ne wisa be. Hema em gavên ewil
bavêjin, bila ew gav kinik bin jî, lê me nêzîktirî rastiyê
dikin, me nêzîktirî mukemmeliyê dikin. Niha li aliyekî welatê
me mixabin desthilatdar bi civandina mal û milkê dunyayê biliyane,
loma jî xelk mîna wan dikin.
Ev guherîn û pêşketinên
di wêjeyê de jî ne ku bi saya wan dibe, na lê dilxwazên ku agirê
evîna zimanê kurdî di dilê wan de geş e û vêketiye hene,
serbazên winda û nenas yên bi şev û roj xwe dane ber parastina
ziman û kultur û wêjeya kurdî hene ku hayê wan ji tiştekî nîn
e û ne li hêviya tu xelat û padaşê ne.
Piştgiriya
desthilatdarên Kurd ji wêjeyê re bi du gotinan û daxuyaniyekê
nabe. Stratejiyeke mezin li ser her mijar û di her qadê de divê.
Pîlan divên û divê ku (nan di destê nanpêj de be). Heta niha
min nedîtiye ne bihîstiye ku saziyekê, partiyekê stratejiyeke
wergerê daniye ber xwe. Wisa tek û tûk nab e. Çiqas imkan û
derfetên min hebin jî nikarim mîna saziyekê tev bigerim. Divê
renesans dest pê bibe. Dereng e êdî. Divê şoreşa wêjeyê dest
pê bibe û bazara xwendina bi kurdî were damezrandin, yan na di
asoyan de tiştekî bi ronî nabînim.
Pirs:
19. Fikreke wuha heye ku di zimanê
Cizîrî de zêdetir erebî û di yê Xanî de jî bandora farisî bi
nisbet erebî serdestir e. Egerên vê çi ne, gelo ji ber ku Cizîrî
zêdetir di bin giraniya hestên melatiyê de nivîsiye û bervaja jî
Xanî di bin bandêra felsefê, siyaset û niştîmanperweriyê de
nivîsandiye. Rêje û jisediya zimanên farisî û erebî di
berhemên herduwan de?
Bersîv:
19. Li ba herduyan rêjeya peyvên biyanî (erebî,
farisî) gelek e. Ez dikarim bibêjim ku ji sedî pêncî derbas
dike, dibe ku li hinek deveran bigihê ji sedî heftê jî. Bi
taybetî li ba Xanî ku mecbûrî bikaranîna peyvên biyanî bûye
xasma dema ku mijar bûye mijareke tesewwufî yan felsefî yan jî
dînî. Di kurdî de alternatîfên wan peyvan nehatibû dîtin. Ew
mecbûr bû peyvên orîjînal bikar bîne, wek çawa niha em peyvên
latînî û ji ferhenga ewropiyan bikar tînin. Hinek rexneyan li
Cizîrî û Xanî û xeyrî wan dikin, ez ji bo wan dibêjim: ka we
piştî 400 salî çi karibû li wan zêde bikira? ka we alternatîfên
gotinên wan yên biyanî dîtine! We heta kîjan radeyê hewl daye
ku ferhenga xwe zengîn bikin? Tenê rexneyên bêtam her kes dikare
bike.
Lê ew iddiaya ku dibêje
li ba Xanî farisî û li ba Cizîrî jî erebî bêtir e, balkêş
e, divê mirov lêkolînekê bike û peyvên biyanî li ba herduyan
bihejmêre. Bêguman dê encamekê bidest bixîne. Hema ez dikarim
bibêjim ku zimanê Cizîri bi piranî paktir xuya dike.
Pirs:
20. Malbata Cizîrî, dê û bavên wî
jî bi niqaş in. Gotin heye ku navê bavê wî Şêx Mihemed e. Belê
kîjan Mihemed. Ev Mihemed ji binecîhên Cizîrê ye, ji dereke din
hatiye, ku wuha be ev der ku ye, baş û zelal naye zanîn. Li gora
dîtinekê bavê Cizîrî ji Xoşaba Wanê ye. Em van rewşên di nav
heftûheyştiyê, wihayî û newihayîyê de karin hê jî zêde
bikin. Wek nimûne ku Cizîrî berî serê xwe deyne û here ser
dilovaniya xwe, ji Cizîrê çûye, çûbe, çûye ku û Hwd. Tu çi
dibêjî ?
Bersîv:
20. Hinek lêkolîner dibêjin ku navê bavê wî
Mela Mihemmed e û ji êşîreta Buhtiyan e ku bi sedê salan li
Cizîrê man e. Mela Mihemed jî alimekî Cizîrê bû. Navê bavê
Cizîrî jî cara yekem li ba Elaeddînê Secadî wisa hatibû.
Mixanbin Seccadî jî hîç jêderan ji bo agahiyên ku ew bi dest
dixe yan jî belav dike û diweşîne nade, îcar mirov nizane ka ew
tişt rastî ne yan jî ji xeyalê wî ne. Di nerîna min de û li
gor pîvanên zanistî ewleyî bi agahiyên Seccadî nabe. Mixabin tu
kesî jînnameya Cizîrî nenivîsîye. Wî bi xwe jî tu agahî li
ser jiyana xwe û binemala xwe nedane. Jînenigarî li ba Kurdan
nebûbû hunereke nivîsandinê. Di gel ku ew gelekî girîng e jî û
vaye niha mîna te got em nikarin ji nav heftûheştan derkevin, lê
dîsa jî Kurdan jînenigarî nikaribû bikirana hunereke serbixwe ku
bi rêya wê jiyana navdarên me dihate parastin û rêya lêkolînan
li ber me hêsan û bêkelem dibû. Ev girêdayî mejiyekî şaristanî
ye ku em bi hacetî wî bûn.
Ez bi xwe mesela hatina
wan ji Xoşabê dûr dibînim. Ji ber ku leqeba Mela Cizîrî ye,
berê jî wek em dizanin kesên zana û şairan xwe bi bajarên xwe
didane naskirin. Eger bapîrê wî jî ji Xoşabê hatibûya wê navê
wî Xoşabî bûya. Navê bajêr her mîna leqebekê dimîne ku ew
dide xuyakirin binemal û koka yekî ji ku ye. Mesela Ibnul Esîr
Elcezerî, ji navê xwe xuya dike ku ji Cizîrê ye û heta ew sax bû
navê wî wisa ma di gel ku nema li Cizîrê dima jî. Yanî dikarim
bibêjim ku Melayê Cizîrî ji bav û kalên xwe de Cizîrî ye.
Cizîrî li gor agahiyên tevaya lêkolîneran her li Cizîra Botan
maye heta roja dawî di jiyana xwe de, ji xwe gora wî jî hîn li
wir e û ziyareta evîndaran û xelkê ye. Ew dê li welatê
kurmancan li pey zanînê geriyabe, dê meletî jî kiribe, lê li
gor ku di helbestên wî de kifş e, wî piraniya jiyana xwe li
cizîrê buhurandiye.
Pirs:
21. Bi rastî dîtinên corecore û
hevnegir di derbara Cizîrî de, ferq û cihêyîyên wuha mezin di
nav van dîtinan de mirov dide fikirandin, hêrs dike û ne kêm
caran jî, çend tiştan tîne bîra mirov: Rewşa lêkolîneriya me
tirajîk e. Rewşenbîr û lêkolînerên me bêxem, tembel, tirale û
zêde ne bimesûliyet in. Heger ne wuha bûya wê çawa bi salan qîma
xwe bi tevlîhevî û kaoseke wuha bianîna, yan na, tu dibê em
neheq in?
Bersîv:
21. Pirseke bingehîn e û gelekî pêwist e.
Lêkolînerî li ba xelkê ilmekî bi serê xwe ye, li ba me Kurdan
amatorî ye. Lêkolînerî bi qaide û zagon e, her kes nikare were
jiyana Cizîrî zelal bike. Sal û demeke pir û sebr û saman jê re
divê. Berî her tiştî jî piştgirî û jiyaneke rihet ji bo kesê
lêkolîner divê.
Ez te qet neheq nabînim
di vê pirsê de. Rast e em tirale ne û tenbel in. Me qîma xwe bi
çend agahiyên çewt yên Eladdîn Seccadî anîye û em li ser wan
agahiyan(razan) e û dicûn û hey dicûn. Xew bi me xweş hatiye.
Seccadî dibêje:
Cizîrî kesekî wiha bû
ku rû û dêmên wî spî û sor bûn, bejin zirav bû, çavên wî
geş û birqonekî bûn, birhên wî reş û kevanî bûn, pozê wî
kurt bû!!
Ne bes weha heta behsa
cilên wî û rengê cilên wî jî dike!! Heyran ev lêkolînerîye!!
Yan ev xewn û xeyal in. Ma çima em xwe li ser van nerastiyan bêdeng
dikin û nabêjin ku lêkolîn ne wisa ne? Mamoste Hejar jî vê
pirsa me dike û ecêb dimîne ku Eladîn Seccadî ev agahîyên wisa
ecêb ji ku anîne? Hejar dibêje: kes nebû ji Secadî re bibêje,
qurban tu yê ku nizanî Cizîrî di sedsala şeşan yan ya nehan de
jiyaye, tu çawa dizanî ku çox û ranikê wî çi reng bûn??
Heta niha ku em behsa
kevnên xwe dikin, ku em lêkolînan li ser pêşengên xwe
dinivîsin, em hema hema çîrokan dibêjin. Bi dehê caran û di
gelek berheman de em rastî çîrokên mîna Cizîrî û pîra
nanpêj, Feqê Teyran û ava Dîcle, Cizîrî û nameyên ji Selmayê
re, tên. Em heta niha çîrokan û rastiyên dîrokê ji hev
dernaxin. Helbet dê li ser kesekî mîna Cizîrî gelek çîrok û
serpêhatî li ser zimanê xelkê geriyabin, lê ew nabin palpiştek
ji bo lêkolîneke zanistî. Mixabin em di lêkolîneriya xwe de jî
çîrokbêj in.
Pirs:
22- Di derbara jiyana Melayê Cizîrî de
Ferhad Şakelî sê kategoriyan destnîşan dike:
1. Beşê ewil ew kes in ku bi bahweriya wan Melayê Cizîrî
li dora salên 1200 jiyaye. Ji bo vê jî îspat bikin hewil didin û
dixwazin kesekî bi navê Îmadedîn pêde bikin û bêjin ku Melayê
Cizîrî hemzeman û hewtemenê wî bû. Ne şert e ev rast be.
2. Beşek jî ku Elaedîn Secadî li serê wan tê, dibêjin ku
Melayê Cizîrî di zemanê şairê mezin yê Faris Evdirehmanê Camî
de jiyaye. Ji ber ku Camî di kitêbeke xwe de behsa sefereke xwe
dike ku ji Iran ber bi Hîcazê di ser Kurdistanê, di ser Cizîrê
re bûye. Di beyteke helbesta xwe de behsa kalemêrekî bi navê
Elcezîrî dike. Yanî kalemêrekî xelkê Cizîrê. Li gora Elaedîn
Secadî ev kalemêrê behsa wî tê kirin Melayê Cizîrî ye. Û ji
ber vê û di vê çarçewê de jî divê Cizîrî li dora salên
1400 î jiyabe. Dibe ku ev kalemêr hebe, ji bo ku hebe jî sebeb
hene. Lê ev xwiyaye dibêje Şakelî ku ev kes ne ew Cizîrî ye ku
em nas dikin û dîwana wî di destên me de ye. Dibe ku berî
Cizîriyê navdar bi heman navî şaîrên din jî hebûbin ku ji bo
ku hebin jî sebeb zehf in û ev jî maqûl e ku bi navê bajêr têne
nas kirin. Tiradisyona xwe bi navê bajarê xwe, herêm û navçeya
xwe, ya jî gundê xwe binaskirin û ji xwe re wek paşnav bikaranîn
adetek bû û di vê derbarê de jî bi dehan nimûne hene di destên
me de. Mesele Seîdê Nûrsî, Şêx Evdirehmanê Axtepî. Mele
Evdilahê Tîmoqî..
3. Beşê sisyan Zivîngî û Mekenzî û kesên din in ku
jiyana Cizîrî nivîsandine dibêjin: “ ez jî bi vê dîtinê re
me “ dibêje Ferhad Şakelî. Li gora vê dîtinê ne mimkun e ku
Cizîrî berî Hafiz û Berî Camî hatibe, Cizîrî gelekî piştî
wan e. Em karin bêjin teqrîben 1570-1640
Bersîv:
22. Ez jî bi beşê sêyem re me. Ji xwe yên ku
dibêjin Cizîrî li dora salên 1200 jiyaye gelekî dûrî rastiya
dîrokê diçin. Hemû delîl dibêjin ku Cizîrî di navbera nîvê
dawî ji sedsala 16an û nîvê yekem ji sedsala 17an de jiyaye. Mîr
Emadînê ku ew lê digerin jî sedî sed piştî Şerefxanê Bedlîsî
û kitêba wî Şerefname(1005 koçî) hukumdariya Cizîrê kiriye.
Beşê duyem jî ku dibêjin Camî û Cizîrî hemzemanê hev bûn
xwe disipêrin delîlekî gelekî qels û lawaz ew jî beytek ji
helbesteke Evdirehman Camî ye ku dibêje:
Pîremerdî bi
dîdeem zi Cizîr
Nîmemerdî bi dîdeem zi Herîr!!
Ev beyta farisî dibêje:
min kalemêrek ji Cizîrê dît û yekî navser jî ji Herîrê dît!!
Îca nizanim ka çawa
Secadî dizane ku ew kalemêr Melayê Cizîrî ye: Gelo li Kurdistanê
wê demê tenê yek kalemêr hebû ku leqeba wî Cizîrî bû ? Û
Camî di helbesta xwe de çima wisa xumamî dibêje û beyan nake ka
ew çi kalemêr e!! ev iddia ya Seccadî li ba min pûç û bê
bingeh e. Tarîxa ku te destnîşankiriye jî hinekî nêzîkî
rastiyê ye. Cizîrî li gor lêkolîna Tehsîn Ibrahîmê
Doskî di sala 1567/1568ê zayînî ji dayik bûye. Ew di vê iddiayê
de xwe disipêre beyteke Cizîrî ku dibêje:
Ji Herfa Mah û
Salê ma
Nehat der Şeklê Falê ma
Ew li gor hesabê ebcedê
tîpên (Herf, Mah, Sal, Şekl, Fal) bi hev re û li gor elifbêya
erebî kom dike û di encamê de hijmara 975 pê re derdikeve ku ev
jî sala jidayikbûna wî li gor tarîxa koçî ye.
Piars:
23- Di nav xelkê de li ser Cizîrî gelek
çîrok û efsane çêbûne. Ev jî li gora nêzîkayî û dûraya ji
erd û axa Cizîrî û coxrafya rabûn û rûniştina wî, cihê
manewerya wî têne guhertin Hun dikarin behsa hinekan ji wan bikin?
Bersîv:
23. Erê. Ezê hinek çîrokên li ser Cizîrî
bibêjim, lê hêvî dikim ku ew ne mîna bingeheke zanistî werin
pejirandin, ji bo naskirina Cizîrî. Ev tenê çîrok in û cihê
wan di lêkolînan de divê nebin.
Min ji rehmetiya diya
xwe(ku bavê wê yanî kalkê min ji aliyê Cizîrê bû) gelek çîrok
li ser Cizîrî, evîna wî feqetiya wî û dîwana wî bihîstine.
Ezê li vir çendekan ji wan bînim ziman û li ber destê we
raxînim.
Li ser destpêka evîna
Cizîrî û Selmayê diya min ev çîrok digot:
Rojeke înê bû, hîn
Melayê Cizîrî li Medresa sor feqetî dikir. Hemû feqe derketibûn
geşt û seyranê, li rexê Dicleyê. Cizîrî nexweş bû, loma bi
hevalên xwe re neçûbû û li hucreyê mabû. Di nav nivînan de bû
û lihêfek kişandibû serê xwe. Xûşka mîr Selmayê û cêriyên
koşkê çûne camiyê. Selmayê dixwest here ji xwe re li şûna
feqeyan binêre û bibîne ka ew çawa dijîn. Rabûn û rûniştina
wan çawaye? Wê ev yek gelekî meraq dikir. Dema ku çûne hucreyê
dîtin vaye yek di nav nivînan de ye. Selma ber bi wî de çû û
lihêf ji ser rakir. Cizîrî çavên xwe vekirin ku vaye keçeke
gelekî ciwan û spehî di ser serê wî re ye. Dema li rûyê wê
nihêrî roniyek di nav herdu birhan de dît. Selma bi lez ji hucreyê
derket û ji wê gavê de agirê işqê di dilê Cizîrî de vêket.
Hema wê rojê dest bi helbestan kir û helbesta xwe:
Di dest da yengiyek
nûbare min dî ew keman ebrû
Li bala cedwelek cebbare têda hemqiran ebrû.
Çîrokeke din girêdayî
vê çîrokê diya min tim ji min re digot:
Piştî ku Cizîrî bûbû aşiqekî sewdanser, diçû
rexê çem û name ji Selmayê re dinivîsandin. Piştî ku name
diqedand, ew dikirin mîna lûleyan û dixist hundirê zil û qamîşan
û bi ava çem de berdidan. Avê ew name digihandin nêzîkî koşkê
û cariyeyên Selmayê ew ji wê re dianîn. Cizîrî ava çem kiribû
posteçî û teterek (bi Erebî Berîd) loma jî di helbesteke xwe de
ku nîv erebî ye weha dibêje:
Biddua bellix
tehiyyatî li Selma ya berîd
Yanî:
ey posteçî, bi duayan silavên min bigihîne Selmayê!!
Her weha diya min behsa
helbestvaniya wî dikir û digot: Lawo ma yekî wek Cizîrî tenê ev
dîwan li pê xwe hiştiye? Na na wî pêncî dîwan nivîsîbûn, lê
piştî ku bîn bi evîna wî û Selmayê ket û xelkên Cizîrê
qala wê evînê kirin, Mîr lê hat xezebê û xwest her pêncî
dîwanên wî bişewitîne. Melayek li wir hebû gelekî kêfa wî ji
Cizîrî re dihat û li ber wan dîwanan diket. Rabû ji mîr re got:
Ez xulam ka ez dîwanekê bibim mal û binêrim bê ka vî Cizîrî
çi heqaret tê de kiriye! Mîr destûr dayê lê gotê berî banga
sibê divê tu dîwanê vegerînî ku em wê jî bişewitînin. Mela
radibe di wê şevê de dest pê dike dîwana Cizîrî nesix dike û
bi xeta destê xwe dîwanekê ji ber digire û li mala xwe vedişêre.
Berî banga sibê dîwana ku wî biribû dîsa vedigerîne û dibêje
mîr: Mîrim bişewitîne tiştekî hêja tê de nîne. Û bi wî
awayî ev dîwana ku niha di nav destê xelkê de ye, hate parastin.
Hin jî dibêjin ku
Cizîrî sed dîwan nivîsîne lê melaiketên Xwedê nod û neh
dîwan ji erdê rakirin û yek tenê ji me re hiştin!!
Ji xwe çîroka wî û wê
pîra nanpêj jî navdar e. Dibêjin Cizîrî dihat beranberî koşka
Dilbera xwe Selmayê rûdinişt û pala xwe dida kevirekî û dest bi
qesîdexwendinê dikir. Piştî demekê radibû diçû. Agirê evînê
di hinavê wî de ew dîwar disincirand, pîrekê jî bala xwe dabûyê
û dihat nanê xwe li ser wî dîwarî dipeht û dipêja.
Ev çîrok bêguman
bingehên wan hene. Ku di jiyana Cizîrî de nebin ew bingeh, di
helbestên wî de hene. Mesela dîwarê sincirî bawer dikim ji vê
beytê hatiye. Cizîrî di qesîdeyeke xwe de dibêje:
Ji ber ahên mi
dinê agir û dû bit ne eceb
Min di dil de heye narek(arek) ku disojit
seqerê!
Yanî eger dunya hemî
bibe dû û dûman ne tiştekî seyr e, ji ber ku di hinavê min de
agirek heye, dojehê jî dişewitîne.
Piras:
24- Tê gotin ku di helbestên Melê de
muzîkeke wuha heye ku xelk kare zû ji ber bike. Belê ji bo Xanî û
helbestên wî mirov nikare heman tiştî bêje.
Bersîv:
24. Rast e. Mûzîkeke gelekî rewan û herikbar û
ji guhan re minasib heye. Cizîrî wezn û kêşeyên erebî yên
sivik û xweş bi kar anîne. Ji wan kêşeyan bêtir xuyaye ku kêfa
Cizîrî ji Remel re(bi her cûre û rengên xwe) hatiye ku wezna wê
ya bingehîn wisa ye:
failatun failatun
failat
Her weha Cizîrî Hezec
jî bi kar anîye. Hezec bi xwe wezneke gelekî mûzîkî ye. Hema
dikarî bibêjî ku piraniya stranan pê têne ristin. Ew jî wisa
ye:
Mefa-îlun
mefa-îlun
Bi kurtî, Cizîrî
mûzîkeke gelekî nerm û milayim bikar aniye. Loma jî qesîdeyên
wî zû têne jiberkirin(ezberkirin) û di dil de dimînin. Ji bilî
wê mûzîka derveyî, wî mûzîka di nava helbestê de jî
bikaranîye, yanî harmoniya hundurîn ya peyvan û cumleyên
helbestî. Mînak ev beyta gelekî ciwan:
Nesîmê sinbil û sêvan seher da hebs û zindanê
Vebû qufla me bê mifte, ziringînî ji quflê
da
Eger bala xwe bidê, ew
di para yekem de behsa hatina yarê di çaxê seherê de dike, ango
piştî nîvê şevê yar hatiye serdana wî di zindanê de, de îca
tîpên S di vê nîvmalikê de çend in? Pênc in û tu Z jî lê
zêde bikî şeş tîpên ku bi serê xwe mûzîkeke wan ya taybet
heye ku dibe nîşana qewimîna tiştekî di tariyê de û bi dizî,
di beşê duyem de bala xwe bidê bê çi qewimî? Mifte li quflê
ket, û deriyê hesin vebû! Eger yekî ne Kurd be jî bibihîze wê
zanibe ku tiştekî bi deng û qerebalix diqewime(ziringînî ji
quflê da). Dengê hesinan ji van gotinan nayê bihîstin? Ji ber vê
jî helbestên wî ji guh re gelekî xweş hatine û ew zû bi zû
xwe berdidin nava mirovan.
Lê te qala mûzîka
helbestên Xanî kir. Ez bi xwe yek ji hezkiriyên Xanî me û min
lêkolînên berfireh di helbesta wî de çêkirne û nivîsîne.
Xanî ne kêmî Cizîrî ye di bikaranîna mûzîkeke rewan de, lê
tenê evîndariya wî ya di helbestan de ne mîna ya Cizîrî balkêş
e. Ya Cizîrî evîneke pirr bi şewat ku ji tecrubeyeke rastîn û
diltezîn hatiye ji xwendevanan ve xuya dibe.
Li ba Cizîrî mûzîka
derve û hundur hevdu dikemmilînin. Harmoniyek xurt ava dikin û
mirov mecbûrî guhdarîkirinê dikin. Li ba me, pismamê bavê min
Evdiyê Kurimî hebû, qesîdebêjekî mezin bû. Ku helbesteke
Cizîrî di şevên zivistanê de dixwend hema bêje agir bi dîwaran
diket û emên guhdar li ber dengê wî û xurtiya helbestên Cizîrî
şêt û serxweş û teles dibûn. Bêhemdî me qêrîn bi me diket û
bi rastî jî em bi cizbê diketin. Ev jî razeke ji razên helbesta
Cizîrî. Ji kûraniya dil derketine û rasterast xwe li kûraniya
dilan digirin.
Pirs:
25. Ji awura naverok û tesewufê em
helbestên Cizîrî û Xanî bidin ber hev. Ferq çawa ye? Em hinekî
ji awura huner, ziman û metafor, dîmen û tabloyan wî û Xanî
nîqaş bikin.
Bersîv:
25. Ez bi xwe, di gel ku mirîdê Xanî me, Cizîrî
şairtir dibînim. Peyvên Cizîrî, hûnandina hevokên wî, xeyalê
wî, û fikreyên wî gelekî cuda ne. Zimanê Cizîrî jî zelaltir
e. Qesîdeyên wî rihet in, ne mîna yên Xanî bi kompleks in. Heta
peyvên erebî yên ku Cizîrî di şi`ra xwe de bi kar anîne, ji zû
de derbasî ferhenga Kurdî bûne û kedî bûne û êdî nema biyanî
xuya dikin. Ji rexê Tesewwufê ve herdu jî nêzîkî hev in,
herduyan jî kûzikên xwe ji kaniya Wehdetulwucûdê dagirtine û
ava wê ya çêjdar vexwarine, heta ku pê serxweş bûne. Tesewwufa
herduyan jî wijdanî ye. Bi evîneke Xwedayî rengîn dibe.
Tesewwufa wan ji tesewwufa Hafizê Şîrazî, Ibnulfarizê Misrî ye.
Hin qesîdeyên herduyan hene ku di nav sînorê Tesewwufa xwerû de
ne, yanî tenê tesewwufa irfanî ku mîna felsefeyeke serbixwe ye.
Di vir de bandora Ibnu Erebî û Hellac heye. Mîna qesîdeya Xanî
ku tê de dibêje:
Ey ayîneyê dil bi
cemala te mucella
Sed sefhe bi yek zerre ji nûra te mutella
Û ya Cizîrî ku tê de
dibêje:
Tûr im bi dil û
peyrewê Mûsa yim ez
Ateşperesê nûr û tecellayim ez
Eger mirov qenc bala xwe
bidê, dibîne ku Cizîrî di tesewwufa irfanî de bi gelek gavan di
pêşiya Xanî de ye, ango bi cesaret tir e. Û li ba wî
Wehdetulwucûd wek felsefeyekê zelaltir e. Hema li ba Xanî
Wehdetulşuhûd gelekî zelal e. Wehdetulwucûd ji xwe dibêje di
hebûnê de tenê hebûna Xwedê heye, em jî û her tişt pareyek ji
vê hebûnê ne. Ne ji derveyî wê ne. Wehdetulşuhûd dibêje, ku
hebûn hemî neynik û mirêka hebûna Xwedê ye. Ew ne pareyek jê
ne lê meziniya wî di wan re xuya dibe.
Diyar e li ba herduyan di
pirsa Iblîs de cudatî hene. Xanî dibêje ku vîn û iradeya Xwedê
nehişt Iblîs here secdê ji Adem re û her weha ecêb dimîne ku
çima Xwedê wisa lanet lê barandine, bêyî ku sûc û gunehê wî
hebe. Lê Cizîrî vê yekê bi nezaniya Iblîs ve girê dide û
dibêje; eger Iblîs sirrê ilmê Xwedayî di Adem de dîtibûya dê
bêguman secde bûbûya!
Mesela dîmen û tabloyên
hunerî ku Xanî û Cizîrî digihîne hev jî wisa dikarim şirove
bikim: herdu kilasîkên me jî ji yek ekola helbestî derketine.
Ekola belaxet û rewanbêjiya erebî ya ku di helbesta farisî de bi
cih bûbû. Herdu jî sûretên wan dubarekirî ne ji sûret û
wêneyên di helbesta farisî de. Yanî em bala xwe didinê ku eynî
tabloyê li ser devê gelek şairan hatiye gerandin. Awirên çavan
li ba Hafizê Şîrazî jî, li ba Firdewsî jî tîr in, û li ba
Xanî û Cizîrî jî tîr in! Di vir de em dikarin bêtir Cizîrî û
Hafizê Şîrazî bidin ber hev û gelek mînakan bînin û şopên
bandora Hafiz li ser Cizîrî bipên.
Pirs:
26. Ferhad Şakelî tê zanîn ku
bi kêmanî 14-15 salan li ser Cizîrî xebitiye û bi awayekî
kategorîk û bê virde û wêde “ Hîç şika min nîne ku Cizîrî
di serdema Mîr Şerefxan de jiyaye ku desthelatdarê Cizîrê ye û
Cizîrî helbestên pesindar ji bo wî nivîsandine, dibêje……
Bersîv:
26. Di dîwana Cizîrî de navê Mîr Şeref derbas
dibe:
Xef wan reşandin
dil xedeng, teşbîhê tîrên Xan Şeref
Lê ji vê malikê em
nikarin wê rastiya ku Şakelî wê ya tesbît dike heta dawiyê
qebûl bikin. Nav û dengê mîr Şeref li tevaya Kurdistanê belav
bûbû. Ji xwe Şerefxanê Bedlîsî jî di Şerefnameya xwe de bi
ferehî qala wî dike û bi pesindarî jî. Îca eger Cizîrî di
helbestê de awirên yara xwe bişibîhne tîrên Xan Şeref nayê wê
wateyê ku Cizîrî di dema wî de bû(em ji bîr nekin du mîr Şeref
hebûn). Ev tabloyekî hunerî ye, wezîfeyeke wê ya helbestî heye.
Lê di dîwanê de musaceleya(guftûgoya helbestî) Mîr Emadîn û
Melayê Cizîrî heye. Di wê de Cizîrî dibêje:
Xulamê mîr Emadîn
im.
Çima em vê nakin delîl
û nabêjin ku Cizîrî di dema mîr Imdeddîn de bû. Mumkin e jî
Cizîrî di dema du sê mîran de jiya be û ew herdu helbestên
pesindariyê ne ji mîr Emadîn re nivîsî bin. Lê ev hewceyî
lêkolînekê ye. Wisa rihet û sivik bersiva wê nikarim bidim.
Pirs:
27. Her nivîs û berhem bi aliyekî xwe
jî şahidekî zeman û qonaxa xwe ye. Dema mirov dixwîne li ser
heyam û serdema tê de ji dayik bûye mirov digihê hinek encaman.
Ev jî bi kêrî dîroknasan, biyografînasan ji faktorên alîkar
hesêb dibin. Ji vê eniyê dema mirov li Cizîrî û xebata wî
bikole bûyerek, navek, destnîşankirinek bibe mûmek di reşayê de
heye?
Bersîv:
27. Bêguman gelek mûm hene. Ji xwe lêkolînerên
ku dibêjin Cizîrî di navbera salên 1570/1640 de jiyaye, xwe
disipêrin helbstên wî. Mesela di helbesteke xwe de sê navên
dîrokî tîne ziman:
Sef sef me dîn
Hindî û Zeng, Cengizî hat Teymûrê Leng
Xef wan reşandin dil xedeng, teşbîhê tîrên
Xan Şeref
Ew li vir behsa
Cengîzxanê meşhûr dike ku di navbera salên 1165 û 1227 de
jiyaye. Her weha behsa Teymûrê leng jî dike ku ji sala 1336 heta
1405 an jiyaye. Ji xwe di dawiya vê malikê de jî navê Mîr Şerefê
Kurd mîrê Cizîra Botan û temamê welatê Botan dike. Mîr Şeref
jî li gor belgeyên dîrokî û di nav de Şerefname, dibe ku yek ji
herdu mîr şerefan be, yek ji wan mîr Şeref kurê Bedir kurê
Brahîm e ku ji sala 1498an heta sala 1509an hukumdariya Cizîrê
dikir. Yê din jî mîr Şeref kurê Xan Evdal e ku di dema
nivîsandina Şerefnameyê de hîn hukumdariya Cizîrê dikir û
Şerefxan gelekî pesnê wî daye. Ew hevçaxê Cizîrî bû jî. Her
weha min di bersiveke berê de jî qala lêkolîneke birêz Tehsîn
Brahîm ê Doskî kiribû ku wî têde sala jidayikbûna Cizîrî
eşkere kiriye. Gava em van belgeyan didin ber hev, hinekî mesele
ronî dibe û bi gotina te mûm li dora me gelek dibin û reşayê
jihev tar û mar dikin!
Pirs:
28. Cizîrî sofî ye. Dîtineke wuha
heye ku sofiyên mezin li cîh û derekê zêde nedisekinîn,
digeriyan? Em zanin ku sofiyên navdar di nav Xoresan, Iraq,
Kurdistan, Şam û Konya de, di nav paytextên rojhilata Navîn de
çûne û hatine. Nûmeyên Mewlana, Şemsê Tebrîzî û Hwd têne
zanîn. Carna seferên wan bi rojan û bi mehan dewam dikir. Hin cîh
hebûn ji wan re “Rikin” yan jî mîna îro jî li Kurdistanê ji
wan re “Xaneqa” tê gotin, hebûn. Ev cîh cihên sekna mêvanan
û şiklek otêlên îro bûn. Mirov li gerên wuha rast tê, di
jiyana Cizîrî de?
Bersîv:
28. Erê. Yek ji şêweyên (sulûka) sofiyan
guhertina cih e. Ew nabe li cihekî bimînin. Di baweriya min de
sofiyên mezin yên ku terîqet damezirandine, ji bo ku
(irşadê=rêberiyê) bikin, diviyabû ji welatekî biçin yekî din.
Mirîdan pirr bikin û (heqîqetê= rastiyê) belav bikin. Cizîrî,
herçendî sofî bû jî, lê ne ew yekê ku evdal û dewrêş bû,
sofîtiya wî sofîtiyeke teorîk bû, ew di pratîkê de sofî
nexuyaye. Hin nakokî di jiyana wî de xuya dikin, li hev nakin
kîtekîtên jiyana wî. Mesela yekcaran mîna Xeyyam xuya dike û
dibêje ku ev dunya ne hêja ye, loma jî divê mirov xwe ji lezzeta
tê de bêpar neke û zû bi zû meyweyên kêfxweşiyê biçine:
Talih ku têt û
firset, muhlet li nig heram e
Min umrê Nûh-i nîne, wer saqîyo bi lez
xweş!!
Ev malik sedî sed ji
bêrîka Xeyyam derketiye, û bêtir nêzîkî felsefeya Ebîqorî ya
yewnanî ye ku dibêje mirov divê xweşiyan li xwe nebe.
Ew weha jî dibêje:
Ahî eyyemên
wisalê, weh ku xweş borîn û çûn
Ew şeraba êşî û noşî, ma li pêşber
min serab.
Ew di vir de li rojên
xwe yên berê ku ew bi yarê re buhurandibûn re digirî, dibêje ew
gelekî xweş buhurîn, lê çi heyf ku hemû çû û wek rewrek û
leylanê êdî xuya dibe.
Lê li cihekî din jî
dibêje:
Minnet ji Xwedayê
ku bi evdê xwe Melayê
Îksîrê xemê işqê, ne dînar û drem da!!
Li vir êdî yekî
terkedunya ye, xwe disipêre evîna Xwedayî û ne xema wî ye,
xweşiyên dunyayê.
Pirs:
29. Ji gotinên têne gotin yeke din jî
ev e ku Cizîrî şi`rên Hafiz ji bo xwe kirine bingeh û helbestên
xwe avakirine. Helbestên Sadî jî wuha kirine. Cizîrî vê vekirî
û heşkere dike û venaşêre. Girêdayê vî aliyê Cizîrî jî
behsa “Texmîsê” dibe. Ev Texmîs çi ye?
Bersîv:
29. Texmîs ji peyva erebî(Xemse) yanî hijmara
Pênc hatiye. Texmîs yanî pênckirin. Ev jî şêweyek ji hunerên
helbesta klasîk e, ku şairek helbesta yekî berî xwe yan hemdemê
xwe diecibîne û li ser wê temam dike. Ango sê rêzan dinivîse û
du rêzên dawî jî yên helbestvanê din in weke xwe dimînin.
Mesela di qesîdeya pêşîn ya di dîwana Cizîrî de her paragrafek
ji qesîdeyê pênc rêz in, sê rêzên pêşîn yên Cizîrî ne û
du rêzên paşîn yên Hafizê Şîrazî ne. Min bi xwe helbesteke
Cizîrî da pênckirin ew jî ev e:
Bûye salek ez
dinalim ji şevê ta sibehê
Min berê xwe daye Botana di nava Diclehê
Ez bi vê bangê meha xwe digihînim bi mehê:
Ey nesîmê seherê ma di mecala sibehê
Sed silavan bigihîne ji me wê padişehê!
Di vir de hersê rêzên
pêşîn min ristine, yên dawî jî ji qesîdeya Cizîrî ne.
Di vir de helbestvanê ku
helbesta yekî(texmîs) dike dixwaze çi bîne ziman û çi mesajê
bide? Helbet ew dixwaze bibêje: binêrin, ez jî mîna vî
helbestvanê mezin dikarim birêsim. Ez ne kêmî wî me, bi eynî
muxeyyile û melzemeyên wî yên ziman, bi eynî ferhengê û bi
eynî şêweyê rêzkirina peyvan û mûzîka derve helbestê çê
dikim!!! De ka binêrin bê hûn karin malikên min û yên wî ji
hev veqetînin û nas bikin, ka kîjan yên min in û kîjan yên wî
ne?
Hafiz û Sadî yên
Şîrazî bûne bingeha sedan şairên piştî xwe. Hafiz ekolek bi
serê xwe bû. Cizîrî jî yek ji şagirt û suxteyên zîrek yên
vê ekolê bû ku di sefa yekemîn de cih girtibû. Gava em navekî
yan leqebekê li Cizîrî bikin em dikarin bibêjin:
Hafizê Kurd yan Şîrazî
yê Kurdan!
Min bi xwe bandora Hafiz
di helbesta Cizîrî de şopandiye, û bala xwe dayê ku Cizîrî
heta di hin wêneyên xwe yên helbestî de malikên Hafiz
wergerandine û kirasekî kurmancî li wan kiriye. Hema wî ew wêne
ji nava helbestên hafiz anîne û li nav yên xwe danîne.
Pirs:
30- Belê carên ku wuha jî dibêje hene: Dev
ji Hafiz û Sadî berdin, werin min bixwînin. Em li vê çawa
binerin, hem tu di bin bandêra kesekî, çend kesan de mabî, di
avûbayeke wuha de pênûsa xwe bikar anîbî û di ber re jî tu
bêjî werin dev ji wan berdin, ez nêzîktir im, serketîtir im. Ya
ku van rêzan bi Cizîrî dide gotin çi ye ? Bahweriya bi xwe ye,
yan jî biçûk be jî tov û meyleke neteweyî ye ?
Bersîv.
30. Ev jî pirseke gelekî girîng e. Divê em şopa
neteweparêziya di civaka Kurdan de biajon da ku raza vê meyla li ba
Cizîrî nas bikin. Di baweriya min de Cizîra Botan di deverekê de
ye, Mîna Bazîdê, ku netewe lê gelek in. Pirbûna neteweyan li
herêmekê yan cografiyayekê dihêle ku her neteweyek bêtir bi
hebûna xwe bihese. Yanî li Bazîdê Tirk, Faris, Azerî, Gurcî,
Ermen û Rûs jî hebûn, (mebest li wê herêmê ne li bajêr bi
xwe) û helbet nakokî jî hebûn, vê yekê tovê neteweparêziya
Ehmedê Xanî geştir kir û hişt ew tov zûtir şîn bibin. Li
Botan jî wisa bû. Asûrî, Suryan û Ereb, Tirk û Kurd hebûn.
Helbet Faris jî bi wêjeya xwe û carcaran bi artêşên xwe yên
giran jî hazir bûn. Îca Cizîrî mîna temsîlker û nûnerê
rewşenbîrên wê dema xwe dê berî her kesî bi xwe û neteweya
xwe hest bibe. Wî dema ku digot dev ji Hafiz berdin, û werin
helbestên min bixwînin, dixwest bibêje werin li zimanê kurdî
xwedî derkevin. Werin bi neteweya xwe di rêya zimanê xwe re
bihesin. Ew gelekî bi xwe bawer bû, heta di helbesteke xwe de
dibêje:
Pîrê şe’aare
di şi`rê, û Mela şalîfiroş
Tu nîşan min mede Ferxî, ku li nik min bûye
ferx
Yanî: mela pîrê
helbestê yê, Şalfiroş e, de ji min re behsa Ferxî neke, ji ber
ku ew li ber min mîna fêrîkekî biçûk e.
Eger em zanibin ku
Ferxî(Ferruxî) yê helbestvan e û leqeba wî Melikulkelam e (yanî
şahê gotinê) dê zanibin bi heta kîjan radeyê Cizîrî bi xwe û
zimanê xwe û netewa xwe bawer bû.
Te pirsa wê yekê jî
kiriye ku ka gelo çima Cizîrî dixwaze (şopê ji ser mamosteyên
xwe dagerîne) û winda bike? Çima naxwaze kesek êdî biçe ser wê
kaniya ku wî bi xwe têra xwe ava zelal jê vexwariye? Ev yek di
baweriya min de du sebebên wê hene. Yek jê: tiştekî ku di
rexneyê de nav lê dibe: kuştina bav di wêjeyê de, ango tu
naxwazî şopê ji serkaniyên xwe re bihêlî. Tu wan tunne dikî û
tenê xwe berz dikî. Ev girêdayî psîkolojiya hunermend û
afrêneran e. Her dixwazin xwe bidin pêş. Sebebê duyem ji vê yekê
re ew e ku Cizîrî wê diyardeyê rexne dike, ew diyardeya xwendina
wêjeya farisî û heta nivîsandina bi farisî jî ku Cizîrî jî
bi xwe yek ji kesên ku di nav wêjeya farisî de mabû. Îcar ew
dibêje werin em guh bidin zimanê xwe û ji xwe jî çêtir nabîne
di vî warî de. Ew bi xwe jî dizane bê çi nivîsiye û çiqas
helbestên wî xurt û bihêz in. Hinekî rastiya helbesta xwe jî
dibêje. Ji her kesî bêtir dizane bê ka çendî helbesta wî xurt
e.
Pirs:
31. “Ez ewqas sal in li ser Cizîrî
kar dikim ez heta niha neghiştime qeneetekê ku Cizîrî helbestek
ji bo kesekî, ferdekî yan jî ji bo jinekê gotibe. Li cîhekî bi
tenê tiştek heye ku hinekî îmkan dide ku mirov bêje ew dildarî,
fizîkî ye, eşqeke ji bo însên e. Bi bahweriya min giş evîna
Cizîrî Xwedayîye û pêwendiya wê bi eşqa fizîkî û însanî
re tune ye.” dibêje Şakelî, tiştekî tu lê zêde û kêm bikî
heye, yan jî tu jî bi heman rengî difikirî?
Bersîv
30. Na ez di vê baweriyê de ne bi Ferhad Şakelî
re me. Şakelî dixwaze ku Cizîrî ne hissî be, di evîna xwe de,
ne ku Cizîrî bi rastî ne hissî ye. Xwestin û rastî di lêkolînan
de li hev nakin. Erê guman nîne ku Cizîrî şairekî mutesewwif bû
û stûnek ji stûnên mezhebê işqa ilahî(evîna Xwedayî) bû, lê
ev nabe bend li ber evîneke fîzîkî. Ji xwe heta di wêjeya
tesewwufê de tê naskirin ku evînên fîzîkî bingehên evîna
Xwedayî ne. Mesela Ibnu Erebî ku yek ji mezintirîn mutesewwifên
Îslamê ye û mamosteyê ekola Wehdetulwucûd e, di destpêka xwe de
dilketiyê keça Mamosteyê xwe yê li Hicazê ye. Bi xwe jî di
pêşgotiona dîwana xwe de (Tercuman Eleşwaq) dibêje ku ew aşiqê
keçekê bû û ewqase helbest di pesnê wê û evîndariya xwe û wê
de ristine û hûnandine. Di helbesta Cizîrî de em şopa hissiyetê
dipên mîna van hersê malikên ku tê de evîneke xwerû fîzîkî
xuya dike:
Veke lêvê û ji
nîvê, biwerîn qend û nebat
Ji lebê le'lê şeker bêj û, ji şekker
meke behs
**
Da binoşim mey ji
lêvê, mawera reyhan û sêvê
Luluyên şekkir di nîvê, abê heywan çeşme
ye
**
Sotin û derdê
evînê, îlletê dax û birînê
Xweş dibin ma ew bi dînê? Şerbeta lêvan
mufa ye
Ew qala lêvan û şekirê
lêvan û şerbet û şêraniya wan dike. Ev gumanê nahêle ku
Cizîrî li vir qala evîneke insanî dike. Ew dilketiyê keçekê
ye. Keçeke ji goşt û hestî. Lê dibe ku ew keç tenê di xeyalê
Cizîrî de hebûye. Ev ne qada me ya ku em têde lêkolîna xwe li
dar dixin. Tiştê ku inkar nabe jî Cizîrî gelek helbestên ku bi
zahirê xwe ve li ser evîneke fîzîkî xuyane ristine, lê ew bi
derûn û batinê xwe ve li ser evîna Xwedayî ne. Dildar tê de
Xwedê bi xwe ye. Yan na ma ew kîjan dilber e ku birhên wê mihrabê
nimêjê ne û secde lazim e li ber herdu birhên wê!
Di ilmê tesewwufê de
gelek caran min xwendiye ku şikestina di evîneke hissî de yekî
bal bi evîna Xwedayî ve dikişîne, ev jî li ba Cizîrî tê
qebûlkirin, dibe ku wî tu encam ji evîna xwe û yara xwe nedîtibe
û berê xwe dabe evîna rûhanî.
Pirs:
32. Di axaftinên li der û dora jiyana
Cizîrî, yan jî em bêjin hinek tiştên ku di nav feqiyan û gel
de digerin navê xanimekê bi navê Selma derbas dibe. Hinek dibêjin
Selma xwuşka mîr yan jî keça wî ye. Li gora hinan jî Selma
şêwesemboleke tesewifiyane ye. Li gora hizrekê jî ji xwe navekî
wuha qet tune, ev jî bi tenê yek ji wan çîrokên bêesil e ku
hina ji xwe re li hev aniye, navekî xeyalî ye. Çi rast e û çi
na, rastî ji ba te çawa dixwiye?
Bersîv:
32. Li ba min û li gor xwendina min ya ji helbestên
farisî û erebî yên klasîk re, navên ku derbas dibin navin
xeyalî ne. Yareke taybet nîn e ku şair navê wê bibêje. Şairên
di ast û mertebeya Xanî, Cizîrî, Hafiz, Sadî û Ibnul Fariz û
Ibn Erebî de xwe nizim nakin û navê yara xwe ya rastîn nabêjin.
Ji ber ku ferqa evîna wan û ya yekî mîna Mecnûn ferqeke mezin e.
Mecnûnê Amirî di helbestên xwe de bi dehan car navê Leylaya xwe
dibêje. Ji xwe evîna wî ew e Leyla tenê ye. Lê evîna van kesên
navborî evîneke rûhanî ye, Xwedayî ye. Erê ew mecbûr dibin
navan bikar tînin. Mecbûr dibin ji ferhenga wêjeyê peyvên xwe
bînin û bi kirasekî hissî bipêçin û li evîna xwe ya giyanî
bikin.
Em werin ser navê Selma.
Ew ne navekî rastîn e, û ew iddiayên ku dibêjin Selma xûşka
mîr bû û nizanim çi, hemû ji xeyalê xelkê hatiye. Selma di
helbestên berê de yên ereb û farisan de jî derbas dibe. Hafizê
Şîrazî dibêje:
Suleyma munzû
hellet bil iraqî
Ulaqî min hewaha ma ulaqî!
Suleyma nazikkirina navê
Selma ye!
Ev navê Selma jî navê
ku ereban ji beriya Îslamê de û heta di dema Îslamê de û piştî
wê jî bêtir bikar aniye. Ew navê numre yek e di helbesta erebî
de. Navekî sivik e û xweş e, loma jî her şairî navê yara xwe
ya xeyalî kiriye Selma. Wateya Selma jî ew e keçika bêqusûr û
bê eyb.
Tiştê balkêş li ba
Cizîrî ew e ku wî carekê tenê navê Selmayê bikar aniye, ew jî
di nîvmailkeke bi erebî de, îcar ev nîvmalik ya wî be yan jî ya
helbestvanekî din be? Ev jî cihê niqaşekê ye. Li ser vê jî em
nikarin rastiyan ava bikin. Em nikarin bibêjin ku bêguman yareke wî
hebû navê wê Selma bû û Mela dilketibûyê. Ji xwe hin dibêjin
ku navê yara wî Sitiya Biskkesk bû! ev bêtir ji xeyalê xelkê
hatine. Ne rastiyên ku encama lêkolînekek bi rêk û pêk in.
Cizîrî navekî din jî
bikaranyie wek navê yara xwe lê kesî bala xwe nedayê. Ew behsa
Leylayê jî dike û dibêje:
Lew heriftim ez ji
meylê
Şubhetê sehlê ji seylê
Mehbet û işqa di Leylê
Ez kirim yekser pilox!
Li vir ez dikarim tefsîr
û şiroveyekê ji van dîtinan re bidim. Yanî dikarim bibêjim ku
çima li ba xelkê ev hizr û bawerî peyda bûye ku yara Cizîrî
dotmîrek e û navê wê Selma ye. Cizîrî ku behsa yara xwe dike,
wê ne mîna keçeke ji rêzê dibîne, ew tim wê li nav qesr û
koşkan dibîne, dûrî wê ye, destê wî nagihê û wê mîna
şahjinekê dibîne. Desthilatdar e yara wî, her kes nikare wê
bibîne, di birc û qesrên bilind de ye. Bi nêrîneke kurt li van
mînakan emê tê bigihin bê çima ev dîtin hatiye holê:
Can û dilê min ew
e, horîweşê min ew e
Padîşehê min ew e, ez li derê wê geda
**
Min dîlberek wek
dur heye, mehbûbe şêrîn sur heye
Husn û cemalek pir heye, Belqîs sifet mesken
Seba
Belqîs şajina yemenî
ye ku Suleymanê pêximber pêre zewicî bû. Li gor kitêbên pîroz
wek Quran û Tewratê ew Xwedan desthilatdariyeke mezin bû!!
**
Çi heddê sed hezar can bin, di fitraka
hebîba min
Ku sed Cimşîd û Keyxusro, xulam in ser di
vê rê da
Ev çi
yar e ku Keyxwesrew û Cemşîd xulamê wê bin!
**
Min divê ser li asîtanê, her wekî tûlan
nihim
Belkî carek keyl bipirsit, ev çi mehrûm
tûle ye!
Ango ew dixwaze serê xwe
li ber asitanê wê deyne, dibe ku ew şaha mezin bipirse ev çi segê
mehrûm e!
Û bi sedan mînakên ji
vî rengî hene ku nîşaneke eşkere tê de heye yara Cizîrî
yareke ji malmezinan e û bi xwe jî yan şahjineke yan jî
dotmîreke!! Lê rastiya vê çi ye? Em nizanin. Dibe ku ji xeyalên
şairî bin kî çi zane! Şair dilê xwe dibijînin her kesî û her
tiştî.
Pirs.
33. Em hinekî din li ser vî navî
bisekinin. Ev jî heye ku hinek şairên din jî heman nav, ango navê
Selma bi kar anîne. Kî ne ev şair gelo, mimkune tu ji me re
nimûneyekê duduwan bidî?
Bersîv:
33. Erê. Dikarim hin nimûne bidim lê ji cîhana
helbesta erebî.
Beriya Îslamê şairek
heye navê wî Imruul Qeys e, navdartirîn şairê Ereba ye heta
niha. Helbestvanê serdema Îslamê Nabixayê Ce`dî, û yên dema
piştî ku Îslam berfireh bû Cerîr, Beşar Bin Burd ê esilfarisî
ku dibêje:
ew zemanê ku min û
Selmayê digihîne hev
zemanekî qenciyê dike!
Û bi dehan xeyrî wan jî.
Ji xwe bala xwe bide vê
helbestê ku yekî ereb beriya çend sed salan li ser Selmayekê
nivîsiye!:
Min ji Xwedê xwest ku
min û Selmayê bigihîne hev, ma ne Xwedê her tiştî dike!!
Û min jê xwest wê li
ser piştê bike û min bavêje ser, û çi bixwaze bixe ku bixwaze
Û bila yek bê û min
tev bide bi hêdîka mîna ku meşk tê tevdan
Pişt re ewrekî bi baran
were û barana wî me bişo.
Pirs:
34. Xwendina Cizîrî jî bideng e, tê
naskirin û têra xwe belabûye. Dibêjin dikete silûkê, dikete
xewlê. Mesela “xewil” û “silûkê” îro jî heye. Li
mizgeftên mezin mirov dikare lê rast bê. Pirsên me wuha ne: yek
ev xewl û silûk çi ye, ya duhem hinek agehdarî li ser vî aliyê
Cizîrî tu bidî me, wê bikêr be, ji ber ku têkiliya xewlê û
hilbijartina murşidekî ji xwe re heye yan na?
Bersîv:
34. Xewl yan jî bi erebî Xelwe/Xelwet: mana bi
tenê û dûrî xelkê ye. Silûk jî buhurîna di rêyekê de ye. Lê
ev herdu peyv li ser destên Mutesewwifan wateyin nû bi dest xistin.
Ji qalibê xwe yê ferhengî û yê zimanî derketin û qalibekî din
standin. Xelwe bû wek şêwe sporeke rûhanî ku divê kesê sofî
tê de meşqan bistîne. Cegerxwîn dibêje:
Di kuncê xelwet im
yareb!
Xanî dibêje:
Zahidê xelwetnuşîn
pabendê kirdarê xwe ye
Tacirê rihletguzîn dildarê dînarê xwe ye
Cizîrî dibêje:
Sofiyê xelwenuşîn,
bêne sicûd
Her du birhên te ne, mihrabê dua
Dîsa dibêje:
Seyyahê me dîn di
xelwe îro
Ellah ku çi xelwe û çi seyyah
Û dibêje:
Pê li ser dîdeyên
Melê dayîn
Xelweya sofiyan munewwer ke.
Di van herçar mînakan
de tim peyva Xelwe bi peyva Sofî ve hatiye girêdan, ango êdî sofî
û xelwe bûne du peyvên hevrê ku bêyî hev nabin. Sofî bê xelwe
nabe û xelwe jî bê sofî nabe.
Peyva Sulûk yan jî
Silûk wek min destnîşan kir buhurîna di rêyekê de ye, lê
sofiyan ev peyv ji xwe re birin û navê rêya teswwufê kirin Silûk.
Dibêjin filankes di silûkê de ye, yan jî silûkê dike, ango rêya
sofîtiyê hilbijartiye û dest bi perestiyekê kiriye ku armanc jê
paqijkirina ruhe û nêzîkbûna li Xwedê ye. Îca ji wî sofiyî re
jî, yê ku di silûkê de ye. ´Salik´ tê gotin.
Cizîrî di helbesteke
xwe de wisa dibêje:
Te pir cewr û cefa
dîne, silûk û se`y û cehdê da
Helbet silûk û xelwe dê
gelek zehmetî tê de hebin, dê birçîbûn hebe, dê bêxewî û
tenêtî hebe û dê gelek fikirandin û ramana di Xwedê û gerdûnê
de hebe, heta ku kesê di silûkê de karibe hinekî nêzîkî
rastiyê bibe.
Lê em werin ser
tecrubeya Cizîrî, gelo ew di tecrubeyeke tesewwufî re derbas bûye
yan na? Em nizanin! Sedî sed belge li ba me nîn in, ji helbestên
wî em dikarin bibêjin ku ekola wî tesewwuf bû û bi wehdetulwucûd
bawer bû. Lê mumkin e, ketibe silûkê, silûka ku mirîd dikevinê.
Yanî silûkek ji ya din ferq dike, silûkek heye ez bi xwe jî
beşdarî wê bûme, hinek xwendina quranê ye, toba li ber destê
şêxekî ye(şêxê min Xeznewî bû) û çavgirtinên piştî
nimêja mexribê û zikrê Xwedê ye. Lê ne bi giraniya silûka
mezin e ku ne her kes dikare bike.
Pirs:
35. Em dê carcaran Xanî û Cizîrî bi
hev re bipirsin. Xanî bi siyasetê xwurt û kûr daketiye. Tiştekî
ku ji bo pêdaketina Cizîrî bi siyasetê, em bêjin, dewlet,
rêveberî, desthelatdarî û Hwd.bibe pêjnek, tê hiskirin?
Bersîv:
Eger jêderê me dîwana wî be, em tu pêjneke
diyar nabînin. Lê em tê digihin ku Cizîrî ne dûrî
desthilatdariya kurdî bû. Ne dûrî mîr bû. Û wa diyar e ku
qedrekî wî yê bilind jî hebû. Lê wî qet di helbestên xwe de
derdekî millet ne aniye zimên. Dibe ku di jiyana xwe de mijûlîya
wî bi siyasetê re hebûye. Lê di wêjeya wî de tu şop nîne.
Pirs:
36. Cîzîrînas dibêjin ku Mela li du
yan jî sê cîhan behsa navê Kurdistan bi kar aniye. Duaya Cizîrî
navdar e ku dixwaze ne bi tenê Cizîr belê Tebrîz û gelek cîhên
din jî têkevin bin destên Mîr. Vê Fikrê jî mîna gelek fikrên
din mîna ku Xanî ji Cizîrî girtibe û ew li gora zeman û qonaxê
derxistibe asta hewcedariya bi yekîtî û tifaqê. Li vir jî bêhn
û pêjneke neteweyî, em neteweyî nebêjin jî, etnîsîteyî tune
gelo? Ev ne hestekî zelal û vekiriye ji bo niştîmaperweriy?
Dixwaze Mîrê Kurdistan bibe şahê çar iklîman. Gelo Xanî gotina
“Rom û Ereb û Ecem bi temamî…..hemyan ji me re dikir
xulamî“hêza xwe ne ji vir girtibe, ne berê vî tovî be ku
Cizîrî avêtiye erda welatparêziyê?
Bersîv:
36. Cizîrî Kurd bû. Ne tenê bi etnîka xwe Kurd
bû, lê ew bi fikra xwe û zimanê xwe jî Kurd bû. Tenê
nivîsnadina bi kurdî nîşana kurdayetiyê ye. Yanî tercîha wî
ji bo nivîsandinê zimanê wî yê kurdî bû. Wî bi rengekî zelal
jî gotiye: Werin helbestên min bixwînin û hacet we bi Şîrazî
nîne. Bi maneyeke din: werin bi kurdî bixwînin û dev ji farisî
berdin.
Helbet rola wî di
vêxistin û geşkirina fikra netewî û kurdayetiyê de li ba Xanî
mezin e. Wî rê dûz kir, derî li piştê vekir û bawerî bi
zimanê kurdî çêkir. Kurdayetî ne tenê slogan û helwesteke xuya
ye. Ew berî her tiştî avakirina mejiyekî tevayî û giştî ye ji
bo civakê tevî. Cizîrî jî binika mejiyekî ku bi kurdî difikire
danî. Ew gelekî bi eşq jî navê Kurdistanê tîne ziman. Wî çar
caran navê Kurdistanê aniye:
Di cara yekem de dibêje:
Tenha ne Kurdistan
didin, Şîraz û Yeng û Wan didin
Her yek li ser çehvan didin, ji Espehan têtin
xerac
Di cara duyem de dibêje:
Ney tenê Tebrêz û
Kurdistan li ber hukmê te bî
Sed wekî Şahê Xurasanê di ferwarê te bî
Di cara sêyem de dibêje:
Bi tebilexaneê
şahî were text
Ku tu îro şehê Kurdistan î
Di cara çarem de jî
dibêje:
Gulê Baxê Îremê
Buhtan im
Şebçiraxê şebê Kurdistan im
Pirs:
37. Di nav helbestên Cizîrî de du
helbest hene ku ji wan re “mukaleme” tê gotin, yanî bi hev re
qisekirin, hevpeyvîn. Carekê bi Mîr Îmadedîn re û carekê jî
bi Feqiyê Teyran re qise kiriye. Bi Ingilîzî dibêjin
korespondens. Ev ne destpêka pexşanê be?
Bersîv:
37. Na. Tu têkiliya wan herdu mukalemeyan bi
pexşanê re nîne. Ew şêweyekî ji helbestê ye û li ser bingeha
wezn û qafiye û sistema şiirî ava bûye. Piştî wê bi sed salî
pexşanê nû dest pê kir, pexşan li ser destê Mele Mehmûdê
Bayezîdî hate meydanê.
Pirs:
38. Em hinekî li ser cîhê Cizîrî
bisekinin. Cizîra kevn û kesk. Cizîra Botan kevnebajarekî
Kurdistanê ye, paytextekî siyasî ye. Li dora 400-500 salan navenda
rewşenbîrî û alimiya Kurdistan e. Medresên navdar li vir in.
Şagirtên jîr û bikêrhatî berê xwe didan vir û alimên navdar
pirr tiştan qerzdarê Cizîra Botan in. Ev xweserî û taybetmendiya
Cizîrê di aliyê dîrokî de çawa çêbû gelo?
Bersîv:
38. Cizîra Botan di tarîxa erebî de jî navdar e.
Li wir dîrokzanê herî navdar Ibnul Esîr ElCezerî yê ku di çaxê
Selaheddînê Eyyûbî de bû hatiye dinê. Li wir medreseyên dînî
hebûn. Mîrnuşîniyeke serbixwe hebû. Loma jî bazara zanînê di
rewacê de bû. Piştî şerê Çaldêranê êdî Kurdistana Bakur
hinek aramî dît û mecal ji danîna bingehên wêjeyê re vebû.
Belgeyên dîrokî jî diyar dikin ku mîrên Cizîrê kesin edebdost
bûn û guh didan wêjevan û şairan. Ji xwe em hemû dizanin ku
neslê mîrên azîzan zarok û neviyên Bedirxan paşayê mezin çi
ji bo ziman û wêje û tarîxa Kurdan pêşkêş kirine. Helbet ev
yek ji tradisoynên malbata mîrên Cizîrê bû ku her û her
piştgirên edeb û wêjeyê bûn û di baregahên wan de şair û
edîb bi qedr û nirxdar bûn. Zaravayê Botan jî bi gumana min
roleke xwe ya erênî lîst. Ew zaravayekî serketî bû û hezkirî
xuya dikir. Zaravayekî medenî bû jî. Tesîra xwe li derdorê kir
û êdî ew cih bû qibleya xwendevan û feqeyan.
Pirs:
39. Em bi çend gotinan jî şairên
hevdemên Cizîrî ne, binav bikin. Evdirehman Mizûrî du navan
dide; yek Feqiyê Teyran, duhem jî Şemsedînê Exlatî, kesekî din
heye, têkiliyên Cizîrî bi hemdemên xwe re?
Bersîv:
39. Tiştê ku birêz Mizûrî dibêje rast in.
Nikarim tu agahiyên nû lê zêde bikim. Dikarim bibêjim ku di
navbera Feqî û Mela de têkilî hebû û hevdu dîtibûn. Lê Qutbê
Exlatî û Cizîrî! Nizanim. Tu agahî nîn in ku wan hevdu dîtiye.
Lê ez bawer im ku wan dê helbestên hev dîtibin û xwendibin.
Şebekeya meletî û ilm û feqetiyê li Kurdistanê dişibihî ya
internetê ya hemdem. Haya wan ji hev hebû. Hîn jî wisa ye.
Melayekî li Qersê yekî li Nisêbînê jî nas dike. Bavê min
gelek Melayên Serxetî(ji Kurdistana bakur) nas dikirin û dostên
wî bûn, heta melayên Serhedî jî nas dikirin!
Pirs:
40. Rewşa helbestê di serdema Cizîrî
de. Mizûrî bi van gotinan dîtinên xwe dibêje: “Di vê serdemê
de helbesta kurdî li ser destê Cizîrî germ û gurr e. Vê sedsalê
li ser destê M. Cizîrî hêzeke nû, vejîneke nû daye helbesta
kurdî” dibêje.
Bersîv:
40. Rast e. Helbesta kurdî ya ku Cizîrî nûnerê
wê ye, helbesteke mukemmel e, bêqisur e. Û gihaya dawiya xwe. Lê
ev pirsekê li ba mirov diafirîne: Gelo kanîn û kî ne yên berî
wî! Ma hema wilo Cizîrî ji nişkê ve hilpekiya yan kesin berî wî
hebûn û rê li ber wî û nifşên hevçaxê wî vekirin? J i ku ne
ew gelo? Çima dîwanên wan winda bûn! Dema mirov bala xwe dide
helbesta Cizîrî qenc tê digihîje ku ew li ser bingehekî xurt û
piştî tecrubeyeke kûr û dûr û dirêj û sîqalkirineke mezin ji
zimanê nivîsnadinê re peyda bûye. Ango Cizîrî û hevçaxên xwe
ne kesên ewil bûn ku dest avêtine helbestê. Helbet beriya wan
hene. Lê em bêagahî ne, ji vî alî de.
Pirs:
41. Li gora Ferhad Şakelî li ba Kurdan
hinek qalib çêbûne ku çi dema gotin tê ser xwendin û tehsîla
navdarekî Kurd, gotineke ku pirr dubare dibe û ewqas jî ne ilmî
ye, berçav dibe. Ew jî ew e ku “dersên ewil li ba bavê xwe
xwendine”. Ev çima wuha ye, ji ber çi ev hesangirî?
Bersîv:
41. Min jî dersên ewil li ba rehmetiyê bavê xwe
xwendine. Serf û rêzimana erebî, Quran û Hedîs û Mentiq û
Fiqih hemû min li ber destê bavê xwe yê mele xwendiye. Mesela ku
dibêjin Xanî yan Melayê Cizîrî dersên ewil li ba bavê xwe
xwendine, eger bê belge û delîl be jî, tiştekî mentiqî ye. Ne
dûrî rastiyê ye, ji ber ku meletî hema hema bêje li Kurdistanê
wiraset e, yanî kur ji bav wedigire. Bavê mele kurên wî jî mele
ne. Bi taybetî kesên meşhûr ku medrese ava dikirin û suxteyên
wan bi sedan bûn. Îcar berî her kesî zarokên xwe bi xwendin
dikirin, mînaka me ya berbiçav jî malbata Birîvkanî li başûr û
malbata Axtepî li bakur in. Kalkê min ê mele şeş heb kurên wî
mele bûn, tenê yek ji meletiyê(filitî)!
Pirs:
42. Felsefeya Wehdetulwucûd di
helbestên Cizîrî de. Çi ye ev felsefe, çend nimûne ji
otorîteyên wê?
Bersîv:
42. wehdetulwucûd peyveke erebî ye, wergera wê:
Yekbûna hebûnê ye. Yanî hebûn yek e û ev piraniya ku em dibînin
yanî piraniya mexlûqat û afrîdeyan piraniyeke bi hijmarê ye, lê
di rastiyê de tenê Xwedê heye! Ji ber vê yekê kesên bi vê
felsefeyê bawer in, dibêjin ku Xwedê di her kainat û afrîdeyên
xwe de diyar e. Madem ku wilo ye mirov dikare perestiya Xwedê bi çi
awayî be bike. Mesele misilman berê xwe didin qibleyê ku Kabeya
pîroz li wir e, lê madem Xwedê li her derê ye û di her afrîdeyî
de ye, ew dikarin berê xwe bidin kilîseyê û dêrê û heta laleşê
jî. Dikarin berê xwe bidin rûyê mirovekî jî û perestiyê
bikin. Gotineke wan heye, dibêjin dema ku Xwedê di zatê xwe de
ramiya û bi ser xwe de ponijî, ev hebûna em dibînin çêbû.
Felsefeyeke dûr û dirêj û kûr e û gelek parêzerên şerîeta
Îslamî ev felsefe mîna kufr û derketina ji dîn hesibandine. Ibn
Erebî imamê vê felsefeyê bû û di rojavayiyan de li ba Spînoza
diyare ku ew di bin bandora wê felsefeyê de bû. Li ba Cizîrî jî
di hin helbestên wî de xuya ye ku ew bi vê wehdetulwiucûd bawer
e, mesela di vê helbestê de:
Tûr im bi dil û
peyrewê Mûsa yim ez
Ateşperest û nûrê tecella yim ez
Barî ji “we
ellem" ku xeberdarî kirin
Îro tu bizan Ademê esma yim ez
Herfên reqemê
lewhê wucûda me bixwîn
Da qenc-i bibînî ku çi îmla yim ez!
Zahir tu perîşaniyê
halê mi nebîn
Mecmû`ê di zatê xwe û tuxra yim ez
Alem çiye? i'rabû
hurûf û kelîmat in
Ew nuqte di nefsa xwe û me`na yim ez
Sed Nîl û Ferat
tên û derin, qelbê me
Pê nahisihin qulzem û derya yim ez
Tu j`nusxeyê
tewhîd mexûn ayetê nefyê
Bê aletê îsbatê ku îlla yim ez
Di vir de Cizîrî sedî
sed sofiyekî bi wehdetulwucûd bawer e, yanî ew him Adem e ku bavê
mirovatiyê ye, him jî Mûsa ye ku di gel Xwedê axiviye, him jî bi
xwe ew çiyayê Tûr e ku Mûsa li wir çav bi Xwedê û nûra wî
ketiye. Ew dibêje ku dunya herf û peyv û gotin bin, ez bi xwe
wateya wan im. Û bi rengî gelek mînakên din jî hene mirov dikare
bi bêhnferehî li wan vegere û bişopîne.
Pirs:
43. Em dê carcaran li pirsa “evînê
jî vegerin”. Evdirehman Durre ku yek ji kesên xwedî gotine li
ser kilasîkên Kurdî, girêdayê “evînê” piştî bi xwe
dipirse evîn çi ye?” Bersiva pirsa xwe jî wuha dide: “Evîn ew
e ku meriv ji tiştekî hez bike, hemû tiştên xwe bide wî tiştî.
Doza meriv, bahweriya meriv, dîn û îmanê xwe û heta ruh û
bedena xwe jê re feda bike”. Ev jî hinekî nîqaşê, lêhûrbûn
û lêkolînê naxwaze?
Bersîv:
43. Evîn bi xwe li ba mutesewufan merheleyek mezin
e ji silûka tesewwufê. Beriya wê dibêjin Keşf heye, Muşahede
yanî dîtin heye, Zewq(çêjkirin û tehmandin) heye û paşê evîn
tê. Evîna sofiyan jî evîneke wijdanî ye ku armanca wê ne
gihiştineke hissî û fîzîkî ya bi yarê re ye. Em di Mem û Zînê
de jî dibînin bê çawa evîna Memo ji Zînê re rûyê xwe û rêya
xwe diguhere, dema Memo di zindanê de dibe sofî. Ew êdî nema
dixwaze dest bide rûyê Zînê, naxwaze zulfên wê bîn bike.
Armanca wî êdî bi gelekî mezintir e, ji dîtin û gihiştina
yarekê. Ew êdî ber bi Xwedê ve hildikişe. Evîna mecazî jî
heye, ew evîna ku em hemû wê nas dikin û tê re derbas bûne jî.
Hezkirina keçekê ye. Yan xortekî. Û kişandina êş û azariyên
wê û hestbûna bi xweşiyên wê jî. Leqeba Mensûrê Hellac ev e:
Şehîdê işqa ilahî yanî: Kuştiyê evîna Xwedayî. Ev yek
giraniya evîna tesewwufî dide xuyakirin. Rabia Edewî ku yek ji
mezintirîn mutesewwufên jin e, di tarîxa Îslamê de dibêje, ji
Xwedê re:
„Ez li gor du cûre
evînan ji te hez dikim, evîna weke ya xelkê û evînekê ku tu
hêjayî wê yî. Evîna weke ya xelkê ew e ku tenê tu di bala min
de yî û evîna ku tu hêjayî wê yî, ew e ku tu perdeyan ji ber
xwe rakî da ku te bibînim.“
Hellac dibêje: Evîn
sifetek ji sifetên Xwedê ye. Her weha mutesewwuf hemî dibêjin ku
têkiliya di navbera Xwedê û evdê wî de evîn e! Cizîrî di
helbesteke xwe de spasiya Xwedê dike ku wî tenê evîn kiriye para
Cizîrî, ne malê dunyayê:
Minnet ji Xwedayê
ku bi ebdê xwe Melayê
Iksîrê xemê işqê, ne dînar û direm da!
Ibn Erebî dibêje:
Evîn dîn û îmana min
e!
Pirs:
44- Çend tesbît ji Evdirehman Dure: “Ol li
ba Cizîrî exlaq e. Dîwana Cizîrî gerdeneke manewî û neteweyî
ya edebî ye ji bo Kurdan”.
Bersîv:
44. Mesela olê li ba mutesewwufan hinekî cihê
gumanê ye. Ew zêde zelal nakin ku olan qebûl nakin. Lê ji gotinên
wan tê bêhnkirin ku zêde baweriya wan bi olekê nayê. Olekê li
ser ya din nabînin. Loma jî dualiya Şerîet û heqîqetê li ba
wana heye. Mutesewwuf dibêjin Şerîet heye, ew jî dîn û
baweriyên bi Xwedê û kitêb û pêximberên Xwedê ye. Û Heqîqet
heye, ew jî rêya tesewwufê ye ku her kes nikare bide ser. Di
navbera herduyan de jî Terîqet heye. Sofî dibêjin: şerîet weke
gemiyê ye, terîqet jî behr e û heqîqet jî gewherên binê behrê
ne.
Li ba wan yek dikare bê
gemî jî xwe berde binê behrê û gewheran derîne. Cizîrî jî
dibêje:
Sergeşte me ji
dêrê, naçim kenişteê qet
Mihrabe wê bi min ra, wer da biçîne Laleş
her weha ew dibêje:
Hin ji nik dêrê
ve tên qesda kiniştê hin dikin
Ney ji van im ney ji wan im, min derê
xemmar-i bes
Li vir Cizîrî guh nade
Ol û dîn. Li ba wî meyxane ji dêr û kiniştê pêwisttir e (di
rêyeke bi dizî re ji mizgeftê jî), helbet meyxane sembola
tesewwufê û rêya wê ye. Yanî heqîqet e û dêr û kinişte jî
temsîla şerîetê dikin.
Pirs:
45. Hûnandina edebî xwurt e, berz e,
li pêş e. Ev jî dîtina serdest e ji bo berhemên Cizîrî. Em vê
hinekî vekin, ji hev veçirin, hinekî li ser kûr bibin, bi hinek
nimûneyan biserûbertir, îknakiranetir bikin. Hûnandina xwurt,
berzayî û lipêşbûn, yanî çi?
Bersîv:
45. Eger em peyvên erebî û farisî bidin aliyekî,
yanî hebûna wan nekin kêmasiyeke mezin. Dê bibînin ku helbesta
Kurdî wek cûreyek ji cûreyên wêjeyê li ser destê Cizîrî
gihaye kemalê. Ew êdî li ser bingehekî xurt rawestiyaye. Bûye
wêjeyeke bixwe bawer, bihêz û çêjdar û têrwate. Ji ber vê
yekê jî Cizîrî mîna helbestvanekî, ji zimanê xwe yê Kurdî
gelekî razî ye û bi hunera xwe gelekî bawer e. Êdî xwebînekî
mezin e û asta xwe ne kêmî ya mezinên cîranan dibîne. Qet xwe
kêmî Hafizê Şîrazî nabîne, bi wateyeke din zimanê Kurdî kêmî
zimanê farisî nabîne. Heta cesaret dike ku bibêje: Gotinên min,
helbestên min mîna sihrê ne, mûcîze ne. Çawa Quran mûcizeya
zimanê erebî ye, wisa jî helbestên min mûcizeya zimanê Kurdî
ne.
De ka em li wî bi xwe
guhdarî bikin bê ew çi dibêje:
Şi'ra te Mela
sihrê şekerrêz e bi mû`cîz
Zanim ji lebê le`lê, te ev lefz û eda girt
Yanî ey mela helbesta te
sihrmendiyeke ku şekir jê dirije, ew mûcizeyeke. Ev sihr jî ji
wan lêvên sor hatiye wergirtin.
Di helbesteke din de jî
dibêje:
Husna edaya te Mela
her kê dî
Sehhe lehû enneke eynul fisah
Yanî: Her kesê ku
ciwaniya helbestên te guhdarî kiribe, bawerî aniye ku tu serdarê
rewanbêjan î.
Her weha di deverek din
de dibêje:
Di î`caza beyanê
da suxen ger bête însafê
Dizanit muxteser herkes, Melê sihre îbaret
kir.
Yanî eger bi insaf were
gotin, bi kurtî her kes dizane ku Mela di warê rewanbêjî û
helbestê de û bi wan gotinên xwe sihirbazeke!
Em mînakeke din jî
bînin:
Çi fesahet bi
melahet, weh di dêrî tu Mela,
Ev edaya te di şi`rê weh şirîn û bi nemek
Yanî wey Mela çendî
ciwan û xweşik û lihevhatî ne helbestên te!
Şiirbêjiya te jî
çiqasî şêrîn û bi tam e!
Ew vê jî dibêje:
Di iqlîmê suxen
mîr im, di şiirê da cîhangîr im
Bêguman xurtiya Melê
ne tenê ji peyv û gotinên wî tê. Her weha ji fikr û bîr û
bawerî û ramanên wî jî tê, ji mûzîka helbestên wî jî tê.
Li ba min Melayê Cizîrî bi çend qonaxan Hafizê Şîrazî jî
derbas kiriye. Mûzîka Hafiz nagihê ya Melê. Bi rastî li ba Melê
sihreke nepenî heye, û sihra mûzîkê ya diyar û eşkere jî
heye. Ev jî girêdayî zewqa mirov e, ku yek karibe zewqê ji şiira
Melê bistîne, bêguman li ber bihîstina helbestên wî serxweş
dibe.
Ez di kitêbeke
helbestvanê Alman yê navdar Goethe de ku navê wê
(West-östlicher Divan) e,
li navê Nîşanî rast hatim. Goethe bi gelek pesindarî behsa
wî şairî dike û di helbesta xwe ya bi navê Xwendinname de
dibêje:
Ecêbtirtîn pirtûk
pirtûka evînê bû ku min bi baldarî xwend
Hinek rûpel li ser xweşî û kêfa evîndaran
in
Û gelek rûpel li ser jan û kula evînê ne
Beşê dûriyê para mezin biriye
Hevdîtina evîndaran beşê herî biçûk e
Ey Nîşanî, dawî te karibû rêya rast nîşan
bida
Min wê demê pirtûka xwe ya yekem di lêkolînê de amade
dikir(Şiir we Şueraa), lê min newêrîbû bigota ku Goethe behsa
Cizîrî yê me dike. Niha gelek dibêjin ku mebesta Goethe ji Nîşanî
Cizîrî yê Kurd bi xwe ye. Ji xwe em dizanin yek ji
texellusên(leqebên şiirî) yên Melayê Cizîrî, Nîşanî ye jî.
Lê heta niha em nikarin bibêjin ku sedî sed Nîşanîyê ku şairê
Alman behsa wî dike, Cizîrî yê me ye.
Min ev mînak anî li ser xurtiya Cizîrî, eger ew iddia rast be,
dide xuyakirin ku nav û dengê Cizîrî sînorên Kurdistanê jî
derbas kiribû.
Pirs
46. Jiyan û serpêhatiya Dîwana Melayê
Cizîrî jî bi serê xwe hêjayê lêkolînekê ye. Ev dîwan çawa
gihişte serdema me. Ji bo vê em qerzdarê kê û ne kê ne? Li vir
pişk û rola Kurd û ne Kurdan çi ye û di vê navê de kurt be jî
em di çend gotinan de li ser wergerên Dîwanê dîtinên we bigrin.
Bersîv:
46. Erê rast e. Divê em kêfxweş û serbilind bin
ku dîwaneke bi vê tam û çêjê gihaye berdestê me. Divê
wêjehezên din jî wekî me Kurdan kêfxweş bin ku berhemek bi vî
rengî ji windabûnê filitî û bû para mirovayetiyê hemûyî. Li
vir divê em spasdarê sîstema feqetiyê bin li Kurdistanê. Divê
em spasdarê meleyan bin ku ew bûn pasvanên wêje û kultura me û
ji windabûnê û qirkirin û şewatê parastin. Bi rastî ne ew bûna
niha emê ji hêla wêjeyê ve gelekî xizan bûna.
Ji Kurdan wek tê zanîn,
Mela Yehyayê Mizûrî(1772-1836) helbesteke Cizîrî bi farisî
wergerandibû û şirove kiribû, her weha dibêjin ku Mele Xelîlê
Sêrtî jî xwestibû dîwanê şirove bike lê ew mîna barekî zêde
giran dîtibû. Mîrê Amîdiyê Mihemed Teyyar Paşa jî nusxeyeke
destxet li ba wî hebû ku sala 1815 hatibû nivîsîn. Li ba kalkê
min Şêx Salih jî nusxeyeke kevn hebû, li Qahire çap bûbû. Ji
kesên di destpêka sedsala bîstan de xwedîtî li dîwanê kirine,
Mele Eliyê Findikî ye(1892-1967) ku wî hin şirove li ser dîwanê
danîne. Hejarê nemir, Mele Ehmedê Zivingî, û Mele Ebdusselamê
Cizîrî jî ev berhema Hêja şirove kirine. Tê gotin ku destxeteke
seydayê Cegerxwîn jî heye tê de dîwan şirove kiriye, Celaleddîn
Yoyler jî beşdarê van xebatên hêja ye, Ebdurrehman Durre jî.
Her weha ji biyaniyan û rojavayiyan navê Martin Hartmann(1851-1918)
di serî de ye. Wî dîwana Cizîrî li Berlînê sala 1904 an çap
kir. Bi navê: Der Kurdische Diwan des Sheich Ahmed von Geziret
Ibn 'Omar genannt Mala'i Giziri.
(dîwana Kurdî ya şex
Ehmedê ji Cizîra Ibn Umer-Cizîra Botan- ku bi navê Melayê Cizîrî
meşhûr e).
Ji kesên ku li ser
Cizîrî û dîwana wî xebitîne, Sadiq Behadîn Amîdî, Ferhad
Şakelî, Melê Kurd, Xalid Mihemmed, her weha Jan Dost jî di kitêba
xwe ya ewwil de (Şiir we Şueraa= bijarteyên ji helbesta Kurdî ya
kevn û nû) ku sala 1991 an li Şamê çap bûye, beşekî taybet li
ser Melayê Cizîrî û helbestvanyia wî veqetandibû. Di wê
pirtûkê de çend helbestên wî jî wergerandibûn zimanê erebî.
Her weha Mihemed Tewfîq El Husênî jî helbestên Cizîrî bi
helbestî wergerandibûn zimanê erebî. Dibe ku hinek nav hebin min
ji bîr kiribin, tu dikarî alîkariya min bikî.
Pirs:
47. Pesnê helbestên Cizîrî, hûnandin
û tevna wan û bi taybetî muzîka di wan de tê zanîn. Belê hin
kesên ku helbestên Cizîrî rexne kirine jî hene. Mînak Zivingî
ji ber ku sist in hinek helbestên Melayê Cizîrî rexne kirine. Çi
ye ev sistiya ku Zivingî behs dike, di kîjan helbestan de ye û ev
aliyê ku wek sistî binav dike çi ye?
Bersîv:
47. Erê. Zivingî jî û Hejar jî nivîsîbûn ku
sistî di hin Helbestan de heye. Lê ya rast wan hin helbestên ku di
baweriya wan de sist in, ji nav helbestên Cizîrî nehijmartibûn.
Emê niha mînakekê bînin. Helbesta ku Cizîrî di serê wê de
dibêje:
Xelqo li min kin
şîretê
Ew dilbera zerrînkemer
Min dî ji halê
xefletê
Hat der ji burcê wek qemer
Cihê gumanê ye li ba
Zivingî û ew dibêje ku dibe hinan ev helbest li dîwanê zêde
kiribe. Helbesteke din jî wisa heye ku Zivingî dibêje ew ne ya
Cizîrî ye, ji ber ku zimanê wê û ristin û hûnandin naşibihe
ya Cizîrî!!!. Li ba Hejar jî wek me got, hin guman hene. Lê di
baweriya min de ew helbestên Cizîrî bi xwe ne. Dibe ku hinekî
qels bin yan jî ne di mertebeya helbstên wi yên din de bin lê li
ba her helbestvanî wisa ye, hin berhem xurt in hin jî qels in.
Pirs:
48. çîroka çapa Zivingî û Mela
Ebdusselam jî heye, hin dibêjin ku Zivingî dest daniye ser
şiroveya Mela Ebdusselam û ew piştî mirina wî bi navê xwe
derxistiye, rastiya vê çiye gelo?
Bersîv:
48. Erê. Tiştekî wisa mixabin heye. Mele Ehmedê
Zivingî bi şiroveya xwe ya erebî li ser dîwana Cizîrî ku navê
wê kiribû El `qed El Cewherî Fî şerh dîwan Elcezerî û sala
1959 an li Qamişloyê çap kir, navekî heta hetayê di wêjeyê de
ji bo xwe hişt. Lê gelek guman hene ku wî dest danîbû ser
şiroveya mamosteyê xwe mela Ebdusselamê Cizîrî û piştî mirina
wî, şiroveyeke mîna ya wî nivîsî û bi navê xwe derxist. Di
pêşgotina şiroveya xwe de tenê dibêje min hin alîkarî ji Mele
Ebdusselam wergirtiye û bi tu awayî nabêje ku wî jî şiroveyek
nivîsî bû. Di nerîna min de mele Ehmedê Zivingî karekî nebaş
kir, keda mamosteyê xwe xwest winda bike. Yanî ne xem bû ku bigota
şiroveya mamosteyê min jî heye. Bi hezaran tefsîrên corbecor yên
quranê hene, bi sedan kitêb di şirovekirina berhemên mezin de
hene, her yek ji aliyê xwe de şirove dike û cîhana wêjeyê fereh
e, cihê her kesî lê heye. Ez bi xwe Mele Ehmedê Zivingî tawanbar
dikim û ew sûcdar e, di veşartina kitêba mele Ebdusselam de. Lê
dîsa jî ew berhem derket û ronahiya çapê dît. Sala 2004an ji
weşanxaneya Spîrêzê li Duhokê derket.
Pirs:
49. Me behsa Dîwanê kir sala temambûna
wê çend e, fikrek we heye li ser vê salê?
Bersîv:
49. Ezê ji bo bersiva vê pirsa we, xwe bisipêrim
dîwarê xurt yê lêkolîna hêja Tehsîn Brahîm Doskî ku di
pêşgotina şiroveya Dîwana Cizîrî de ye, ew şiroveya ku seyda
Mela Ebdusselamê Cizîrî beriya Zivingî nivîsî bû û nikaribû
çap bike û me di bersiva buhurî de hinekî qala wê kiribû. Doskî
dibêje ku Melayê Cizîrî tarîxa bidawîkirina nivîsnadina dîwanê
xistiye helbesta xwe ya herî dawî di dîwanê de. Di rubaiyekê de
Cizîrî dibêje:
Demekê da
biseyirin sedsalan
Lew Elif tên me di herfên falan
Ku li şiklê
reqemê sersalan
Tu murada me ji er`er balan.
Hêja Doskî berdewam
dike û dibêje ku eger em li gor hesabê Ebcedê herin(hesabê
Ebcedê ew hesabê ku tarîx pê ji helbestan û tîpên wan
derdixstin. Şêwehesabdariyeke kevne. J. Dost) ji vê rubaiyê diyar
dibe ku Cizîrî dîwana xwe di 29 ê meha tîrmehê sala 1631 ê
zayînî de bi dawî aniye. Wê demê temenê wî şêst û şeş sal
bû. Ez bi xwe nikarim tiştekî lê zêde bikim.
Pirs:
50. Mesela zewaca Mele jî di nav xalên
meraqê de ye. Ew jî û Xanî jî tê gotin ku nezewicîne.
Ev balkêş e. Du mezinên me herdû jî nezewicîne, çi ye sir û
kerameta di vê de?
Bersîv:
50. Nezewicandina herdu şairên me yên mezin bi
rastî jî cihê matmayinê ye. Him wek rastî him jî wek iddia!
Yanî eger rast ew nezewicîbin, çima? Û eger ne rast be jî, ka
çima ev nav bi dû wan ketiye! Ev yek bi hacetî lêkolîneke
berfirehe e û heta em tesbît bikin em bi hacetî dokumentan in.
Lêkolîn vê dibêje, bi lav û xwezî û xeyalê tiştek di
lêlolînan de naçe serî.
Pirs:
52. Di bernameyên televizyon û medya
Kurdî de behsa helbesteke şînê dibe ku Feqiyê Teyran ji bo
Melayê Cizîrî nivîsandiye. Hayê te ji vê helbestê heye?
Bersîv:
52. Erê. Hayê min jê heye û min ew helbest
xwendiye ku di serê we de dibêje:
Îro werin lêzim
werin
Cran û xelkê hêşetê.
Hinek dibêjin ku ew
helbest şîna hevalê wî Cizîrî ye. Eger ev rast be tê wê
maneyê ku Cizîrî sala 1640 î miriye.
Pirs:
53. Kesên dîwana Cizîrî şîrove
kirine ne kêm in. Di nav wan de Hejar û Seydayê Mele Ehmedê
Zivîngî jî hene. Yeke sêhem jî ya birêz Celalettin Yoyler e. Di
nav van şîrovegeran de hun kê dipesinînin. ?
Bersîv:
53. Divê em şiroveya mela Ebdusselamê Cizîrî jî
ji bîr nekin. Şiroveya Hejar bi kurmanciya başûr e û karekî
mukemmel e, wek hemû karên Hejar. Gelekî bi hostetî şirove
kiriye. Sûd ji şiroveyên beriya xwe girtiye. Bêtir ji Zivingî.
Ya birêz Celalettin Yoyler jî bi kurmanciya jorîn û bi alfabeya
latînî ye. Ya zivingî şiroveya bi zimanê erebî ye wek ya Mela
Ebdusselam. Her yek ji van ya din temam dike. Lê wek min got, ya
Hejar baştir e, ji ber ku ew ji wan kesên din ku dîwan şirove
kirine, bêtir farisî dizane û wek em dizanin dîwan tijî peyvên
farisî ye. Bi dîtina min şiroveya Cizîrî li cem van birêzan
naqede û bi dawî nabe. Cizîrî behreke mezin e û bi sedan kes
noqî binî bibin jî, hêj durr û gewher yên nenas û bi hacetî
naskirinê ne, dê di binî de bimînin.
V
Hevpeyvîna
bi Seîd Dêreşî re
Ney tinê Tebrêz û
Kurdistan li ber hukmê te bin
Sed wekî Şahê Xurrasanê di ferwarê te bin
Pirs:
1. Li gora hinek idîa, hinek dîtin û
nirxandinan, ji % 70- 80 ê şair û nivîskarên Kurd di bin bandêra
Melayê Cizîrî de mane. Ev çendî rast e, nisbeta wê çend e? Ku
wuha be çine faktor û kerametên li pey vê angaştê? Ev hêz,
hêza ewqas sedsal e, kêr û têhna xwe diparêze, cîhana nivîskar
û helbestvanên me rapêçaye, kiriye bendewar û dilovanê xwe ji
ku tê, ji ku av vedixwe?
Bersîv:
1. Belê rast e, Melayê Cizîrî bi rengekê
berfireh banmdora xo li ser toreyê Kurdî kirîye. Bi bawerîya min
piraniya şairêt Kurd di nav pirêza wî û zevya wî da şîn bûyne
û werar kirîne, ew şairê Kurd yê ku Cizîrî di mejyê xoda ne
vekîyandibît, ne şiyaye bibîte şairekê navdar, ez dikarim vî
tiştî bo berebabêtên wî jî bêjim, şairêt niho jî ger Melayê
Cizîrî baş nexwînin, neşên bibine şairêt serkeftî.
Lê divêt em wê jî
jibîr nekeyn, ku hersê helbestvanêt mezin, yêt ku bingehê
torevanya Kurdî danay, Elî Herîrî, Feqîyê Teyran û Melayê
Cizîrî, ev hersêye bûyne seqayê îlhama gelek şairêt Kurda. Lê
em dikarîn Melayê Cizîrî danîne loka êkê û Feqîyê Teyran
loka duyê ku helbestvanêt Kurda bo xo kirîne bingeh û li ser
dewsa wan çûyne.
Pirs:
2. Her kes kêm ya zêde, bi ferq û
cihêyî be jî ber û berhemê şert û mercên welat, kultur, dîrok
û serdem û qonaxa xwe ye. Heger mirov ji vê awurê, ji pencereyeke
wuha sosyodîrokî, xwe bi nav salên dema Cizîrî li jiyanê ye
berde, hinekî noqî nav sedsala wî bibe, gelo wê encam çi bin?
Bersîv:
2. Eger me bivêt xo berdeyne di nav salêt ku
Melayê Cizîrî têda jîyay û verêja wan salan diyarkeyn, pêdvîye
pîçekê bi dirêjî li ser rawestîn û lê vekolîn:
Toreyê nivîskî yê
Kurdî ji sala 1550 za. û hêve dest pêkiriye, dibît berî vê
mêjûyê jî titê nivîsî hebît, lê heta niho negehiştîye
destê me. Ji ber vê çendê jî em dê Feqîyê Teyran û Melayê
Cizîrî û Elî Herîrî danîn kesêt êkê ku berê binyatê
toreyê Kurdî danay. Çerxê zêrîn yê toreyê Kurdî destpêkir,
bi hêz û şîyaneka hind mezin hate di meydanêda heta bi êk pal
gehiştiye loka toreyê dunyayê yê wî çaxî, mîna yê Erebî û
Farisî û Turkî. Melayê Cizîrî di hinêrbendîya helbestêda
hevrrikî digel helbestvanêt berî xo yêt faris, mîna Hafiz û
Se'dî Şîrazî kir. Feqîyê Teyran jî cara êkê Beyta Kurdî ya
devkî êxiste di qalibê beyta (dastan, melheme) dinyayê da, evan
herdu filîvanan (mubdi') rewşeka nwî da ezmanê Kurdî û felsefa
wî. Êdî vî rwîbarî roj bo rojê li boşiyê da û pêl vedan,
heta êkê mîna Ehmedê Xanî çêkirî û bûye hostayekê bê
bevil di danana berê binyatê hizra neteweyîda. Vê werçepê bi
dehan helbestvanêt mezin çêkirin û şopa wê bi ser tevaya
Kurdistanê da girt, ezmanê van helbestanan bo standartê Kurdî,
hemî zarêt Kurdî bi ezmanê wan nivîsî, lewrra jî heta
dwîmahîya çerxê nûzdê jî, çi zarêt dî yêt Kurdî
serhelnedabû.
Weku ez dinêrme dîroka
Kurda, bigre ji despêka hatina bisurmanetîyê û heta digehîte
sala 1514za., gelek cih, bajêr, deverêt mezin û dewlet ketîne
destê malbatêt Kurda û wan hikum lê kirîye, lê pitirîya wan
dewlet û desthelatan, gelêt dî jî, wekî Turk, Faris û Ereba
pişikdarî têda kirîye û ezmanê wan gelan di wan desthelatada
hatîye xebitandin, mînaka ji hemya pêşçavtir dewleta Eyûbîya
bi serokatîya Selaheddînê Eyûbî bû (1137-1193za.)ê. Û gelek
hukimdarî û serwerî Kurda wergirtîne, lê pitirî bi vî rengî
bûyne.
Berî sala 1514za.
Pitirîya axa Kurdistanê li jêr destê Sefewîya bû, lê çi deman
Sefewîya nehêlaye serwerîyeka (hikum) xobixoyî ya Kurda dirust
bibît.
Piştî Sultan Selîm
(1512-1520za.) alîyê Ewrupa êmin kirî, bangîna şerrê li ser
Iranê heldêra piştî ferman day ku şî'a li Enadolê bikujin, îna
herdu alîyan pêkol kir mîrêt Kurda bo layê xo rakêşin, lê bi
xêra wan bizavêt Idrîs Hisameddînê Bidlîsî (1520za, mirîye)
kirîn û ew loka xo ya dînî ya li nav Kurda hey bikarînay,
pirranîya mîrêt Kurda kêşane leşkergeha Osmanî, herdu leşkerêt
Osmanî û Îranî di (23/8/1514za.) li Deşta Çaldêranê li jorîya
rojhelatê ji Behra Wanê gehiştin hev, şerr bidwîmahî hat û çam
û derdeserî biser Sefewîyada hatin û şah Isma'îl (1501-1524za.)
revî. Leşkerêt Osmanî biserkeftin û em dişêyn bêjîn rolê
Kurda di serkeftina Osmanîyanda yê dîyarbû.
Tevaya welatê Kurdan bi
vîyan û rizaya wan kete ber hukmê Osmanîya, eve jî ji aqildarîya
mewlana Şêx Idrîs û sîyaseta wî ya hejî bû, dîsa ji himmeta
Mihemmed Paşay û wêrekîya wî, piştî vê hemîyê Şêx rabû
hevrristêt rêveberîyê danan ku ew welatê heta wî demî jî
jiber qîl û qal û fitne û şerrêt giran û lipey hev yê aloz û
têkçûyî bû, ev hevrrist û seruberkirna ji bo pêşkeftina
welatî li bin sîbera mîrgehêt Kurda û rêveberêt navxoyî li
bin desthelata Osmanî, li nik celaleta Sultan Selîmî hatine
pejirandin. Êdî ji verrêja vê hevsozîyê (mu'ahede) di navbera
Kurda bi rêveberîya Idrîsê Bidlîsî ji layekî û dewleta Osmanî
birêveberîya Sultan Selîmî ji layekê dî, hindek desthelatêt bi
hêz li Kurdistanê çêbûn, nîv serxobûnek ji dewleta Osmanî
wergirt, hemî karubarêt wan ketin destêt wan bixo, bûne xudan
leşker û ala û sike û abûreka xurt di hindek desthelatada werar
kir. Tiştê ji hemîya girinktir ev desthelate xorrî Kurdî bûn û
çi miletêt dî neşîyan ezmanê xo dinav wanda belavken, êdî ew
pêdivî xebitandina ezmanê Kurdî bûn, serok û mîrêt Kurda
hindekê bi wê çendê hesîyan, ku xandin û nivîsîna bi Kurdî
karekê giringe, ewan jî zana û şairêt Kurda paldan bi Kurdî
binivîsin, evca ji verêja vê çendê hemiyê çend siwarekêt egîd
û xoşmêr yêt wekî Elî Herîrî, Feqîyê Teyran û Melayê
Cizîrî hatine di meydanêda, êkê wekî Şerefxanê Bidlîsî
dîroka Kurdistanê nivîsî, Elî Teremaxî dest bi nivîsîna
Rûşanê kir û ezmanê Kurdî di pitirîya medrese û mizgeftêt
Kurdistanêda hate xebitandin.
Pirs.
3. Dema Cizîrî serê xwe datîne. Diçe
rehmetê li gora texmînan Ehmedê Xanî 13-14 salî ye. Îmkan heye
ku Xanî Cizîrî dîtibe, yan di zaroktiya xwe de, hê dema Cizîrî
sax bû, dîwana wî xwendibe, yan jî bi riya malbata xwe bav û
xizmên xwe li ser vê dîwanê hinek zanebûna wî çêbûbe?
Bersîv:
3. Ya xoyaye ku Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî
nedîtîye û bi çend salan piştî mirina Melayê Cizîrî ew ji
dayk bûye. Melayê Cizîrî li dorêt sala 1567ê û wêve ji dayk
bûye, dîsan li dorêt sala 1640ê çûye ber dilovanîya xudê.
Ehmedê Xanî sala 1651ê ji dayk bûye û li dorêt sala 1709ê çûye
ber dilovanîya xudê. Eger çi hêşta salêt jidaykbûn û mirina
Melayê Cizîrî sedêsed ne xuyane, lê nêzîkî van mêjûyane yêt
me gotîn. Belê pa sala jidaykbûna Ehmedê Xanî ya xuyaye her wekî
wî bixo bi sala mişextî (hicrî) destnîşankirî, dibêjît:
Lewrra ku dema ji
xeybê fek bû
Tarîx-i hizar û şest û yek bû
Piştî Elî Herîrî û
Feqîyê Teyran û Melayê Cizîrî bingehê torevanîya Kurdî
danay, êdî berkarê wan di pirraniya mizgeft û medreseyêt
Kurdistanêda hat xandin, ne bes di mizgeft û medreseyanda, belkî
berkarê wan bû pişkeka giring ji jiyana gelê Kurd ya ruhî û
çandî. Bi bawerîya min Ehmedê Xanî jî di medreseyêt
Kurdistanêda liber feqatîyê berkarê Melayê Cizîrî û şa'irêt
dî xandîne û xo li ser wan avakirîye.
Pirs:
4. Erê Melayê Cizîrî û Feqyê
Teyran di çaxekî da jiyayne. Eger di çaxekî da jiyabin, kîjan bi
jiyê xo ji yê dî mezintir e? Teisîra kîjanî li ser yê dî
heye? Tu dikarî helsengandinekê bo herduyan bikey?
Bersîv:
4. Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran di çaxekîda
jiyayne, herduyan jî êkudu naskiriye û belkî hevalînî û
dostînî jî digelêkda hebûye. Di dîroka jîna Feqîyê Teyran û
berkarêt wîda xuyaye ku, Feqî li nik mîrêt Cizîra Botan jî
xoştivî bûye û çend caran çûye Cizîrê, Herweku di helbesteka
xoda saloxa yara xo diket û bi werdeka ava Cizîrê dişibînît,
dibêjît:
Ordeka ava Cizîrê
Qemera bedra minîrê
Min tu car naçî ji bîrê
Her medama ew refîq
Dîsan di hindek wan
çîrokêt li ser Feqîyê Teyran hatîne gotin têda bi dirêjî
behsê çûna Feqîyê Teyran ya Cizîrê diket û têkelî û
dostîniya wî digel mîrêt Cizîrê.
Evca Feqîyê Teyran û
Melayê Cizîrî di Cizîrêda gehiştîne hev û dostînî û
xoştivîyatiyeka mukum dinavbera wanda çêbûye, tiştê ku bo me
vê çendê belî diket, ew berêkanêye ya ku dinavbera herdukanda
çêbûy. Ew berêkanê helbesteka dwîr û dirêje, herdukan Melayê
Cizîrî û Feqîyê Teyran bi helbestê havêtiye berêk, ku bi
rastî jî di wê berêkanêda hêz û şîyanêt herdu zana û
feylesofan diyar dibin û loka wan ya bilind tête nîyasîn. Her di
berêkanêda Feqî û Mela saloxa hevdu diken û pesnêt hevdu diden,
Melayê Cizîrî dibêjîte Feqîyê Teyran:
Nuttqa te xo
gewhere
Sed bar gewher dirrêjin
Paşî Feqîyê Teyran
dibêjîte Melayê Cizîrî: ((Tu Rojî ez Hitavim))
Paşî Melayê Cizîrî
lê vedigêrît û dibêjît: ((Tu Hitavî ez Sihim))
Edî bêgomane ku Melayê
Cizîrî û Feqîyê Teyran di êk çaxda jîyayne, lê kî berî yê
dî ji dayk bûye û kî ji yê dî mestir bûye? Evê jî, divêt
mirov pîçekê liser rawestît. Li dwîv wan vekolînêt min li ser
Feqîyê Teyran û jîna wî kirîn, bo min wesa dîyar bû ku,
Feqîyê Teyran nêzîkî 17 salan ji Melayê Cizîrî mestire. Feqî
di sala 1549za, li gundê ((warezor))ê ku dikevîte ber qeza
((Miksê)), ji dayk bûye. Melayê Cizîrî li dorêt sala 1567ê û
wêve ji dayk bûye. Ji ber vê çendê jî ez dibînim Melayê
Cizîrî hem di berêkana şi'rêda, Feqîyê Teyra danaye seydayê
xo, hem jî di çavlêkirina şi'rêda. Melayê Cizîrî Şêxê
Sen'anî yê Feqîyê Teyran baş xandiye, di despêka şi'reka xoda,
ku êke ji kwîrtirînê şi'rêt wî, naverroka
beyta Şêxê Sen'anî ya Feqîyê Teyran di çar malkan da kutne
kiriye, dibêjît:
Mey
nenûşî Şêx-i Sen'anî 'xelet
Ew neçû nêv
Ermenistanê 'xelet
Mislê Mûsa wî
tecellaya te dî
Ê tu dî kanê xeta
hanê 'xelet
Feqîyê
Teyran û Melayê Cizîrî her yekî ji wana helbestek heye, bi rastî
herdu didagirtîne ji felsefeyeka kwîr, her yekî li dwî hizir û
bîrdozêt felsefê yêt wî serdemî, têkel ji bawerî û Eqîda
Îslamê û felsefa Yûnanî, binyatê çêbûn û afirrandina vî
kewn û hebûnê bi awayekê ciwan têda darêtiye, li dwî hizira
Yûnaniyan ya felsefî ((hebûn)) şirovekiriye, ku wan wesa hizir
dikir, ev kewnê henê, anku bi giştî hebûn, ji çar tuxman
çêbûye.. ew jî ((Ba, ax, av û agir))in.
Li
ser vî binyatî van herdu kelemêra felsefa xo di wan du helbestanda
raçandiye, ew herdu helbest yek ji wana helbesta ((Ey av û av))e,
ya Feqîyê Teyran, ya dî jî helbesta ((Ellah sehergaha ezel))e, ya
Melayê Cizîrî.
Helbesta
((Ey av û av)) ya Feqyê Teyran bi nav û dengtirîn helbesta
Kurdiye, bahra pitir ji Kurdan ev helbeste yan çend bend jê,
jiberin, yan jî çîroka nivîsîna wê dizanin û vedigêrin.
Helbesta
((IEllah sehergaha ezel)) ya Melayê Cizîrî, eger ne ji helbesta
((Ey av û av)) bihêztir û lok bilindtir jî bît, ji wê kêmtir
nîne, lê ew nav û dengêt helbesta ((Ey av û av)) wergirtîn û
di nav miletîda hatiye nîyasîn û belavbûy, helbesta ((ellah
sehergaha ezel)) wernegirtîne.
Ev
herdu helbeste hem di form û şiklan da, hem jî di mijara xoda
gelek nêzîkî hevin.. zêdebarî wêrê ku hindek bend bi dirustî
peyv û hevok û qafîye jî wekhevin.
Bo
mînak dê van herdu bendan hevberkeyn:
Feqîyê
Teyran di ((Ey av û av))da dibêjît:
Çar
teb'etîn vêkra zidîn
Hem ateşîn hem baridîn
D'behra
((Heyûla)) d'waridîn
Macûs bi vê weçîyetê
Melayê
Cizîrî di ((Ellah sehergaha ezel))da dibêjît:
Çar
ûnsirin çar teb'etin
Vêkra bi mîzan vêk
ketin
B'hevra mixalif sîretin
Der suretê şexsîyeda
Feqyê
Teyran her di helbesta xoda dibêjît:
Hem
suflewî bazî dikîn
Hem meylî evrazî dikîn
Hem ((keynûn)) hem gazî
dikîn
Carek bibînîn ru'iyetê
Melayê
Cizîrî jî di helbesta xoda dibêjît:
Hin
suflewî bazî diken
Hin meylî evrazî diken
Weş reqsek şehbazî
diken
Sergeştene d'halê
Xweda
Eger
çi li vêrê em bi dirustî nizanîn ka kî pêş yê dî ev
helbeste nivîsiye û bandora kê li ser yê dî hebûye? Lê bi
bawerya min çawa tevaya Kurdan heyranêt helbesta ((Ey av û av))
bûyne, 'eyn herwesa Melayê Cizîrî jî yê bûye heyranê wê
helbestê û li ser mijar û forma wê ew helbesta xo darêtiye.
Ev
kartêkirna henê neku tinê nirxê Cizîrî bilind diket, belku seng
û bihayekê mezintir didetê, eger helbestvanêt Faris û Ereb yêt
berî wî kar tê kirbît, boçî helbestvanêt Kurd yêt berî wî
kar tê neken?
Eger
hevberkirnekê di navbera ezmanê Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran
bikeyn, dê bînîn Feqîyê Teyran bi ezmanekê kudî yê wesa sivik
û rehwan nivîsiye, yê şehreza nebît dê hizir krt ku Kurdekê
evro ew şi'r nivîsîne. Lê wextê em şi'ra Melayê Cizîrî
dixwînîn, sîngê mirovî dikevîte çyayekê asê û
xowestandineka mezin bêdiviye heta mirov li wî çyayê asê
serdikevît, têgehiştina ezmanê Cizîrî şehrezayeka kwîr
pêdivêt. Evca boçî Melayê Cizîrî çyayekê asêye û kêm kes
dişên lê serkevin û Feqîyê Teyran jî rêkeka vekiriye û her
kes dişêt têra biborît. Melayê Cizîrî peyv peyv û rêz rêz
xo li ser Sofyatiyê avakiriye, Sofyatî jî behreka bê bine û ew
peyv û êdyomêt berî Cizîrî di berkarêt ereb û farisan da
hatîne bikarînan wî jî ew bikar înayne, di her peyvekê da û
her êdyomekê da raman û hizrêt kwîr têda hene û piraniya wan
jî bi erebî hatîne, êdî her kesê di felsefeya Sofyatiyêda yê
şehreza nebît, neşêt wan girêkêt têkalozyayî veket. Lê Feqyê
Teyran eger çi wî jî xo havêtiye di meydana sofyatyêda, ku beyta
Şêxê Sen'anî li serî heta dwîmahiyê li ser binyatê sofyatîyê
raçandîye, lê ewî pêkol kirîye ku, xo ji êdyomêt giran û
aloz dwîr bêxît û gelek ji wan êdyoman bi Kurdî di şi'rêt
xoda xebitandîne.
Pirs:
5. Heger em di nav
Cizîrî û Xanî de muqayese û berhevkirinekê bixwazin, çi mimkun
e bê gotin? Mesele muqayeseyek ji awura têkiliya bi cîhanê û der
û dora xwe re, têkiliya bi mîr û deşealtdarên Kurd re, ji awura
naveroka berhemên wan, zimanê wan û Hwd.
Bersîv:
5. Herwek min berî niho jî
behis kirî, Melayê Cizîrî verêja wê hevsozyêye ya ku dinavbera
dewleta Osmanî bi serokatîya Sultan Selîmî ji layekî û Idrîs
Hisameddînê Bidlîsî ji layekê dî çêbûy, anku hevsozîya
dinavbera Kurda û Osmanîya da. Piştî mîrgehêt Kurdan serxobûna
xo wergirtî û abora wan werar kirî û medreseyêt bi rahavêj di
welatîda hatîne avakirin û tinê ezmanê Kurdî di wan mîrgehanda
hatiye bi karînan û tenahî ketiye welatî, êdî hizirvanêt wekî
Melayê Cizîrî û Feqyê Teyran û Elî Herîrî û Şerefxanê
Bidlîsî û Elî Teremaxî ji verêja vê hevsoziyê serhelda. Di vê
qona'xê da rolê Sofîzmê di dinyaya Îslamêda gelek yê bi hêz
bû, nexasme li Kurdistanê. Melayê Cizîrî jî wek zanayekê sofî
hate di meydanê da, hemî senga xo da ser dewsa Sofîzmê. Eger em
binêrîne şi'rêt wî, dê bînîn piraniya wan li ser vê dewsê
hatîne vehandin, êdî hizrubîrêt felsefa Sofîzmê Melayê Cizîrî
di nav xoda pêça û nehêla jê derkevît. Her wek ji berkarê
Cizîrî diyar û xuyaye, wî xo ji dûrhêlê û têkeliya bi
dinyayêra dwîr êxistiye, eger çi wî têkheliyeka mukum digel
mîran hebûye û wan jî bi lokbilindî nêraye Cizîrî, lê Cizîrî
her wek sofiyekî maye û berê xo nedaye çi rêkêt dî.
Ehmedê
Xanî jî verêja Cizîrî û Feqyê Teyran û Elî Herîrî ye, bi
bawerya min eger eve nebana, Ehmedê Xanî jî nedibû, lê her kesek
kurê heyamê xoye û çêkiriyê hawîrdorê xoye. Ehmedê Xanî jî
wekî Melayê Cizîrî nêzîkî mîran bûye û têkhelîyeka nêzîk
digelda hebûye, wî jî wekî Melayê Cizîrî şi'r bi mîranve
gotîne, mijarêt dînî nivîsîne, di sofyatiyêda şehreza bûye,
gelek caran jî xo di wê behrêda niqo kiriye, lê pa sofyatî
neşyaye Ehmedê Xanî di nav xoda werpêçît her wekî Melayê
Cizîrî werpêçay. Her wek me gotî, Melayê Cizîrî bijlî du –
sê şi'ran ku bi mîrêt cizîrê ve nivîsîne, eger berkarê wî
yê dî hemî di çarçovê sofyatîyê da dernekeftîne, lê Ehmedê
Xanî bo cara êkê qamos bo biçwîkêt Kurda nivîsîye, li ser
eqîda îslamî, - ku ew jî êk ji zanistêt îslamê- niviştokek
nivîsîye, niviştokeka dî li ser erkanêt îslamê nivîsîye,
behîdarîyeka dirêj bi mîr Mihemed Begê hakimê Bazîdê
vehandiye û berkarê wî yê gelek mezin û bihadar Mem û Zîn e,
ku çîroka du evîndarêt Kurd bo dinyayê vegêraye û herwek wî
bixo gotî, daku xelk nebêjin, Kurda felsefa evînê fêm nekirîye,
her di Mem û Zînê da wî mijareka bive û xeter, mijareka dwîr ji
hizra xelkê deverê, mijareka dwîr ji hizrubîrêt olî, ku ew jî
mijara miletînyê ye, helêxistiye. Neku bes Melayê Cizîrî yê
Kurd xo nehavêtiye vê mijarê, belkî hizirvanêt dinyaya Îslamî
hemya çi hizrêt hosa ne helêxistîne, ku bi rastî ev hizrêt
mezin û berfireh, di çaxekê tarîda mejîyê mirovî tevlîhev
diken, ka wî hizrêt danana dewleta Kurdî ji kîve înayne?!!
Pirs:
6. Em dê carcaran
li pirsa “evînê jî vegerin. Evdirehman Dure ku yek ji kesên
xwedî gotine li ser kilasîkên Kurdî, girêdayê “evînê”
piştî bi xwe dipirse "evîn çi ye”, bersiva pirsa xwe jî
wuha dide: “ Evîn ew e ku meriv ji tiştekî hez bike, hemû
tiştên xwe bide wî tiştî. Doza meriv, bahweriya meriv, dîn û
îmanê xwe û heta ruh û bedena xwe jêre feda bike”. Ev jî
hinekî nîqaşê, lêhûrbûn û lêkolînê naxwaze?
Pênasîna ku Ebdurrehman Durreyî bo
evînê kirî ya xorist û di cihê xodaye, lê demê em behsê evîna
Melayê Cizîrî dikeyn, divêt xo pavêjîne kinarê Sofîzmê.
Melayê Cizîrî jî wekî sofiyêt berî xo yêt binav û deng, Şêx
Mi'hyeddîn Ibin Erebî, Şêx Mei'rûfê Kerxî, Bayezîdê Bestamî,
Huseynê Hellac, Ebu Bekrê Şiblî û Ebdilqadirê Geylanî û yêt
dî, ewî jî bi dêrbîna sofyatiyê temaşeyê dinyayê kiriye,
nexasme dideravê ''Evînê''da. Evîna mirovê sofî girêdayî
xudêye, heta demê evîn dibîte evîneka dinyayî jî, sofî wesa
dibînin, ku xudê tecella di evîndara wîda kiriye, berî niho min
carekê çarmalkîyeka Cizîrî li ser Şêxê Sen'anî di cihekîda
behis kirbû, naveroka wê li ser evîna Şêxê Sen'anîye bo kiça
Ermenî, Melayê Cizîrî wesa hizir diket, ku Şêxê Sen'anî
xeletî nekiriye, demê çûye Ermenistanê, xeletî nekiriye demê
Ereq li ser destêt kiça Ermen vexwarî, ew wesa hizir diket ku Şêxê
Se'anî tecellaya Xudê, an jî hema xudê bi xo li wêrê dîtiye.
Bersîv:
6. Sofî dibêjin, sê rengêt
''Evînê'' hene: ya êkê, Evîneka xorristiye, dinavbera mirovan da
çêdibît, ruha her êkî dibîte ruha yê dî, wextê ew 'hejêkirin
û gulênê diken, ru'hêt herdukan têkelêk dibin, wekî çawa reng
têkhelêk dibin. Ya duyê; Evîna ru'hanî- nefsî ye, armanca wê
Evînê wekhevîya digel xoştivîyê xoye, qedrê wî bigrît û
loka wî ya bilind bizanît. Ya sîyê; Evîna Xudêyî ye, ew jî
ewe ku Xudê 'hej benyê xo biket û benî jî hej wî biket, bi
rangekê wesa hej êkudu biken ku dwîmahiyê benî xo bibînît ku
ew jî "Heqqe'' anku xudê ye, dîsan xudê jî bibîte qudîka
beniyê xo, ku benî xo di xudêra bibînît, bikarît bêjît ejî
''Heqqim'' anku xudême. Herweku Melayê Cizîrî jî çend cara
''Ena Elheq'' anku ez xudême gotîye.
Pirs:
7. Di mesela pesin
û şabaşên ji bo mîrek û deşelatdarên Kurdan ne ji bo Şah û
Sultanên netewên serdest jî ji heman riwangê mikune mirov
binirxîne. Cizîrî jî xwe ji pesnê serdestên neteweyên biyanî
û ne Kurd vedaye. Ev paye jî ji Xanî zêdetir ne ya Cizîrî be?
Bersîv:
7. Eger em binêrîne dîroka
torevaniya kudî bi rengekê tevayî, dê bînîn, pirraniya şa'ir û
nivîsevanêt Kurd şi'r bi hakim û serwerêt biyanîve ne gotîne,
çi dema jî destêt xo bo biyanîyan dirêj ne kirîne, ş'ira xo jî
ne kiriye pertalek ji bo firotinê. Herdem şa'irê Kurd berevan û
piştgîrê miletê xo bûye, binêre Melayê Cizîrî, tinê ş'ir
bi mîrêt Cizîrê ve gotîne û wî çaxî jî hiş û hişyariya
miletîniyê di wêrê da bû ka mirov çend girêdayê serwerêt
miletê xoye hind jî mirov dilsoje bo miletê xo, Melayê Cizîrî
di ş'irekêda, dibêjîte mîrê Cizîra Botan, nabît bes Tebrêz û
Kurdistan li ber hukmê te bin, belkî divêt sedêt wekî şahê
Xurrasanê di bin emr û fermanêt teda bin.
Ney
tinê Tebrêz û Kurdistan li ber hukmê te bin
Sed wekî Şahê
Xurrasanê di ferwarê te bin
Dîsa
di şi'reka dî da daxwazê diket ku Cizîra Botan bibîte paytextê
her heft eqlîmêt dinyayê û hukmê mîrê Cizîrê wekî hukmê
Eskenderî û Fexfûrî hemî dinyayê vegirît, dibêjît:
Ma
Cizîrê şubhî darê textê heft Eqlîm-i bit
Hem bi 'hukm û seltenet
Eskender û Fexfûr-i bî
Dîroka
şerê Kela Dimdimê û Xan Ebdalê qehreman di nav Kurdanda ya
navdare. Ev şere dinavbera Şahê Ecemê û Xanê lep zêrîn
qewimiye, di wî çaxîda Feqiyê Teyran hebûye û dîyare jî ku li
nêzîk yê agehdar bûye, lewra jî wî beyteka dirêj pê
vehandiye, di beytêda Eceman bi kafir dadinît û Kurdêt ku hatîne
kuştin bi şehîd.
Dîsa
ne pêtivîye em di vê xalêda behsê Ehmedê Xanî bikeyn, jiberku
wî bingehê hizra miletînyê bo Kurda danaye, herdem jî berevanî
ji miletê xo kirîye.
Evca
me nevêt li ser wan hemî şa'iran rawestîn yêt ku bo miletê xo
nivîsî û hizrêt miletînyê di serîda werar kirî, lê bi tevayî
jî di vî warî da toreyê Kurdî ji hemî toreyêt miletêt
dewrubera paqij û bijwîntire.
Pirs:
8. Kesê ku
Cizîrî, dîwana wî, şîroveyên li ser jiyan û berhema wî
dixwîne, ne mikun e bi pirseke wuha re veneciniqe: em giş payeya
nivîsandina bi Kurdî didin Xanî, ewçendî em vê dubare û bi
dengê bilind dikin mîna ku destpêkerê tiradisyona nivîsandina bi
zimanê Kurdî di berhemên wuha biserûber, li ser hev û mezin ne
Cizîrî, belê Xanî be. Ev ne neheqiyek li Cizîrî ye
Bersîv:
8. Kes neşêt berê dîrokê
biguhorît, dîrok çawa qewmiye dê wesa hête nivîsîn jî, nabît
Ehmedê Xanî sed salan biçîte pêş Melayê Cizîrî û Feqyê
Teyran, kes neşêt bêjît Ehmedê Xanî ji wan herdukan şa'irtire,
nabît bêjîn Ehmedê Xanî bingehê toreyê Kurdî danaye, divêtin
em her kesekî, her zanayekî di cihê wîda, di demê wîda, di
dewruberê wîda, di pêşveçûn û têgehiştina çaxê wîda
vekolîn. Her êk ji vana di çax û demê xoda kenkenekê mezin
bûye, muhra xo li dîrokê kiriye, hindî miletê wan mabît ew
namirin. Herwekî me berî niho gotî, Feqyê Teyran û Melayê
Cizîrî nebana, Ehmêdê Xanî jî nedibû, ew werçepeka mezin bûn
di dîroka torevaniya Kurdî da, Ehmedê Xanî jî werçepeka dî bû.
Lewra Ehmedê Xanî jî jibîr nekiriye, ku ew seydayêt wî bûn,
demê dibêjît:
Bînave
ri'ha Melê Cizîrî
Pê 'hey bikira Elî
Herîrî
Keyfek we bida Feqîhê
Teyran
Heta bi ebed bimaye
'heyran
Dîsan
jî min divêt bêjim, ku zanayêt koma êkê di toreyê Kurdîda,
anku danerêt binyatê toreyê Kurdî, Teyran û Herîrî û Cizîrî,
nahêne hevberkirin û helsengandin di gel şa'irêt piştî wan.
Ewan rwîyê miletê Kurd yê zanistî û toreyî sipî kiriye.
Pirs:
9.
Xwendin û dersdariya Melayê Cizîrî ?
Bersîv:
9. Digel hatina îslamê
xandin û zanînê destpêkir, her cihê ku bisurmanetî digehiştê,
mizgeft jî têda dihatin avakirin, di wan mizgeftanda Qur'an dihate
xandin, piştî hingî hêdî hêdî zanstêt îslamî wekî tefsîrê,
hedîsê, şerî'etî û yêt dî serhelda, li serdemê Ebasiya bijlî
zanistêt dînî, yêt dinyayî jî wekî felsefê û felekê û
dîrokê û …htd., peydabûn, êdî hijmara şagirdan bû gelek û
mizgeft neşyan vê hejmara mezin wergirin, jiberku mizgeft pêtir bo
ta'etî û xudê perêsîyê hatibûn avakirin, lewra hizir li danana
medresêt taybet hate kirin, ewbû bo cara êkê yê ku medrese danay
herwek Ibin Xelkan ''681miş., 1282za., mirîye'' dibêjît ku:
((''Nizam El-melik'' medrese û tekya û mizgeft di welatî da
avakirin, ew êkemîn kese medrese damezrandîn û xelkî jî
çavlêkir)) wî gelek medresêt nîzamî li Bexda û Belex û
Nîsabûr û Wehrat û Esbehan û Besra û Mero û Amil û Mîsil,
danan.
Her
Nîzam El-melik medreseyek li bajêrê Cizîrê avakir, ku tête
hijmartin kevintirîn medresa serbixo li Kurdistanê. Û dibît ku
Nîzam El-melik ev medrese sala 463miş.-1073za., dema digel Elb
Erselan hatîye welatêt Dustekîyê an piştî dest danaye ser
desthelata Dustekî, avakirbît.
Evca
piştî danana vê medresê li hemî bajêrêt dî yêt Kurdistanê
medrese hatin avakirin, wekî:
Medresa
Strabasê ''Dîyarbekir'', medresa sor ''Cizîra Botan'', medresa
Bazîdê, medresa Şemdînan, medresa Bidlîsê, wekî Îxlasîye,
Katibîye, Şukrîye, Şerefîye û Şemsîyeyê. Medresa hîzanê,
medresa Miksê, medresa Bêdarê, medresa Findika Botan, medresa
Axtepeyê, medresa Norşêtê, medresa Farqînê, medresa Hawêlê,
medresa Sêrtê, medresa Heskîfê, medresa Paloyê, medresa Oxînê
û medresa Qubayê li bajêrê Amêdiyê û gelek medresêt dî. Mela
Mhmûdê Bazîdî dibêjît: ((Melayêt qewî zû finûn di Cizîr û
Imadî û Soran û Si'rt û etrafan da zaf bûn, telebeyêd
Kurdistanê heta Bexda û Besra û Mûslê diçûn û di gerîyan û
tehsîla ilûman dikirîn.)) êkê wekî Melayê Cizîrî di vê
barista zanînêda hate taşandin, em bi dirustî nizanîn ka xandina
Melayê Cizîrî di van medreseyanda ya çawa bûye, li çend
medresan xandîye û ew jî wekî hemî feqîyêt Kurda bo wergirtina
zanist û zanînê çûye çend welatan an ne? Lê herwek xuyaye
seruberê hemî feqîyêt Kurdistanê wekî êk bûye û cihêt
zanînê jî an mizgeft an medrese an jî tekyabûn, kawedanêt wan
jî hemî nêzîkî êk bûn. Ew zanistêt di wan medresanda dihatin
xandin jî bahra pêtir wekî êk bûn, wekî van zanistan: ((Sserf,
ne'huw, edeb, înşa, menttiq, issul, beyan, tarîxa tebî'î,
te'bîr, te'wîzat, tessewif, cifir, cu'xrafîya, niqarî, teşrîh,
hîsab, hendese, cebir, miqable, tefsîr, hedîs, hiqûq, hîkmet,
nujdarî, remil, kîmya, cerr el-esqal, tîyanasîyê, fîzya-ku
behsê ecsamêt tebî'î kirîye- fîzyolojî- ku behsê karubarêt
endamêt leşê gîyaneweran kirîye- zanyarîyêt nujdarîyê,
tilismat, me'anî, mue'mma, munazzere, 'eruzz, qafîye, qîra'et,
kelam, muhazerat, mesahe, çandin, fiqih, feraîzz, stêrnasî,
neqaşî, istirlab û musîqe)).
Herwek
di helbestêt Melayê Cizîrîda xuya dibît, ku wî ev hemî zaniste
xandîne û têda şehrezabûye. Û wesa tête vegêran ku Melayê
Cizîrî li medresa sor ya Cizîra Botan seydabûye.
Pirs:
10. Kesên dîwana
Cizîrî çîrove kirine ne kêm in. di nav wan de Hejar û Seydayê
Mele Ehmedê Zivîngî jî heye. Yeke sêhem jî ya birêz Celalettin
Yoyler e. Di nav van şîrovegeran de hun kê dipesinînin?
Bersîv:
10. Bi rastî Kurd di hemî
waranda xo nawestînin, nexasme di warê vekolînêda, em wesa hizir
dikeyn ku dîwana Melayê Cizîrî tinê ji layê Zivingî û Hejarî
ve, hatîye ravekirin, û hewe di pisyara xoda jî navê Hejarî berî
yê Zivingî înaye!! Pêdivîye li vêrê pîçekê dirêjtir li ser
vê xalê rawestîn û navêt wan zanayan bînim yêt dîwana Melayê
Cizîrî ravekirîn:
1.
Mela Ebdilqadir Qedrî kurê Hesenê Cizîrî (1842-1882), miftî bû
li Cizîrê, bi erebî ravekirîye.
2.
Mela Ebdilselam Mirad Ebdilselamê Cizîrî (1878-1952), bi erebî
ravekirîye.
3.
Mela Ebdilrehîm kurê Ebdilrehmanê Westanî (1958ê za., mirîye),
bi sê ezmanan, turkî, erebî û farisî, ravekirîye.
4.
Mela Ehmed kurê Mihemedê Zivingî (1893-1971za.), bi erebî
ravekirîye.
5.
Hejar Mukrîyanî (1921-1991za.), bi soranî ravekirîye.
6.
Seydayê Cegerxwîn (1903-1984za.), bi Kurdî ravekirîye.
7.
Du hêjayêt dî jî vê dwîmahîyê dîwana Melayê Cizîrî bi
Kurdî ravekirîye, Celalettîn Yoyler û Mihemed Emîn Doskî.
Helbet
dîwana Melayê Cizîrî behreka hindî bêjî kwîre, melevanêt
zîrek nebin neşên bigehne çi kinara, berî her tiştî ewê
dîwana wî rave diket divêt bi kêmasî hersê ezmanan, erebî,
Kurdî û farisî baş bizanît, di felsefeya sofîzmêda şehrezayeka
baş hebît, yê melevan bît di hemî zarêt Kurdîda nexasme zarê
hekara kevin ku Cizîra Botan û Behdînan û Hekarê vedgirît. Evca
ev helyêt (şertêt) me gotîn di her kesekîda kom nabin yêt ku
dîwana Cizîrî rave kirîn. Bi bawerîya min ew kesêt ku ev helîye
têda nebûyne, wî hana xo birîye ber yê berî xo, lewra jî dê
çend nêrînan li ser vê çendê dem.
Despêkê
dê li ser Mela Ebdilqadir û Mela Ebdilselam rawestîn? Kanê van
herdkan kê mifa ji yê dî wergirtîye, kê berî yê dî dîwan
ravekirîye? Haya wan ji hevdu hebû an ne? Bersiva van pisyara di
mij û moranêdaye, em nizanîn kê berî yê dî ravekirîye! Heke
êk bi jîyê xo ji yê dî mestir ba jî da bêjîn yê mestir berî
nivîsîye, lê jîyê wan jî temet êke û dîroka jidaykbûna wan
gelek nêzîkî êke, evca em neşêyn nêrîneka vebirr li ser vê
çendê bideyn, dê hêlîn bo paşerojê belkî ev bersive bihêne
dan.
Dê
dev ji van herduka berdeyn û hêyne ser Mela Ebdilselam û Mela
Ehmedê Zivingî, gêngeşa mezin jî herdem li ser van herdukan
bûye, wesa belav bûye, ku Mela Ehmedê Zivingî raveya Mela
Ebdilselamî jê wergirtîye û piştî çûye ber dilovanîya xudê,
Zivingî rabûye li ser navê xo çap kirîye. Belê piştî raveya
Mela Ebdilselamî sala 2004ê li dezgeha Spîrêz li Dihokê hatîye
weşandin, êdî xuyabû ku her êkî wekî xo ravekirîye û cudahî
dinavbera herdukanda heye, lê tiştê me divêt bêjîn ewe, eger
raveya Mela Ebdilselam neba, da Zivingî şêt raveyeka hosa berkeftî
bo dîwana Cizîrî ket? em dê berê xo deyne Zivingî bixo ka di wî
warîda çi gotîye.
Zivingî
di raveya xoda di berperê 941ê da gazindan ji rewşenhizra û
têkehiştîyêt Kurda diket ku ne şyayne heta niho dîwaneka hosa
biparêzin. Û dibêjît: ((min ev karê bi zehmet û mezin kir û çi
harîkarî ji kesê wernegirt, xo nisxeyeka wê jî min ji kesekî
qer nekir ku hindek peyvêt destvedayî pê rastvekem, min harîkarîya
xo nebire nik kesekî jî ku hindek pêzanîna li ser xudanê dîwanê
xudê jê razîbît bidete min, belê divêt rastî jî bihête
gotin, ewê min birastî harîkarî di despêka karê xoda jê
wergirtî xudê jêrazî zanayê berkeftî Mela Ebdilselam Nacî yê
Cizîrî bû, ew êk bû ji navdarêt Cizîrê û îmam û dersdarbû
di medresa sor ya Cizîra Îbin Umer da, ewa ku mîr Şeref Xanê
hevçerxê Melay di çerxê dehê yê mişextîda avakirî û Melayê
Cizîrî li wêrê hatîye veşartin, paşî ((Mela Ebdilselam)) ji
ber hindek egerêt sîyasî û dînî mişextbû Suryayê û bû îmam
li mizgefta mezin li Qamişloyê, ji ber ku xudê jêrazî xelkê
Cizîrê bû û demekê dirêj têda jîyaye. Û ya dîyare ku Cizîr
warê Melayê Cizîrî bû û têda jîyaye û zarê ş'irêt wî jî
zarê xelkê Cizîrê ye, ji ber vê çendê jî ((Mela Ebdilselam))
di vî zarîda yê şehrezabû û hemî hwîrkatîyêt wî zarî
dizanîn, didespêkêda min gelek sod û mifa jê wergirt, belê pa
mixabin berî ez şerha ((dîwanê)) xilas bikem, mirin gehiştê û
çû ber dilovanîya Xudê.))
Ez
vê tênagehim, Zivingî ji layekî ve dibêjît kesê harîkarîya
min nekirîye, ji layekê dî dibêjît, '' ewê min birastî
harîkarî di despêka karê xoda jê wergirtî xudê jêrazî zanayê
berkeftî Mela Ebdilselam Nacî yê Cizîrî bû'' û dîsan dibêjît;
'' belê pa mixabin berî ez şerha ((dîwanê)) xilas bikem, mirin
gehiştê û çû ber dilovanîya xudê''. Wesa xuyaye Zivingî yê
vîyay xo veşêrît herwekî wî hay ji çi şerhêt dî yêt dîwana
Melayê Cizîrî nîne, wî hay ji şerha Mela Ebdilselamî jî nîne,
eger ew bi xo bibêjît, ku Mela Ebdilselam harîkarê wî bû û
berî şerha xo xilas ket Mela Ebdilselam mirîye, ma ya beraqile ku
Mela Ebdilselamî harîkarîya wî kirbît û negotibîtê min dîwana
Melayê Cizîrî şerih kirîye, yan bêjîn şerha xo ne dabîtev
Zivingî?!!. Bi bawerîya min Zivingî libek ji destnivîsa şerha
Mela Ebdilselamî hebûye û hemî jî baş xandîye û baş jî
têgehiştîye, dîsa şerha xo li ser wê ava kirîye. Eger şerha
Mela Ebdilselamî neba, Zivingî ne dişîya bi wî rengê zanistî
dîwanê rave ket.
Lê
divêt wê jibîr nekeyn ku dîsan Zivingî tiştekê mezin bo miletê
xo kirîye û barekê giran danaye ser milêt xo, eger çi wî mifa
ji şerha Mela Ebdilselamî wergirtîye, lê wî pêkol kirîye ku
mita û pertalê xo hemîyê têda bimezêxît û ezmanê xo û
zanîna xo têda bi karbînît, tinê gileya me liser wî ewe, pêdivî
bû wî karukokê Mela Ebdilselamî piştguhve nehavêtiba.
Kesê
dî yê ku me divêt rexne bikeyn, seydayê Hejar Mukryanîye. Hejar
Mukrîyanî jî wekî Zivingî xo ji harîkarîya kesêt berî xo
berî kirîye, herweku wî jî mifa ji çi kesan wernegirtîye, an
hema çi şerhêt dîwana Cizîrî nexandîne, bi rastî em dişêyn
bêjîne mirovêt hosa ''bê nan û xwê'' li ser sifra xelkî dixon
û paşî pilindara têwerdiken, ew Zivingî gunehbar diket, ku wî
şerha Mela Ebdilselamî li ser navê xo çapkirîye, bêy ku
pêzanînek li ser vê çendê hebît û awireka bitinê jî nadete
wêrê ku wî şerha xo li ber ya Zivingî çêkirîye, an her çi
nebît, mifa ji wê wergirtîye. Da binêrîne Hejarî ka di vê
rastêda çi gotîye.
Hejar
Mukiryanî di pêşgotina wê şerha wî bo dîwana Melayê Cizîrî
di herdu berperêt (19) û (23)ê da dibêjît:
((kitêbeka
dî jî bi erebî heye bi qelemê Ehmedê kurê Mihemedê Botanî
Zivingî miftîyê bajêrê Qamişloyê li Soryê. Şerheke li ser
dîwana ş'irêt Cizîrî û navê wê (El'eqd Elcewherî fî şerih
dîwan Elşeyx Elcizerî) danaye, anku: Girdana gewherîn di şiroveya
dîwana Şêxê Cizîrîda…))
((salêt
1956ê wêve, sê salan mala min li gundekî bû li nêzîkî Cizîra
Îbin Umer, li Kurdistana Sûryê, ku navê wî (Qubûr Elbîzz) bû
û ku dikevîte nêzîkî bajêrê Qamişloyê. Min digel mela û
şa'ir û torevanêt wê deverê têkelî hebû. Min ji wan di
bihîst, ku êk heye navê wî Mela Ebdilselame mijûlî dîwana
Melayê Cizîrî ye bi erebî şerih diket, her ewan digot melayekê
gelek başe û kirmancîya bi awayê Botanî jî baş dizanît,
jiberku ew bixo xelkê Botane. Belê gelekê jar û belengaze. Yê
selte û bi tinêye û di hucra mizgeftekêve dijît. Mela Ehmedê
Zivingî ku bûye miftîyê Qamişloyê û mizgeftek jî didestîdaye
û gelekê zengîne û pêçêbûye, xêra digel Mela Selamî diket û
xarin û têşt û şîv û firavîna bo dihinêrît.
Mela
Selam sala 1958ê mir. Piştî demekî şerha dîwana Melayê Cizîrî
hate çapkirin. Li ser bergî nivîsîbû: Mela Ehmedê Zivingî
miftîyê Qamişloyê. Şiklekê miftî jî yê xişkok dihate dîtin.
Êdî çi tiştek di rasta Mela Selamî da ne gotibû. Guneh ji stoyê
wan kesan yêt min jê bihîstî, ji pêş şorba xove, kitêba Mela
Selamî bi navê xo çap kirîye.))
Bi
rastî her kesekê şerha Zivingî û ya Hejarî hevber biket, dê bi
sanahî zanît ku Hejarî şerha xo li ser ya Zivingî ava kirîye û
eger şerha Zivingî neba, Hejar jî nedişîya vî karî biket.
Hejîye
bêjim, ku jiberku şerha Zivingî ya êkê bû hatîye weşandin,
evca hemî kesêt piştî wî dîwana Cizîrî rave kirîn, Zivingî
bo xo kirîye bingeh.
Pirs:
11. Tê gotin ku
di helbestên Melê de muzîkeke wuha heye ku xelk kare zû ji ber
bike. Belê ji bo Xanî û helbestên wî mirov nikare heman tiştî
bêje.
Melayê Cizîrî di avakirna ş'irêda,
di dariştina wêda melevanekê bê bevle, di selîqêda yê sirte,
rehwane, peyvêt wî di hulîne, dirratî têda nîne, awazekê wesa
rehwan û sirt daye ş'irê, demê mirov dixwînît, mirov wesa hizir
diket, eve ji rastî êk yê awazekê lêdidet, ew awaz di mejî û
dilê mirovîda diçîte xwarê, mirovî dibete dinyayeka dî, her
peyveka wî û her hevokeka wî ya dagirtîye ji awazekê dilveker.
Melayê Cizîrî heneka bi peyvan diket, li dwîv selîqe û mûzîka
malkê ew peyvê di weribînît û di tiraşît, gelek cara dê bînî
peyv birrîye û bi nîvî kirîye, yan herfekê duyan ji peyvê
dihavêjît, heke mirov hosa peyvê bixwînît dê bêjî ev peyve ya
şkandî û xirabkirîye, lê wextê mirov di qalibê Melayê Cizîrî
bo danay dixwînît, dê wesa pêhesyêy ku peyveka gelek xişkoke.
Bersîv:
11. Helîya (Şert) bingehîn
ya ş'irê mûzîke, çend şa'ir di mûzîkê da yê rehwan bît,
hind jî di ş'irêda dê yê serkeftî bît, gelek rexnevan dibêjin,
ş'ir mûzîke. Bi rastî bi çend peyveka em neşêyn çi tiştekî
di rasta mûzîka ş'irê li nik Cizîrî bêjîn, mijara mûzîkê
li nik Cizîrî pêdivî vekolînêt dwîr û dirêje, divêt kitêb
li ser bihêne nivîsîn. Lê divêt bêjim, ku çi şa'irêt Kurd di
mûzîkêda negehiştîne loka (derece) Cizîrî. Evca jiberku mûzîka
ş'ira Cizîrî geleka sirt û rehwane û xwîndevan xwoşîyeka
mezin jê dibînît, lewra jî ş'ira wî zwîtir tête jiberkirin.
Bi rengekê tevayî ş'ir xoştir ji rûşanê tête jiberkirin,
nexasme eger mûzîka wê bi dilê xwîndevana bît.
Ehmedê
Xanî û şa'irêt berî wî û piştî wî jî di mûzîka ş'irêda
şehrezayeka baş hebû, êk ji wan zanistêt di medreseyanda di hat
xandin, zanistê Erûzê bû, Erûz jî zanistê kêşan û pîvana
ş'irêye, evca ne bes şa'ir di vê zanistêda di şehreza bûn,
belkî hemî şagird û melayan şehrezayek têda hebû. Ehmedê Xanî
qamûsa xo ''Nûbihar'' li ser Erûza erebî avakirîye, wî yazde
behir ji şazde behrêt Erûza erebî di Nûbiharêda xebitandîne.
Xanî ev tişte kirîye daku hem şagirdê Kurd fêlî dengêt Erûzê
bibît, hem jî daku guhê wî yê mûzîkê vebibît û hem daku
jiberkirna Nûbiharê ya bisanahî bît, çimkî herdem nivîsîna
vehandî bo jiberkirnê ji rûşanê bi sanahîtire.
Lê
li vêrê pisyar ewe, madem ev şehrezayîya Erûzê û kêşan û
pîvana ş'irê li nik pirranîya xwîndevanêt wî çaxî hebûye,
boçî di wî warîda hemî şa'ir wekî Melayê Cizîrî di serkeftî
nebûn?. Bi bawerîya min dilovanî (Atîfe) peyvêt rind û xişkok
çêdiket, eger şa'ir digel darriştina peyvê rondika jî bo
evîndara xo nerêjît, neşêt peyv û hevokêt bi kêr bejin û
bala wê bihên, vehînît. Herweko di çîvanokada tête vegêran,
evîna Melayê Cizîrî hina dijwar bû, wextê ş'ir di nivîsî
pala xwe dida kevrekê mezin, demê wî dest bi ş'irê dikir evîn
di dilê wîda di kelî û di fwîrîya, ew kevir gerim dibû û di
şarîya, wesa kevir kel dibû, Zeryêt Cizîrê li piştêve nan
pêvedida û di peht. Merema çîvanokê ewe, ku peyvêt Melayê
Cizîrî yêt tijî evîn hemî dilêt hişk û req û sar wekî
kevran gerim û nerim diket û stranêt evînê bo vedigêrît!!:
Pirs:
12. Ji jiyana
Cizîrî û Xanî mirov dibîne ku deşelatdarên zemanê xwe, em
bêjin qirnê navê yên Kurd qîmetekî têra xwe mezin dane şair,
alim û zanayên Kurd. Ji vê awurê heger mirov rewşa wê rojê û
ya îro berhev bike, ev tiradisyon di nav deşealtdarên Kurd de
çendî hatiye parastin û çendî li gora dem û qonaxê ye. ?
Bersîv:
12. Her tiştek di azadîyêda
werarê diket. Ezman, Tore, Hizir, Zanîn, Abor…û htd. Demê
mirovî azadî nemînît wî wextî hemî tiştê mirovî tête
kuştin.
Di
despêka hatina îslamê û heta şerê çaldêranê jî 1514ê Kurda
çi desthelatêt serbixo, xorrî Kurdî nebûn, di wî heyamê dwîr
û dirêjda, di welatê wanda azadî nebû, xelkê bîyanî serwerîya
wan dikir, jiber wê çendê jî em şûnwarekê Kurdî yê bitinê
jî di wî heyamî hemîyê da nabînîn. Lê piştî şerê
çaldêranê, tifaqa dinavbera Kurda û Osmanîya, mîrgehêt Kurda
yêt serbixo hatin avakirin, Kurd ji rêdar û fermanêt bîyanîya
qurtal bûn. Ji egerê vê çendê çerxê hilovana (Nehze) Kurdî,
çerxê zêrîn despêkir. Bi bawerîya min heta niho jî çi
desthelatêt Kurda neşyayne nîva wê jî biken ya ku berî çarsed
salan hatîye kirin.
Di
salêt bîstanda Kurdî (anku kirmancî) li hemî parçêt Kurdistanê
hate berbendkirin. Nexasme li Kurdistana bin destî turkyayê. Dîsan
her di wan salanda hikumeta îraqê û turkîyayê li ser wê çendê
pêkhatin ku, deverêt kirmancîaxêv Kurdî lê nehête xandin û
bikarînan, ewbû biryar derkeft ku tinê deverêt sorana soranî
bihête xandin û li devera behdînan jî Kurdî hate berbendkirin.
Sala
1961ê şoreşa Kurdî li Kurdistana îraqê destpêkir, xelkî hizir
kir êdî dê ji qeyd û bendêt dijminan qurtal bin û şên bi
ezmanê xo xwînin û pê nivîsin, belê mixabin didespêka şoreşêda
semt ber bi wêrêve çû ku soranî bibîte ezmanê şoreşê û
herwekî dijminêt Kurda vîyay, Kurdî jî bihête berbendkirin, êdî
ji sala 1961ê heta sala 1991ê şoreşêt Kurdî li Kurdistana îraqê
nehêlan ne xundingehek bi Kurdî li Behdînan vebît, ne jî
rojnameyek an jî kovarek derkevît, xelkê Behdînan tinê bo hindê
hate berhevkirin ku bibîte sotkê şoreşê!!
Piştî
salêt heştîyan li bakorê Kurdistanê jî şoreşê serhelda, wesa
hate xîyal kirin ku dê Kurdî jî serheldet, lê mixabin wan jî di
karubarêt şoreşêda ezmanê turkî xebitand.
Dîsan
piştî serheldana 1991ê li Kurdistana îraqê, hikumetek hate danan
û perlemanek hate helbijartin, êdî dest bi pilanêt dijwar hate
kirin ku kirmancî li hemî cihan bihête berbendkirin, despêkê
kirmancî li hola perlemanê Kurdistanê hate berbendkirin, piştî
sala 1991ê nêzîkî çar salan kirmancî li xandingehêt behdînanê
hate xandin, paşî bi biryareka nepenî kirmancî dîsan berbend kir
û şwîna wê soranî bi darê zorê li xandingehêt Behdînan da
xandinê. Û paşî hikumeta Kurdistanê pêngava sîyê havêt ku
pirogramêt kirmancî di têlevizyonêt herêma Kurdistanê da
nemînin, da ku biçwîkê kirmanc guhdarîya ezmanê xo di malêda
neket, bi hêceta wêrê ku xandina bi kirmancî û pêşveçûna wê
((emna qewmî ya Kurdî dê êxîte di xeterêda)) herwekî çawanê
emna qewmî ya turkî êxistîye di xeterêda.
Pêdivîye
bêjîn ku xelkê Behdînan gelek pêkol kirin ku têleviyyoneka
setelayt li Dihokê an Zaxo bihête danan,lê her bi zwî hikumeta
Kurdistanê pêkolêt wan li tixwîbêt wan rawestandin.
Evca
desthelatdarêt çaxê me bi vî rengîne û ezmanê Kurdî bi darê
zorê berbend diken.
Desthelatdarêt
çaxê Cizîrî û Xanî jî pwîte dida ezman û toreyê Kurdî,
lewra jî yêt wekî Melayê Cizîrî û Feqyê Teyran û Ehmedê
Xanî çêbûn.
Pirs:
13. Wek tê gotin
û hate gotin hejmara zimanên biyanî ku Cizîrî zane û serdestê
wan bû, ne kêm in. wî jî wek Xanî, lê pirr berî Xanî bi Kurdî
nîvisand. Xanî ne mikun e dema biryara xwe ji bo nivîsandina bi
Kurdî kiriye jiyan û pratîkê ji Melayê Cizîrî hêz negirtibe,
ew bibîrneanîbe, ji bo xwe nekiribe nimûne, belê Cizîrî kî ji
bo xwe kiriye nimûne, wî şopa kê domandiye, gihandiye cîl û
nifşên piştî xwe ?
Bersîv:
13. Tiştekê aşkiraye
herwekî berî niho min avirr dayê, Ehmedê Xanî xo bi şagird û
mîratgirê Melayê Cizîrî û Feqyê Teyran û Elî Herîrî
danaye, herweku di dîbaca Mem û Zînê da, serê xo bi wan bilind
diket û xo bi mîratgirê wan didete nîyasîn û ew bo xo kirîne
mînak û li ser dewsa wan çûye û xo li ser wan ava kirîye. Lê
pisyar li vêrê ewe ka Melayê Cizîrî xo li ser çi û kê ava
kirîye û kîye mînakê wî?
Bi
dirêjîya van salêt min li ser kilasîkan kar kirî, min gelek
bizav û pêkol kir, tiştekî ji rewşa toreyî ya berî Cizîrî û
Teyranî bizanim, jiberku eger mirov berê xo bidete perîsk (derece)
bilindîya van şa'iran, mirov hizir diket ku evana ji çuneyê
destpênekirîye, belkî berî wan toreyekê Kurdî yê nivîskî yê
bi hêz hebûye, belê pa heta niho tiştekê bi belge û dokomênt
li ber destê me nîne, lê dîsan jî wesa xoyaye ku berî wan jî
ş'ira Kurdî hebûye, li vêrê em dişêyn tinê du mînakan bînîn,
mînaka êkê:
Di
şerfnameya Şerefxanê Bidlîsî da navê şa'irekî di mijara
''Fermandarîya Zerqî'' da, hatîye, ku bi Kurdî ş'ir nivîsîye û
Şerefxan dibêjît dîwaneka ş'iran jî bi Kurdî heye. Navê wî
jî ''Ye'iqûb Beg Mihemed Beg''e, ku piştî sala 1534ê wêve bûye
serwerê Zerqîyan. Şerefxan dibêjît: (( '' Ye'iqûb Beg'' piştî
birayê wî Şah Qulî Beg hatîye kuştin, fermanek ji layê sultan
Silêmanî ve hate dan ku ew bibîte serwerê hemî welatê Zerqan.
Ye'iqûb Beg mirovekê têgehiştî û zana bû, sofîyek bû herdem
guhdarîya kesêt xudênas dikir, gelek gêwilê ş'irê hebû,
ş'irêt sofîyatîyê divehandin, pitirîya ş'irêt wî bi ezmanê
Kurdîne, wî dîwaneka ş'iran bi Kurdî heye….))
Mînaka
duyê: Dr. Mes'ûd Kitanî şi'irek bi navê Melayê Bateyî di
govara Peyv hijmara 6 sala 1998ê da belavkirîye, ş'ir bi çar
ezmanan, Kurdî, osmanî, farisî û erebî hatîye vehandin. Ew bixo
saloxa dîwana sultan Huseynê mîrê Amêdîyê diket. Sultan Huseyn
sala 1575ê çûye ber dilovanîya xudê. Eger em binêrîne salêt
jidaykbûna Teyran û Cizîrî, herweku berî niho me avirr dayê, dê
bo me xuya bît, ku ev ş'ire gelek salan berî Melayê Cizîrî û
Feqîyê Teyran hatîye nivîsîn. Her li vêrê min divêt avirrê
bideme wê çendê, ku hêja Mes'ûd Kitanî, ş'ir bo Melayê Bateyî
danaye, lê ew bixo ya ş'irekîye bi navê ((Hemîdî)) herweku bi
aşkirayî navê wî di despêka destnivîsê û dwîmahîyê da
hatî.
Êdî
ji van herdu girovan tête zanîn ku ş'ira Kurdî berî Melayê
Cizîrî hebûye, lê mixabin tiştek ne gehiştîye me. Mirov dişêt
bêjît ku Melayê Cizîrî berî her tiştî:
1.
Mifa ji şa'irêt Kurdêt berî xo wergirtîye
2.
Mifa ji toreyê (edeb) Kurdî yê zardev wergirtîye, her wekî min
di vekolînekêda bi dirêjî behis kirî.
3.
Mifa ji edebê farisî wergirtîye, nexasme şa'irêt navdarêt faris
Camî û Se'idî û Hafiz.
Pirs:
14. Jiyan û
serpêhatiya Dîwana Melayê Cizîrî jî bi serê xwe hêjayê
lêkolînekê ye. Ev dîwan çawa gihişte serdema me. Ji bo vê em
qerzdarê kê û ne kê ne? Li vir pişk û rola Kurd û neKurdan çi
ye û di vê navê de kurt be jî em di çend gotinan de li ser
wergerên Dîwanê dîtinên we bigrin.
Bersîv:
14. Dîwana Melayê Cizîrî
bo Kurda ne tiştekê kêm bû, dîwana Cizîrî û çend ş'ir û
beytêt dî di çaxê wî da Kurd ji xeweka hizar salî rakirin û bi
wê çendê hesyan ku ezmanê Kurdî jî wekî ezmanêt erebî û
farisî bo nivîsînê û flîvanîyê bikêr têt. Êdî ev dîwane
bo tiştekê pîroz bo gelek twîxêt civakê, feqîyan di mizgeftan
da bi dengekê bilind ş'irêt wî distrandin, melayan durr û
mirarîyêt hunerê bilindê ş'irê ji dîwanê derêxistin,
derwêşan diber lêdana defêra bi wan ş'iran digel xudayê xo
diaxivtin, cotîyar û palan beheşta xudê di peyvêt dîwanêda
didît. Evca dîwan wekî kitêbeka pîroz kete di nav civakê Kurdî
da, êdî her li wî biçît dîwanê bo xo venivîsînît. Kêm
mizgeft û medrese hebûn ku libeka dîwana Cizîrî têda nebît,
piranîya feqî û melayêt Kurdistanê her êkî libek bo xo
dinivîsî, ji ber vê çendê jî heta niho jî dê bînî bi dehan
destnivîsêt dîwana Melayê Cizîrî di nav xelkê Kurdistanêda
mayne, min bixo jî pitir ji deh destnivîsan hene. Eger heta niho
dîwana Cizîrî nehatiba çapkirin jî, çi tirs li ser nemana wê
nebû. Min bixo çend caran ji melayan bihîstîye digotin: piştî
Quranê dîwana Melayê Cizîrîye!! Ji ber van sedeman kitêbeka bi
vî rengî pîroz çi cara berze nabît. Ş'irêt Cizîrî di nav
Kurdan da xasîyeteka dî jî hebû, çênedibû peyvek an hevokek
bihête destvedan, çawa bo Quranê ev tişte çênedibû, herwesa bo
dîwanê jî, ji ber vê egerê jî dê bînî li ser wê çendê ku
bi dehan lib ji dîwanê desnivîs kirîne, lê guhrîn têda
çênebûye, belê pa şa'irêt dî guhrînêt aşkira di ş'irêt
wanda çêbûyne.
Xelkê
bîyanî jî hindek karêt biçwîk bo dîwana Melayê Cizîrî
kirîne, lê eve jî her tinê parastina libekê ye ji destnivîsa
dîwanê, karê ji hemya berçavtir ku ji layê kesekê bîyanî ve
bo dîwanê hatîye kirin, ewe yê ((Von Martin Hartmann)) kirî. wî
sala 1904ê destnivîseka Melayê Cizîrî ji Kurdistanê ku bi destê
melayekê Kurd hatîye nivîsîn, digel xo înaye Elemanya û
pêşgotinek bo destnivîsê bi Elemanî nivîsîye û ew destnivîs
zêde kirîye. Eger çi karêt kesêt wekî Hartmann nahêne
piştguhvehavêtin û jibîrkirin, lê dîsan jî ne karekê êkaneye.
Pirs:
15. Xaleke din ku
zelaliyê dixwaze û li bendeyî serastkirinê ye mesela helbestekê
ye ku Feqiyê Teyran û Melayê Cizîrî bi hev re xwendine. Navê vê
helbestê û sala xwendina bi hev re û sebeba xwendina bi hev re? Ev
adetek bû, di zemanê Cizîrî de adetên wuha hebûn di nav şaîr
û aliman de ku bi hev re helbestan bixwînin.
Bersîv.
15. Belê, ş'irek heye
dinavbera Feqyê Teyran û Melayê Cizîrî da hatîye vehandin,
herwekî berî niho jî min di bersiva pisyareka dî da behis kirî.
bendek ji layê Feqî tête gotin benda piştî wê ji layê Melay
tête gotin…û hosa heta dwîmahîyê. Benda êkê Feqî dest
pêkirîye û ya duyê Melay û dîsan heta dwîmahîyê ku bi benda
Melay xilas dibît. Navê vê ş'irê di destnivîsanda (Mukaleme)
hatîye, hindek cara jî (Munazere). Ku ev herdu peyve jî bi
erebîne, ya êkê bi Kurdî anku: bihevra axivtin, an jî dan û
standin. Ya duyê anku: qawîşkêşanê, an jî : havêtne berêk.
Ev
awayê ş'irê di folklorê Kurdî da gelekê mişeye, nexasme di
''Heyranokêda'' ku kiç û kurr herdu dihavêne berêk û êk
bendekê dibêjît û yê dî an ya dî lê vedigêrît, Kurd dibêjne
vî awayê dariştinê ((Berêkanê)), evca ev peyve ji folklorê
Kurdî hatîye wergirtin û bo vî awayê ş'irê di navbera şa'iran
da jî dibêjinê Berêkanê.
Ev
awayê henê li nik ereb û farisan jî hebûye, lê wana berêkanê
pitir di warê reîdanê li ser hizrekê ka re'ya kê dirusttire, an
di warê Berrebêjîyêda (Bela'xet) ka kî ji yê dî di axivtinêda
berretire, an Berrebêjî di ezmanzanîyê, zanistê, dîrokê û
zanistêt dî da dikir, ka kî ji yê dî zîrektire.
Ev
ş'ira henê jî berêkanêyeke dinavbera herdu şa'irêt hevçerx
Feqîyê Teyran û Melayê Cizîrî da. Feqîyê Teyran di bendekêda
sala nivîsîna wê aşkira kirîye, dibêjît:
Birîndarê
Işqême dûrim ji siha bihan
D'zanin meddahê kême
di "hizar û yek û sihan"
Sena xwanê Melê me li
hemû erd û cihan
Ewî
sala 1031 mişextî, anku hicrî bo nivîsîna wê danaye, ku
dikevîte beramber sala 1621-1622zayînî.
Pirs:
16. Gelo ji dîwana
xwe pê ve tu berhemên wî yên din çêbûne?. wek nimûne Xanî
fireh û çendalî xwedîmijûlahî ye, navçeya enterese û
pêdaketinên wî fireh e, dest avêtiye gelek tiştan. Ji vî milî
mirov li wextdagirtin û dembuhurandina Cizîrî binere, rewş çawa
ye, ev bi çi nisbetê xwe di helbestên wî de dide dest?
Bersîv:
16. Eve çend sale ez li ser
destnivîsêt Kurdî dixebitim û herdem jî ez hizra wêrê dikem
belkî rojekê ji rojan berkarekê vî şa'irî û êkê yê dî yê
ku nehatîye dîtin bikevîte destê min, bi rastî jî gelek cara
merema min bi cih hatîye û tiştê nwî hatîye vedîtin. Lê di
rasta Melayê Cizîrî da heta niho bijlî ş'irê û wê ş'ira wî
ya di dîwanê da tiştekê dî berçavêt min neketîye, tinê
vehînokeka dirêj min di destnivîsekê da dît, ku li ser navê
(Mela)y hatibû meşiqkirin. Ev vehînoke li ser ferzêt nivêja ye,
li ser pênc navbirra ya hatîye avakirin, sala 2005ê min ew vehînok
di kitêba xo ''Kelhên ava''da belavkir. Pîçek jî min behsê wê
kirîye, ku herçend bi navê (Mela)y hatîye belavkirin, lê bi
bawerîya min ya Melayê Cizîrî nîne, jiberku Melayê Cizîrî
mijarêt bi vî rengî ne nivîsîne û dîsan awayê dariştina wê
ya siste, ne ya dagirtî û kutne kirîye wekî ş'irêt Cizîrî yêt
dî. Evca heta niho bijlî dîwanê tiştekê dî liser navê Melayê
Cizîrî nehatîye vedîtin, dwîr nîne jî ku wî tinê ev dîwane
nivîsîbît, lê divêt bizanîn ku wî bi vê dîwanê mezintirîn
kar bo Kurda kirîye.
VI
Li ser
jidayikbûna Melayê Cizîrî çend dîtin.
Celalettin
Yöyler
GELO RASTÎYA DÎROKA
MELAYÊ CİZÎRÎ ÇÎYE?
Pir kes ji nivîskar û
dîrokvanan di derbarê dîroka ji dayîkbûna Mela de; xwe êşandine
û negihîştine rastî ya dîrokê. Lê tu rexne û lewmek me jibo
wan camêran nîne. Lewra Mela bi eşkere wek Seydayê Xanî ji
destpêka jidayîkbûna xwe nepeyîvîye.
Mela bi giranî helbesta
xwe bi peyvên felsefî, derûnî û razdarî hûnandî ye. Pir
helbestvanên wek Mela di helbest û gotinên xwe de, bi razên
ebcedî, ji temen û heyamên xwe axivîne û di helbesta xwe de,
veşartine. Rasthatina vê rêbaza ebcedî jî, zor têzanîn û
bişkivandin. Jibo dîroka destpêka jîna Mela, di meydana lêkolînê
de, çend dîtin hene:
Yek dîtina Rêzdar
Zeynelabidîn Zinar a bi hejmarên ebcedî ye.Ya din jî, dîtina me
ya dîsa bi hejmarên ebcedî ye. Em dibêjin:dîtina Zeynelabidîn;
lewra di pêşgotina tîpguhêzî ya dîwanê de, dide zanîn ku
herwekî ew rêbaza ebcedî ya wî ye. Armanca mın ji vê mijarê ew
e ku xwendevanên rojnameyê û zanayên nivîskar, rêbaza me ya bı
hesabê ebcedê û dîyarkirina me ya destpêka salên jîna Mela û
dîtina rêzdar Zeynelabidîn Zinar, di ber çavan re derbaskin û
biryara xwe bi nirxandinek azad eşkere kin û ji vê îmeyla me re
bişînin. Îmeyl: (xwesbin_yekta(at)hotmail.com)
DÎTİNA ZEYNELABİDİN
ZİNAR: Birêz Zeynelabidîn Zinar,di pêşgotina tîpguhezîya
Dîwana Mela ya ji tîpên Erebî bibal tîpên Kurdiya Latênî ve
dibêje: Di malika helbesta Melê de, ya bi nivîsandina (Ji
herfan mah û salê ma, nehat der şiklê falê ma - Kuca danendî
halê ma, sipikbaranê sahil ha) Dîroka ji dayîkbûna Mela
di vê helbesta jorde bi hejmarên ebcedî hatîye dîtinê. Rêzdar
Zeynelabidîn dibêje:bi hejmara bêjeya(Herfan û xalî) dîrok
derdikeve meydanê. Ew hejmar jî dike 980ê. Ger ev bi hesabê koçî
be? Bi beranberîya mîladî dike:1570'ê. Dîsa dibêje: Bê guman
ji ber ku ev malik di beşa destpêka dîwanê de ye, bêtir mirov
didefîne bibal rastîya wê ve.
Dîsa Zeynelabidîn Zinar
dibêje: Mela di sala 1621ê de bi Feqî re helbest gotîye. Birastî
gava mirov li rastîya bûyerê dinhêre, mirov dibîne ku di
hejmaran de çewtîyên hejmarî derdıkevin meydanê.Yek ji mînakên
çewtî yê hejmara 1621 e. Lewra Feqî di helbesta xwe de dibêje:
Gava min helbest bi Melê re digot, (Sal hezarû Sî û yek 1031) bû.
Ev hejmara ku Feqî dibêje, sala (1031) bû, hejmarek koçî ye û
bi beranber mîladî ne (1621) e, (1624) e. Mirov gava li rastîya
helbestgotina Feqî ya bi Mela re dinhêre, mirov dibîne ku
dinavbera herdû hejmarên dîrokîde; 3 sal cudatî heye.
Yanî dema bihevragotina
helbestê (1624) e. Her wisa di nirxandina hejmaran û nîşandayîna
dema ji dayîkbûna Mela de jî nakokî heye. Lewra birêz
Zeynelabidîn hejmara tîpên bêjeya (herfan û xalî) bi hejmarên
ebcedî derxistiye: (980) ye. û gotiye bi mîladî dike (1621) û
temenê Mela yê ji dayîkbûnê jî bivî hesabî dike (1570).
Mixabin bêjeyên ku heval Zeynelabidîn Zinar bi hesabê ebcedî
nirxandîye û gotîye temenê Mela bi van hejmaran (1570)ê ye, ne
rast e. Lewra 980’ê bi beranberî ya mîladî dike:
953+622=(1575). Her çiqas Zeynelabidîn bi dudilî gotîye: Ger bi
koçîbe? lê bê dudilî kesên di wê demêde, her bi hesabê koçî
nivîsîne. Nirxandin: 980 ê koçî bi beranberîya Mîladî dike
953+622ê berya koçî = 1575. Hem jî xebitandina bêjeya(Xalî) di
şûna Sal de jî, biguman e. Lewra nusxeyên ku di destê me de
hene, bigiştî (Ji herfan Mah û Salê ma)ne û ne ku xalê ma
hatine nivîsandinê. Lê birêz Zeynelabidîn dibêje: Min di nusxek
de (Xalî) dîtîye. Me jî di şûna (xalê)de xalî xebitandiye. Di
rêbaza tewandekan de, di şûna tewandeka (ê) de (î) nayê
xebitandinê. Lewra tewandeka (î) di giramera erebî de, daçeka
kesekî ye û bi peyvekî kurdî re nayê xebitandinê. Em dibêjin,
rastî ya helbesta Mela (Ji herfan mah û salê ma, nehat der şiklê
falê ma) ye û ne xalî ma ye. Hege (xal) xwendibin jî, bi sehwa
qelema katibê nusxeyê hatîye nivîsandinê. An jî di nivîsên
destxet de, (x) di şûna (f) yê de xwendine û gotine (xal). Lewra
(x) ya erebî û(f) ya erebî di destxetan de, carnan jı hev nayên
cuda kirin û bi hev re tên guhertin. Em werin ser dîtina rêzdar
Nayîf Mikaîl Tahir ê ku:destpêka salên Melê; di hejmarên jêr
de dîtîye: erfa = 289, Mah=41, û (w) sal=97, Ma=41, Şikl=350,
Fal=111, Ma=41, bi tevahî dike: 975. Lê rastîya hejmarê 974 re.
Di hejmara (Mah) de (H) bi çewtî (6)hejmartine, ew jî bi gorê
mîladî dibe 1569 û ne 1567 e. Li jor rêbaz û nirxandinên van
herdû rêzdar hevalan wek hev in. Lewra herdûkan dîtinên xwe
berdane ser rêze helbestek û di hejmaran de şaşî kirine. Bi gor
rastî ya nirxandina hejmaran, gotina Zeynelabidîn ya ku gotîye
(1570) dijê hejmaran e. Lewra rastî ya hejmaran (1575) didine
dîyarkirinê.
Dîsa nirxandina rêzdar
Nayîf Mikaîl Tahir jî, ne bi gor rastiya hejmaran e û rastiya
hejmaran (1569) didene dîyarkirinê ne ku (1567). Bi dîtina me ya
lêkolînerî ya nêzîkê 7 sal e, ya liser şîrovekirina vê
berhema Mela, ev helbesta wî ya ku dibêje: (Ji herfan mah û
salê ma, nehat der şiklê falê ma) tu giza wî bi dîyarkirina
temenê Mela re tuneye. Ji ber ku di nav de, bêjeya (mah û sal)
heye. Rêzdar nivîskaran jî gotine, ji salên xwe diaxive û dane
ber hejmarên ebcedî. Pir ecêbe ku rêze helbesta (ji herfan mah
û salê ma) di navbera du lêkolîneran de, hatîye parvekirinê.
Yekî gotîye: (herfan û xalî) yê din jî gotîye: herfa,
Mah, û(w)sal ma, şikl, fal, ma. Eva jî mirov di derbarê
rastiyê de dixe nav gumanan. Bi dîtina me û bi xebata me ya 7
saleya liser şîroveya dîwana Melayê Cizîrî, me xwe gîhande
rastîya dîroka jidayîkbûna Mela û jînenîgarîya wî. Dema ku
di Sala 1997 de, me dest bi şîroveya Dîwana Mela kir û me tim di
nav domandina xebata xwe de, rastiya dîroka Mela di serê xwe ra
derbas dikir û dixwest ku rojekî ji rojan em rastê gotinek Melayê
di derbarê ji dayîkbûna wîde werin. Bi rastî bi nirxandina mina
helbestê re, helbseta (Feqîyê Teyran) ji bo xwegîhandina min a bi
bal dîroka ji dayîkbûna Mela, bû alîkar û piştevanek pir
mezin. Herwekî bi dengekî êlî bangê min dikir û ji min re
digot: Dîtina te ya bi hesabê ebcedê rast e û binirxîne. Lewra
gotina Feqî ya bi helbestgotina bi Mela re, bo min jêderk û
delîlek vebir e.
Lewra her çiqas Mela bi
zimanek eşkere ji destpêka jîna xwe neaxivîye û birewşekî
nehînî û bi razên ebcedî ji xwe axivîye jî, lê Feqîyê
Teyran bi zimanekî eşkere û vekirî ji hevdemî û dîroka jîyana
xwe û Mela axivîye. Em werin mijara nirxandina helbesta erebî ya
di dawîya pêncekên Melê de û bi hesabê ebcedî binirxhinin û
li rewşa hevgirtina wê û gotina Feqî binhêrin ku çawa hev temam
dikin û rastiya dîroka jidayîkbûna Mela dertînin meydanê.
Helbesta Mela ya ku tê de bi zimanek nehînî û ebcedî, ji rewşa
xwe ya destpêka helbestgotinê tîne ziman û dibêje (Tilke
enbaun yeqûlû ennasû mınna beede hînin) ev e.Wateya
rêzehelbestê bi Kurdî: Ev behrem bigiştî hinek gotin, peyamin û
me amadekirîye.
Wê gel û mirûvên
piştê deman ji me û berhema me biaxivin) Berya nirxandina tîpên
helbestê, em dixwazin bala kesên ku nirxandina me ya bi hejmarên
ebcedî dibinçavan re derbas kin, bira bizanin ku di rêbaza
nirxandina tîpan de, tîpên bi Şedeyên di bêjeyande yek tîp, ne
du tîp têne hejmartinê. HEJMARTİNA TîPAN: (T)400, (L)30, (K)20,
(E)1, (N)50, (B)2, (E)1, (Y)10, (Q)100, (W)6, (L)30, (E)1, (L)30,
(N)50, (E)1, (S)60, (M)40, (N)50, (E1), (B)2, (E’)70, (D)4, (H’)8,
(Y)10, (N)50 = 1027ê koçî.) Hejmara tîpan bigiştî rêze helbest
e. Lê ya ji herfan mah û salê ma di navbera du lêkolîneran de,
hatiye parvekirinê.Yekî gotîye: (herfan û xalî) yêdin jî
gotîye: herfa, Mah, û(w)sal ma, şikl, fal, ma. Hejmara tîpan
liserhev: bi hejmara koçî:1027.Mela divê rêze helbestê de bi
zimanek derûnî û bi hesabê Ebcedî dide dîyarkirinê, ku wî di
Sala 1027ê koçî de, dest bi nivîsandina helbestê kirîye. Dema
ku Mela dest bi helbestgotinê kirîye, temenê wî (30) sal bûye.
Lewra di derbarê (30)sal temenê wî yê di berya destpêka helbestê
de, Mamosta Eladîn Secadî anîye ziman û gotîye: Mela di 30
Saliya umrê xwe de, helbest gotîye.
Herwisa Mela bi xwe jî,
di beşên helbestên xwe de; temenê xwe yê di berya helbetê de,
tîne ziman û dibêje: (Sih Sale ji derdû ji belayê te
hilakin=Hetta bi felek her diritin ahû ehê min) Dîsa di rêze
helbestek dinê de dibêje:(Ernekî rihmê tu Mîro, dê çibit
halê me îro= Qet nebê carek Esîro, girtîyê (Sî) saleye).
Mela bi eşkere û zelalî dide zanîn, ku temenê wî di berya
helbestgotinê de (30)salî ye. Yanî lêkolîn û dîtina me ya bi
hesabê ebcedê, dîroka destpêka wêjenasîya wî ye. Gava em
(30)sal temenê wî yê berya wêjeyê ji wê dîrokê dertînin,
rastîya dîroka wî ya ji dayîkbûnê bê guman derdikeve meydanê.
Çawa me li jor gotina (Feqîyê Teyran)a di derbarê helbestgotina
wî ya di Sala (1031)de bi Mela re dabû nîşan. Ew gotina (Feqî)
ya dîrokî, bo me jêderk û delîlek bêguman û vebir e. Hem jî
ji bo dîtina me ya bi hesabê ebcedî jî, destek û piştevanîy e.
Her wisa helbesta ku Mela di bênceka xwe de bi erebî dibêje, ev
behrem bi giştî hinek gotin, xeber û peyamên curbecur in û wê
mirov piştê dem û zemanan ji me û peyamên berhema me bi axivin.
Mela, di destpêka rêzehelbesta xwe ya bi zimanê erebî de, di serê
helbestê de, bêjeya (Tilke) anîye ziman. Lewra bêjeya (Tikle) di
giramera erebî de, daçeka pirhejmarê ye û işaretê bal tevahî
ya berhremê ye.
Ango (tikle) ev behrem bi
giştî, me divê sala koçî ya hejmar (1027)de nivîsî ye. Hem jî
ev hejmar û gotina Feqî ya ku dibêje: me di (1031)ê de bi hev re
helbest gotî ye, hev temam dkin. Em werin ser mijara nirxandina
hejmarên ebcedî û dîyarkirina dîroka ji dayîkbûna Mela:
NİRXANDİNA HEJMARAN:
Mela di (1027)’ê koçî de, dest bi nivîsandina helbestê kirîye.
Ev hejmara koçî beranber bi mîladî dike: (998)ê ji Koça
(Hicreta) Mihemmed silava Xuda li ser be û heta despêka nivîsandina
Mela ya helbestê. Dı navbera hicreta MİHEMMED û ÎSA Pêximber de
622 sal heye. 998+622=1620-30 =1590. Bi vê nirxandınê dîroka ji
dayikbûna Mela:dibe 1590 û koça wî ya ji dinê bi gotina dîrokzan
Eladîn Secadî dibe:1665. Me di çapa yekem a ku Enstitüya Kurdî
çap kiribû de, temenê destpêka bûyîna Mela bi şaşîyek
teknîkî (1589) dabû dîyarkirinê. Lê me ew şaşî dît û
sererastkir. Mijara here giring a ku heta niha ji hêla tu dîrokvan
û lêkolînvanan ve nehatîye zanînê, dîroka ji dayîkbûna Mela
ye.
Divî mijarê da em
dibêjin: Me bi lêkolînek berfireh rastîya ji dayîkbûna Mela, ji
bo rayagiştî û xwendevanên pirtûka xwe re derxiste holê. Lê
diroka koçkirina wî ya ji Cîhanê, me xwe siparte dîtin û gotina
Eladîn Secadî û hinek dîrokzanên dinê. Em dîsa ji bo
xwendevanên şîroveya xwe re, bi bêdudilî didne dîyarkirinê ku
lêkolîn û dîtina me ya bi hejmarên ebcedî rast e. Lewra me çawa
gotina (Feqîyê Teyran) bo xwe delîlek vebir dît, em ji
xwendevanên şîroveya xwe re jî dibêjin: hûn bi zanînên xwe
yên pîroz û bi însafî, dîtina me binirxînin û rastîyê
bibînin. Lewra em dibêjin: Bi hejmarên ebcedî detstpêka
helbestnivîsa Mela, 1027 e. Di beriya wî de temenê Mela, (30) ye.
Gava em 1027ê ku me bi hesabî ebcedî ji bo destpêka helbestvanî
ya Mela nirxand û wergerand mîladî, bû 998. Me: 30 sal temenê
melayê berya helbestê ji hejmara (998)derxist û bû
968+622=1590)rastî ya ji dayikbûna Mela. Armanc ji vê nirxandinê
ew e, ku (30) sal temenê Mela bixwe derdikeve meydanê û dîtina me
ya ebcedî rast dibîne. Feqî jî dibêje:dema me bi hevra helbest
digot Sal (1031)bû. Dinavbera dîtina me de û gotina Feqîyê
Teyrande, çarsal heye. Gava ku Feqî bi Mela re helbest gotîye,
Mela pirtûka xwe ya helbestê birîye nêzîkê dawîyê. Gava ku
çarsal di navbera wan de cudatî hebe î nepir e. Lewra Mela heta
pirtûka xwe birye nêzîka dawîyê, jixwe çarsal dikêşe. Yanî
Feqî piştê çarsal xebata Mela ya li ser helbest nivîsê, pêra
helbest gotîye.
Nîşe: Ev nivîs ji
Enstîtuya Kurdîya Amedê û ji Rojnameya Azadîya welat re jî
hatîye şandin.
Celalettin Yöyler
4/28/2008
elbestvanên me rapêçaye, kiriye bendewar û dilovanê xwe ji ku tê, ji ku av vedixwe ?
Bersiv:
1. Belê bi rastî em nikarin bêjin ji sedî çend şair û nivîskarên Kurd di bin bandora Melayê Cizîrê de mane. Ev hêza heta îro di cîhana nivîskar û helbesvanên Kurd de, rapêça wê heye û ji rêbaza helbest hûnana Melê av vedixwe.
Pirs:
2. Dibêjin ku Mîr Şerefxanê navdar, nirx û rûmeteke bêpayan daye Cizîrî, ewçendî ku di goristana malbata xwe de ew kiriye şirîkê xwe, yeke ji malê, tê gotin ku ew kesê bi tenê ye di goristana desthelatdarên Cizîrê de ku ne ji malbatê ye, ev hinekî rûtbe û nîşandayîna lordîtiya li Ingilîstanê tîne bîra mirov yan na? Di vê derbarê de çi delîl, gotin hene?
Bersiv:
2. Gotina derbarê ku Mîr Şerefxanê navdar nirx û rûmete payan daye Cizîrî û di goristana malbata xwe de ew kirîye şirîkê xwe rast e. Bi rastî min goristana Cizîrî û Mîrên Cizîrê zîyaret kir û dît ku, Mela wek kesek ji wê malbatê di wê goristanê de, hatîye definkirin û tirba wî bilindkirî li hewa ye. Lê yên çend Mîran li rexê wî ne bilindkirî û li rû zemîn in.
Ev reng dide dîyarkirinê ku Mîrê Cizîrê gelek paye û rûmet daye Melê. Çawa ku bihev re di gotinên xwe de, Mîr dibêje:Ji husnê rewneqek dayê ku Şêx Ehmed me ustad e.
Pirs:
3. Her kes kêm ya zêde, bi ferq û cihêyî be jî ber û berhemê şert û mercên welat, kultur, dîrok û serdem û qonaxa xwe ye. Heger mirov ji vê awurê, ji pencereyeke wuha sosyodîrokî, xwe bi nav salên dema Cizîrî li jiyanê ye berde, hinekî noqî nav sedsala wî bibe, gelo wê encam çi bin?
Bersiv:
3. Belê bi rastî gava ku mirov di pencereya sosyodîrokîya di dema Melê de, xwe noqê nav sedsaleya wî bike, mirov dibîne ku Mela; di warê zanista çand, dîrok, astronomî û felsefeya jîyana birûmet de, di radeyeke gelek bilind de ye.
Pirs:
4. Mezinahiya Cizîrî bê gotin e, mohr û şeqla qebûla giştî, şareza û xwedî gotinên pispor ji zû de hildigre. Dema gotin tê ser mezinahiyê, ser wezin û giraniya wêjeyî, hunerî, hostetî û hêza peyvê, tecrûbe çi dibêje, çi ne, pîvan û kirîterên giştî?
Bersiv:
4. Bi rastî gava mirov li rewşa peyv û hevokên ku di helbestên Melê de, hatine rêzkirin, dinhêre; mirov dibîne ku Mela helbestên xwe bi çi rengî bi çi navî rêzkiribe, bê armanc û ramanên felsefî û zanistî nînin. Digel van nirxandinan, gava Mela ji tesewufa pesindayîna Yezdan dipeyîve jî bi armancên xwenaskirin û Xuda naskirinê dipeyîve. Ango rût ji vê ramanê wek sofîkî reben bi Xweda va nabîne. Girêdana wî ya bi naskirina Xweda ve, dizvire bal jîyana birûmeta mirovahî.
Pirs:
5. Mamoste Celalettin Yoyler di lêkolîna xwe ya bi navê “ Şîroveya Dîwana Melayê Cizîrî” de / Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Avrêl 2006/ girêdayê salên jidayikbûn û mirina Melayê Cizîrî de wuha dibêje:” Mijara herî girîng a ku heta niha ji hêla tu dîrokzan û lêkolîneran ve nehatiye zanîn, dîroka jidayikbûna Mela ye. Di vê mijarê de em dibêjin me bi lêkolîneke berfireh rastiya jidyikbûna Mela, ji bo raya giştî û xwendevanên pirtûka xwe ya şîroveyî derxiste holê”. Ev jî salên 1589-1664 e. Hayê te ji vê lêkolînê çend e, çine dîtinên te li ser van herdû salan, di vê derbarê de çu nezelalî, nexwiyayîtî, heft û heyşt hê mane?
Bersiv:
5. Dîtina me ya di derbarê destpêka ji dayîkbûna Melê de, bi hesabên ebcedî di dawîya pêncekên wî yên di beşa bi navê:''Mela me li gerdena dîlber'' de, di rûpel 563'ê şiroveya me de, bi erebî di rêza dawî ya helbestê de, bi nivîsa ''tilke enbaun'' de hatîye nivîsandinê. Bi hejmarên ebcedî dîroka destpêka nivîsandina Mela ya dîwana wî, hatîye dîtinê. Hejmarên ebcedî di wir de, bi koçî 1027'e. 30 sal berîya nivîsê temenê wî hebûye. Liser hev gava em hejmarên koçî ku 1027'e werdigerînin mîladî dîroka ji dayîkbûna Melê derdikeve holê.Derbarê vê mijarî de,mijarek me yê bi nirxandinek dirêj heye û emê ewî di dawîya bersivan de dîyarê we bikin û hûn binirxînin.
Lê bi rastî di şiroveya me ya Enstîtuyê de, me salên Melê derxistîye 1589-1664.Mixabin jiber şaşîyek teknîkî me salekî kêm hejmartîye. Di sererastkirina şiroveyê de, ji bo çapa duyem, me ew şaşî dîyarkir û got:1590-1665. Dîroka koça wî, bi gorê dîtina rêzdar Eladîn Secadî ye.
Pirs:
6. Çi gava gotin bê ser jiyanê; jiyana navdar û hêjayekî me, kesayetî, xwedî prestîj û hezkiriyekî me, giriftek, serêş û dudiliyek derdikeve pêşberî me, dikeve pêxêr û pêsêra me. Ew jî ev mesala salên jidayikbûn û mirinê ne. Navdarekî wek Melayê Cizîrî ku di rêza navdar û xwedîbandêran de bi Ehmedê Xanî re tê miqayesekirin, ne ecêb e ku piştî çend qirnan hê jî em ji agehdarî û pêzanînên xwe ne piştrast in? Kî berpirsiyar e, dîroknas, biyografînas, siyasetmedar yan rewşenbîr, bi giştî? Gelên din ne wuha ne, mirov vê çawa şîrove bike?
Bersiv:
6. Dem û heyamên ku zanayên wek Melayê Cizîrî û bi sedan nivîskarên Kurdên bi sedsalan berîya me jîyane, me di derbarê wan de, tu xemxwarîyekî jibo rastîya dîroka wan nexwarîye û lê nepirsîye. Rewşenbir û nivîskarên me yên îro û demek berîya îro ji nedîtin û nezanîna dîroka van xweşmêran berpirsyar in.
Mînaka here girîng ewe ku di medreseyên Kurdistanê de, her feqî û melakî dîwana Mela ya ku dagirtîyê, bi felsefa jîyana mirovahî û gelê Kurd, her bi dîtina muzîkwarîyê lênihêrîne û bi dengên xweş ji civakan re xwendine.
Lê mixabin qet negotine ev berhema pir bi nirx û hêja ji çi diaxive û xwedîyê berhemê di çi demî de, hebûye û jîye.?
Lê me bi qelsîya xwe ya ku mirov nikare xwe bigehîne watedarîya vê berhemê, xwest ku xwe bigehînin xalek ji naveroka wê. Ger kêmasîyên me hebin, çawa hene jî, me hêvîye ku zana û nivîskarên me ên vê demê, bibine alîkarê sererastkirinê û pêşkêşê gelê xwe bikin.
Pirs:
7. Xwendin û dersdariya Melayê Cizîrî?
Bersiv:
7. Bi gor dîtin û şiroveya me ya liser dîwana Melayê Cizîrî; me zanî ku pirên dîrokzanên berîya dema me, wek Eladîn Secadî û Seyda Mele Ehmedê Zivingî, Hejar û hwd Gotine: Mela destpêka xwendina xwe li bal bavê xwe Şêx Muhemmed destpêkirîye. Di dûre li curbe cur deverên Kurdistanê: wek Hekarî, Başûrê Mezin û devera Amedê domandîye. Li bal Melayên dersbêjên Medreseyan xwendina xwe pêşve birîye û di dawî de, libal ''Mele Taha'' yê Amedî, destûrnameya xwe ya ilmî standîye.
Li gundek Amedê bi navê “Sirba” Meletî kiriye. Ji wir zivirîye bajarê Heskîfê û li bal Mîr Melîk Kamil dersbêjîya Medresa wî kirîye. Piştê demek ku evîndarîya wî ya jibo “SELMA” ya keça Mîr eşkere bû, derbasê bajarê Cizîrê bûye û bûye dersbêjê Medreseya Sor û li wir çûye ser dilovanîya Yezdan.
Pirs:
8. Gelo Cizîrî Dîwana xwe kengî û di kîjan temenî de nivîsandiye, nivîsandinê çiqas dem girtiye, wê demê berhem li ku çawa çap dibûn, çi agehdarî hene li ba te?
Bersiv:
8. Bi dîtin û lêkolînên me yên di derbarê dîwana Melê de, me zanî ku Mela piştê 30 sal temenê xwe nivîsandîye. Bi gor nirxandina me ya destpêka nivîsandina Melê de û gotina ''Feqîyê Teyran '' ku dibêje:min û Melê dema helbest bihevre digot, sal “1031” bû, tê zanîn: ku nivîsandina Melê ya dîwanê bi hindikî şeş sal e. Lewra gotina Feqî ya ku dibêje:dema min û Mela bihevre helbest digot, sal “1031” bû û destpêka helbest nivîsandina Mela ya bigor dîtina me ya hejmarên ebcedî 1027 te û di navbera vê hejmarê de û hejmara 1031an de 4 sal dem heye. Ji dema helbestgotina wana bi hevre û qedandina Dîwanê de, du sal nevebir tê gumankirnê, 6 sal nêzîkê hiş e. Lê agahîya min ji bo çapkirina berheman di wê demê de tune ye .
Pirs:
9. Dema Cizîrî serê xwe datîne, diçe rehmetê, li gora texmînan Ehmedê Xanî 13-14 salî ye. Îmkan heye ku Xanî Cizîrî dîtibe, yan di zaroktiya xwe de, hê dema Cizîrî saxbû, dîwana wî xwendibe, yan jî bi riya malbata xwe bav û xizmên xwe li ser vê dîwanê hinek zanebûna wî çêbûbe?
Bersiv:
9. Dema em lêkolîn û nirxandina xweya derbarê destpêka salên ji dayîkbûna Melê de dîyardikin; em dibêjin:1590. Gava ev hejmar ji hejmarên temenê Xanî ku “1651”e derkeve (61) sal dimîne. Yanî Xanî 61 sal pişt Melê re hatîye dinê. Lê gava Mela hêj neçûye koça dawîn, temenê Xanî 14 bûye. Kesayetek wek Xanî ku di nav salên ciwanîya xwe de, li Medreseyên welêt bigere û Melayê Cizîrî bibîne jî mumkin e. Lê ez rastê tu berhemek nehatime. Xanî berhema Mela ya bi navê ''Dîwana Mela'' her xwendîye. Lê di temenê xweyê çarde de an di dû re me xwe negîhandîye tu berhemekê.
Mamostayê mezin Xanî di Mem û Zîna xwe de, ji Mela, Feqî û Elîyê Herîrî dipeyîve û dibêje: min dê e'lema kelamê mewzûn alî bikira li banê gerdûn, bînave reha Melayê Cizîrî pê hey bikira, Elî Herîrî kêfek we bida Feqîhê Teyran heta bi ebed bi mayê heyran.
Pirs:
10. Heger em di nav Cizîrî û Xanî de muqayese û berhevkirinekê bixwazin, çi mimkun e bê gotin? Mesele muqayeseyek ji awura têkiliya bi cîhanê û der û dora xwe re, têkiliya bi mîr û desthelatdarên Kurd re, ji awura naveroka berhemên wan, zimanê wan û Hwd.
Bersiv:
10. Em Cizîrî û Xanî bi berhemên wan û têkilîya wana bi Mîrên welêt re û derdorên wan ra û di cîhanê re bidne destê xwe û binirxînin emê bibînin ku herdû zanayên Kurd ji bo xemxwarî û pirsgirêka netewa xwe têkildarîyek wanê xurt bi van beşên civakê re çêbûye û xwestine ku mîr û begên Kurdan di netewa xwe da desthilatdar bin, nekevine bin destê dagirker û mêtînkerên bîyanî. Lê cudatîya di navbera herdûyan de, bi tenê rewşa bangezarîya wan e, ji bo serbilindîya netewa wan. Em di berhema Xanî da dibînin, ku bi zimanê welatparêzî û netewî hezî ji bo yekbûnê û avakirina welatekî serbest û azad ji bo yekîtîyê bang li mir û began kirîye. Lê di bangezarî û hewara xwe da, bi ser neketîye. Ji ber vê rewşa xerab dest bi nivîsa berhema xwe ya bi navê Mem û zîn kirîye û berhema xwe bi dîmenên pir dilêş bidawî kirîye. Dawî anîna berhema xwe bi rewşekî şanogerîya netewî anîye ziman û Mem wek cengawerê rizgarîya netewî, Zîn jî wek bedewîya welatê xwe di serê xwe ra derbas kirîye. Mîr û Beko bi hev re wek sedema windakirina welêt nirxandîye. Lê Melayê Cizîrî wek Xanî bi helbestên xwe yên felsefî û ramanî mebesta xwe ya ji bo serbestî û rizgarîya gelê xwe û hemû bindestên di cîhanê da bi awakî humanîstî derxistîye meydanê û nirxandîye. Ji ber ku di helbestên Melê de, bi rengekî felsefî û derûnî hatine rêzkirinê, kesek jê fêm nekirîye, hetanî van deman rûmetekî wêjenasîya wî dîyar nekirine. Em dikarin bêjin, herdû Mamostayên mezin jî xemxwarîya wan tim ji bo serbestî û rizgarîyê bûye û bi wî rengî bi helbestvanîya xwe dîyar kirine.
Pirs:
11. Qonaxên afirêneriya Cizîrî, hejmara zimanên Cizîrî zanîbûn û têkiliya di nav wî û wêjeya farisî, erebî û Osmanî de.
Bersiv:
11. Cizîrî bi helbestvanîya xweya bê hempa di rêzên helbestên xwe de, zimanê erebî, farisî, hindik bi tirkî û piranî bi kurmancî helbestên xwe rêz kirîye û neqişandîye.
Pirs:
12. Gelo ji dîwana xwe pê ve tu berhemên wî yên din çêbûne? Wek nimûne, Xanî fireh û çendalî xwedî mijûlahî ye, navçeya enterese û pêdaketinên wî fireh e, dest avêtiye gelek tiştan. Ji vî milî mirov li wextdagirtin û dembuhurandina Cizîrî binere, rewş çawa ye, ev bi çi nisbetê xwe di helbestên wî de dide dest?
Bersiv:
12. Bi gor lêkolînên me yên di derbarê ''Dîwana Melê'' de ji bil berhema wî ya dîwana Melayê Cizîrî em rastê tu berhemek wî yê din nehatin.
Lê Cizîrî di nav helbestên xwe de, ji birekî mijarên zanistî, evîndarî, astronomî û heyîna afiranderên Yezdan bi awakî pir alî û zanistî hildaye qelemê û ji bo xwendevanên helbesta xwe pêşkêşê civakê kirîye.Gava mirov dikeve nav van gotubêjên Cizîrî ên di derbarê van zanistan de, mirov mit û mat dimîne. Bi vî rengî rewşa pir alîya zanistan di helbesta xwe da dîyar dike.
Pirs:
13. Wek tê gotin û hate gotin hejmara zimanên biyanî ku Cizîrî zane û serdestê wan bû, ne kêm in. wî jî wek Xanî, lê pirr berî Xanî bi Kurdî nîvisand. Xanî ne mimkûn e, dema biryara xwe ji bo nivîsandina bi Kurdî kiriye jiyan û pratîkê, ji Melayê Cizîrî hêz negirtibe, ew bibîrneanîbe, ji bo xwe nekiribe nimûne, belê Cizîrî kî ji bo xwe kiriye nimûne, wî şopa kê domandiye, gihandiye cih û nifşên piştî xwe ?
Besiv:
13. wek çawa hatîye gotin rast e. Mela ji bil zimanê Kurdî gelek zimanên bîyanî jî zanîbûye, berê Xanî bi zimanê Kurdî nivîsîye. Dema Xanî dest bi nivîsa kurdî kirîye wek rêbazên niviskarên her demê, ewî jî ji Cizîrî û yên wek Cizîrî sûd girtîye. Lê Cizîrî jî wek Xanî ji nivîskarên bi zimanê kurdî yên berîya xwe û ji çanda gelê Kurd a li Botanê û kanîya destpêka zimanê kurdî sûd girtîye.
Pirs:
14. Kesê ku Cizîrî, dîwana wî, şîroveyên li ser jiyan û berhema wî dixwîne, ne mikun e, bi pirseke wuha re veneciniqe: em giş payeya nivîsandina bi kurdî didin Xanî. Ewçendî em vê dubare û bi dengê bilind dikin, mîna ku destpêkerê tiradisyona nivîsandina bi zimanê kurdî di berhemên wuha biserûber, li ser hev û mezin ne Cizîrî, belê Xanî be. Ev ne neheqiyek li Cizîrî ye?
Bersiv:
14. Bi rastî ez wek şirovekerekî ''Dîwana Melê'' û lêkolîna liser destpêka jîyana wî ji rewşenbîr û zanayên Kurdên ku di derbarê Cizîrî da, heta van demên nêzîk ku tu rûmet û mezinahîyeke pir mezin nedane berhema Cizîrî û naveroka helbesta wî, diêşêm. Em Seydayê Xanî zana û helbesvanekî Kurd ê pir birêz û rûmet dibînin û serê xwe liber helwest û mebesta wî ya netewî ditewînin. Lê bi rastî gava em li berhema Melê dinhêrin em wê berhemê di kategorîya wêjezanên qada bilind û yekem da, dibînin. Lê mixabin heta îro ev berhem li gor watedarî û girîngîya xwe, li bal nivîskarên me cîh negirtîye. Min gelek cara di panelên der barê felsefa jîyana birûmet a Melê de, ev rewş anîye ziman û gotîye:hevalno Mela bi zimanê felsefê helbesta xweya netewî nivîsîye û gotîye: (Kes bi dada me nepirsit gilehû dadî çi kit- te nebit dadî resek beyhûde firyadî çi kit) ev rêze helbest wek hewara Xanî ya jibo netewa wî ku dibêje ''Ger dê hebûya me padîşahek'' rewşa gelê Kurd dîyardike lê mixabin jiber ku me ji zimanê Cizîrî fêm nekirîye, me tim helbestên wî yên watedar wek muzîkek evîndarî tenê nirxandîye û wek niheqî li Cizîrî tê kirinê.
Pirs:
15. Di mesela pesin û şabaşên ji bo mîrek û deşelatdarên Kurdan ne ji bo Şah û Sultanên netewên serdest jî ji heman riwangê mikune mirov binirxîne. Cizîrî jî xwe ji pesnê serdestên neteweyên biyanî û ne Kurd vedaye. Ev paye jî ji Xanî zêdetir ne ya Cizîrî be ?
Bersiv:
15. Belê, Cizîrî pesnê tu desthilatderekî bîyanî nedaye lê bi serbilindî û kêfxweşî pesnê desthilatdarên netewa xwe daye û gotîye:(Ney tenê tebrêz û Kurdistan liber hukmê te bin-sed wekî şahê xuresanê di ferwarê te bit-Ger çi ger eqlîmê rabi'e hatî textê seltenet padîşahê heftê eqlîman selamkarê te bî)
Êdi emrê tey mukerrem serkêşê kit şubhê şem'ê
Ber serê tîxê te û meqtûlê mûkarê te bî
şahê pir heybet di dêrit lê bi sehmê zêdeyî
saeta xeflet xuyabî kuz di bin barê te bî
Her kesê ne ji can dua goy û senaxwanî te bit
girtîyê qeyda te û amancê nûbarê te bî
Qest û daxwaza Melê daîm ji can û dil eve
Her di benda xizmetê pêş destê dîdarê te bî
ji asîtanê dewletê xaib nebî carek Mela
da ji fermanê mukerrem dem b idem me'emurî bî
eve rastîya welatparêzî û hezkirina Mela ji bo desthilatdarên netewa wî.
Pirs:
16. Bikaranîna navê Kurdistan û hezkirina ji Kurdistanê, ax û ava welat û ne bikamilî,sitewyayî û bi dereceya ku li ba Xanî piştre çêdibe, ne siyasînebûyî be jî, bendewariya Cizîrî jî ne piştqewîniya esasî be ji bo Xanî ku di vî alî de zelaltir, bicesaretir û vekirîtir bibêje, binîvisîne û xweformûle bike ?
Bersiv:
16. Bi rastî her nivîskarek ji nivîskarê berya xwe gelek tiştan hîn dibe û dinivîsên xwe yên cur be cur de,xweştir zelaltir tîne ziman û formile dike.Gava em bêjin Mamostayê mezin Xanî ji nivîskarê berya xwe Cizîrî gelek tişt hîn bûye û bi zelalî û eşkeretî anîye ziman ne kêmasîyeke ji bo Xanî.Em nirxandina berhemên herdûyan dikin.Berhema rêzdar Xanî bi eşkeretî û zelalî bi zimanekî ku baş tê fêmkirinê ji netewa xwe mijûlbûye.Cizîrî Berya Xanî ji rewşa welat û xemxarîya ji bo welat bi zimanekî felsefî û derûnî anîye ziman û rêzkirîye.Lê Xanî ji felsefe û ramanên Mela ên derûnî zanîye û pişkivandîye.Em di vir da dixwazin bêjin:Mela berîya wî van rewşên netewî û welatparêzî di helbestên xwe da anîye ziman û gotîye.
Pirs:
17. Evîndariya Melayê Cizîrî jî ji xalên binîqaş e. behsa dostayetiya Cizîrî û Mîr şerefxanê duhem dibe ku di nav wan de evîneke niştîmanperane hebû, ji bo vê evîna çendşîroveyî ku behsa wê dibe tu çi dibêjî, ev evîn çendî konkiret û beşerî û çendî jî Xwedayî û esmaniye?
Bersiv:
17. Evindarîya Melayê Cizîrî dinav curbecur beşên civakê da cuda cuda têne nirxandinê.Bi dîtin û lêkolînên me yên liser şiroveya dîwana Melê;me jê zanî ku evîndarîya Melayê Cizîrî evîndarîyek ramanî û derûnî ye.Evîndarîya wî ya ramanî jî xudayî, humanîstî, mirovhezî û welathezî ye.Mela di destpêka evîna xwe da;evîndarê keça Melîk Kamil ê Heskîfê ya bi navê Selma ye.Lê ev evîn li gor daneyên ku mev di nav helbestên Melê da dîtin û nirxandin evînek derûnî û xudayî ye.Mela wê evîna xwe di beşe helbesta b i navê ''mey nenoşî Şeyxê Sen'anî xeşet''
''ew neçû nîv ermenistanê xelet'' -mislê mûsa wî tecella ya te dî ê tu dî kanê xeta kanê xelet''-wek (Nîşanî) Neqşû nîşanek te dî ê ku nîşanek te dî kanê xelet'' Mela divê helbestê de û di hinek helbestên din da evîndarîya xwe ya derûnî û xudayî tîne ziman û dîyar dike. Ango Mela evîndarek rastî ye ne mecazî ye. Evîndarîya wî û Mîr jî evînek netewî ye.
Pirs:
18. Ji jiyana Cizîrî û Xanî mirov dibîne ku desthelatdarên zemanê xwe, em bêjin qirnê navên Kurd qîmetekî têra xwe mezin dane şair, alim û zanayên Kurd. Ji vê awurê heger mirov rewşa wê rojê û ya îro berhev bike, ev tiradisyon di nav desthelatdarên Kurd de çendî hatiye parastin û çendî li gora dem û qonaxê ye?
Bersiv:
18. Belê bi rastî di heyamê Cizîrî û Xanî de, desthilatdarên welatê wan rûmetek mezin dane helbestvanên wek Cizîrî û Xanî. Lê gava em werin ser dîmen û rewşa vê demê her çiqas gelek însanên zana û xwenas rûmetê didin helbestvan û hozanên xwe, lê dîsa ne wek dema Xanî û Cizîrî ye. Em dikarin bêjin:bi taybetî hozan û helbestvanên Mîr û di rêya netewa xwe de, tevdigerin, dîsa jî birêz û rûmet in.
Pirs:
19. Fikreke wuha heye ku di zimanê Cizîrî de zêdetir erebî û di yê Xanî de jî bandora farisî bi nisbet erebî serdestir e. Egerên vê çi ne, gelo ji ber ku Cizîrî zêdetir di bin giraniya hestên melatiyê de nivîsiye û bervaja jî Xanî di bin bandêra felsefê, siyaset û niştîmanperweriyê de nivîsandiye. Rêje û jisediya zimanên farisî û erebî di berhemên herduwan de?
Bersiv:
19. Bi rastî dema mirov li helbestvanîya Melê dinhêre, mirov dibîne ku di nav helbestên wî de, giranîya zimanê erebî tê dîtinê. Lê ev giranîya bandora zimanê erebî di helbestên Melê de, ji bandora medreseyên Kurdistanê tên. Lewra bi giranî di medreseyên Kurdistanê de, dersên curbe cur zanistan bi erebî ye. Lê Xanî ji ber ku di deverekî nêzîkê welatê faris de, jîye û berhemên wan pir xebitandîye, di wêjeyên wî de, giranîya farisî heye. Dîsa berhemên herdûyan jî bi giranî bi zimanê Kurdî ne.
Pirs:
20. Malbata Cizîrî, dê û bavên wî jî bi niqaş in. Gotin heye ku navê bavê wî Şêx Mihemed e. Belê kîjan Mihemed, Ev Mihemed ji binecîhên Cizîrê ye, ji dereke din hatiye, ku wuha be ev der ku ye, baş û zelal naye zanîn. Li gora dîtinekê bavê Cizîrî ji Xoşaba Wanê ye. Em van rewşên di nav heftûheyştiyê, wihayî û newihayîyê de karin hê jî zêde bikin. Wek nimûne ku Cizîrî berî serê xwe deyne û here ser dilovaniya xwe ji Cizîrê çûye, çûbe, çûye ku û Hwd. Tu çi dibêjî?
Bersiv.
20. Di derbarê malbata Cizîrî de,dîrokzanên di derbarê wî de axivîne, hemû bi yek dengî dibêjin navê bavê wî Şêx Muhemmed e û ji binecîhên Cizîrê û ji eşîra Bextîya ku di Cizîrê û derdorê Cizîrê da belavbin.Cizîrî berya koça xwe ya dawî bi feqîtî û melatî derketîye dervayê Cizîrê û şûn ve vegerîyaye ser warê bav û kalê û li wir çûye ser heqîya Yezdan. Ji bilî vê em rastê tu dîtineke dervayî vê dîtinê nehatine.
Pirs:
21. Bi rastî dîtinên corecore û hevnegir di derbara Cizîrî de, ferq û cihêyîyên wuha mezin di nav van dîtinan de mirov dide fikirandin, hêrs dike û ne kêm caran jî, çend tiştan tîne bîra mirov: Rewşa lêkolîneriya me tirajîk e. Rewşenbîr û lêkolînerên me bêxem, tembel, tirale û zêde ne bimesûliyet in. Heger ne wuha bûya wê çawa bi salan qîma xwe bi tevlîhevî û kaoseke wuha bianîna, yan na, tu dibê em neheq in?
Bersiv:
21. Mamostayê hêja Mîrhem Yiğit, tu bi ramana xwe ya xelal di derbarê van dîtinên cur be cur ên hevnegirtî de, di derbarê Melê de pir binav heqîyê de yî.
Bi rastî gava mirov li rewşa lêkolînerên derbarê jîyana Melê de, dinhêre mirov şaş û matmayî dimîne û nizane di derbarê wan de çi bêje?. Di lêkolînên me yên di derbarê Melê de, em rastê pir dîtinên nehevgirtî yên dîrokî hatin. Di navbera dîtinên wan lêkolîneran de, bi sedan û pêncîyan sal cudatî xwe dide nîşan, hinek dibêjin; Mela hevdemê Mewlana Camî ye, hinek dibêjin hevdemê Şah Îsmaîlê Sefewî û Umadedînê Zengî ye. Lê tu rastî di gotinên wan de nayên dîtinê. Pir ecêb e ku Mela di dîwana xwe da, ji van kesayetan axivîye wê axiftinê pîvana hevdemîyê dibînin. Nivîskarek gava dinvîsîne ji kesayetên 500 sal berîya dema xwe diaxive. Ev nabe rastîya ku ew nivîskar hevdemê wî ye.
Pirs:
22. Di derbara jiyana Melayê Cizîrî de Ferhad Şakelî sê kategoriyan destnîşan dike:
1. beşê ewil ew kes in ku bi bahweriya wan Melayê Cizîrî li dora salên 1200 jiyaye. Ji bo vê jî îspat bikin hewil didin û dixwazin kesekî bi navê Îmadedîn pêde bikin û bêjin ku Melayê Cizîrî hewzeman û hewtemenê wî bû. Ne şert e ev rast be.
2. beşek jî ku Elaedîn Secadî li serê wan tê dibêjin ku Melayê Cizîrî di zemanê şairê mezin yê Faris Evdirehmanê Camî de jiyaye. Ji ber ku Camî di kitêbeke xwe de behsa sefereke xwe dike ku ji Iran ber bi Hîcazê di ser Kurdistanê, di ser Cizîrê re bûye. Di beyteke helbesta xwe de behsa kalemêrekî bi navê Elcezîre dike. Yanî kalemêrekî xelkê Cizîrê. Li gora Elaedîn Secadî ev kalemêrê behsa wî tê kirin Melayê Cizîrî ye. Û ji ber vê û di vê çarçewê de jî divê Melayê Cizîrî li dora salên 1400 î jiyabe. Dibe ku ev kalemêr hebe, ji bo ku hebe jî sebeb hene. Lê ev xwiyaye dibêje Şakelî ku ev kes ne ew Cizîrî ye ku em nas dikin û dîwana wî di destên me de ye. Dibe ku berî Cizîriyê navdar bi heman navî şaîrên din jî hebûbin ku ji bo ku hebin jî sebeb zehf in û ev jî maqûl e ku bi navê bajêr têne nas kirin. Tiradsiyona xwe bi navê bajarê xwe, herêm û navçeya xwe, ya jî gundê xwe binaskirin û ji xwe re wek paşnav bikaranîn adetek bû û di vê derbarê de jî bi dehan nimûne hene di destên me de. Mesele Seîdê Nûrsî, Şêx Evdirehmanê Axtepî. Mele Evdilahê Tîmoqî..
3. Beşê sisyan Zivîngî û Mekenzî û kesên din in ku jiyana Cizîrî nivîsandine dibêjin: “ ez jî bi vê dîtinê re me “ dibêje Ferhad Şakelî. Li gora vê dîtinê ne mikun e ku Cizîrî berî Hafiz û Berî Camî hatibe, Cizîrî gelekî piştî wan e. Em karin bêjin teqrîben 1570-1640
Bersiv:
22. Ditina rêzdar Ferhad Şakelî ku di sê kategorîyan de nîşandike û di beşa yekem da dibêje: hinek dibêjin Melayê Cizîrî li dora salên 1200 jîyaye. Jibo ku bidine ispatkirinê ku Mela hevdemê Umadedîn e. Ev nayê pejirandin û ne rast e.
Beşa duyem: ku ji gotinê Elaedîn Seccadî dertê meydanê û dibêjin ku Melayê Cizîrî di dema şairê mezin yê farisî Ebdurehmanê Camî de jîyaye, ew raman jî, ji ber ku dibêjin Camî di pirtûkek xwe de, qala sefera xwe ya ji Îranê ber bi Hîcazê liser Kurdistanê û bajarê Cizîrê re borîye. Delîla xwe jî di beytek de besa kalemêrekî bi navê el Cezîre dike û dibêjin ew kalemêr Melayê Cizîrî bûye. Ew jî dîsa bi dîtina Elaedîn Secadî ye û divê ku Mela li dor 1400 î jîyabe, dibe ku ev kalemêr hebe, lê ne Melayê Cizîrî ye. El Cezîreyê mûcid e. Tirba wî niha jî li Cizîra Botan e. Ew Mûcid jî 1136 -1651-î de, jîn û mirina wî ye. Mamosta Şakelî rast nirxandîye û Melayê Cizîrî nîne. Lê Mamosta Şakelî gotîye: dibe ku berya Cizîrîyê navdar bi heman navî Şairên din jî hebin. Qebûl e ku bi navê bajêr gelekî Mûcid û Şair hebûne.
Beşê sisîyan:Zivingî, Mekenzî û kesên din ên ku jîyana Cizîrî nivîsandine, dibêjin: ez jî bi vê dîtinê re me. Dîtina ku Melayê Cizîrî berîya hafiz û Camîra be û gelek piştê wan e û di 1570-1640 de jîyana Melê ne li gor dîtina mine. Ez dibêjim, 1590-1665.
Pirs:
23. Di nav xelkê de li ser Cizîrî gelek çîrok û efsane çêbûne. Ev jî li gora nêzîkayî û dûraya ji erd û axa Cizîrî û coxrafya rabûn û rûniştina wî, cihê manewerya wî têne guhertin. Hun dikarin behsa hinekan ji wan bikin?
Bersiv:
23. Çîrok û efsaneyên di derbarê cîh guhertina Melê de, rast in. Lewra Melê gava ku ji Cizîrê derketîye li curbe cur deverên welêt û di Medreseyên Kurdistanê de, xwendina xwe domandîye. Piştê qedandina xwendinê li bal Mele Taha yê Amedê destûrname (Îcaze) standîye û bûye Melayê gundê Sirba li devera Amedê. Di piştre zivirîye bajarê Heskîfê û dersbêja medreseya Melîk Kamil kirîye û li wir evîndarîya wî ya bi qîza Melîk Kamil Selma re dîyarbûye. Di pişt van qewmînan re, çûye bajarê Cizîrê û li wir di Medreseya Sor da bûye dersbêjê medreseya Mîr û li wir koça dawî kirîye.
Pirs:
24. Tê gotin ku di helbestên Melê de muzîkeke wuha heye ku xelk kare zû ji ber bike. Belê ji bo Xanî û helbestên wî mirov nikare heman tiştî bêje.
Bersiv:
24. Gotina di derbarê hêsan jiberkirina muzîka helbesta Cizîrî de rast e. Her çiqas ez ne hunermendim lê helbesta Melê pir bi weznên xweş û dengên muzîkî hatine rêzkirinê. Lê helbestên Mamosta Xanî wekî yên Melê ji bo jiberkirina muzîkvan re û dengzîzîyê re, ne wek yê Melê ne.
Pirs:
25. Ji awura naverok û tesewufê em helbestên Cizîrî û Xanî bidin ber hev, ferq çawa ye? Em hinekî ji awura huner, ziman û metafor, dîmen û tabloyan wî û Xanî nîqaş bikin.
Bersiv.
25. Gava em bi awira naverok û tesawifê helbestên Cizîrî û yê Xanî bidine ber hev herdû jî bi naverokên xwe yên tesewifî dagirtîne. Lê di awira huner û ziman de, dimen û tabloyên wî û Xanî nîqaş bikin, em dikarin bêjin di warê ziman de, pir jihev cuda nînin. Lê di warê hunera helbestvanîyê de, Mela gelek li pêş e. Çawa ku di qonferansek edebîyatê de prefesorek wêjezan gava ji wêjeya wêjezanên Kurdî axivîye, Mela pir bilind kirîye û gotîye:ez ji wêjezanîyê diaxivim û Mela di kategorîya here bilind de ye.
Pirs:
26. Ferhad Şakelî tê zanîn ku bi kêmanî 14-15 salan li ser
Cizîrî xebitiye û bi awayekî kategorîk û bê virde û wêde “ Hîç şika min nîne ku Cizîrî di serdema Mîr Şerefxan de jiyaye ku desthelatdarê Cizîrê ye û Cizîrî helbestên pesindar ji bo wî nivîsandîye.
Bersiv:
26. Ditin û ramana rêzdar Ferhat Şakelî û lêkolîna wî ya di derbarê Melê de rast e. Ango, Mela di dema Mîrê Cizîrê Mîr Şerefxan de jîyaye û helbestên xwe yên pesindarîyê wek: ey şehînşahê muezzem û xanê xanan di pesindayîna Şerefxan de hûnandîye.
Pirs:
27. Her nivîs û berhem bi aliyekî xwe jî şahidekî zeman û qonaxa xwe ye. Dema mirov dixwîne li ser heyam û serdema tê de ji dayik bûye, mirov digihe hinek encaman. Ev jî bi kêrî dîroknasan, biyografînasan ji faktorên alîkar hesêb dibin. Ji vê eniyê dema mirov li Cizîrî û xebata wî bikole, bûyerek, navek, destnîşankirinek bibe mûmek di reşayê de heye?
Bersiv:
27. Bi rastî çawa we gotî her nivîs û berhemek şahidê zeman û qonaxa xwe ye.Gava mirov van berheman dixwîne jibo heyam û serdema xwedîyê xwe, ku ji dayîkbûye mirov digehîne hinek encaman.Çawa we got ew jî bi kêrê dîroknasan bîyografnivîsan ji faktorên alîkar hesêb dibin. Di wî warê de,gava mirov berhema Melê dixwîne û dinirxîne mirov dibîne ku dinav tarîtîya dîrokê de,tîrêja dem û jîyana wî derkete holê. Çawa ku me jî bi lêkolîna liser berhema wî dem û jîyana wî bi hejmarên ebcedî dît û got rast e. Mela di 1590-1665 de, jîye û mirîye. Divî warî da gotina Feqîyê Teyran ku dibêje:dema me bihev ra helbest digot: sal 1031 bû alîkarîyek bê hempa ye jibo lêkolîna me.
Pirs:
28. Cizîrî sofi ye. Dîtineke wuha heye ku sofiyên mezin li cîh û derekê zêde nedisekinîn, digeriyan. Em zanin ku sofiyên navdar di nav Xoresan, Iraq, Kurdistan, Şam û Konyayê de, di nav paytextên rojhilata Navîn de çûne û hatine. Nûmeyên Mewlana, Şemsê Tebrîzî û Hwd têne zanîn. Carna seferên wan bi rojan û bi mehan dewam dikir. Hin cîh hebûn ji wan re “Rikin” yan jî mîna îro jî li Kurdistanê ji wan re “Xaneqa” tê gotin, hebûn. Ev cîh cihên sekna mêvanan û şiklek otêlên îro bûn. Mirov li gerên wuha rast tê, di jiyana Cizîrî de?
Bersiv:
28. Çi dema mirov ji sofîtîtiya Cizîrî biaxive û bêje: belê Cizîrî Sofî bûye, mirov nikare di katagorî ya Sofîyên lidû Şêxên Terîqetan de bibîne û binirxîne. Lewra Sofîyên ku nav çarçoveya vê Kategoriyê têne dîtin, bi gelemperî kor in û jibil Şêxên xwe heyîna serdest (Xuda) nabînin. Mela Xudanas e. Xudanasî jî xwe bi xwenasînêve digire. Yanî Mela berê Xwenas e, Paşê Xudanas e. Mela wek Şemsê Tebrêzî û Mewlana negeryaye û Murîd û Sofîkên reben nedaye dûxwe. Mela tim ders daye û Felsefa evîna humanîstî, mirov hezî, Xudanasî û welathezî dîyarkirîye. Dikarim bêjim:di lêkolîn û xebata me ya liser şîroveya Dîwana Melê de, me rewşek Mela ya bireng û rewşa sofîyên we gotî nedît.
Pirs:
29. Ji gotinên têne gotin yeke din jî ev e ku Cizîrî şîirên Hafiz ji bo xwe kirine bingeh û helbestên xwe avakirine. Helbestên Sadî jî wuha kirine. Cizîrî vê vekirî û heşkere dike û venaşêre. Girêdayê vî aliyê Cizîrî jî behsa “Texmîsê” dibe. Ev texmîs çi ye?
Bersiv.
29. Gotina ku dibêjin:Mela helbestên xwe li ser bingeha helbestgotina Hafizê Şîrazî û See'dî hûnandîye, hem rast e, hem jî nerast e.Yanî rastî ewe ku bi gelemperî helbestvanên helbesta kılasik li ser rêbaza erûzê helbest hûnandine. Mela jî wisa. Lê her çiqas Mela dinav helbesta xwe de, çend rêze helbestên wan nivîsîbe jî, helbesta Mela Xwedanê taybetmendîyek bi serê xwe ye, cudayê ji helbesta wan e. Texmîs û Tesdîs, navê pêncek û şeşekên rêze helbestane. Lê pir caran ji bo rêze pênca ku ji hêla helbesvanek ve li helbesta hevalê xwe zêde dike re têgotinê.
Pirs.
30. Belê carên ku wuha jî dibêje hene: Dev ji Hafiz û Sadî berdin werin min bixwînin. Em li vê çawa binerin, hem tu di bin bandêra kesekî, çend kesan de mabî, di avûbayeke wuha de pênûsa xwe bikar anîbî û di ber re jî tu bêjî werin dev ji wan berdin, ez nêzîktir im, serketîtir im. Ya ku van rêzan bi Cizîrî dide gotin çi ye? Bahweriya bi xwe ye, yan jî biçûk be jî tov û meyleke neteweyî ye?
Bersiv:
30. Gotina Mela ya ku dibêje.(Wer Şîrên Melê bîn te bi Şîrazî çiha-cet) rastîya mezintî ya Melê ya di helbestê de dide nîşan û dide zanîn ku Mela bi serê xwe deryakî ji zanista helbest zanînê ye û neketîye bin bandora tu helbestvanekiî. Dîsa em dikarın bêjin: Mela di warê bawerîya bixwe û rêzkirina felsefeya jîna birûmet de û bi taybetî ji bo serbilindiya gelê xwe helbestên ramanî û derûnî rêz kirîye û serbilind e.
Pirs:
31. Ez ewqas sal in li ser Cizîrî kar dikim, ez heta niha neghiştime qeneetekê ku Cizîrî helbestek ji bo kesekî, ferdekî yan ji ji bo jinekê gotibe. Li cîhekî bi tenê tiştek heye ku hinekî îmkan dide ku mirov bêje ew dildarî, fizîkî ye, eşqeke ji bo însên e. Bi bahweriya min giş evîna Cizîrî Xwedayî ye û pêwendiya wê bi eşqa fizîkî û însanî re tune ye.” dibêje Şakelî, tiştekî tu lê zde û kêm bikî heye, yan jî tu jî bi heman rengî difikirî?
Bersiv:
31. Dîtina rêzdar Şakelî ji bo ku Mela ne evîndarê fizîkek beşerî ye, pir rast e. Evîna wî ya ji bo Keçika bi navêvbi (Selma) evînek ne mecazî û Xudayî ye. Mela vê rastîyê di helbesta xwe ya derbarê Şêxê Sen'anî de, bi zelalî anîye ziman û gotîye:Wek (Nîşanî)neqşû nîşanek te dî-ê tu dî kanê xeta kanê xelet.Dibêje Xuda Şêxê Sen'anê jî wek min(Nîşanî)neqşû nîşana te, di rûyê keçika Ermenistanê de dît lewku çû wir.
Pirs:
32. Di axaftinên li der û dora jiyana Cizîrî, yan jî em bêjin hinek tiştên ku di nav feqiyan û gel de digerin, navê xanimekê bi navê Selma derbas dibe. Hinek dibêjin Selma xwîşka mîr yan jî keça wî ye. Li gora hinan jî Selma şêwesemboleke tesewifiyane ye. Li gora hizrekê jî ji xwe navekî wuha qet tune, ev jî bi tenê yek ji wan çîrokên bêesil e ku hina ji xwe re li hev aniye, navekî xeyalî ye. Çi rast e û çi na, rastî ji ba te çawa dixwiye?
Bersiv:
32. Bİ kurtayî em dikarin bêjin:ku Selma ne qîza Mîrê Cizîrê ye ne jî xûşka wî ye. Selma Keçika Melîk Kamil Mîrê Heskîfê ye. Evîna Mela ya ji bo Selma bi gor dîtina rêzdar Hejar(Ebdûrehman Şeref-kendî rast e û wek evîna Şêxê Sen'ane û ne fizîkî û beşerî ye. Evînek Xudayî û derûnî ye. Di berhema Melê de navê Selma di çend cîyan re derbas dibe û Mela ji Bayê Seherê re dibêje:Belix selamî lî Selma ya berîd. Ev nav bi berheme û xudanê Çîrokek dirêje û ne xiyalî ye. Lê evîna Mela bi dîtina wê dest pê dike û dibe evînek Xudayî .
Pirs:
33-Em hinekî din li ser vî navî bisekinin. Ev jî heye ku hinek şairên din jî heman nav, ango navê Selma bikaranîne. Kî ne ev şair gelo, mikune tu ji me re nimûneyekê dudwan bidî?
Bersiv.
33. Bersiv tune.
Pirs:
34. Xwendina Cizîrî jî bideng e, tê naskirin û têra xwe belabûye. Dibêjin dikete silûkê, dikete xewlê. Mesela “xewil” û “silûkê” îro jî heye. Li mizgeftên mezin mirov dikare lê rast bê. Pirsên me wuha ne: yek ev xewl û silûk çi ye, ya duhem hinek agehdarî li ser vî aliyê Cizîrî tu bide me wê bikêr be, ji ber ku têkiliya xewlê û hilbijartina murşidekî ji xwe re heye yan na?
Bersiv:
34. Bi gor ku me ji rewşa bawermendî û Xweda nasîya Cizîrî fêm kirîye û diber çavan re, derbas kirîye, ketina ''Silûk û Xilwetxaneyan'' jibo Seydayê mezin Cizîrî re hebûye. Lewra di hucrikên dersxaneyên Mizgefta Sor de, ew cîhên bivan rengan niha jî hene û têne dîtinê. Lê tu dem û gavan mirov nikare bibêje: Seydayê mezin sofîtî an murîdîtî ji bo murşidekî, şêxekî kirîye û ketîye silûkê, nabîne. Lewra seyda jivan helwestên sofîyan, murşid û şêxên di her demî de,ji wan dûr e û neketîye nav wan helwestan. Bi tenê ketina wî ya xilwetxaneyan ji bo fikrandina di derbarê raman û felsefeya mirovahîyê û Xweda nasîyê bûye.
Pirs:
34. Em dê carcaran Xanî û Cizîrî bi hev re bipirsin. Xanî bi siyasetê xurt û kûr daketiye. Tiştekî ku ji bo pêdaketina Cizîrî bi siyasetê, em bêjin, dewlet, rêveberî, desthelatdarî û Hwd.bibe pêjnek tê hiskirin?
Bersiv.
35. Dema ku em Xanî û Cizîrî bi hestên netewhezî û desthilatdarî binirxînin, em dibînin ku Xanî bi hestên xwe yên welatparêzî û desthilatdarî, bi eşkere û bê rengek derûnî xwe dîyar kirîye û nîşan daye. Lê Cizîrî bi awayek felsefî derûnî û ne eşkere qala welatparêzî û hezkirina desthilatdarîya welatê xwe, di helbestên xwe da, pir caran anîye ziman û nirxandîye. Ji ber ku ev helwest û ramanên wî yên di vî warî de, ne bi zimanekî eşkere ye, pir kesan ne pişkaftiye û jê fêm nekirîye.Cizirî di derbarê desthilatdariya welatê xwe de, weha dibêje: Şahê pir heybet didêrit lê bi sehmê zêdeyî-saeta xeflet xuyabî kuz dibin barê te bî. -Her kesê ne ji can duagoy û senaxwanî tebit girtîyê qeyda te û amancê nûbarê te bî. -Qest û daxwaza Melê daim ji can û dil eve her di benda xizmetê pêş destê dîdarê te bî.Van gotinan û bi dehan yên wek van di helbestên Melê de hene.
Pirs:
36. Cîzîrînas dibêjin ku Mela li du yan jî sê cîhan behsa navê Kurdistan bikaraniye. Duaya Cizîrî navdar e ku dixwaze ne bi tenê Cizîr belê Tebrîz û gelek cîhên din jî têkevin bin destên Mîr. Vê Fikrê jî mîna gelek fikrên din, mîna ku Xanî ji Cizîrî girtibe û ew li gora zeman û qonaxê derxistibe asta hewcedariya bi yekîtî û tifaqê. Li vir jî bêhn û pêjneke neteweyî, em neteweyî nebêjin jî, etnîsîteyî tune gelo? Ev ne hestekî zelal û vekiriye ji bo niştîmanperweriyê. Dixwaze Mîrê Kurdistan bibe şahê çar iklîman. Gelo Xanî gotina “wê tirk û eceman gişan ji me re bikirana xulamî “hêza xwe ne ji vir girtibe, ne berê vî tovî be ku Cizîrî avêtiye erda welatparêziyê?
Bersiv:
36. Cizîrî di çend helbestên dîwana xwe de, navê Kurdistanê û pesnê desthilatdarîya wê anîye ziman. Ji ber ku Seydayê Xanî di pişt wî re helbestên xwe, bi zimanekî eşkere û netewhezî rêz kirîye, em dikarin bêjin, her nivîskar û helbestvan ji yên berya xwe, sûd girtibin û bi wî rengî nivîsîbin. Ev jî tu kêmasîyek nîne ji bo xatirê nivîskaran re. Mela pir caran di helbestên xwe de, rengên netewhezî bi heyînî û ramanî anîye ziman. Bê nebê ev rewş etnîsîteyê derdixe holê. Etnîsîteya ku Cizîrî anîye ziman jî, ne nijadperestî welathezî ye.
Pirs:
37. Di nav helbestên Cizîrî de du helbest hene ku ji wan re “mukaleme” tê gotin, yanî bi hev re qisekirin, hevpeyvîn. Carekê bi Mîr Îmadedîn re û carekê jî bi Feqiyê Teyran re qise kiriye. Bi Ingilîzî dibêjin korespondens. Ev ne destpêka pexşanê be?
Bersiv.
37. Hevpeyvîna Cizîrî û bihev ra gotina wî ya helbestî bi Umadedin û Feqî re,destpêka vekirina pexşanê ye.
Pirs:
38 . Em hinekî li ser cîhê Cizîrî bisekinin. Cizîra kevn û kesk. Cizîra Botan kevnebajarekî Kurdistanê ye, paytextekî siyasî ye. Li dora 400-500 salan navenda rewşenbîrî û alimiya Kurdistan e. Medresên navdar li vir in. Şagirtên jîr û bikêrhatî berê xwe didan vir û alimên navdar pirr tiştan qerzdarê Cizîra Botan in. Ev xweserî û taybetmendiya Cizîrê di aliyê dîrokî de çawa çêbû gelo?
Bersiv:
38. Bajarê Cizîra Botan kevnewarekî welate û paytextekî siyasî ye. Di demên dora 400-500 sal berê de, çawa rewşenbirî û zanayên Kurdistanê li wir hebûne, wisa jî desthilatdarîya Mîrên welêt pirtir liwir derketîye holê. Ev taybetmendiya vî bajarê ji ber ku ji bo gelê Kurd bi hezaran sal e, navendî kirîye. Em dikarin bêjin gelên cîhanê bi giştî ji nav malbata Mezrabotan belavê cîhanê bûne. Lewra Ademê duyem Nûh Pêximber silava Xuda li ser be, ew dever pîrozkiriye û dinav axa wî da hatîye veşartinê.Van bûyerên dîrokî bi giştî taybetmendîyên vê deverê ne.
Pirs:
39. Em bi çend gotinan jî şairên hevdemên Cizîrî ne, binav bikin. Evdirehman Mizûrî du navan dide yek Feqiyê Teyran, duhem jî Şemsedînê Exlatî, kesekî din heye, têkiliyên Cizîrî bi hemdemên xwe re?
Bersiv.
39. Hevdemên Melayê Cizîrî ji şairên navdar di rêza yekem de Feqîyê Teyran e. Di navenda Cizîrê û dev dorên wê de, helbestvanên di wê demê da, pir hebûne. Em bi tenê Feqîyê Teyran bi hevalbendîya Cizîrî dinasin.
Pirs:
40. Rewşa helbestê di serdema Cizîrî de, Mizûrê bi van gotinan dîtinên xwe dibêje: “ Di vê serdemê de helbesta Kurdî li ser destê Cizîrî germ û gurr e. Vê sedsalê li ser destê M. Cizîrî hêzeke nû, vejîneke nû daye helbesta Kurdî” dibêje.
Bersiv:
40. Mamosta Muzûrî dîtina xwe ya di derbarê helbesta Melê da, bi zimanekî baş dîyar kirîye. Bi rastî jî helbesta Melê pir hûr û kûr e û hêzeke nû ye û vejînekî nû daye helbesta kurdî. Gava em dikevin nav watedarîya helbesta Melê, em nikarin bi zelalî û bêkêmayî bînin ziman.
Pirs:
41. Li gora Ferhad şakelî li ba Kurdan hinek qalib çêbûne ku çi dema gotin tê ser xwendin û tehsîla navdarekî Kurd, gotineke ku pirr dubare dibe û ewqas jî ne ilmî ye, berçav dibe. Ew jî ew e ku “ dersên ewil li ba bavê xwe xwendine”. Ev çima wuha ye, ji ber çi ev hesangirî?
Bersiv:
41. Dîtina rêzdar Ferhat Şakelî derbarê xwendina Mela ya li bal bavê wî, ku pir dubare dibe, pêdaketinekî beyhûde ye. Dersên xwe yên ewil ku li ba bavê xwe xwendîye, destpêka xwendina wî ye û nabe kêmasî û bêhêzîyek ji bo perwerdeya Melê ya li curbe cur deverên welêt û li ba seydayên bi hêz. Ez jî dîtina Ferhat Şakelî di cih da dibînim.
Pirs.
42. Felsefeya Wehdetul wucûd di helbestên Cizîrî de, çi ye ev felsefe, çend nimûne ji otorîteyên wê?
Bersiv.
42. Belê felsefeya Wehdetul wucûdê di helbest û ramanên Melê de dîyare. Ango Mela bi lêkolînên xwe yên di derbarê heyîna Xweda û mexlûqan de, pir bi hêz e. Felsefa wî ya Wehdetul wucûdê,zanista yekbûyîna Xaliq û mexlûq e. Yanî mexlûq beşek ji heyîna mezin a Xuda ye. Piştî koça dawî bi wê heyînê re dibe yek.
Pirs:
43. Em dê carcaran li pirsa “evînê jî vegerin. Evdirehman Durre ku yek ji kesên xwedî gotin e, li ser kilasîkên Kurdî, girêdayê “evînê” piştî bi xwe dipirse: „Evîn çi ye?”, bersiva pirsa xwe jî wuha dide: “ Evîn ew e ku meriv ji tiştekî hez bike, hemû tiştên xwe bide wî tiştî. Doza meriv, bahweriya meriv, dîn û îmanê xwe û heta ruh û bedena xwe jê re feda bike”. Ev jî hinekî nîqaşê, lêhûrbûn û lêkolînê naxwaze?
Bersiv:
43. Dîtina Mamosta Ebdurehman Durre di derbarê evînê de, rast e. Mamosta ji evîna rastîya mirovahî û Xudayî dipeyîve. Gava em bêjin evîna Xudayî cudayê ji evîna mirovahî nîne. Lê evîn bixwe di çend beşan da tê mulahazekirinê. Evîna mirovekî ji bo hestek wî yê beşerî re jî, evîn e. Carna evîndar ji bo wê evînê jî xwe gorî dike. Ew evin jî evîneke rastî ye. Mînak: ku bi sedan mirov keç û xort xwe ji bo evîna serok dişewitînin. Ev evîn jî çiqas beşerî be ewqas jî ramanî ye.
Pirs.
44. Çend tesbît ji Evdirehman Durre: “Ol li ba Cizîrî exlaq e. Dîwana Cizîrî gerdeneke manewî û neteweyî ya edebî ye, ji bo Kurdan”.
Bersiv.
44. Gotina Mamosta Ebdurrehman Durre ku dibêje; ol li bal Cizîrî exlaq e û dîwana Cizîrî gerdeneke manewî û neteweyî ya edebî ye ji bo Kurdan, rast e. Lewra Cizîrî bi hişdarî û zanistî Oldar e. Kesên ku bi rastî Oldar bin, ne bê exlaq in û Xudanas in.
Pirs.
45. Hûnandina edebî xwurt e, berz e, li pêş e. Ev jî dîtina serdest e, ji bo berhemên Cizîrî. Em vê hinekî vekin, ji hev veçirin, hinekî li ser kûr bibin, bi hinek nimûneyan biserûbertir, îknakiranetir bikin. Hûnandina xwurt, berzayî û lipêşbûn, yanî çi?
Bersiv.
45. Hûnandina helbesta Melê bi felsefe û derûnî gelek xurt e. Dema em dikevin nav watedarîya helbestên Melê, em dibînin ku bi ramanên pir alî dinav xwe de, felsefeyê diafirîne. Mînak di helbestek xwe da, dibêje: Min di baxê gulfiroşan dî eceb resmek xerîb-xarî teban gul di destin, gulperestan xarî bes.
Dîsa dibêje: Cewrê hindî dê keşînit herkesê tawis divêt -gewherû durra yetîm bê terkê ser têtin teleb?
Dema mirov li naveroka van herdû malikan dinhêre xurtî û hêza Melê xwe derdixe holê.
Pirs:
46. Jiyan û serpêhatiya Dîwana Melayê Cizîrî jî bi serê xwe hêjayê lêkolînekê ye. Ev dîwan çawa gihişte serdema me. Ji bo vê em qerzdarê kê û ne kê ne? Li vir pişk û rola Kurd û ne Kurdan çi ye û di vê navê de kurt be jî em di çend gotinan de li ser wergerên Dîwanê dîtinên we bigrin.
Bersiv:
46. Bi rastî ji bo jîyan û serpêhatîya Dîwana Melayê Cizîrî bi serê xwe hêjayê lêkolînekê ye. Ev dîwan bi alîkarîya zana û rewşenbirên Kurdên piştê Melê hate parastin û ji hêla hinek nivîskarên derveyên welêt wekî yên Rûsî û Elmanî û hwd hate jîndarkirin û gehîşte me. Wergerên dîwana Melê hinek bi tîp guhêzîne hinek bi wergerên wateyî ne. Nimûne:wergera wateya wê ya bi erebî ji hêla Seyda Mele Ehmedê Zivingî ve û ji hêla Mamosta Hejar (Ebdurehman Şerefkendî) ve bi devoka soranî û wergera bi navê şiroveya dîwana Melayê Cizîrî bi tîpên latînî yên kurdî ji hêla me Celalettin Yöyler ve hatîye amadekirin. Lê bi rastî wergera Mamosta Mele Ehmedê Zivingî her çiqas neketîye kûyrahîya raman û felsefeyê jî bi tenê li dor rewşa tesewufî vegerîya ye dîsa jî hêja ye. Ji bil van hersê wergerên wateyî min hêj wergerên dîwanê nedîtine.
Pirs:
47. Di lêkolîna Hejmar 12 de li ser Ehmedê xanî li ser xebatên biyografiyên Xanî agehdariyeke fireh heye. Heger em ji we çend navan bixwazin ku li ser Melayê Cizîrî xebatên fireh û biserûber kirine, navên ku ewil bên bîra we, wê kî bin?
Bersiv:
47. Bi dîtina, me kesên ku di derbarê Xanî de, lêkolînên fireh û bi ser û ber kiribin, li ba min ne dîyar in. Tiştê ku ez dizanim, kesên ku liser dîrok û jîna Melê lêkolîn kirine, pirên wan xwe negîhandine tu qonaxekî zelal û mirov têr nake. Her bi tenê Mele Ehmedê Zivingî di derbarê dîroka Mela û jîyana wî de, di pêşeka şiroveya xwe ya erebî de, nêzîkê rastîyê bûye û dîsa kêm hiştîye. Di derbarê dîroka ji dayîkbûna Melê û koça wî de rêzdar Zeynel Abidîn Zinar bi hejmarên ebcedî dibêje: min xwe gîhandîye rastîya dîroka Jidayîkbûna Melê û ew jî 1570 ye. Lê gava wan hejmarên ku ewî nirxandîye, ez dinirxînin, li gor hejmarên wî çewtîyek hejmarî heye û ne 1570 ye, hejmar; 1575 e. Gava lêkolînvanekî di derbarê bûyîna Melê de, ewqas şaşî bike, wê çiqas bo me bibe bawerî.
Pirs:
48. Pesnê helbestên Cizîrî, hûnandin û tevna wan û bi taybetî muzîka di wan de tê zanîn. Belê hin kesên ku helbestên Cizîrî rexne kirine jî hene. Mînak Zivingî ji ber ku sist in, hinek helbestên Melayê Cizîrî rexne kirine. Çi ye ev sistiya ku Zivingî behs dike, di kîjan helbestan de ye û ev aliyê ku wek sistî binav dike, çi ye?
Bersiv:
48. Bê bersiv.
Pirs:
49. Me behsa Dîwanê ki,r sala temambûna wê çend e, fikrek we heye, li ser vê salê ?
Bersiv:
49. Destpêka nivîsandina Mela ya Dîwanê di temenê Melayê 30 salî da destpêdike. Mela di derbarê vî temenî de, di helbestek xwe de, dibêje: Sih sale ji derdû ji belayê te hilakin-hetta bi felek her diritin ahû ehê min. Disa di rêze helbestek dinê de dibêje: Ernekî rihmê tu Mîro, dê çi bit halê me îro-Ger nebê carek esîro girtîyê sî saleye. Mela bi eşkere û zelalî dide zanîn ku temenê wî di berîya helbestgotinê de 30 sal e.Yanî lêkolîn û dîtina me ya bi hesabê ebcedî dîroka destpêka wêjenasîya wî ye. Gava em 30 sal temenê wî yê berya wêjeyê ji wê dîrokê dertînin, rastîya dîroka wî ya ji dayîkbûnê bê guman derdikeve meydanê. Feqîyê Teyran jî dibêje: Dema min û Mela helbest bihevra digot: sal 1031 bû, hejmara meya ebcedî sal 1027 di navbera dîtina me û gotina Melê de çar sal heye. Ango Mela piştê 4 sal destpêka nivîsa xwe bi Feqî re helbest gotîye. Gava ku gotîye dîwana wî ji sê beşan 2 bêşên wî hatîye nivîsadinê. Bi vê nirxandinê em dibêjin:bi hindikî 6 sal Mela dîwan xilaskirîye. Dîtina me jî di derbarê vê mijarê de biguman e.
Pirs:
50. Mesela zewaca Mele jî di nav xalên meraqê de ye. Ew jî û Xanî jî tê gotin ku nezewicîne. Ev balkêş e. Du mezinên me herdû jî nezewicîne, çi ye sir û kerameta di vê de?
Bersiv.
50. Mijara nezewicandina Xanî û Cizîrî mijarek pir balkêş e. Gava mirov li rewşa herdû Seydayên mezin dinhêre, mirov dibîne, kesên wek wanên ku tim li mijarên zanistî û ramanî ve girêdayî ne, tu gizekî wan bi zewacû têkilîya bi jinan re namîne. Lewra herdû jî di nav xebatên xwe yên pir pîroz û birûmet de, bûne wek fena û gorîkerên di tekoşîna ramanî û netewî de. Bi dîtina me kesên divan qonaxan de, bimeşin, hewceya wan bi zewacê namîne.
Pirs:
51. Di bernameyên televizyon û medya Kurdî de, behsa helbesteke şînê dibe ku Feqiyê Teyran ji bo Melayê Cizîrî nivîsandiye. Hayê te ji vê helbestê heye?
Bersiv:
51. Ev helbesta şînî ya ku dibêjin Feqî piştî mirina Melê bi awakî şînî ji bo Mela gotîye: min ew helbest carek li bal hevalekî momosteyê zanîngehê hilda û dît. Ew helbest roja koça Melê ya ji dinê dianî ziman, xembarîya xwe dîyar dikir. Lê dema min nivîsa wî nirxand da ber dîroka koça Melê min pir bawerîya xwe pê neanî û derbarê koça Melê de, min nepejirand. Ji ber ku min guman kir ku ew helbest ne ya feqî ye û hatîye çêkirinê.
Pirs:
52. Kesên dîwana Cizîrî şîrove kirine, ne kêm in. Di nav wan de Hejar û Seydayê Mele Ehmedê Zivîngî jî heye. Yeke sêhem jî ya birêz Celalettin Yoyler e. Di nav van şîrovegeran de hun kê dipesinînin?
Bersiv:
52. Kesên ku dîwana Melê şirovekirine çawa we anîye ziman divê demê de, sê kes in. Di nav van hersê şirovekeran da, ez nikarim xwe bipesnînim. Lewra pesindayîna ji bo şiroveya min re, çewtî û şaşî û quretîyê diafirîne. Lê bi rastî Mele Ehmedê Zivingî kedek pir hêja daye şiroveya dîwanê û tê pesinandinê. Her çiqas bi dîtina min Seydayê Zivingî xwe bernedaye deryayê felsefe û ramana Melê ya ku herkes bi hêsanî nikare xwe noqê wî deryayê bike jî, lê dîsa şiroveya wî hêja ye.
Pirs:
53. Xaleke din ku zelaliyê dixwaze û li bendeyî serastkirinê ye. mesela helbesteka ku Feqiyê Teyran û Melayê Cizîrî bi hev re xwendine. Navê vê helbestê û sala xwendina bi hev re û sebeba xwendina bi hev re? Ev adetek bû, di zemanê Cizîrî de adetên wuha hebûn, di nav şaîr û aliman de ku bi hev re helbestan bixwînin?
Bersiv:
53. Xala ku zelalî dixwaze mijara helbestgotina Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran bi hev re helbest xwendine. Navê vê helbestê dane berheva Mela û Feqî ye. Lê guftenê Feqî û Mela jî di hinek nusxeyan de hatine nivîsandinê. Sala xwendina wana bihev ra dîyar e. Lewra Feqî dibêje:dema me helbest bihev ra digot: sal 1031 bû. Helbesta ku Feqî gotîye ev e:
Birîndarê eşqê me dûrim ji sîha bîhan
Zanim meddahê kê me di hezar û yek û sîhan
Senaxwanê Melê me hemû erdû cîhan
Helbestgotina Mela û feqî ji adet û bihevra gotinên ji medreseyên Kurdistanê tên. Lewra di medreseyan de pir caran Feqîyan bihevre helbest digotin. Her wisa helbestgotina Mela û Feqî bi hev re, hezkirina wan a ji hev re û diyarkirina helbestvanîya wan e.
Pirs:
54. Li gora Abdullah Varli jî “ mela di dema Mîr Şerefxan û Şah Ismeilê Sefewî de hebûye û li ser navê herdukan gelek helbest jî gotine. Li gora Celalettin Yoyler ev neras te. Lewra berî Cizîrî ji diya xwe bibe Şah Ismeil miriye. Sala vê mirinê jî wek 1524 dide. Ev jî tê wateya ku bi kêmanî Cizîrî piştî Şah Ismeil bi 65 salan hatiye cîhanê. Dîtina te?
Bersiv:
54. Dema Melayê Cizîrî û Mîr Şerefxan û Şah Ismaîlê Sefewî ji hev cuda ne. Mîr Şerefxan di hezar û pêncê koçî de jîye. Di 1027an de Mela dest bi nivîsa helbestê kirîye. Dema Mela helbest nivîseye 30 salî bûye û di dema Şerefxan de jiye. Lê çawa me di pêşeka şiroveya xwe de jî daye xuyakirinê, sala mirina Şah Ismaîlê Sefewî 1524 ê mîladî ye. Mela jî di 1590 ê mîladî de hatîye dinê. Faris dibêjin an kuca în kuca, ´ev li ku ew li ku´. Dîtina min a di derbarê van dîrokan de ji bil dîtina min a di pêşgotina şiroveyê de, nivîsek min ê taybet heye, ezê pêşkêşê wekim.
Pirs:
55. “Dema ku di sala 1997 an de, me dest bi şîroveya Dîwana Mela kir, me tim di domandina xebata xwe de, rastiya dîroka Mela di serê xwe ra derbas dikir û dixwest ku rojekê ji rojan em rastî gotineke mela ya derbarê jidayikbûna wî de werin”. Dibêje birêz Yoyler. Piştre dibêje ku bi dilxweşî û dilşadiyeke bêpayan jidaykbûna mela di nav rêzên helbestên wî de keşifkiriye. Ev kîjan rêz in?
Bersiv:
55. Mijara ku hûn ji 1997 an diaxivin û qala destpêka şiroveya me dikin, me di wê demê de, bi hesabê ebcedi di pêncekek erebî de, destpêka nivîsandina Mela ya dîwanê nirxand û dît. Rêzên ku em jê diaxivin û dibêjin me têde bi hesabên ebcedî destpêka nivîsa Melê dîtîye û temenê Mela ê ji dayîkbûnê dîyarkirîye ev e.
Navê beşa helbestê (min di ber qalû belê) ye. Ev beşa bi vê sernivîsê jî pênc pêncek beşan pêk tên. Di dawîya her beşek de, rêza pênca tim bi erebî gotîye.Ya ku me tê de temenê Mela yê destpêka nivîsê nirxandîye ev e. (Tilke enbaun yeqûlû ennasû minna beede hinin) ev rêze helbest bi gişt tîpên xwe bi hesabê ebcedî destpêka helbest nivîsandina Melê derdixin holê. Dema em sî sal temenê mela ku di berya nivîsê da ye, jê dertînin, temen dibe 1590-1665
Nîşe: Emê ji bil pirsên te nivîsek di derbarê nirxandina xwe ya salên Melê de, û tev dîtinên hinekên ku dibêjin me jî temenê Melê dîtîye bişînin. (1)
Me dem nedît ku em zûtir bersiv bidin. Dema me bersiv qedand, me sererast nekir. Kêmasîyên teknîkî hebin jî bibaxşîne.
IV
Hevpeyvîna bi Jan Dost re
Pirs:
1. Li gora hinek idîa, hinek dîtin û nirxandinan, ji % 70- 80 ê şair û nivîskarên Kurd di bin bandêra Melayê Cizîrî de mane. Ev çendî rast e, nisbeta wê çend e? Ku wuha be çine faktor û kerametên li pey vê angaştê? Ev hêz, hêza ewqas sedsal e, kêr û têhna xwe diparêze, cîhana nivîskar û helbestvanên me rapêçaye, kiriye bendewar û dilovanê xwe ji ku tê, ji ku av vedixwe?
Bersîv:
1. Bi ya min dibe ku rêjeya kesên ketine bin bandora Melayê Cizîrî û helbstvaniya wî, bêtir be ji ya ku di pirsa we de hatiye. Hema ji seydayê Kurdayetiyê yê mezin Ehmedê Xanî de bigir û heta Cegerxwîn. Kî neçûye ser kaniya Cizîrî û ava zelal venexwariye? Kê teswîrên wî ji bo xwe nekirine nimûne û di helbestên xwe de nedaye ser şopa wî ya pîroz? Cegerxwîn digot: Cizîrî bêndera şairan e, her kesekî dawa xwe daye ber û têra xwe jê biriye.
Ji roja roj de û hîn seydayê Cizîrî li jiyanê bû, rola wî û bandora wî ya mezin li ser her kesê bi wêjeyê re têkildar, hebû. Helbesteke wî bi xwe heye, rexneyên tûj li melayekî ji Finikê dike ku helbesta Cizîrî li ser navê xwe di civatan de xwendiye, ango qesîdeyên Cizîrî dizîne û birine li civatan gotine ev yên min in. Cizîrî li ser vî melayê ku navê wî ji panzde tîpan e, dibêje:
Qewî meşhûr e mela namê te ye xemse eşer
Tu bi şiira ne te gotî, xwe dikî qend û şeker
Ev yek dide xuyakirin ku heta kîjan radeyê helbesta Cizîrî xurt û bi hêz bû. Heta di jiyana wî de jê dihate dizîn û xelkê bi tevna wî helbestên xwe diristin. Cizîrî Xwedan hêzeke mezin e ku mirov dikare bibêje ewî bingeha ekola helbesta Irfanî(teswwufî û evîna Xwedayî) di nava Kurdan de damezirand.
Ev hêz jî di baweriya min de ji kûraniya fikra Cizîrî tê. Ew ne hema şairekî gotinên xweşik û ciwan li hev anîne. Wisa jî bêyî fikr û felsefe dikaribû bibûya şairekî navdar ê Kurdan. Lê taybetiya wî di baweriya min de ew e ku di zanînên dema xwe de yekî mûqelêş û bêhempa û serkeftî bû. Yanî derbarê felsefeya Grîkî de ku piştî belavbûna Îslamê û bi bizava wergerandinê re, li rojhilatê belav bû, gelek agahiyên wî yên kûr hene. Ew di her qesîdeya xwe de fikreke felsefîk dide ber guhên me. Bi me dide naskirin û felsefeya ewqase zor di cumleyên gelekî rihet de bi cih dike. Eger dem hebe emê mînakinan ji helbestên wî bidin. Emê bibêjin ka tayê kîjan felsefeyê di wan de dibiriqîne. Ya din ku hêzeke mezin daye Cizîrî û helbesta Cizîrî tesewwufa Îslamî ye.
Li gor dabeşkirina hin lêkolîneran tesewwuf sê beşên mezin in, yek jê Tesewwufa irfanî ye, ku girêdayî cîhana lahût û Xwedê ye ku nûnerê wê Ibnu Erebî ye. Ya din tesewwufa wijdanî yan jî evînbazî, ew jî girêdayî evîneke giran ku dawî dibe evîneke Xwedayî ye ku nûnerê wê di wêjeya tesewwufî erebî de Ibnul Fariz e. Cûreyê sêyem tesewwufa insanî yan civakî ye ku ew jî girêdayî xelkê ye û tesewwufeke li dijî zulma desthilatdariyê ye ku nûnerê wê yê berbiçav Mensûrê Hellac e. Cizîrî bi xwe bêtir di ekola tesewwufa wijdanî de ders wergirtin û paşê bûye mamosteyekî mezin tê de. Ji bilî tesewuf û felsefeyê, Cizîrî zanayekî dînî bû, zanayekî ku haya wî ji astronomiyê jî gelekî hebû, ji zimanê Erebî ku ew tê de gelekî serdest bû, hebû. Ji zanistên quranê û tefsîra wan ne bêpar bû, her wisa ew diyar dike ku wî çavek li kitêbên bijişkiyê jî xistiye û navê çend kitêbên Ibn Sînayê navdar di helbestên wî de derbas dibin. Ew ne tenê şair bû lê alimekî mezin bû û ronakbîrekî dema xwe bû. Ji bilî vê, cesareta wî gihişt radeyekê ku bibêje: ez ji Hafizê Şîrazî jî şairtir im. Û ji wir her bang li gelê xwe dikir ku herin helbestên wî bixwînin. Wî bi xwe zanîbû ku ew gewherekî nirxdar e, li welatekî ku qîmetê gewheran lê kêm e, wî dizanîbû ku ew mûm û şemal û çiraya Kurdistanê ye:
Gula baxê Iremê Bohtan im.
Şebçiraxê şebê Kurdistan im.
Lê mixabin qedrê wî gelekî nîn e, loma jî berê xwe dida piraniya xelkê û digot:
Xaliba ehlê zemanê me, Mela Ademîyin?
Venûmayin ji kerê mey reş û gayê te yî beş!
Ango: ey Mela, piraniya xelkên dema me ne ademîzad in, ferqa wan û kerê me yê reş û gayê te yê beş nîne.
Ew mirovekî heta tu bibêjî ji xwe û bi xwe bawer bû. Bi zanîna xwe û zimanê xwe yê kurmancî bawer bû, û di seranserî helbestên dîwanê de wî pesnê xwe û hêza xwe ya hunerî kiriye. Helbet xwepesindana wî ne ji valahiyekê tê, ew bi xwe jî xwe qenc nas dike û dizane ku hakimê peyv û hunera helbestê ye, ew bi xwe dibêje:
Di iqlîmê suxen mîr im, di şiirê de cîhangîr im.
Yanî li welatê peyvê mîr im, û di helbestan de jî min dunya daye ber xwe!!
Pirs:
2. Dibêjin ku Mîr Şerefxanê navdar, nirx û rûmeteke bêpayan daye Cizîrî, ew çendî ku di goristana malbata xwe de ew kiriye şirîkê xwe, yeke ji malê. Tê gotin ku ew kesê bi tenê ye, di goristana desthelatdarên Cizîrê de ku ne ji malbatê ye, ev hinekî rûtbe û nîşandayîna lordîtiyê li Ingilîstanê tîne bîra mirov, yan na? Di vê derbarê de çi delîl, gotin, hene?
Bersîv:
2. Ez bi xwe nizanim ka ev yek rast e yan na. Lê helbet qedrekî wî yê mezin li ba mîrên Cîzîrê hebû. Ez dikarim bibêjim ew şairê bargahê bû. Şairê mîran bû. Şairê desthiladariya Kurdî bû. Îcar ku mîna paye yeke bilind dabinê û ew di goristana mîranî de veşartibin, ne dûr e. Ew jî mîrek bû, lê wek min berî niha ji helbesteke wî mînak anî, mîrê peyvê bû, mîrê qesîdeyan û şiirê bû. Ne bes weha, wî digot: Ez di helbestê de sultan im!
Ez bawer dikim, dê wî mîna her wêjevanekî piştî mirina xwe bêtir guhdan dîtibe. Yanî di jiyana xwe de ne gelekî bi kêf xuya dike. Em di helbestên wî de vê yekê bêhn dikin. Ew gelekî gazinan ji dem û xelkên demê dike, wan bi ker û ga dişibihîne û bi darên ji agirekî re rêzkirî bin, jî dişibihîne. Dibêje ku ez bê mal û milk im, spasiya Xwedê dike ku agirê evînê û iksîra wê kiriye para wî ne mal û milk. Di gel ku wî bi du helbestên giran û têrwate pesnê mîran jî daye, ez dibêjim ku qedrê wî dîsa baş nehatibû naskirin. Îca li pey mirinê wek ku dibêjin(gurrî gulîsor dibin) mîr xwestiye qedrekî zêde bide wî! Mumkin e. Dîsa jî li gor agahiyên min ew di zêrzemîneke Medresa Sor de defin bûye. Yanî tirba wî li wir ziyaretgeh e û belkî hinekan ji mîrên Botanê xwestibin li kêleka wî werin veşartin.
Pirs:
3. Her kes kêm ya zêde, bi ferq û cihêyî be j,î ber û berhemê şert û mercên welat, kultur, dîrok û serdem û qonaxa xwe ye. Heger mirov ji vê awurê, ji pencereyeke wuha sosyodîrokî, xwe bi nav salên dema Cizîrî li jiyanê ye berde, hinekî noqî nav sedsala wî bibe, gelo wê encam çi bin?
Bersîv:
3. Li vir em dikarin mîna ku lêkolînerê Kurd yê hêja Ebdurreqîb Yûsiv di kitêba xwe Dîwana Kurmancî de gotiye, dubarebikin û bibêjin ku Cizîrî û helbesta Cizîrî berhema aramiya piştî şerê Çaldêranê bû, aramiya ku li Kurdistana bakur konê xwe vegirt û li cizîra Botan jî bêguman. Cizîra Botan cihê nakokiyan bû, cihê tevliheviyê bû û Osmaniyan û Sefewiyan nehiştin ew herêm rihetiyê bibîne. Hêzên Sefewiyan hertim êrîş dianîn ser Cizîrê û leşkerên giran dişandin ser wê mîrnuşîniyê. Xelkên wê û mîrên wê li ber xwe didan, xwîn dirijiya, em hinek agahî ji Mem û zînê dizanin, Xanî behsa şerê Qizilbaşan yê li Cizîrê dike. Lê dawiyê û li ser destê Mîr Şeref, piştî ku wî birayê xwe kuşt, Cizîr aram bû û xelk êdî li zanînê, li xwendinê zîvirîn. Cizîr bû navenda hilbûna wêjeyeke Kurdî û zeviyeke berhemdar. Em dikarin navê wê serdemê bikin (serdema pêşengan), Cizîrî, Feqîyê Teyran, Xanî ên wê serdemê ne. Helbet ew ne wisa mîna dobelanan şîn hatin û ne li ser tu kok û bingehê bûn. Gelek sebeb hebûn ku hişt ev pêşengên han werin meydanê û bibin nûnerên ziman, çand û wêjeyeke Kurdî ya nûzayî. Di serî de zeîfbûna hukumdariya Ssmanyian li wilayetên rojhilat û bidestxistina Kurdan ji cûreyek serxwebûna ku hişt wêje jî nefesê bistîne. Li Behdînan Qutbê Exlatî derket. Li Botan Cizîrî, li Serhedan û Hekariyê jî Xanî. Her yek jî ji van di siya mîrnuşîniyeke Kurdî de derketiye meydanê. Bêguman wan nikarîbû di bin siya Qereqoyunluyan, yan Aqquyunluyan yan jî di bin baskên Mîrmîranên Osmanî de zimanê kurdî bi pêşde bibirana.
Bi her halî em dikarin li ser Cizîrî jî bibêjin ku wî xwe sipartiye ekola wêjeyê ya farisî, mamostayên wî jî Hafiz û Saadîyê Şîrazî û Camî ne, Cizîrî di hemêza şiira farisî de mezin bûye, lê taybetiyeke wî heye ku karîbû zimanê kurdî bilind bike û bihêle ku ew jî poşê xwe li farisî bixîne. Wî zimanê kurdî anî li rastî zimanê Firdewsî û Hafiz danî ku bi sedê salan bû xizmet jê re hatibû kirin û bi sedan û belkî bi hezaran berhem pê hatibûn afirandin. Cizîrî bi zimanekî nivîsîye ku mirov dibêje qey bûye hezar sal ev zimanekî serdest e. Tiştekî balkêş e ku serdestiya zimanê Kurdî di helbestên Cizîrî de kifş e!
Pirs:
4. Mezinahiya Cizîrî bê gotin e, mohr û şeqla qebûla giştî, şareza û xwedîgotinên pispor ji zû de hildigre. Dema gotin tê ser mezinahiyê, ser wezin û giraniya wêjeyî, hunerî, hostetî û hêza peyvê, tecrûbe çi dibêje, çi ne pîvan û kirîterên giştî?
Bersîv:
4. Eger em têkevin hundurê helbesta Cizîrî gelo di serî de em bala xwe didin çi? Em bala xwe didinê ku em li ber bejneke mezin ji bejnên helbestê yên rojhilatê ne. Bi mijarên xwe, bi evîndariya zelal ya ku diherike nav helbestan mîna coyeke şêrîn û safî. Ferhenga wî ya zengî û çarzimanî ku bi hostetî û hunermendiyeke bêpayan bi kar aniye. Her weha zimanê wî yê kurdî gelekî heri û nazik e. Zimanekî ku ez bawer dikim di dema wî de piraniya xelkê jê fêm dikir. Qet peyvên hişk û kovî bi kar neanîne. Heta jê hatiye nerm nerm nivîsiye ku guhdarên xwe neêşîne. Lê helbet xurt in, kevirên ku pê helbesta xwe avakiriye. Ne hema çi gotin be aniye, na ew mirovekî gelekî haya wî ji hêza peyvan hebû. Yanî dizanîbû çi li ku datîne.
Pirs:
5. Mamoste Celalettin Yoyler di lêkolîna xwe ya bi navê “ Şîroveya Dîwana Melayê Cizîrî” de / Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Avrêl 2006/ girêdayê salên jidayikbûn û mirina Melayê Cizîrî de wuha dibêje:” Mijara herî girîng a ku heta niha ji hêla tu dîrokzan û lêkolîneran ve nehatiye zanîn dîroka jidayikbûna Mela ye. Di vê mijarê de em dibêjin, me bi lêkolîneke berfireh rastiya jidayikbûna Mela, ji bo raya giştî û xwendevanên pirtûka xwe ya şîroveyî derxiste holê”. Ev jî salên 1589- 1664 e. Hayê te ji vê lêkolînê çend e, çine dîtinên te li ser van herdû salan, di vê derbarê de çu nezelalî, nexwiyayîytî, bi gotinên xelkê heft û heyşt hê mane ?
Bersîv:
5. Celaleddîn Yoyler li ser kîjan bingeheke zanistî ev bawerî avakiriye nizanim. Lê ew jî dikeve rêza bîr û baweriyên li ser jiyana Seydayê Cizîrî. Ku ferqeke mezin heye. Hin wî dibin sedsala şeşan û hin jî wî heta sedsala 11an ya koçî tînin. Di baweriya min de dê Cizîrî ne dûrî wê tarîxa ku Yoyler aniye ziman be. Ji ber ku lêkolînerên din jî nêzîkî wê tarîxê ne . Mele Ehmedê Zivingî yê ku şiroveya erebî ya dîwanê li Qamişloyê sala 1959 an weşand jî tarîxeke nêzîkî wê tarîxê tîne.
Li gor lêkolîna ku Tehsîn Ibrahîm Doskî di pêşgotina şiroveya dîwana Cizîrî de belav kiriye(kitêb sala 2004 an li Duhokê çap bûye, yanî berî Yoyler bi du salan!!) Cizîrî di sala 1567/1568 zayînî de ji dayik bûye. Her weha li gorî şîna Cizîrî ya ku dibêjin Feqiyê Teyran di helbesteke xwe de beyan kiriye Cizîrî sala 1050 yê koçî, beranberî 1640/1641 zayînî çûye rehmetê.
Pirs:
6. Çi gava gotin bê ser jiyanê; jiyana navdar û hêjayekî me, kesayetî, xwedîprestîj û hezkiriyekî me, giriftek, serêş û dudiliyek derdikeve pêşberî me, dikeve pêxêr û pêsîra me. Ew jî ev mesala salên jidayikbûn û mirinê ne. Navdarekî wek Melayê Cizîrî ku di rêza navdar û xwedî bandêran de bi Ehmedê Xanî re tê miqayesekirin, ne ecêb e ku piştî çend qirnan hê jî em ji agehdarî û pêzanînên xwe ne piştrast in? Kî berpirsiyar e, dîroknas, biyografînas, siyasetmedar yan rewşenbîr bi giştî? Gelên din ne wuha ne, mirov vê çawa şîrove bike?
Bersîbv:
6. Em tucarî nikarin gunehê vê yekê bixin stûyê kesekî, nifşekî an kategoriyekê bi tenê. Di vir de divê em ji bîr nekin ku civaka Kurdan bi zorê û bi kotekî xwe diparast. Bi sedan şer û cengên mezin li ser qada Kurdistanê diqewimîn. Sîstemeke pehn û dirêj bi serê xwe di vê pirsê de tawanbar e. Kurdan zêde guh nedane zanînê. Ev jî rastiyeke, divê em qebûl bikin. Lewra ew ji devê pêşengên me hatiye neqilkirin. Xanî û berî wî jî Şerefxanê Bedlîsî her diqêriyan û digotin ku bazara zanînê li ba Kurdan kesad e. Cizîrî jî weha digot:
Qedrê gulan çi zanin?
Kerbeş divêt kerê reş!
Me dîroka xwe nenivîsî. Ji xwe xelkê jî dîroka me ya rast nenivîsîye. Me kesayetiyên xwe ji bîra windabûnê dernexistin. Eger yek dewleta Kurdan hebûya û rûniştibûya dê piştî sed salekî bê guman rêya arşîfkirinê jî vebûya. Dê nifşek bihata meydanê ku tiştekî veşartî di bin (ax û toza dîrokê) de nehiştiba. Li cem ereban tu çi cûre kitêb dixwazî heye. Çi tê bîra te? Ew kitêb heye û hatiye parastin. Tu kîjan helbestavnî dixwazî? Navê bavê wî, eşîra wî, li ku hatiye dinê, çûye ku, li ku geriyaye, çi xwendiye, qelew yan zeîf bû û hdw her tişt li ser jiyana wî heye. Ê me Kurdan mixabin ku zanîn kete nav me, tenê me berê xwe da diyanetê, yanî hedîs û ayet û fiqh û şerîet bû. Xwedê kir ku çend nimûneyên qedirbilind ji nav me, ji nav wê rêza meleyan derketin û bîra kurmancî û nivîsîna bi kurmancî birin. Tiştên wisa, yanî dokumentkirin, arşîfkirin û nivîsandina bi rêk û pêk, saziyên dewletê yên mezin li pê wan in. Yanî ereban eger ne guhdana xelîfeyan bûya dê wan jî zêde nenivîsnadibûya. Tirkan jî wisa. Osmaniyan dixwestin xwe bigihînin paya farisên Sefewî. Pêşbaziyek hebû, konkurensek hebû di navbera herdu Impertoriyan de, loma jî di baregahên sultanên wan de jî şair hebûn û kitêb bi guhdana wan hatin nivîsîn. Ez dikarim bibêjim ku ev hinekî girêdayî karekterê milletê Kurd e jî. Em bi koka xwe koçer in. Ku em hatin bajaran jî me koçeriya xwe ji bîr nekir. Di kitêbekê de ku ferhenga bajaran ya Yaqût Elhemwî ye, tê gotin ku Hewlêr bajarekî Kurdan e, lê ew bajar gundekî mezin were hesibandin rasttir e. Wisa dibêje Yaqût Elhemwî. Yanî bajar divê bi hemam û qeyseriye û sehhafiye û camiyên mezin û medrse û xaneqah û hdw bin. Lê xuyaye bajarên Kurdan jî wê demê hîn ji koçerî(neketibûn). Ne ku koçerî şermeke yan kêmaniyeke, lê jiyana koçeriyê dihêle hinekî kaos hebe, koçer pezê xwe, mast û penêrê xwe beranberî difroşin, yanî mal bi mal, ser bi ser! Nivîsandin û qeydkirina deynan û hesab, nîne. Di kitêbên erebî yên kevin de destnîşanî vî xusletê Kurdan dibe. Hişyarî û aqilmendiyeke mezin divê ku haya mirov ji arşîfkirin û qeydkirinê hebe. Di erebî de gotinek hebû, rehmetiyê bavê min bi dehê caran û her ku pênûseke nû bi dest dixist ew dinivîsî: Zanîn nêçîr e, nivîsandin xefka ku wê nêçîrê digre. Rastî jî wisa ye em pirr dûrî nivîsînê man, loma jî her rewş û tiştên me nezelal man.
Pirs
7. Xwendin û dersdariya Melayê Cizîrî?
Bersîv:
7. Li vir dîsa em dê xwe bisipêrin texmînan û xwe biavêjin bextê xeyalê xwe ku alî me bike. Ji jêderên dîrokî yên pêbawer tiştek ji jiyana wî negihaye berdestê me. Lê li gor agahiyên ku Mihemed Elî Ewnî ji devê xelkê wergirtine, Cizîrî hêj zarok bû ketiye medreseyê. Bavê wî alimekî dînî bû û ders dane wî. Ew li pey ilim geriyaye û çûye Hekarî, Diyarbekir û Amîdiyê. Di 32 salîya xwe de icazeya ilmî(Icazename) ji destê Mele Taha li gundê Sitirbasê(?) wergirtiye. Pişt re li gundê Serba yê bi ser Diyarbekirê ve bûye mela û imam. Ji wir jî berê xwe daye Hesenkêfê û di medreseyên wê de bûye muderris(ku êdî wî bi xwe icazename dida meleyan). Ji wir vegeriyaye Cizîrê û meletî û imamtî di Medreseya Sor de kiriye heta di temenê heftê û pênc salî de miriye.
Eger ev agahî devkî hatibin jî, û eger yek rabe bibêje: Ev ne rast in û em pê ewle nabin. Em dikarin mîna rastiyekê qebûl bikin. Ji ber ku şêweyê xwendinê û dersdayinê wisa bû. Ev sîstema xwendina li Kurdistanê bû û heta niha jî wisaye.
Pirs:
8. Dema Cizîrî serê xwe datîne. Diçe rehmetê li gora texmînan Ehmedê Xanî 13-14 salî ye. Îmkan heye ku Xanî Cizîrî dîtibe, yan di zaroktiya xwe de, hê dema Cizîrî saxbû, dîwana wî xwendibe, yan jî bi riya malbata xwe bav û xizmên xwe li ser vê dîwanê hinek zanebûna wî çêbûbe?
Bersîv:
8. Ez vêya gelekî dûr dibînim. Li gor lêkolînan Cizîrî berî ji dayikbûna Ehmedê Xanî çûye rehmetê. Yanî di derdora 1640 de wefat kiriye, Xanî di pey wefata wî bi 11 salan jidayik bûye. Eger ev tarîx ne rast bin jî, û Xanî wek di pirsa te de hatiye 13 yan 14 salî bûye, mumkin e. Hevdîtina wan ne dûre lê em nikarin vê yekê piştrast bikin bêyî delîlekî zanistî.
Pirs:
9. Heger em di nav Cizîrî û Xanî de muqayese û berhevkirinekê bixwazin, çi mimkun e bê gotin? Mesele muqayeseyek ji awura têkiliya bi cîhanê û der û dora xwe re, têkiliya bi mîr û desthealtdarên Kurd re, ji awura naveroka berhemên wan, zimanê wan û Hwd.
Bersîv.
9. Ev pirseke mezin e, bersiva wê jî bawerim hin lêkolînan dixwaze. Em nikarin bi du sê rûpelan du pêşengên mezin yên wêjeya Kurdî mîna Xanî û Cizîrî bidin ber hev. Lê di vê hevpeyvînê de mirov dikare destnîşanî hin xalên zêde girîng bike ku ew xal dê karekterên herdu pêşengan ji bo me bi gewde bikin û cudatiya herduyan bidin xuyakirin. Di serî de Xanî û Cizîrî herdu jî kezebşewitiyê wêje û zimanê Kurdî ne. Wefadarê lorîkên dayikên xwe ne. Wan herduyan jî bi zanebûn dev ji zimanê Farisî û Erebî û Tirkî berdaye, yan jî hîç meraqa wan ji bo van zimanan nebû, lê berê xwe dane zimanê dayika xwe û berhemin gelekî giranbuha ji bo gelê xwe li şûna xwe hêlane. Ehmedê Xanî derdê milletê wî bêtir ew li nivîsandinê germ dikir. Wî nivîsandin mîna çekekî didît. Mîna zengilekî, mîna defa hewarê. Li ba Cizîrî cuda ye, ew hinekî bi ser xwe ve dipûnije, li dora zatê xwe û derûnê xwe dizîvire, xwe li xwe digerîne û li dora xwe (tewafê) dike û çerx dibe. Xanî ne wisa ye, derdê wî tevaya milletê Kurd e. Evîndariyê nas dike, işqa rastîn zane, lê ew heta evîndariyê jî dixe xizmeta gelê xwe. Em li vir ne ku qedrê Cizîrî kêm dikin. Na, ew ne hedê me ye, ew dê her û her qedirbilind û mîrê şairên Kurd bimîne. Lê ev muqayesekirineke di navbera herduyan de. Cizîrî ji cîhanê biskên yara xwe didît û digot:
Te divê zêr û zeber kî me, du biskan bide ber ba
Te divê qenc-i qiyamet li me rabit, bi xwe rabe
lê Xanî digot:
Ez mame di hikmeta Xwedê da
Kurmanc-i di dewleta dinê da
Aya bi çi wec hî mane mehrûm
Bilcumle ji bo çi bûne mehkûm?
Felsefeya Xanî felsefeyeke bi civakê ve girêdayî bû, felsefeyeke ku mekanê wê erd û civak bû. Ji bo aramî û serdestîya gelê xwe difikirî. Lê ya Cizîrî felsefeyeke gerdûnî bû, bêtir ji erdê dûr bû û xemxwariya civakê nedikir û derdên xelkê zêde nedixwar.
Em dikarin vê yekê vegerînin sebebeke bingehîn ew jî istiqrara ku li mîrnuşîniya Cizîra Botan peydabûbû. Li Bazîdê ne wisa bû, li Bazîdê şer û ceng gurmegurma pêlên herdu terefên şer(Osmanî û Sefewî) bû. Ji nav wê gurmegurmê helbet dê mejiyekî bi mêjûyê mijûl derkeve holê, helbet dê fikreke neteweyî derkeve. Lê li Cizîra Botan, ku rihetî hebû, aramî hebû, mîrîtiyeke ciwan li dar bû, helbet dê şairekî mîna Cizîrî were meydanê ku derdên wî ne mîna yên Xanî bin.
Li ser pirsa têkiliya bi mîr re jî min berê di hin nivîsan de ev mijar zelal kiribû. Niha jî dixwazim bibêjim ku Cizîrî ji ber ku mîrnuşînî serbixwe xuya dikir û destê Osmaniyan jê dûr bû, alîgirê Mîr bû. Xanî bi çavê serê xwe têkiliyên mîrekên Bazîdê û Osmaniyan didît, loma jî xwe ji wan bi dûr dixist û rexne jî li wan dikir. Berovajî wî, Cizîrî pesnê mîrên Botanê dida. Di navbera pesindan û rexnekirinê de geliyekî kûr ji rastiyê heye. Rastiya mirovê rewşenbîr yê ku di navbera xwe û desthilatdariyê de mesafetekê dihêle û ji wê mesafetê desthilatdariyê kontrol dike. Eger îcab bike rexne dike û rêya rast dibêje. Cizîrî ev rol nelîst û ev barê giran neda ser milê xwe. Wî rexneyên mezin li xelkê kiriye, li amiyan û ew bi keran şibihandine. Helbet ev ji têkiliyên wî yên bi mîran re tê. Ew mirovekî gelekî bi nefs xuyaye. Bi qata Aristoqrat re pariyan difirîne, yara wî jî di qesr û qonaxan de ye, di birc û serayan de ye û ew jî tim koleyê wê ye!! Di her devera ku keys dîtiye de Cizîrî pesnê xwe kiriye û dev avêtiye xelkê. Xanî ne wisa bû, dilê wî bi ser xelkê ve bû û xêra wan dixwset, ji bo wan kitêb çêdikirin û rêya ilm û zanînê ji wan re vedikir.
Pirs:
10. Qonaxên afrêneriya Cizîrî, hejmara zimanên Cizîrî zanîbûn û têkiliya di nav wî û wêjeya farisî, erebî û Osmanî de.
Bersîv:
10. Guman nîne ku wî çar zimanên herêmê zanîbû. Erebî ji ber ku zimanê quranê ye û diyanet bêyî wî zimanî nabe. Farisî ji ber ku zimanê wêjeyê bû û her şairekî wan deman divabû farisî zanibe. Tirkiya kevn ku zimanê dewletê bû. Û kurdî zimanê dayikê.
Heta kîjan radeyê ew bi wêjeya osmanî re têkildar e, ez nizanim, ji ber ku ev yek lêkolînekê dixwaze û divê meriv li ser wêjeya Osmanî ya beriya Cizîrî û ya di dema wî de hinekî çavnas be, haya wî ji şêweyên wêjeyê li welatê osmaniyan hebe. Lê têkiliya Cizîrî bi wêjeya farisî re kifş e. Di helbestên wî de em dengvedana destanên farisî dibihîzin. Neynika Sikenderî û Cama Cemşîd, destanên mîna Yusif û Zuleyxa, Şêxê Senanî, Leyla û Mecnûn, Mehmûd û Eyaz. Navên şairên Faris mîna Camî, Seedî, Hafiz, Ferruxî di helbestên wî de derbas dibin. Ji şêweyê ristina wî ya helbestê jî mirov dizane ku ew gelekî di bin bandora farisî de maye, peyvên farisî jî têra xwe di qesîdeyên wî de hene. Em dikarin bibêjin, teşiya ku ew pê dirêse farisî ye, lê tayên wî Kurdî ne.
Pirs:
11. Gelo ji dîwana xwe pê ve tu berhemên wî yên din çêbûne? Wek nimûne, Xanî fireh, çendalî û xwedî mijûlahî ye, navçeya enterese û pêdaketinên wî fireh e, dest avêtiye gelek tiştan. Ji vî milî mirov li wextdagirtin û dembuhurandina Cizîrî binere, rewş çawa ye, ev bi çi nisbetê xwe di helbestên wî de dide dest?
Bersîv:
11. Ciyê mixabinîyê ye ku berhemên me yên wêjeyî nehatine parastin, yanî bi wî rengê akademîk nehatine parastin. Hema bi kêmanî navên berheman mabûya wê gelekî qenc bûya. Ji bo Cizîrî nizanim ka gelo wî tu berhemin din afirandibûn yan na. Ji bo kesekî mîna wî payebilind ew dîwana wî bes e. Ji xwe di zemanê berê de wisa bû. Ku yekî dîwanek derdixist digiha dawiya rê. Ne mîna niha bû ku rojê helbestek du helbest bihatana nivîsandin. Şairê mezin Nalî ku dîwana xwe qedand weha got:
Faris û Tirk û Ereb hersêm biedefter girtuwe
Xawenî sê mulk e emro, Nalî dîwanî heye!!
Yanî Nalî bi wê dîwana xwe bûye xwediyê sê memleketan!. Dîwana Cizîrî bes e ku bîr û baweriyên wî ji me re neqil bike. Ew baxeguleke û bes e ku em derbasî hundurê wê bibin û guldestan jê biçinin. Wî ji beriya 400 salî de gotiye:
Wer şi`rê Melê bîn te bi Şîrazî çi hacet?
Dîsa mirov nikare bibêje, ku ev dîwan tek û tenê ye! Lê te ew di vî alî de jî bi Xanî re muqayese kir, Xanî xwedî proje bû. Cizîrî ne wisa bû, loma jî Xanî piralî bû û gelek kitêb nivîsîn, ji bo zarokan, ji bo ciwanên ku di medreseyên dînî de dixwînin û ji bo mîr û zanayên Kurdan jî Xanî berhem afirandine.
Pirs:
13. Wek tê gotin û hate gotin hejmara zimanên biyanî ku Cizîrî zane û serdestê wan bû, ne kêm in. wî jî wek Xanî, lê pirr berî Xanî bi Kurdî nîvisand. Xanî ne mikun e dema biryara xwe ji bo nivîsandina bi Kurdî kiriye jiyan û pratîkê ji Melayê Cizîrî hêz negirtibe, ew bibîrneanîbe, ji bo xwe nekiribe nimûne. Belê Cizîrî kî ji bo xwe kiriye nimûne, wî şopa kê domandiye, gihandiye cîl û nifşên piştî xwe?
Bersûv:
13. Rast e. Xanî di nivîsîna bi Kurdî de bûye peyrewê Cizîrî. Ji xwe navê wî jî di şahesera xwe (Mem û Zîn) de aniye wek yekî ku divê êdî were vejandin û careke din bi ruh bibe. Xanî çawa dixwest Cizîrî bi ruh bike? Bi rêya piştgiriya desthilatdariya Kurdî, di rêya mîrê Kurd re û di nivîsandina berhemên bi Kurdî re. Îca ez werim ser pirsa te û mijara dîwar û palpiştên ku Cizîrî di nivîsîna bi kurdî de xwe sipartiyê. Qet li ba min guman nîne ku Cizîrî ne yekem şairê ku bi kurmancî nivîsiye. Her di pêşiya wî de hebûn û her bi kurdî hatibû nivîsandin. Lê kî ne û li ku ne û çi nivîsîne? Mixabin tu bersiveke zanistî ku dilê mirovan lê rûne di destê min de nîne. Hema ez dikarim bibêjim ku di Şerefnameyê de îşaretin hene ku şairên Kurd beriya Cizîrî hebûn. Mesela Şerefxan destnîşanî mîrekî Kurd bi navê Yaqûb beg dike û dibêje: Wî bi Kurdî gelek helbest ristine û dibe ku dîwaneke wî jî hebe!!! Ji vê yekê em dikarin bibêjin ku pêşengên berî Cizîrî rêya wêjeyê rast û durust kirine, lê mixabin navê wan ketiye ber pencên jibîrbûnê. Hema ew pêşengê me ji Cizîrî re ne winda û nenas bûn. Bêguman Cizîrî helbestên wan xwendine û li ser bingehê ku wan daniye ava kiriye.
Pirs:
14. Kesê ku Cizîrî, dîwana wî, şîroveyên li ser jiyan û berhema wî dixwîne, ne mimkun e bi pirseke wuha re veneciniqe: em giş payeya nivîsandina bi kurdî didin Xanî, ewçendî em vê dubare û bi dengê bilind dikin mîna ku destpêkerê tiradisyona nivîsandina bi zimanê kurdî di berhemên wuha biserûber, li ser hev û mezin ne Cizîrî, belê Xanî be. Ev ne neheqiyek li Cizîrî ye?
Bersîv:
14. Eger mebest nivîsnadina bi kurdî be, rast e, neheqî ye, li Cizîrî. Ne cihê şik û gumanê ye ku Cizîrî mamosteyê Xanî ye di nivîsandina bi kurdî de. Di hunera helbestê de di ser re ye, bêguman. Cizîrî beriya Xanî dest pê kir û bi ser ket. Zimanê kurdî di nav destê xeyalê Cizîrî de hevîrekî nerm bû û karîbû jê her tiştên ciwan saz bikira. Belê giraniya ku niha em didin Xanî ne ji ber nivîsandina bi kurdî ye, ji ber fikrên wî û bîr û baweriyên wî ne. Ji ber damezrandina wî ya ji fikra netewî re ye. Nirxên Xanî ji wê yekê tê ku wî nivîsîna bi kurdî xiste xizmeta Kurdan, Cizîrî jî nivîsandin bi xwe xiste xizmeta Kurdan. Bala xwe bidê ferqa (nivîsandinê), û (nivîsandina bi kurdî) gelekî heye! Yanî bi gotineke din, Cizîrî kurdî kir zimanê nivîsandinê yan jî nivîsandina bi kurdî gihande qonaxeke nû, lê Xanî hat û ew nivîsandina bi kurdî rûyekî din jê re peyda kir û hişt ku hêzeke mezintir tê de xuya bibe.
Bi ya min neheqiya ku li wan pêşengên me dibe, nexwendina berhemên wan e. Divê em li wan vegerin û li wan xwedî derkevin, beşek ji şerê me yê hebûnê û berxwedana me ew e ku em boriyên xwe, damezrênerên fikra xwe ya netewî û rêberên xwe yên wêjeyî jî bidin ber ronahiya agirê şoreşê û wan di nav mij û moran û tariya dîrokê de nehêlin. Ew kok û binyata me ne, ku em wisa ne li ser koka xwe bilind bibin, dê gelekî bi jor de neçin. Dê şax û terhikên me bê sî bimînin û zû werin xwarê.
Pirs:
15. Di mesela pesin û şabaşên ji bo mîrek û deselatdarên Kurdan ne ji bo Şah û Sultanên netewên serdest jî ji heman riwangê mimkune mirov binirxîne. Cizîrî jî xwe ji pesnê serdestên neteweyên biyanî û ne Kurd vedaye. Ev paye jî ji Xanî zêdetir ne ya Cizîrî be?
Bersîv:
15. Eger em pesindana mîrekî Kurd weke tetmînkirina hestên netewî bihesibînin, emê bibêjin ku Cizîrî ji Xanî bi pêşdetir bû. Erê Cizîrî pesnê mîrê Kurd daye. Ji bo vê yekê jî min hin rexne li Cizîrî kirin, min got ku ew şairekî(ehlî irfan e) nabe ku pesnê mîran bide. Sofî wisa nakin. Sofî xwe ji mîran diparêzin û dûrî wan diçin û mesafetekê di navbera xwe û wan de ji bo kontrolkirina wan dihêlin. Lê mirov dikare tefsîrekê bidê. Mirov dikare bibêje ku agirê netewayetiyê di hundirê Cizîrî de jî gelekî gurr bûbû, loma jî ew gelekî bi mîrê Kurd serbilind bû û zimanê wî bi wan pesnên mezin geriya. Bi rastî gava ez wan herdu helbestên Cizîrî yên pesindariyê dixwînim, dibêjim qey yekî medhiye ji sultanekî yan şahekî re, ne ji mîrekî re nivîsiye. Ewqas mîr firandiye ezmanan ku tu dibêjî ne mumkin e, ev yek ne sultan be. Lê di baweriya min de ev hêz û xurtiya qelema Cizîrî dide xuyakirin, bêtir ji mezinahiya mîr. Yanî dibe ku yekî qelemsist jî eynî wî mîrî bipesinanda, lê dê mîr di çavê me de ne ewqasî mezin xuya bikira. Hema bi qelema Cizîrî ya hêzdar mîr gihaye rutbeya sultanan. Li vir şairekî erebî gelekî navdar tê bîra min, navê wî Mutenebbî bû, ew jî klasîk e û di beriya Cizîrî de bû. Medhiyeyên wî yên ji bo mîran gelekî bi hêz û xurt in. Heta dibêjin ku her mîrekî dixwest Mutenebbî medhiyeya wî binivîsîne!
Xanî mîr neparast û medhiye derheqê wî de nenivîsî. Li ser mîrê Bazîdê mîr Muhemedê Pirbela jî mersiyeyek(şîn) nivîsî ku tê de xemgîniya xwe dide xuyakirin bi bona mirina mîr. Hema Mem û Zîn mişt rexneya mîr e. Rexneyeke ku mirov tê derdixe Xanî ne dijminê mîr e, lê dilxwazê wî ye û rêyeke rast dide berê. Ew wezîfeya xwe mîna Intellektuelekî bi wijdan dilîze. Derdê millet ji bîr nake û xwe dike dengê gel. Ev cihêtiya Cizîrî û Xanî ye: girêdana bi derd û hêvî û doza tevaya gel re.
Pirs:
16. Bikaranîna navê Kurdistan û hezkirina ji Kurdistanê, ax û ava welat û ne bikamilî, sitewyayî û bi dereceya ku li ba Xanî piştre çêdibe, ne siyasînebûyî be jî, bendewariya Cizîrî jî ne piştqewîniya esasî be ji bo Xanî ku di vî alî de zelaltir, bicesaretir û vekirîtir bibêje, binîvisîne û xwe formûle bike?
Bersîv:
16. Helbet wisa ye. Xanî dareke ne li hewa şîn hat û bê reh û ax û av bû. Me got ku Cizîrî, Feqiyê Teyran, Eliyê Herîrî; Yaqûb Beg, Şemseddînê Exlatî û yên berî wan ku em wan nas nakin, bingeha wêjeyeke Kurdîziman danîn. Te qala bikaranîna navê Kurdistanê di helbestên Cizîrî de kir, ev tiştekî balkêş e. Bi texmîn çar caran navê Kurdistanê di qesîdeyên Cizîrî de derbas dibe. Li ba Xanî ev nav nîn e! Yanî Xaniyê kezebşewitî ji bo welat û milletê xwe navê welatê xwe derbasî nav berhemên xwe nekiriye! Lê Cizîrî yê ku bêtir meyla wî bi ser işqeke ilahî ve bû û mijara welat û civakê li ba wî belkî di dereca sêyem de bû, gelek caran navê welatê xwe yê şêrîn û bi gelek payedarî û serbilindî bi kar anîye? Ez dibêjim ku Xanî milletê xwe kiribû doza xwe ya esasî, loma jî ne bi hewce bû ku navê welatê xwe bîne ziman. Lê Cizîrî di rêya bikaranîna navê Kurdistan re xwestiye milletperwerî û niştimanparêziya xwe bide xuyakirin.
Em dizanin ku ziman firax û amana ku hizr û xeyal û bîr û bawerî û hafize û mêjûya milletekî di xwe de diguncîne û diparêze. Bêyî zimanê netewî milletek nikare hebûna xwe bîne cih. Bêyî zimanê netewî milletek nikare xwe ji windabûnê biparêze. Loma jî ez dibînim ku Cizîrî û hevalên xwe yên pêşeng bingeh ji fikreke netewî re danîn. Ziman esasî ye û tenê nivîsandina bi kurdî ji alîyê Cizîrî ve Kurdayetiya wî zelal dike. Yanî dema ez niha bi kurdî dinivîsim, tu bi kurdî dinivîsî û ew jî bi kurdî dinivîse, em kurdîtiya xwe tînin ziman û bi awayekî ji awayan zimanê xwe diparêzin. Ji nifşên pêşerojê re pak û delal pêşkêş dikin. Ev jî renge milletperwerî ye. Lê weke te got hêj li ba Cizîrî fikra netewî qenc nestewiyabû, nekemmilî bû. Sebebên vê jî min di cihekî din de şirove kiriye. Ez dibêjim ku Cizîrî di mîrnuşîniyeke aram, serbixwe û Kurdîziman de jiyan dikir loma ne hewce bû ku bi qasî Xanî biqîre û jankêşîyê bide xuyakirin. Bazara kurmancî li Cizîra Botan di rewacê de bû, lê di dema Xanî de û li Bazîdê ne wisa bû, nakokiyên di navbera mîrunşîniya Bazîdê û waliyên Osmaniyan de, hema bibêje ku Bazîdê bindestê Osmaniyan bû, loma jî fikra netewî zelaltir û tekûztir e, li ba Xanî.
Pirs:
17. Evîndariya Melayê Cizîrî jî ji xalên binîqaş e. Behsa dostayetiya Cizîrî û Mîr Şerefxanê duhem dibe ku di nav wan de evîneke niştîmanperwerane hebû, ji bo vê evîna çendşîroveyî ku behsa wê dibe tu çi dibêjî, ev evîn çendî konkiret û beşerî û çendî jî Xwedayî û esmanî ye?
Bersîv:
17. Ji jiyana Cizîrî û Xanî mirov dibîne ku desthelatdarên zemanê xwe, em bêjin qirnê navê yên Kurd qîmetekî têra xwe mezin dane şair, alim û zanayên Kurd. Ji vê awurê heger mirov rewşa wê rojê û ya îro berhev bike, ev tiradisyon di nav desthelatdarên Kurd de çendî hatiye parastin û çendî li gora dem û qonaxê ye?
Ez bi xwe ne wisa dibînim. Erê belkî desthiladarên Kurd yên li Cizîra Botan piştgirî dabin wêjeyê û şairan , Cizîrî mînakekek baş e, lê li Bazîdê ne wisa bû. Ma ew gilî û gazinên Xanî hemû çi bûn û ji ku hatin? Wî her gazinên mîr kiriye û gotiye ku wî guh nedaye min:
Ew rehmetê xasse bo ewam e
Lew xassê nezer ji dil neda me
û di dirêjiya Mem û Zînê de û heta di piraniya helbestên Xanî de gazina mîran tê kirin:
Mîrê meclis nekenit mutribê goya çi bikit?
Xanî di helbesteke xwe de vê pirs dike, yanî ku mîr nekene dengbêjê çi karibe bike, bi gotineke din: ku mîr xwe nede ber min û projeya min, ez Xanî şairê reben çi karim bikim? Li ba Cizîrî ne wisa ye, gazinê ji xelkê dike Cizîrî!!!! Ji xelkên dema xwe nerazî ye. Ji têkiliya wan ya bi wêjeyê re nerazî ye. Ew dibêje: werin helbestên min bixwînin û dev ji Şîrazî berdin. Ango werin kurdî bixwînin, ev çi farisî ye we berê xwe hemûyan dayê?? Bi gotineke din Cizîrî ji mîrên dema xwe razî ye û mîr jî qusûrê naxinê û piştgiriyê didin wêje û wêjekarên Kurd. Lê civak bêsewad e û nezanî pirr e, loma jî Cizîrî dibêje:
Xaliba ehlê zemanê me Mela Ademîyin?
Venumayin ji kerê mey reş û gayê te yî beş!!
Eger em rabin rewşa îro û doh bidin ber hev. Em dibînin ku desthelatdariya Kurdî(Partî, Sazî, medya) weke ku divê bikin, nakin. Yanî ji dil tu piştgiriyê nadin zanînê. Desthilatdarî dikare guherînên mezin bike. Ev yek mîna zagonekê ye, ku desthilatdar çawa be, xelk jî wisa ne. Projeyên mezin ne bi destê kesekî du kesan naçe serî. Ezê mînakekê bidim, ji bo me Kurdan, ji bo zimanê me û wêjeya me gelekî pêwist e, em şaheserên cîhanî ji zimanên wan wergerînin kurdî, yanî berhemên Şekspîr, Tolstoy, Servantes, Markîz û nizanim hîn kî divê bi kurdî hebin û em wan ne di rêya zimanekî sêyem re bixwînin. Wisa mejiyê me yê Kurdî saxlem ava dibe. Bala xwe bidê çîrokên hezar û yekşevê kengî bi firensî wergerandin? Sala 1704 an!! Lê me hîn ew berhem bi kurdî wernegerandiye. Ez dikarim wergerînim lê divê kesek piştgiriyê bide min, yekî din jî dikare nizanim kîjanê berhemê wergerîne ew jî wisa! Ev li hêla wêjeyê, îca em werin beşên zanînê, tibbê, matematîk, fîzîk û felsefeyê, ji xwe em şerm dikin ku bibêjin me gavek avêtiye! Erê dikarî bibêjî ku imkan hindikin, rast e, lê dilxwazî hebe wê ne wisa be. Hema em gavên ewil bavêjin, bila ew gav kinik bin jî, lê me nêzîktirî rastiyê dikin, me nêzîktirî mukemmeliyê dikin. Niha li aliyekî welatê me mixabin desthilatdar bi civandina mal û milkê dunyayê biliyane, loma jî xelk mîna wan dikin.
Ev guherîn û pêşketinên di wêjeyê de jî ne ku bi saya wan dibe, na lê dilxwazên ku agirê evîna zimanê kurdî di dilê wan de geş e û vêketiye hene, serbazên winda û nenas yên bi şev û roj xwe dane ber parastina ziman û kultur û wêjeya kurdî hene ku hayê wan ji tiştekî nîn e û ne li hêviya tu xelat û padaşê ne.
Piştgiriya desthilatdarên Kurd ji wêjeyê re bi du gotinan û daxuyaniyekê nabe. Stratejiyeke mezin li ser her mijar û di her qadê de divê. Pîlan divên û divê ku (nan di destê nanpêj de be). Heta niha min nedîtiye ne bihîstiye ku saziyekê, partiyekê stratejiyeke wergerê daniye ber xwe. Wisa tek û tûk nab e. Çiqas imkan û derfetên min hebin jî nikarim mîna saziyekê tev bigerim. Divê renesans dest pê bibe. Dereng e êdî. Divê şoreşa wêjeyê dest pê bibe û bazara xwendina bi kurdî were damezrandin, yan na di asoyan de tiştekî bi ronî nabînim.

19. Li ba herduyan rêjeya peyvên biyanî (erebî, farisî) gelek e. Ez dikarim bibêjim ku ji sedî pêncî derbas dike, dibe ku li hinek deveran bigihê ji sedî heftê jî. Bi taybetî li ba Xanî ku mecbûrî bikaranîna peyvên biyanî bûye xasma dema ku mijar bûye mijareke tesewwufî yan felsefî yan jî dînî. Di kurdî de alternatîfên wan peyvan nehatibû dîtin. Ew mecbûr bû peyvên orîjînal bikar bîne, wek çawa niha em peyvên latînî û ji ferhenga ewropiyan bikar tînin. Hinek rexneyan li Cizîrî û Xanî û xeyrî wan dikin, ez ji bo wan dibêjim: ka we piştî 400 salî çi karibû li wan zêde bikira? ka we alternatîfên gotinên wan yên biyanî dîtine! We heta kîjan radeyê hewl daye ku ferhenga xwe zengîn bikin? Tenê rexneyên bêtam her kes dikare bike.
Lê ew iddiaya ku dibêje li ba Xanî farisî û li ba Cizîrî jî erebî bêtir e, balkêş e, divê mirov lêkolînekê bike û peyvên biyanî li ba herduyan bihejmêre. Bêguman dê encamekê bidest bixîne. Hema ez dikarim bibêjim ku zimanê Cizîri bi piranî paktir xuya dike.
Pirs:
20. Malbata Cizîrî, dê û bavên wî jî bi niqaş in. Gotin heye ku navê bavê wî Şêx Mihemed e. Belê kîjan Mihemed. Ev Mihemed ji binecîhên Cizîrê ye, ji dereke din hatiye, ku wuha be ev der ku ye, baş û zelal naye zanîn. Li gora dîtinekê bavê Cizîrî ji Xoşaba Wanê ye. Em van rewşên di nav heftûheyştiyê, wihayî û newihayîyê de karin hê jî zêde bikin. Wek nimûne ku Cizîrî berî serê xwe deyne û here ser dilovaniya xwe, ji Cizîrê çûye, çûbe, çûye ku û Hwd. Tu çi dibêjî ?
Bersîv:
20. Hinek lêkolîner dibêjin ku navê bavê wî Mela Mihemmed e û ji êşîreta Buhtiyan e ku bi sedê salan li Cizîrê man e. Mela Mihemed jî alimekî Cizîrê bû. Navê bavê Cizîrî jî cara yekem li ba Elaeddînê Secadî wisa hatibû. Mixanbin Seccadî jî hîç jêderan ji bo agahiyên ku ew bi dest dixe yan jî belav dike û diweşîne nade, îcar mirov nizane ka ew tişt rastî ne yan jî ji xeyalê wî ne. Di nerîna min de û li gor pîvanên zanistî ewleyî bi agahiyên Seccadî nabe. Mixabin tu kesî jînnameya Cizîrî nenivîsîye. Wî bi xwe jî tu agahî li ser jiyana xwe û binemala xwe nedane. Jînenigarî li ba Kurdan nebûbû hunereke nivîsandinê. Di gel ku ew gelekî girîng e jî û vaye niha mîna te got em nikarin ji nav heftûheştan derkevin, lê dîsa jî Kurdan jînenigarî nikaribû bikirana hunereke serbixwe ku bi rêya wê jiyana navdarên me dihate parastin û rêya lêkolînan li ber me hêsan û bêkelem dibû. Ev girêdayî mejiyekî şaristanî ye ku em bi hacetî wî bûn.
Ez bi xwe mesela hatina wan ji Xoşabê dûr dibînim. Ji ber ku leqeba Mela Cizîrî ye, berê jî wek em dizanin kesên zana û şairan xwe bi bajarên xwe didane naskirin. Eger bapîrê wî jî ji Xoşabê hatibûya wê navê wî Xoşabî bûya. Navê bajêr her mîna leqebekê dimîne ku ew dide xuyakirin binemal û koka yekî ji ku ye. Mesela Ibnul Esîr Elcezerî, ji navê xwe xuya dike ku ji Cizîrê ye û heta ew sax bû navê wî wisa ma di gel ku nema li Cizîrê dima jî. Yanî dikarim bibêjim ku Melayê Cizîrî ji bav û kalên xwe de Cizîrî ye. Cizîrî li gor agahiyên tevaya lêkolîneran her li Cizîra Botan maye heta roja dawî di jiyana xwe de, ji xwe gora wî jî hîn li wir e û ziyareta evîndaran û xelkê ye. Ew dê li welatê kurmancan li pey zanînê geriyabe, dê meletî jî kiribe, lê li gor ku di helbestên wî de kifş e, wî piraniya jiyana xwe li cizîrê buhurandiye.

21. Pirseke bingehîn e û gelekî pêwist e. Lêkolînerî li ba xelkê ilmekî bi serê xwe ye, li ba me Kurdan amatorî ye. Lêkolînerî bi qaide û zagon e, her kes nikare were jiyana Cizîrî zelal bike. Sal û demeke pir û sebr û saman jê re divê. Berî her tiştî jî piştgirî û jiyaneke rihet ji bo kesê lêkolîner divê.
Ez te qet neheq nabînim di vê pirsê de. Rast e em tirale ne û tenbel in. Me qîma xwe bi çend agahiyên çewt yên Eladdîn Seccadî anîye û em li ser wan agahiyan(razan) e û dicûn û hey dicûn. Xew bi me xweş hatiye. Seccadî dibêje:
Cizîrî kesekî wiha bû ku rû û dêmên wî spî û sor bûn, bejin zirav bû, çavên wî geş û birqonekî bûn, birhên wî reş û kevanî bûn, pozê wî kurt bû!!
Ne bes weha heta behsa cilên wî û rengê cilên wî jî dike!! Heyran ev lêkolînerîye!! Yan ev xewn û xeyal in. Ma çima em xwe li ser van nerastiyan bêdeng dikin û nabêjin ku lêkolîn ne wisa ne? Mamoste Hejar jî vê pirsa me dike û ecêb dimîne ku Eladîn Seccadî ev agahîyên wisa ecêb ji ku anîne? Hejar dibêje: kes nebû ji Secadî re bibêje, qurban tu yê ku nizanî Cizîrî di sedsala şeşan yan ya nehan de jiyaye, tu çawa dizanî ku çox û ranikê wî çi reng bûn??
Heta niha ku em behsa kevnên xwe dikin, ku em lêkolînan li ser pêşengên xwe dinivîsin, em hema hema çîrokan dibêjin. Bi dehê caran û di gelek berheman de em rastî çîrokên mîna Cizîrî û pîra nanpêj, Feqê Teyran û ava Dîcle, Cizîrî û nameyên ji Selmayê re, tên. Em heta niha çîrokan û rastiyên dîrokê ji hev dernaxin. Helbet dê li ser kesekî mîna Cizîrî gelek çîrok û serpêhatî li ser zimanê xelkê geriyabin, lê ew nabin palpiştek ji bo lêkolîneke zanistî. Mixabin em di lêkolîneriya xwe de jî çîrokbêj in.
Pirs:
22- Di derbara jiyana Melayê Cizîrî de Ferhad Şakelî sê kategoriyan destnîşan dike:
1. Beşê ewil ew kes in ku bi bahweriya wan Melayê Cizîrî li dora salên 1200 jiyaye. Ji bo vê jî îspat bikin hewil didin û dixwazin kesekî bi navê Îmadedîn pêde bikin û bêjin ku Melayê Cizîrî hemzeman û hewtemenê wî bû. Ne şert e ev rast be.
2. Beşek jî ku Elaedîn Secadî li serê wan tê, dibêjin ku Melayê Cizîrî di zemanê şairê mezin yê Faris Evdirehmanê Camî de jiyaye. Ji ber ku Camî di kitêbeke xwe de behsa sefereke xwe dike ku ji Iran ber bi Hîcazê di ser Kurdistanê, di ser Cizîrê re bûye. Di beyteke helbesta xwe de behsa kalemêrekî bi navê Elcezîrî dike. Yanî kalemêrekî xelkê Cizîrê. Li gora Elaedîn Secadî ev kalemêrê behsa wî tê kirin Melayê Cizîrî ye. Û ji ber vê û di vê çarçewê de jî divê Cizîrî li dora salên 1400 î jiyabe. Dibe ku ev kalemêr hebe, ji bo ku hebe jî sebeb hene. Lê ev xwiyaye dibêje Şakelî ku ev kes ne ew Cizîrî ye ku em nas dikin û dîwana wî di destên me de ye. Dibe ku berî Cizîriyê navdar bi heman navî şaîrên din jî hebûbin ku ji bo ku hebin jî sebeb zehf in û ev jî maqûl e ku bi navê bajêr têne nas kirin. Tiradisyona xwe bi navê bajarê xwe, herêm û navçeya xwe, ya jî gundê xwe binaskirin û ji xwe re wek paşnav bikaranîn adetek bû û di vê derbarê de jî bi dehan nimûne hene di destên me de. Mesele Seîdê Nûrsî, Şêx Evdirehmanê Axtepî. Mele Evdilahê Tîmoqî..
3. Beşê sisyan Zivîngî û Mekenzî û kesên din in ku jiyana Cizîrî nivîsandine dibêjin: “ ez jî bi vê dîtinê re me “ dibêje Ferhad Şakelî. Li gora vê dîtinê ne mimkun e ku Cizîrî berî Hafiz û Berî Camî hatibe, Cizîrî gelekî piştî wan e. Em karin bêjin teqrîben 1570-1640
Bersîv:
22. Ez jî bi beşê sêyem re me. Ji xwe yên ku dibêjin Cizîrî li dora salên 1200 jiyaye gelekî dûrî rastiya dîrokê diçin. Hemû delîl dibêjin ku Cizîrî di navbera nîvê dawî ji sedsala 16an û nîvê yekem ji sedsala 17an de jiyaye. Mîr Emadînê ku ew lê digerin jî sedî sed piştî Şerefxanê Bedlîsî û kitêba wî Şerefname(1005 koçî) hukumdariya Cizîrê kiriye. Beşê duyem jî ku dibêjin Camî û Cizîrî hemzemanê hev bûn xwe disipêrin delîlekî gelekî qels û lawaz ew jî beytek ji helbesteke Evdirehman Camî ye ku dibêje:
Pîremerdî bi dîdeem zi Cizîr
Nîmemerdî bi dîdeem zi Herîr!!
Ev beyta farisî dibêje: min kalemêrek ji Cizîrê dît û yekî navser jî ji Herîrê dît!!
Îca nizanim ka çawa Secadî dizane ku ew kalemêr Melayê Cizîrî ye: Gelo li Kurdistanê wê demê tenê yek kalemêr hebû ku leqeba wî Cizîrî bû ? Û Camî di helbesta xwe de çima wisa xumamî dibêje û beyan nake ka ew çi kalemêr e!! ev iddia ya Seccadî li ba min pûç û bê bingeh e. Tarîxa ku te destnîşankiriye jî hinekî nêzîkî rastiyê ye. Cizîrî li gor lêkolîna Tehsîn Ibrahîmê Doskî di sala 1567/1568ê zayînî ji dayik bûye. Ew di vê iddiayê de xwe disipêre beyteke Cizîrî ku dibêje:
Ji Herfa Mah û Salê ma
Nehat der Şeklê Falê ma
Ew li gor hesabê ebcedê tîpên (Herf, Mah, Sal, Şekl, Fal) bi hev re û li gor elifbêya erebî kom dike û di encamê de hijmara 975 pê re derdikeve ku ev jî sala jidayikbûna wî li gor tarîxa koçî ye.
Piars:
23- Di nav xelkê de li ser Cizîrî gelek çîrok û efsane çêbûne. Ev jî li gora nêzîkayî û dûraya ji erd û axa Cizîrî û coxrafya rabûn û rûniştina wî, cihê manewerya wî têne guhertin Hun dikarin behsa hinekan ji wan bikin?
Bersîv:
23. Erê. Ezê hinek çîrokên li ser Cizîrî bibêjim, lê hêvî dikim ku ew ne mîna bingeheke zanistî werin pejirandin, ji bo naskirina Cizîrî. Ev tenê çîrok in û cihê wan di lêkolînan de divê nebin.
Min ji rehmetiya diya xwe(ku bavê wê yanî kalkê min ji aliyê Cizîrê bû) gelek çîrok li ser Cizîrî, evîna wî feqetiya wî û dîwana wî bihîstine. Ezê li vir çendekan ji wan bînim ziman û li ber destê we raxînim.
Li ser destpêka evîna Cizîrî û Selmayê diya min ev çîrok digot:
Rojeke înê bû, hîn Melayê Cizîrî li Medresa sor feqetî dikir. Hemû feqe derketibûn geşt û seyranê, li rexê Dicleyê. Cizîrî nexweş bû, loma bi hevalên xwe re neçûbû û li hucreyê mabû. Di nav nivînan de bû û lihêfek kişandibû serê xwe. Xûşka mîr Selmayê û cêriyên koşkê çûne camiyê. Selmayê dixwest here ji xwe re li şûna feqeyan binêre û bibîne ka ew çawa dijîn. Rabûn û rûniştina wan çawaye? Wê ev yek gelekî meraq dikir. Dema ku çûne hucreyê dîtin vaye yek di nav nivînan de ye. Selma ber bi wî de çû û lihêf ji ser rakir. Cizîrî çavên xwe vekirin ku vaye keçeke gelekî ciwan û spehî di ser serê wî re ye. Dema li rûyê wê nihêrî roniyek di nav herdu birhan de dît. Selma bi lez ji hucreyê derket û ji wê gavê de agirê işqê di dilê Cizîrî de vêket. Hema wê rojê dest bi helbestan kir û helbesta xwe:
Di dest da yengiyek nûbare min dî ew keman ebrû
Li bala cedwelek cebbare têda hemqiran ebrû.
Çîrokeke din girêdayî vê çîrokê diya min tim ji min re digot:
Piştî ku Cizîrî bûbû aşiqekî sewdanser, diçû rexê çem û name ji Selmayê re dinivîsandin. Piştî ku name diqedand, ew dikirin mîna lûleyan û dixist hundirê zil û qamîşan û bi ava çem de berdidan. Avê ew name digihandin nêzîkî koşkê û cariyeyên Selmayê ew ji wê re dianîn. Cizîrî ava çem kiribû posteçî û teterek (bi Erebî Berîd) loma jî di helbesteke xwe de ku nîv erebî ye weha dibêje:
Biddua bellix tehiyyatî li Selma ya berîd
Yanî: ey posteçî, bi duayan silavên min bigihîne Selmayê!!
Her weha diya min behsa helbestvaniya wî dikir û digot: Lawo ma yekî wek Cizîrî tenê ev dîwan li pê xwe hiştiye? Na na wî pêncî dîwan nivîsîbûn, lê piştî ku bîn bi evîna wî û Selmayê ket û xelkên Cizîrê qala wê evînê kirin, Mîr lê hat xezebê û xwest her pêncî dîwanên wî bişewitîne. Melayek li wir hebû gelekî kêfa wî ji Cizîrî re dihat û li ber wan dîwanan diket. Rabû ji mîr re got: Ez xulam ka ez dîwanekê bibim mal û binêrim bê ka vî Cizîrî çi heqaret tê de kiriye! Mîr destûr dayê lê gotê berî banga sibê divê tu dîwanê vegerînî ku em wê jî bişewitînin. Mela radibe di wê şevê de dest pê dike dîwana Cizîrî nesix dike û bi xeta destê xwe dîwanekê ji ber digire û li mala xwe vedişêre. Berî banga sibê dîwana ku wî biribû dîsa vedigerîne û dibêje mîr: Mîrim bişewitîne tiştekî hêja tê de nîne. Û bi wî awayî ev dîwana ku niha di nav destê xelkê de ye, hate parastin.
Hin jî dibêjin ku Cizîrî sed dîwan nivîsîne lê melaiketên Xwedê nod û neh dîwan ji erdê rakirin û yek tenê ji me re hiştin!!
Ji xwe çîroka wî û wê pîra nanpêj jî navdar e. Dibêjin Cizîrî dihat beranberî koşka Dilbera xwe Selmayê rûdinişt û pala xwe dida kevirekî û dest bi qesîdexwendinê dikir. Piştî demekê radibû diçû. Agirê evînê di hinavê wî de ew dîwar disincirand, pîrekê jî bala xwe dabûyê û dihat nanê xwe li ser wî dîwarî dipeht û dipêja.
Ev çîrok bêguman bingehên wan hene. Ku di jiyana Cizîrî de nebin ew bingeh, di helbestên wî de hene. Mesela dîwarê sincirî bawer dikim ji vê beytê hatiye. Cizîrî di qesîdeyeke xwe de dibêje:
Ji ber ahên mi dinê agir û dû bit ne eceb
Min di dil de heye narek(arek) ku disojit seqerê!
Yanî eger dunya hemî bibe dû û dûman ne tiştekî seyr e, ji ber ku di hinavê min de agirek heye, dojehê jî dişewitîne.
Piras:
24- Tê gotin ku di helbestên Melê de muzîkeke wuha heye ku xelk kare zû ji ber bike. Belê ji bo Xanî û helbestên wî mirov nikare heman tiştî bêje.
Bersîv:
24. Rast e. Mûzîkeke gelekî rewan û herikbar û ji guhan re minasib heye. Cizîrî wezn û kêşeyên erebî yên sivik û xweş bi kar anîne. Ji wan kêşeyan bêtir xuyaye ku kêfa Cizîrî ji Remel re(bi her cûre û rengên xwe) hatiye ku wezna wê ya bingehîn wisa ye:
failatun failatun failat
Her weha Cizîrî Hezec jî bi kar anîye. Hezec bi xwe wezneke gelekî mûzîkî ye. Hema dikarî bibêjî ku piraniya stranan pê têne ristin. Ew jî wisa ye:
Mefa-îlun mefa-îlun
Bi kurtî, Cizîrî mûzîkeke gelekî nerm û milayim bikar aniye. Loma jî qesîdeyên wî zû têne jiberkirin(ezberkirin) û di dil de dimînin. Ji bilî wê mûzîka derveyî, wî mûzîka di nava helbestê de jî bikaranîye, yanî harmoniya hundurîn ya peyvan û cumleyên helbestî. Mînak ev beyta gelekî ciwan:
Nesîmê sinbil û sêvan seher da hebs û zindanê
Vebû qufla me bê mifte, ziringînî ji quflê da
Eger bala xwe bidê, ew di para yekem de behsa hatina yarê di çaxê seherê de dike, ango piştî nîvê şevê yar hatiye serdana wî di zindanê de, de îca tîpên S di vê nîvmalikê de çend in? Pênc in û tu Z jî lê zêde bikî şeş tîpên ku bi serê xwe mûzîkeke wan ya taybet heye ku dibe nîşana qewimîna tiştekî di tariyê de û bi dizî, di beşê duyem de bala xwe bidê bê çi qewimî? Mifte li quflê ket, û deriyê hesin vebû! Eger yekî ne Kurd be jî bibihîze wê zanibe ku tiştekî bi deng û qerebalix diqewime(ziringînî ji quflê da). Dengê hesinan ji van gotinan nayê bihîstin? Ji ber vê jî helbestên wî ji guh re gelekî xweş hatine û ew zû bi zû xwe berdidin nava mirovan.
Lê te qala mûzîka helbestên Xanî kir. Ez bi xwe yek ji hezkiriyên Xanî me û min lêkolînên berfireh di helbesta wî de çêkirne û nivîsîne. Xanî ne kêmî Cizîrî ye di bikaranîna mûzîkeke rewan de, lê tenê evîndariya wî ya di helbestan de ne mîna ya Cizîrî balkêş e. Ya Cizîrî evîneke pirr bi şewat ku ji tecrubeyeke rastîn û diltezîn hatiye ji xwendevanan ve xuya dibe.
Li ba Cizîrî mûzîka derve û hundur hevdu dikemmilînin. Harmoniyek xurt ava dikin û mirov mecbûrî guhdarîkirinê dikin. Li ba me, pismamê bavê min Evdiyê Kurimî hebû, qesîdebêjekî mezin bû. Ku helbesteke Cizîrî di şevên zivistanê de dixwend hema bêje agir bi dîwaran diket û emên guhdar li ber dengê wî û xurtiya helbestên Cizîrî şêt û serxweş û teles dibûn. Bêhemdî me qêrîn bi me diket û bi rastî jî em bi cizbê diketin. Ev jî razeke ji razên helbesta Cizîrî. Ji kûraniya dil derketine û rasterast xwe li kûraniya dilan digirin.
Pirs:
25. Ji awura naverok û tesewufê em helbestên Cizîrî û Xanî bidin ber hev. Ferq çawa ye? Em hinekî ji awura huner, ziman û metafor, dîmen û tabloyan wî û Xanî nîqaş bikin.
Bersîv:
25. Ez bi xwe, di gel ku mirîdê Xanî me, Cizîrî şairtir dibînim. Peyvên Cizîrî, hûnandina hevokên wî, xeyalê wî, û fikreyên wî gelekî cuda ne. Zimanê Cizîrî jî zelaltir e. Qesîdeyên wî rihet in, ne mîna yên Xanî bi kompleks in. Heta peyvên erebî yên ku Cizîrî di şi`ra xwe de bi kar anîne, ji zû de derbasî ferhenga Kurdî bûne û kedî bûne û êdî nema biyanî xuya dikin. Ji rexê Tesewwufê ve herdu jî nêzîkî hev in, herduyan jî kûzikên xwe ji kaniya Wehdetulwucûdê dagirtine û ava wê ya çêjdar vexwarine, heta ku pê serxweş bûne. Tesewwufa herduyan jî wijdanî ye. Bi evîneke Xwedayî rengîn dibe. Tesewwufa wan ji tesewwufa Hafizê Şîrazî, Ibnulfarizê Misrî ye. Hin qesîdeyên herduyan hene ku di nav sînorê Tesewwufa xwerû de ne, yanî tenê tesewwufa irfanî ku mîna felsefeyeke serbixwe ye. Di vir de bandora Ibnu Erebî û Hellac heye. Mîna qesîdeya Xanî ku tê de dibêje:
Ey ayîneyê dil bi cemala te mucella
Sed sefhe bi yek zerre ji nûra te mutella
Û ya Cizîrî ku tê de dibêje:
Tûr im bi dil û peyrewê Mûsa yim ez
Ateşperesê nûr û tecellayim ez
Eger mirov qenc bala xwe bidê, dibîne ku Cizîrî di tesewwufa irfanî de bi gelek gavan di pêşiya Xanî de ye, ango bi cesaret tir e. Û li ba wî Wehdetulwucûd wek felsefeyekê zelaltir e. Hema li ba Xanî Wehdetulşuhûd gelekî zelal e. Wehdetulwucûd ji xwe dibêje di hebûnê de tenê hebûna Xwedê heye, em jî û her tişt pareyek ji vê hebûnê ne. Ne ji derveyî wê ne. Wehdetulşuhûd dibêje, ku hebûn hemî neynik û mirêka hebûna Xwedê ye. Ew ne pareyek jê ne lê meziniya wî di wan re xuya dibe.
Diyar e li ba herduyan di pirsa Iblîs de cudatî hene. Xanî dibêje ku vîn û iradeya Xwedê nehişt Iblîs here secdê ji Adem re û her weha ecêb dimîne ku çima Xwedê wisa lanet lê barandine, bêyî ku sûc û gunehê wî hebe. Lê Cizîrî vê yekê bi nezaniya Iblîs ve girê dide û dibêje; eger Iblîs sirrê ilmê Xwedayî di Adem de dîtibûya dê bêguman secde bûbûya!
Mesela dîmen û tabloyên hunerî ku Xanî û Cizîrî digihîne hev jî wisa dikarim şirove bikim: herdu kilasîkên me jî ji yek ekola helbestî derketine. Ekola belaxet û rewanbêjiya erebî ya ku di helbesta farisî de bi cih bûbû. Herdu jî sûretên wan dubarekirî ne ji sûret û wêneyên di helbesta farisî de. Yanî em bala xwe didinê ku eynî tabloyê li ser devê gelek şairan hatiye gerandin. Awirên çavan li ba Hafizê Şîrazî jî, li ba Firdewsî jî tîr in, û li ba Xanî û Cizîrî jî tîr in! Di vir de em dikarin bêtir Cizîrî û Hafizê Şîrazî bidin ber hev û gelek mînakan bînin û şopên bandora Hafiz li ser Cizîrî bipên.
Pirs:
26. Ferhad Şakelî tê zanîn ku bi kêmanî 14-15 salan li ser Cizîrî xebitiye û bi awayekî kategorîk û bê virde û wêde “ Hîç şika min nîne ku Cizîrî di serdema Mîr Şerefxan de jiyaye ku desthelatdarê Cizîrê ye û Cizîrî helbestên pesindar ji bo wî nivîsandine, dibêje……
Bersîv:
26. Di dîwana Cizîrî de navê Mîr Şeref derbas dibe:
Xef wan reşandin dil xedeng, teşbîhê tîrên Xan Şeref
Lê ji vê malikê em nikarin wê rastiya ku Şakelî wê ya tesbît dike heta dawiyê qebûl bikin. Nav û dengê mîr Şeref li tevaya Kurdistanê belav bûbû. Ji xwe Şerefxanê Bedlîsî jî di Şerefnameya xwe de bi ferehî qala wî dike û bi pesindarî jî. Îca eger Cizîrî di helbestê de awirên yara xwe bişibîhne tîrên Xan Şeref nayê wê wateyê ku Cizîrî di dema wî de bû(em ji bîr nekin du mîr Şeref hebûn). Ev tabloyekî hunerî ye, wezîfeyeke wê ya helbestî heye. Lê di dîwanê de musaceleya(guftûgoya helbestî) Mîr Emadîn û Melayê Cizîrî heye. Di wê de Cizîrî dibêje:
Xulamê mîr Emadîn im.
Çima em vê nakin delîl û nabêjin ku Cizîrî di dema mîr Imdeddîn de bû. Mumkin e jî Cizîrî di dema du sê mîran de jiya be û ew herdu helbestên pesindariyê ne ji mîr Emadîn re nivîsî bin. Lê ev hewceyî lêkolînekê ye. Wisa rihet û sivik bersiva wê nikarim bidim.
Pirs:
27. Her nivîs û berhem bi aliyekî xwe jî şahidekî zeman û qonaxa xwe ye. Dema mirov dixwîne li ser heyam û serdema tê de ji dayik bûye mirov digihê hinek encaman. Ev jî bi kêrî dîroknasan, biyografînasan ji faktorên alîkar hesêb dibin. Ji vê eniyê dema mirov li Cizîrî û xebata wî bikole bûyerek, navek, destnîşankirinek bibe mûmek di reşayê de heye?
Bersîv:
27. Bêguman gelek mûm hene. Ji xwe lêkolînerên ku dibêjin Cizîrî di navbera salên 1570/1640 de jiyaye, xwe disipêrin helbstên wî. Mesela di helbesteke xwe de sê navên dîrokî tîne ziman:
Sef sef me dîn Hindî û Zeng, Cengizî hat Teymûrê Leng

Ew li vir behsa Cengîzxanê meşhûr dike ku di navbera salên 1165 û 1227 de jiyaye. Her weha behsa Teymûrê leng jî dike ku ji sala 1336 heta 1405 an jiyaye. Ji xwe di dawiya vê malikê de jî navê Mîr Şerefê Kurd mîrê Cizîra Botan û temamê welatê Botan dike. Mîr Şeref jî li gor belgeyên dîrokî û di nav de Şerefname, dibe ku yek ji herdu mîr şerefan be, yek ji wan mîr Şeref kurê Bedir kurê Brahîm e ku ji sala 1498an heta sala 1509an hukumdariya Cizîrê dikir. Yê din jî mîr Şeref kurê Xan Evdal e ku di dema nivîsandina Şerefnameyê de hîn hukumdariya Cizîrê dikir û Şerefxan gelekî pesnê wî daye. Ew hevçaxê Cizîrî bû jî. Her weha min di bersiveke berê de jî qala lêkolîneke birêz Tehsîn Brahîm ê Doskî kiribû ku wî têde sala jidayikbûna Cizîrî eşkere kiriye. Gava em van belgeyan didin ber hev, hinekî mesele ronî dibe û bi gotina te mûm li dora me gelek dibin û reşayê jihev tar û mar dikin!
Pirs:
28. Cizîrî sofî ye. Dîtineke wuha heye ku sofiyên mezin li cîh û derekê zêde nedisekinîn, digeriyan? Em zanin ku sofiyên navdar di nav Xoresan, Iraq, Kurdistan, Şam û Konya de, di nav paytextên rojhilata Navîn de çûne û hatine. Nûmeyên Mewlana, Şemsê Tebrîzî û Hwd têne zanîn. Carna seferên wan bi rojan û bi mehan dewam dikir. Hin cîh hebûn ji wan re “Rikin” yan jî mîna îro jî li Kurdistanê ji wan re “Xaneqa” tê gotin, hebûn. Ev cîh cihên sekna mêvanan û şiklek otêlên îro bûn. Mirov li gerên wuha rast tê, di jiyana Cizîrî de?
Bersîv:
28. Erê. Yek ji şêweyên (sulûka) sofiyan guhertina cih e. Ew nabe li cihekî bimînin. Di baweriya min de sofiyên mezin yên ku terîqet damezirandine, ji bo ku (irşadê=rêberiyê) bikin, diviyabû ji welatekî biçin yekî din. Mirîdan pirr bikin û (heqîqetê= rastiyê) belav bikin. Cizîrî, herçendî sofî bû jî, lê ne ew yekê ku evdal û dewrêş bû, sofîtiya wî sofîtiyeke teorîk bû, ew di pratîkê de sofî nexuyaye. Hin nakokî di jiyana wî de xuya dikin, li hev nakin kîtekîtên jiyana wî. Mesela yekcaran mîna Xeyyam xuya dike û dibêje ku ev dunya ne hêja ye, loma jî divê mirov xwe ji lezzeta tê de bêpar neke û zû bi zû meyweyên kêfxweşiyê biçine:
Talih ku têt û firset, muhlet li nig heram e
Min umrê Nûh-i nîne, wer saqîyo bi lez xweş!!
Ev malik sedî sed ji bêrîka Xeyyam derketiye, û bêtir nêzîkî felsefeya Ebîqorî ya yewnanî ye ku dibêje mirov divê xweşiyan li xwe nebe.
Ew weha jî dibêje:
Ahî eyyemên wisalê, weh ku xweş borîn û çûn
Ew şeraba êşî û noşî, ma li pêşber min serab.
Ew di vir de li rojên xwe yên berê ku ew bi yarê re buhurandibûn re digirî, dibêje ew gelekî xweş buhurîn, lê çi heyf ku hemû çû û wek rewrek û leylanê êdî xuya dibe.
Lê li cihekî din jî dibêje:
Minnet ji Xwedayê ku bi evdê xwe Melayê
Îksîrê xemê işqê, ne dînar û drem da!!
Li vir êdî yekî terkedunya ye, xwe disipêre evîna Xwedayî û ne xema wî ye, xweşiyên dunyayê.
Pirs:
29. Ji gotinên têne gotin yeke din jî ev e ku Cizîrî şi`rên Hafiz ji bo xwe kirine bingeh û helbestên xwe avakirine. Helbestên Sadî jî wuha kirine. Cizîrî vê vekirî û heşkere dike û venaşêre. Girêdayê vî aliyê Cizîrî jî behsa “Texmîsê” dibe. Ev Texmîs çi ye?
Bersîv:
29. Texmîs ji peyva erebî(Xemse) yanî hijmara Pênc hatiye. Texmîs yanî pênckirin. Ev jî şêweyek ji hunerên helbesta klasîk e, ku şairek helbesta yekî berî xwe yan hemdemê xwe diecibîne û li ser wê temam dike. Ango sê rêzan dinivîse û du rêzên dawî jî yên helbestvanê din in weke xwe dimînin. Mesela di qesîdeya pêşîn ya di dîwana Cizîrî de her paragrafek ji qesîdeyê pênc rêz in, sê rêzên pêşîn yên Cizîrî ne û du rêzên paşîn yên Hafizê Şîrazî ne. Min bi xwe helbesteke Cizîrî da pênckirin ew jî ev e:
Bûye salek ez dinalim ji şevê ta sibehê
Min berê xwe daye Botana di nava Diclehê
Ez bi vê bangê meha xwe digihînim bi mehê:
Ey nesîmê seherê ma di mecala sibehê
Sed silavan bigihîne ji me wê padişehê!
Di vir de hersê rêzên pêşîn min ristine, yên dawî jî ji qesîdeya Cizîrî ne.
Di vir de helbestvanê ku helbesta yekî(texmîs) dike dixwaze çi bîne ziman û çi mesajê bide? Helbet ew dixwaze bibêje: binêrin, ez jî mîna vî helbestvanê mezin dikarim birêsim. Ez ne kêmî wî me, bi eynî muxeyyile û melzemeyên wî yên ziman, bi eynî ferhengê û bi eynî şêweyê rêzkirina peyvan û mûzîka derve helbestê çê dikim!!! De ka binêrin bê hûn karin malikên min û yên wî ji hev veqetînin û nas bikin, ka kîjan yên min in û kîjan yên wî ne?
Hafiz û Sadî yên Şîrazî bûne bingeha sedan şairên piştî xwe. Hafiz ekolek bi serê xwe bû. Cizîrî jî yek ji şagirt û suxteyên zîrek yên vê ekolê bû ku di sefa yekemîn de cih girtibû. Gava em navekî yan leqebekê li Cizîrî bikin em dikarin bibêjin:
Hafizê Kurd yan Şîrazî yê Kurdan!
Min bi xwe bandora Hafiz di helbesta Cizîrî de şopandiye, û bala xwe dayê ku Cizîrî heta di hin wêneyên xwe yên helbestî de malikên Hafiz wergerandine û kirasekî kurmancî li wan kiriye. Hema wî ew wêne ji nava helbestên hafiz anîne û li nav yên xwe danîne.
Pirs:
30- Belê carên ku wuha jî dibêje hene: Dev ji Hafiz û Sadî berdin, werin min bixwînin. Em li vê çawa binerin, hem tu di bin bandêra kesekî, çend kesan de mabî, di avûbayeke wuha de pênûsa xwe bikar anîbî û di ber re jî tu bêjî werin dev ji wan berdin, ez nêzîktir im, serketîtir im. Ya ku van rêzan bi Cizîrî dide gotin çi ye ? Bahweriya bi xwe ye, yan jî biçûk be jî tov û meyleke neteweyî ye ?
Bersîv.
30. Ev jî pirseke gelekî girîng e. Divê em şopa neteweparêziya di civaka Kurdan de biajon da ku raza vê meyla li ba Cizîrî nas bikin. Di baweriya min de Cizîra Botan di deverekê de ye, Mîna Bazîdê, ku netewe lê gelek in. Pirbûna neteweyan li herêmekê yan cografiyayekê dihêle ku her neteweyek bêtir bi hebûna xwe bihese. Yanî li Bazîdê Tirk, Faris, Azerî, Gurcî, Ermen û Rûs jî hebûn, (mebest li wê herêmê ne li bajêr bi xwe) û helbet nakokî jî hebûn, vê yekê tovê neteweparêziya Ehmedê Xanî geştir kir û hişt ew tov zûtir şîn bibin. Li Botan jî wisa bû. Asûrî, Suryan û Ereb, Tirk û Kurd hebûn. Helbet Faris jî bi wêjeya xwe û carcaran bi artêşên xwe yên giran jî hazir bûn. Îca Cizîrî mîna temsîlker û nûnerê rewşenbîrên wê dema xwe dê berî her kesî bi xwe û neteweya xwe hest bibe. Wî dema ku digot dev ji Hafiz berdin, û werin helbestên min bixwînin, dixwest bibêje werin li zimanê kurdî xwedî derkevin. Werin bi neteweya xwe di rêya zimanê xwe re bihesin. Ew gelekî bi xwe bawer bû, heta di helbesteke xwe de dibêje:
Pîrê şe’aare di şi`rê, û Mela şalîfiroş
Tu nîşan min mede Ferxî, ku li nik min bûye ferx
Yanî: mela pîrê helbestê yê, Şalfiroş e, de ji min re behsa Ferxî neke, ji ber ku ew li ber min mîna fêrîkekî biçûk e.
Eger em zanibin ku Ferxî(Ferruxî) yê helbestvan e û leqeba wî Melikulkelam e (yanî şahê gotinê) dê zanibin bi heta kîjan radeyê Cizîrî bi xwe û zimanê xwe û netewa xwe bawer bû.
Te pirsa wê yekê jî kiriye ku ka gelo çima Cizîrî dixwaze (şopê ji ser mamosteyên xwe dagerîne) û winda bike? Çima naxwaze kesek êdî biçe ser wê kaniya ku wî bi xwe têra xwe ava zelal jê vexwariye? Ev yek di baweriya min de du sebebên wê hene. Yek jê: tiştekî ku di rexneyê de nav lê dibe: kuştina bav di wêjeyê de, ango tu naxwazî şopê ji serkaniyên xwe re bihêlî. Tu wan tunne dikî û tenê xwe berz dikî. Ev girêdayî psîkolojiya hunermend û afrêneran e. Her dixwazin xwe bidin pêş. Sebebê duyem ji vê yekê re ew e ku Cizîrî wê diyardeyê rexne dike, ew diyardeya xwendina wêjeya farisî û heta nivîsandina bi farisî jî ku Cizîrî jî bi xwe yek ji kesên ku di nav wêjeya farisî de mabû. Îcar ew dibêje werin em guh bidin zimanê xwe û ji xwe jî çêtir nabîne di vî warî de. Ew bi xwe jî dizane bê çi nivîsiye û çiqas helbestên wî xurt û bihêz in. Hinekî rastiya helbesta xwe jî dibêje. Ji her kesî bêtir dizane bê ka çendî helbesta wî xurt e.
Pirs:
31. “Ez ewqas sal in li ser Cizîrî kar dikim ez heta niha neghiştime qeneetekê ku Cizîrî helbestek ji bo kesekî, ferdekî yan jî ji bo jinekê gotibe. Li cîhekî bi tenê tiştek heye ku hinekî îmkan dide ku mirov bêje ew dildarî, fizîkî ye, eşqeke ji bo însên e. Bi bahweriya min giş evîna Cizîrî Xwedayîye û pêwendiya wê bi eşqa fizîkî û însanî re tune ye.” dibêje Şakelî, tiştekî tu lê zêde û kêm bikî heye, yan jî tu jî bi heman rengî difikirî?
Bersîv
30. Na ez di vê baweriyê de ne bi Ferhad Şakelî re me. Şakelî dixwaze ku Cizîrî ne hissî be, di evîna xwe de, ne ku Cizîrî bi rastî ne hissî ye. Xwestin û rastî di lêkolînan de li hev nakin. Erê guman nîne ku Cizîrî şairekî mutesewwif bû û stûnek ji stûnên mezhebê işqa ilahî(evîna Xwedayî) bû, lê ev nabe bend li ber evîneke fîzîkî. Ji xwe heta di wêjeya tesewwufê de tê naskirin ku evînên fîzîkî bingehên evîna Xwedayî ne. Mesela Ibnu Erebî ku yek ji mezintirîn mutesewwifên Îslamê ye û mamosteyê ekola Wehdetulwucûd e, di destpêka xwe de dilketiyê keça Mamosteyê xwe yê li Hicazê ye. Bi xwe jî di pêşgotiona dîwana xwe de (Tercuman Eleşwaq) dibêje ku ew aşiqê keçekê bû û ewqase helbest di pesnê wê û evîndariya xwe û wê de ristine û hûnandine. Di helbesta Cizîrî de em şopa hissiyetê dipên mîna van hersê malikên ku tê de evîneke xwerû fîzîkî xuya dike:
Veke lêvê û ji nîvê, biwerîn qend û nebat
Ji lebê le'lê şeker bêj û, ji şekker meke behs
**
Da binoşim mey ji lêvê, mawera reyhan û sêvê
Luluyên şekkir di nîvê, abê heywan çeşme ye
**
Sotin û derdê evînê, îlletê dax û birînê
Xweş dibin ma ew bi dînê? Şerbeta lêvan mufa ye
Ew qala lêvan û şekirê lêvan û şerbet û şêraniya wan dike. Ev gumanê nahêle ku Cizîrî li vir qala evîneke insanî dike. Ew dilketiyê keçekê ye. Keçeke ji goşt û hestî. Lê dibe ku ew keç tenê di xeyalê Cizîrî de hebûye. Ev ne qada me ya ku em têde lêkolîna xwe li dar dixin. Tiştê ku inkar nabe jî Cizîrî gelek helbestên ku bi zahirê xwe ve li ser evîneke fîzîkî xuyane ristine, lê ew bi derûn û batinê xwe ve li ser evîna Xwedayî ne. Dildar tê de Xwedê bi xwe ye. Yan na ma ew kîjan dilber e ku birhên wê mihrabê nimêjê ne û secde lazim e li ber herdu birhên wê!
Di ilmê tesewwufê de gelek caran min xwendiye ku şikestina di evîneke hissî de yekî bal bi evîna Xwedayî ve dikişîne, ev jî li ba Cizîrî tê qebûlkirin, dibe ku wî tu encam ji evîna xwe û yara xwe nedîtibe û berê xwe dabe evîna rûhanî.
Pirs:
32. Di axaftinên li der û dora jiyana Cizîrî, yan jî em bêjin hinek tiştên ku di nav feqiyan û gel de digerin navê xanimekê bi navê Selma derbas dibe. Hinek dibêjin Selma xwuşka mîr yan jî keça wî ye. Li gora hinan jî Selma şêwesemboleke tesewifiyane ye. Li gora hizrekê jî ji xwe navekî wuha qet tune, ev jî bi tenê yek ji wan çîrokên bêesil e ku hina ji xwe re li hev aniye, navekî xeyalî ye. Çi rast e û çi na, rastî ji ba te çawa dixwiye?
Bersîv:
32. Li ba min û li gor xwendina min ya ji helbestên farisî û erebî yên klasîk re, navên ku derbas dibin navin xeyalî ne. Yareke taybet nîn e ku şair navê wê bibêje. Şairên di ast û mertebeya Xanî, Cizîrî, Hafiz, Sadî û Ibnul Fariz û Ibn Erebî de xwe nizim nakin û navê yara xwe ya rastîn nabêjin. Ji ber ku ferqa evîna wan û ya yekî mîna Mecnûn ferqeke mezin e. Mecnûnê Amirî di helbestên xwe de bi dehan car navê Leylaya xwe dibêje. Ji xwe evîna wî ew e Leyla tenê ye. Lê evîna van kesên navborî evîneke rûhanî ye, Xwedayî ye. Erê ew mecbûr dibin navan bikar tînin. Mecbûr dibin ji ferhenga wêjeyê peyvên xwe bînin û bi kirasekî hissî bipêçin û li evîna xwe ya giyanî bikin.
Em werin ser navê Selma. Ew ne navekî rastîn e, û ew iddiayên ku dibêjin Selma xûşka mîr bû û nizanim çi, hemû ji xeyalê xelkê hatiye. Selma di helbestên berê de yên ereb û farisan de jî derbas dibe. Hafizê Şîrazî dibêje:
Suleyma munzû hellet bil iraqî
Ulaqî min hewaha ma ulaqî!
Suleyma nazikkirina navê Selma ye!
Ev navê Selma jî navê ku ereban ji beriya Îslamê de û heta di dema Îslamê de û piştî wê jî bêtir bikar aniye. Ew navê numre yek e di helbesta erebî de. Navekî sivik e û xweş e, loma jî her şairî navê yara xwe ya xeyalî kiriye Selma. Wateya Selma jî ew e keçika bêqusûr û bê eyb.
Tiştê balkêş li ba Cizîrî ew e ku wî carekê tenê navê Selmayê bikar aniye, ew jî di nîvmailkeke bi erebî de, îcar ev nîvmalik ya wî be yan jî ya helbestvanekî din be? Ev jî cihê niqaşekê ye. Li ser vê jî em nikarin rastiyan ava bikin. Em nikarin bibêjin ku bêguman yareke wî hebû navê wê Selma bû û Mela dilketibûyê. Ji xwe hin dibêjin ku navê yara wî Sitiya Biskkesk bû! ev bêtir ji xeyalê xelkê hatine. Ne rastiyên ku encama lêkolînekek bi rêk û pêk in.
Cizîrî navekî din jî bikaranyie wek navê yara xwe lê kesî bala xwe nedayê. Ew behsa Leylayê jî dike û dibêje:
Lew heriftim ez ji meylê
Şubhetê sehlê ji seylê
Mehbet û işqa di Leylê
Ez kirim yekser pilox!
Li vir ez dikarim tefsîr û şiroveyekê ji van dîtinan re bidim. Yanî dikarim bibêjim ku çima li ba xelkê ev hizr û bawerî peyda bûye ku yara Cizîrî dotmîrek e û navê wê Selma ye. Cizîrî ku behsa yara xwe dike, wê ne mîna keçeke ji rêzê dibîne, ew tim wê li nav qesr û koşkan dibîne, dûrî wê ye, destê wî nagihê û wê mîna şahjinekê dibîne. Desthilatdar e yara wî, her kes nikare wê bibîne, di birc û qesrên bilind de ye. Bi nêrîneke kurt li van mînakan emê tê bigihin bê çima ev dîtin hatiye holê:
Can û dilê min ew e, horîweşê min ew e
Padîşehê min ew e, ez li derê wê geda
**
Min dîlberek wek dur heye, mehbûbe şêrîn sur heye
Husn û cemalek pir heye, Belqîs sifet mesken Seba
Belqîs şajina yemenî ye ku Suleymanê pêximber pêre zewicî bû. Li gor kitêbên pîroz wek Quran û Tewratê ew Xwedan desthilatdariyeke mezin bû!!
**
Çi heddê sed hezar can bin, di fitraka hebîba min
Ku sed Cimşîd û Keyxusro, xulam in ser di vê rê da
Ev çi yar e ku Keyxwesrew û Cemşîd xulamê wê bin!
**
Min divê ser li asîtanê, her wekî tûlan nihim
Belkî carek keyl bipirsit, ev çi mehrûm tûle ye!
Ango ew dixwaze serê xwe li ber asitanê wê deyne, dibe ku ew şaha mezin bipirse ev çi segê mehrûm e!
Û bi sedan mînakên ji vî rengî hene ku nîşaneke eşkere tê de heye yara Cizîrî yareke ji malmezinan e û bi xwe jî yan şahjineke yan jî dotmîreke!! Lê rastiya vê çi ye? Em nizanin. Dibe ku ji xeyalên şairî bin kî çi zane! Şair dilê xwe dibijînin her kesî û her tiştî.
Pirs.
33. Em hinekî din li ser vî navî bisekinin. Ev jî heye ku hinek şairên din jî heman nav, ango navê Selma bi kar anîne. Kî ne ev şair gelo, mimkune tu ji me re nimûneyekê duduwan bidî?
Bersîv:
33. Erê. Dikarim hin nimûne bidim lê ji cîhana helbesta erebî.
Beriya Îslamê şairek heye navê wî Imruul Qeys e, navdartirîn şairê Ereba ye heta niha. Helbestvanê serdema Îslamê Nabixayê Ce`dî, û yên dema piştî ku Îslam berfireh bû Cerîr, Beşar Bin Burd ê esilfarisî ku dibêje:
ew zemanê ku min û Selmayê digihîne hev
zemanekî qenciyê dike!
Û bi dehan xeyrî wan jî.
Ji xwe bala xwe bide vê helbestê ku yekî ereb beriya çend sed salan li ser Selmayekê nivîsiye!:
Min ji Xwedê xwest ku min û Selmayê bigihîne hev, ma ne Xwedê her tiştî dike!!
Û min jê xwest wê li ser piştê bike û min bavêje ser, û çi bixwaze bixe ku bixwaze
Û bila yek bê û min tev bide bi hêdîka mîna ku meşk tê tevdan
Pişt re ewrekî bi baran were û barana wî me bişo.
Pirs:
34. Xwendina Cizîrî jî bideng e, tê naskirin û têra xwe belabûye. Dibêjin dikete silûkê, dikete xewlê. Mesela “xewil” û “silûkê” îro jî heye. Li mizgeftên mezin mirov dikare lê rast bê. Pirsên me wuha ne: yek ev xewl û silûk çi ye, ya duhem hinek agehdarî li ser vî aliyê Cizîrî tu bidî me, wê bikêr be, ji ber ku têkiliya xewlê û hilbijartina murşidekî ji xwe re heye yan na?
Bersîv:
34. Xewl yan jî bi erebî Xelwe/Xelwet: mana bi tenê û dûrî xelkê ye. Silûk jî buhurîna di rêyekê de ye. Lê ev herdu peyv li ser destên Mutesewwifan wateyin nû bi dest xistin. Ji qalibê xwe yê ferhengî û yê zimanî derketin û qalibekî din standin. Xelwe bû wek şêwe sporeke rûhanî ku divê kesê sofî tê de meşqan bistîne. Cegerxwîn dibêje:
Di kuncê xelwet im yareb!
Xanî dibêje:
Zahidê xelwetnuşîn pabendê kirdarê xwe ye
Tacirê rihletguzîn dildarê dînarê xwe ye
Cizîrî dibêje:
Sofiyê xelwenuşîn, bêne sicûd
Her du birhên te ne, mihrabê dua
Dîsa dibêje:
Seyyahê me dîn di xelwe îro
Ellah ku çi xelwe û çi seyyah
Û dibêje:
Pê li ser dîdeyên Melê dayîn
Xelweya sofiyan munewwer ke.
Di van herçar mînakan de tim peyva Xelwe bi peyva Sofî ve hatiye girêdan, ango êdî sofî û xelwe bûne du peyvên hevrê ku bêyî hev nabin. Sofî bê xelwe nabe û xelwe jî bê sofî nabe.
Peyva Sulûk yan jî Silûk wek min destnîşan kir buhurîna di rêyekê de ye, lê sofiyan ev peyv ji xwe re birin û navê rêya teswwufê kirin Silûk. Dibêjin filankes di silûkê de ye, yan jî silûkê dike, ango rêya sofîtiyê hilbijartiye û dest bi perestiyekê kiriye ku armanc jê paqijkirina ruhe û nêzîkbûna li Xwedê ye. Îca ji wî sofiyî re jî, yê ku di silûkê de ye. ´Salik´ tê gotin.
Cizîrî di helbesteke xwe de wisa dibêje:
Te pir cewr û cefa dîne, silûk û se`y û cehdê da
Helbet silûk û xelwe dê gelek zehmetî tê de hebin, dê birçîbûn hebe, dê bêxewî û tenêtî hebe û dê gelek fikirandin û ramana di Xwedê û gerdûnê de hebe, heta ku kesê di silûkê de karibe hinekî nêzîkî rastiyê bibe.
Lê em werin ser tecrubeya Cizîrî, gelo ew di tecrubeyeke tesewwufî re derbas bûye yan na? Em nizanin! Sedî sed belge li ba me nîn in, ji helbestên wî em dikarin bibêjin ku ekola wî tesewwuf bû û bi wehdetulwucûd bawer bû. Lê mumkin e, ketibe silûkê, silûka ku mirîd dikevinê. Yanî silûkek ji ya din ferq dike, silûkek heye ez bi xwe jî beşdarî wê bûme, hinek xwendina quranê ye, toba li ber destê şêxekî ye(şêxê min Xeznewî bû) û çavgirtinên piştî nimêja mexribê û zikrê Xwedê ye. Lê ne bi giraniya silûka mezin e ku ne her kes dikare bike.
Pirs:
35. Em dê carcaran Xanî û Cizîrî bi hev re bipirsin. Xanî bi siyasetê xwurt û kûr daketiye. Tiştekî ku ji bo pêdaketina Cizîrî bi siyasetê, em bêjin, dewlet, rêveberî, desthelatdarî û Hwd.bibe pêjnek, tê hiskirin?
Bersîv:
Eger jêderê me dîwana wî be, em tu pêjneke diyar nabînin. Lê em tê digihin ku Cizîrî ne dûrî desthilatdariya kurdî bû. Ne dûrî mîr bû. Û wa diyar e ku qedrekî wî yê bilind jî hebû. Lê wî qet di helbestên xwe de derdekî millet ne aniye zimên. Dibe ku di jiyana xwe de mijûlîya wî bi siyasetê re hebûye. Lê di wêjeya wî de tu şop nîne.
Pirs:
36. Cîzîrînas dibêjin ku Mela li du yan jî sê cîhan behsa navê Kurdistan bi kar aniye. Duaya Cizîrî navdar e ku dixwaze ne bi tenê Cizîr belê Tebrîz û gelek cîhên din jî têkevin bin destên Mîr. Vê Fikrê jî mîna gelek fikrên din mîna ku Xanî ji Cizîrî girtibe û ew li gora zeman û qonaxê derxistibe asta hewcedariya bi yekîtî û tifaqê. Li vir jî bêhn û pêjneke neteweyî, em neteweyî nebêjin jî, etnîsîteyî tune gelo? Ev ne hestekî zelal û vekiriye ji bo niştîmaperweriy? Dixwaze Mîrê Kurdistan bibe şahê çar iklîman. Gelo Xanî gotina “Rom û Ereb û Ecem bi temamî…..hemyan ji me re dikir xulamî“hêza xwe ne ji vir girtibe, ne berê vî tovî be ku Cizîrî avêtiye erda welatparêziyê?
Bersîv:
36. Cizîrî Kurd bû. Ne tenê bi etnîka xwe Kurd bû, lê ew bi fikra xwe û zimanê xwe jî Kurd bû. Tenê nivîsnadina bi kurdî nîşana kurdayetiyê ye. Yanî tercîha wî ji bo nivîsandinê zimanê wî yê kurdî bû. Wî bi rengekî zelal jî gotiye: Werin helbestên min bixwînin û hacet we bi Şîrazî nîne. Bi maneyeke din: werin bi kurdî bixwînin û dev ji farisî berdin.
Helbet rola wî di vêxistin û geşkirina fikra netewî û kurdayetiyê de li ba Xanî mezin e. Wî rê dûz kir, derî li piştê vekir û bawerî bi zimanê kurdî çêkir. Kurdayetî ne tenê slogan û helwesteke xuya ye. Ew berî her tiştî avakirina mejiyekî tevayî û giştî ye ji bo civakê tevî. Cizîrî jî binika mejiyekî ku bi kurdî difikire danî. Ew gelekî bi eşq jî navê Kurdistanê tîne ziman. Wî çar caran navê Kurdistanê aniye:
Di cara yekem de dibêje:
Tenha ne Kurdistan didin, Şîraz û Yeng û Wan didin
Her yek li ser çehvan didin, ji Espehan têtin xerac
Di cara duyem de dibêje:
Ney tenê Tebrêz û Kurdistan li ber hukmê te bî
Sed wekî Şahê Xurasanê di ferwarê te bî
Di cara sêyem de dibêje:
Bi tebilexaneê şahî were text
Ku tu îro şehê Kurdistan î
Di cara çarem de jî dibêje:
Gulê Baxê Îremê Buhtan im

37. Na. Tu têkiliya wan herdu mukalemeyan bi pexşanê re nîne. Ew şêweyekî ji helbestê ye û li ser bingeha wezn û qafiye û sistema şiirî ava bûye. Piştî wê bi sed salî pexşanê nû dest pê kir, pexşan li ser destê Mele Mehmûdê Bayezîdî hate meydanê.
Pirs:
38. Em hinekî li ser cîhê Cizîrî bisekinin. Cizîra kevn û kesk. Cizîra Botan kevnebajarekî Kurdistanê ye, paytextekî siyasî ye. Li dora 400-500 salan navenda rewşenbîrî û alimiya Kurdistan e. Medresên navdar li vir in. Şagirtên jîr û bikêrhatî berê xwe didan vir û alimên navdar pirr tiştan qerzdarê Cizîra Botan in. Ev xweserî û taybetmendiya Cizîrê di aliyê dîrokî de çawa çêbû gelo?
Bersîv:
38. Cizîra Botan di tarîxa erebî de jî navdar e. Li wir dîrokzanê herî navdar Ibnul Esîr ElCezerî yê ku di çaxê Selaheddînê Eyyûbî de bû hatiye dinê. Li wir medreseyên dînî hebûn. Mîrnuşîniyeke serbixwe hebû. Loma jî bazara zanînê di rewacê de bû. Piştî şerê Çaldêranê êdî Kurdistana Bakur hinek aramî dît û mecal ji danîna bingehên wêjeyê re vebû. Belgeyên dîrokî jî diyar dikin ku mîrên Cizîrê kesin edebdost bûn û guh didan wêjevan û şairan. Ji xwe em hemû dizanin ku neslê mîrên azîzan zarok û neviyên Bedirxan paşayê mezin çi ji bo ziman û wêje û tarîxa Kurdan pêşkêş kirine. Helbet ev yek ji tradisoynên malbata mîrên Cizîrê bû ku her û her piştgirên edeb û wêjeyê bûn û di baregahên wan de şair û edîb bi qedr û nirxdar bûn. Zaravayê Botan jî bi gumana min roleke xwe ya erênî lîst. Ew zaravayekî serketî bû û hezkirî xuya dikir. Zaravayekî medenî bû jî. Tesîra xwe li derdorê kir û êdî ew cih bû qibleya xwendevan û feqeyan.
Pirs:
39. Em bi çend gotinan jî şairên hevdemên Cizîrî ne, binav bikin. Evdirehman Mizûrî du navan dide; yek Feqiyê Teyran, duhem jî Şemsedînê Exlatî, kesekî din heye, têkiliyên Cizîrî bi hemdemên xwe re?
Bersîv:
39. Tiştê ku birêz Mizûrî dibêje rast in. Nikarim tu agahiyên nû lê zêde bikim. Dikarim bibêjim ku di navbera Feqî û Mela de têkilî hebû û hevdu dîtibûn. Lê Qutbê Exlatî û Cizîrî! Nizanim. Tu agahî nîn in ku wan hevdu dîtiye. Lê ez bawer im ku wan dê helbestên hev dîtibin û xwendibin. Şebekeya meletî û ilm û feqetiyê li Kurdistanê dişibihî ya internetê ya hemdem. Haya wan ji hev hebû. Hîn jî wisa ye. Melayekî li Qersê yekî li Nisêbînê jî nas dike. Bavê min gelek Melayên Serxetî(ji Kurdistana bakur) nas dikirin û dostên wî bûn, heta melayên Serhedî jî nas dikirin!
Pirs:
40. Rewşa helbestê di serdema Cizîrî de. Mizûrî bi van gotinan dîtinên xwe dibêje: “Di vê serdemê de helbesta kurdî li ser destê Cizîrî germ û gurr e. Vê sedsalê li ser destê M. Cizîrî hêzeke nû, vejîneke nû daye helbesta kurdî” dibêje.
Bersîv:
40. Rast e. Helbesta kurdî ya ku Cizîrî nûnerê wê ye, helbesteke mukemmel e, bêqisur e. Û gihaya dawiya xwe. Lê ev pirsekê li ba mirov diafirîne: Gelo kanîn û kî ne yên berî wî! Ma hema wilo Cizîrî ji nişkê ve hilpekiya yan kesin berî wî hebûn û rê li ber wî û nifşên hevçaxê wî vekirin? J i ku ne ew gelo? Çima dîwanên wan winda bûn! Dema mirov bala xwe dide helbesta Cizîrî qenc tê digihîje ku ew li ser bingehekî xurt û piştî tecrubeyeke kûr û dûr û dirêj û sîqalkirineke mezin ji zimanê nivîsnadinê re peyda bûye. Ango Cizîrî û hevçaxên xwe ne kesên ewil bûn ku dest avêtine helbestê. Helbet beriya wan hene. Lê em bêagahî ne, ji vî alî de.
Pirs:
41. Li gora Ferhad Şakelî li ba Kurdan hinek qalib çêbûne ku çi dema gotin tê ser xwendin û tehsîla navdarekî Kurd, gotineke ku pirr dubare dibe û ewqas jî ne ilmî ye, berçav dibe. Ew jî ew e ku “dersên ewil li ba bavê xwe xwendine”. Ev çima wuha ye, ji ber çi ev hesangirî?
Bersîv:
41. Min jî dersên ewil li ba rehmetiyê bavê xwe xwendine. Serf û rêzimana erebî, Quran û Hedîs û Mentiq û Fiqih hemû min li ber destê bavê xwe yê mele xwendiye. Mesela ku dibêjin Xanî yan Melayê Cizîrî dersên ewil li ba bavê xwe xwendine, eger bê belge û delîl be jî, tiştekî mentiqî ye. Ne dûrî rastiyê ye, ji ber ku meletî hema hema bêje li Kurdistanê wiraset e, yanî kur ji bav wedigire. Bavê mele kurên wî jî mele ne. Bi taybetî kesên meşhûr ku medrese ava dikirin û suxteyên wan bi sedan bûn. Îcar berî her kesî zarokên xwe bi xwendin dikirin, mînaka me ya berbiçav jî malbata Birîvkanî li başûr û malbata Axtepî li bakur in. Kalkê min ê mele şeş heb kurên wî mele bûn, tenê yek ji meletiyê(filitî)!
Pirs:
42. Felsefeya Wehdetulwucûd di helbestên Cizîrî de. Çi ye ev felsefe, çend nimûne ji otorîteyên wê?
Bersîv:
42. wehdetulwucûd peyveke erebî ye, wergera wê: Yekbûna hebûnê ye. Yanî hebûn yek e û ev piraniya ku em dibînin yanî piraniya mexlûqat û afrîdeyan piraniyeke bi hijmarê ye, lê di rastiyê de tenê Xwedê heye! Ji ber vê yekê kesên bi vê felsefeyê bawer in, dibêjin ku Xwedê di her kainat û afrîdeyên xwe de diyar e. Madem ku wilo ye mirov dikare perestiya Xwedê bi çi awayî be bike. Mesele misilman berê xwe didin qibleyê ku Kabeya pîroz li wir e, lê madem Xwedê li her derê ye û di her afrîdeyî de ye, ew dikarin berê xwe bidin kilîseyê û dêrê û heta laleşê jî. Dikarin berê xwe bidin rûyê mirovekî jî û perestiyê bikin. Gotineke wan heye, dibêjin dema ku Xwedê di zatê xwe de ramiya û bi ser xwe de ponijî, ev hebûna em dibînin çêbû. Felsefeyeke dûr û dirêj û kûr e û gelek parêzerên şerîeta Îslamî ev felsefe mîna kufr û derketina ji dîn hesibandine. Ibn Erebî imamê vê felsefeyê bû û di rojavayiyan de li ba Spînoza diyare ku ew di bin bandora wê felsefeyê de bû. Li ba Cizîrî jî di hin helbestên wî de xuya ye ku ew bi vê wehdetulwiucûd bawer e, mesela di vê helbestê de:
Tûr im bi dil û peyrewê Mûsa yim ez
Ateşperest û nûrê tecella yim ez
Barî ji “we ellem" ku xeberdarî kirin
Îro tu bizan Ademê esma yim ez
Herfên reqemê lewhê wucûda me bixwîn
Da qenc-i bibînî ku çi îmla yim ez!
Zahir tu perîşaniyê halê mi nebîn
Mecmû`ê di zatê xwe û tuxra yim ez
Alem çiye? i'rabû hurûf û kelîmat in
Ew nuqte di nefsa xwe û me`na yim ez
Sed Nîl û Ferat tên û derin, qelbê me
Pê nahisihin qulzem û derya yim ez
Tu j`nusxeyê tewhîd mexûn ayetê nefyê
Bê aletê îsbatê ku îlla yim ez
Di vir de Cizîrî sedî sed sofiyekî bi wehdetulwucûd bawer e, yanî ew him Adem e ku bavê mirovatiyê ye, him jî Mûsa ye ku di gel Xwedê axiviye, him jî bi xwe ew çiyayê Tûr e ku Mûsa li wir çav bi Xwedê û nûra wî ketiye. Ew dibêje ku dunya herf û peyv û gotin bin, ez bi xwe wateya wan im. Û bi rengî gelek mînakên din jî hene mirov dikare bi bêhnferehî li wan vegere û bişopîne.
Pirs:
43. Em dê carcaran li pirsa “evînê jî vegerin”. Evdirehman Durre ku yek ji kesên xwedî gotine li ser kilasîkên Kurdî, girêdayê “evînê” piştî bi xwe dipirse evîn çi ye?” Bersiva pirsa xwe jî wuha dide: “Evîn ew e ku meriv ji tiştekî hez bike, hemû tiştên xwe bide wî tiştî. Doza meriv, bahweriya meriv, dîn û îmanê xwe û heta ruh û bedena xwe jê re feda bike”. Ev jî hinekî nîqaşê, lêhûrbûn û lêkolînê naxwaze?
Bersîv:
43. Evîn bi xwe li ba mutesewufan merheleyek mezin e ji silûka tesewwufê. Beriya wê dibêjin Keşf heye, Muşahede yanî dîtin heye, Zewq(çêjkirin û tehmandin) heye û paşê evîn tê. Evîna sofiyan jî evîneke wijdanî ye ku armanca wê ne gihiştineke hissî û fîzîkî ya bi yarê re ye. Em di Mem û Zînê de jî dibînin bê çawa evîna Memo ji Zînê re rûyê xwe û rêya xwe diguhere, dema Memo di zindanê de dibe sofî. Ew êdî nema dixwaze dest bide rûyê Zînê, naxwaze zulfên wê bîn bike. Armanca wî êdî bi gelekî mezintir e, ji dîtin û gihiştina yarekê. Ew êdî ber bi Xwedê ve hildikişe. Evîna mecazî jî heye, ew evîna ku em hemû wê nas dikin û tê re derbas bûne jî. Hezkirina keçekê ye. Yan xortekî. Û kişandina êş û azariyên wê û hestbûna bi xweşiyên wê jî. Leqeba Mensûrê Hellac ev e: Şehîdê işqa ilahî yanî: Kuştiyê evîna Xwedayî. Ev yek giraniya evîna tesewwufî dide xuyakirin. Rabia Edewî ku yek ji mezintirîn mutesewwufên jin e, di tarîxa Îslamê de dibêje, ji Xwedê re:
„Ez li gor du cûre evînan ji te hez dikim, evîna weke ya xelkê û evînekê ku tu hêjayî wê yî. Evîna weke ya xelkê ew e ku tenê tu di bala min de yî û evîna ku tu hêjayî wê yî, ew e ku tu perdeyan ji ber xwe rakî da ku te bibînim.“
Hellac dibêje: Evîn sifetek ji sifetên Xwedê ye. Her weha mutesewwuf hemî dibêjin ku têkiliya di navbera Xwedê û evdê wî de evîn e! Cizîrî di helbesteke xwe de spasiya Xwedê dike ku wî tenê evîn kiriye para Cizîrî, ne malê dunyayê:
Minnet ji Xwedayê ku bi ebdê xwe Melayê
Iksîrê xemê işqê, ne dînar û direm da!
Ibn Erebî dibêje:
Evîn dîn û îmana min e!
Pirs:
44- Çend tesbît ji Evdirehman Dure: “Ol li ba Cizîrî exlaq e. Dîwana Cizîrî gerdeneke manewî û neteweyî ya edebî ye ji bo Kurdan”.
Bersîv:
44. Mesela olê li ba mutesewwufan hinekî cihê gumanê ye. Ew zêde zelal nakin ku olan qebûl nakin. Lê ji gotinên wan tê bêhnkirin ku zêde baweriya wan bi olekê nayê. Olekê li ser ya din nabînin. Loma jî dualiya Şerîet û heqîqetê li ba wana heye. Mutesewwuf dibêjin Şerîet heye, ew jî dîn û baweriyên bi Xwedê û kitêb û pêximberên Xwedê ye. Û Heqîqet heye, ew jî rêya tesewwufê ye ku her kes nikare bide ser. Di navbera herduyan de jî Terîqet heye. Sofî dibêjin: şerîet weke gemiyê ye, terîqet jî behr e û heqîqet jî gewherên binê behrê ne.
Li ba wan yek dikare bê gemî jî xwe berde binê behrê û gewheran derîne. Cizîrî jî dibêje:
Sergeşte me ji dêrê, naçim kenişteê qet
Mihrabe wê bi min ra, wer da biçîne Laleş
her weha ew dibêje:
Hin ji nik dêrê ve tên qesda kiniştê hin dikin
Ney ji van im ney ji wan im, min derê xemmar-i bes
Li vir Cizîrî guh nade Ol û dîn. Li ba wî meyxane ji dêr û kiniştê pêwisttir e (di rêyeke bi dizî re ji mizgeftê jî), helbet meyxane sembola tesewwufê û rêya wê ye. Yanî heqîqet e û dêr û kinişte jî temsîla şerîetê dikin.
Pirs:
45. Hûnandina edebî xwurt e, berz e, li pêş e. Ev jî dîtina serdest e ji bo berhemên Cizîrî. Em vê hinekî vekin, ji hev veçirin, hinekî li ser kûr bibin, bi hinek nimûneyan biserûbertir, îknakiranetir bikin. Hûnandina xwurt, berzayî û lipêşbûn, yanî çi?
Bersîv:
45. Eger em peyvên erebî û farisî bidin aliyekî, yanî hebûna wan nekin kêmasiyeke mezin. Dê bibînin ku helbesta Kurdî wek cûreyek ji cûreyên wêjeyê li ser destê Cizîrî gihaye kemalê. Ew êdî li ser bingehekî xurt rawestiyaye. Bûye wêjeyeke bixwe bawer, bihêz û çêjdar û têrwate. Ji ber vê yekê jî Cizîrî mîna helbestvanekî, ji zimanê xwe yê Kurdî gelekî razî ye û bi hunera xwe gelekî bawer e. Êdî xwebînekî mezin e û asta xwe ne kêmî ya mezinên cîranan dibîne. Qet xwe kêmî Hafizê Şîrazî nabîne, bi wateyeke din zimanê Kurdî kêmî zimanê farisî nabîne. Heta cesaret dike ku bibêje: Gotinên min, helbestên min mîna sihrê ne, mûcîze ne. Çawa Quran mûcizeya zimanê erebî ye, wisa jî helbestên min mûcizeya zimanê Kurdî ne.
De ka em li wî bi xwe guhdarî bikin bê ew çi dibêje:
Şi'ra te Mela sihrê şekerrêz e bi mû`cîz
Zanim ji lebê le`lê, te ev lefz û eda girt
Yanî ey mela helbesta te sihrmendiyeke ku şekir jê dirije, ew mûcizeyeke. Ev sihr jî ji wan lêvên sor hatiye wergirtin.
Di helbesteke din de jî dibêje:
Husna edaya te Mela her kê dî
Sehhe lehû enneke eynul fisah
Yanî: Her kesê ku ciwaniya helbestên te guhdarî kiribe, bawerî aniye ku tu serdarê rewanbêjan î.
Her weha di deverek din de dibêje:
Di î`caza beyanê da suxen ger bête însafê
Dizanit muxteser herkes, Melê sihre îbaret kir.
Yanî eger bi insaf were gotin, bi kurtî her kes dizane ku Mela di warê rewanbêjî û helbestê de û bi wan gotinên xwe sihirbazeke!
Em mînakeke din jî bînin:
Çi fesahet bi melahet, weh di dêrî tu Mela,
Ev edaya te di şi`rê weh şirîn û bi nemek
Yanî wey Mela çendî ciwan û xweşik û lihevhatî ne helbestên te!
Şiirbêjiya te jî çiqasî şêrîn û bi tam e!
Ew vê jî dibêje:
Di iqlîmê suxen mîr im, di şiirê da cîhangîr im
Bêguman xurtiya Melê ne tenê ji peyv û gotinên wî tê. Her weha ji fikr û bîr û bawerî û ramanên wî jî tê, ji mûzîka helbestên wî jî tê. Li ba min Melayê Cizîrî bi çend qonaxan Hafizê Şîrazî jî derbas kiriye. Mûzîka Hafiz nagihê ya Melê. Bi rastî li ba Melê sihreke nepenî heye, û sihra mûzîkê ya diyar û eşkere jî heye. Ev jî girêdayî zewqa mirov e, ku yek karibe zewqê ji şiira Melê bistîne, bêguman li ber bihîstina helbestên wî serxweş dibe.
Ez di kitêbeke helbestvanê Alman yê navdar Goethe de ku navê wê (West-östlicher Divan) e, li navê Nîşanî rast hatim. Goethe bi gelek pesindarî behsa wî şairî dike û di helbesta xwe ya bi navê Xwendinname de dibêje:
Ecêbtirtîn pirtûk pirtûka evînê bû ku min bi baldarî xwend
Hinek rûpel li ser xweşî û kêfa evîndaran in
Û gelek rûpel li ser jan û kula evînê ne
Beşê dûriyê para mezin biriye
Hevdîtina evîndaran beşê herî biçûk e
Ey Nîşanî, dawî te karibû rêya rast nîşan bida
Min wê demê pirtûka xwe ya yekem di lêkolînê de amade dikir(Şiir we Şueraa), lê min newêrîbû bigota ku Goethe behsa Cizîrî yê me dike. Niha gelek dibêjin ku mebesta Goethe ji Nîşanî Cizîrî yê Kurd bi xwe ye. Ji xwe em dizanin yek ji texellusên(leqebên şiirî) yên Melayê Cizîrî, Nîşanî ye jî. Lê heta niha em nikarin bibêjin ku sedî sed Nîşanîyê ku şairê Alman behsa wî dike, Cizîrî yê me ye.
Min ev mînak anî li ser xurtiya Cizîrî, eger ew iddia rast be, dide xuyakirin ku nav û dengê Cizîrî sînorên Kurdistanê jî derbas kiribû.

46. Erê rast e. Divê em kêfxweş û serbilind bin ku dîwaneke bi vê tam û çêjê gihaye berdestê me. Divê wêjehezên din jî wekî me Kurdan kêfxweş bin ku berhemek bi vî rengî ji windabûnê filitî û bû para mirovayetiyê hemûyî. Li vir divê em spasdarê sîstema feqetiyê bin li Kurdistanê. Divê em spasdarê meleyan bin ku ew bûn pasvanên wêje û kultura me û ji windabûnê û qirkirin û şewatê parastin. Bi rastî ne ew bûna niha emê ji hêla wêjeyê ve gelekî xizan bûna.
Ji Kurdan wek tê zanîn, Mela Yehyayê Mizûrî(1772-1836) helbesteke Cizîrî bi farisî wergerandibû û şirove kiribû, her weha dibêjin ku Mele Xelîlê Sêrtî jî xwestibû dîwanê şirove bike lê ew mîna barekî zêde giran dîtibû. Mîrê Amîdiyê Mihemed Teyyar Paşa jî nusxeyeke destxet li ba wî hebû ku sala 1815 hatibû nivîsîn. Li ba kalkê min Şêx Salih jî nusxeyeke kevn hebû, li Qahire çap bûbû. Ji kesên di destpêka sedsala bîstan de xwedîtî li dîwanê kirine, Mele Eliyê Findikî ye(1892-1967) ku wî hin şirove li ser dîwanê danîne. Hejarê nemir, Mele Ehmedê Zivingî, û Mele Ebdusselamê Cizîrî jî ev berhema Hêja şirove kirine. Tê gotin ku destxeteke seydayê Cegerxwîn jî heye tê de dîwan şirove kiriye, Celaleddîn Yoyler jî beşdarê van xebatên hêja ye, Ebdurrehman Durre jî. Her weha ji biyaniyan û rojavayiyan navê Martin Hartmann(1851-1918) di serî de ye. Wî dîwana Cizîrî li Berlînê sala 1904 an çap kir. Bi navê: Der Kurdische Diwan des Sheich Ahmed von Geziret Ibn 'Omar genannt Mala'i Giziri.
(dîwana Kurdî ya şex Ehmedê ji Cizîra Ibn Umer-Cizîra Botan- ku bi navê Melayê Cizîrî meşhûr e).
Ji kesên ku li ser Cizîrî û dîwana wî xebitîne, Sadiq Behadîn Amîdî, Ferhad Şakelî, Melê Kurd, Xalid Mihemmed, her weha Jan Dost jî di kitêba xwe ya ewwil de (Şiir we Şueraa= bijarteyên ji helbesta Kurdî ya kevn û nû) ku sala 1991 an li Şamê çap bûye, beşekî taybet li ser Melayê Cizîrî û helbestvanyia wî veqetandibû. Di wê pirtûkê de çend helbestên wî jî wergerandibûn zimanê erebî. Her weha Mihemed Tewfîq El Husênî jî helbestên Cizîrî bi helbestî wergerandibûn zimanê erebî. Dibe ku hinek nav hebin min ji bîr kiribin, tu dikarî alîkariya min bikî.
Pirs:
47. Pesnê helbestên Cizîrî, hûnandin û tevna wan û bi taybetî muzîka di wan de tê zanîn. Belê hin kesên ku helbestên Cizîrî rexne kirine jî hene. Mînak Zivingî ji ber ku sist in hinek helbestên Melayê Cizîrî rexne kirine. Çi ye ev sistiya ku Zivingî behs dike, di kîjan helbestan de ye û ev aliyê ku wek sistî binav dike çi ye?
Bersîv:
47. Erê. Zivingî jî û Hejar jî nivîsîbûn ku sistî di hin Helbestan de heye. Lê ya rast wan hin helbestên ku di baweriya wan de sist in, ji nav helbestên Cizîrî nehijmartibûn. Emê niha mînakekê bînin. Helbesta ku Cizîrî di serê wê de dibêje:
Xelqo li min kin şîretê
Ew dilbera zerrînkemer
Min dî ji halê xefletê
Hat der ji burcê wek qemer
Cihê gumanê ye li ba Zivingî û ew dibêje ku dibe hinan ev helbest li dîwanê zêde kiribe. Helbesteke din jî wisa heye ku Zivingî dibêje ew ne ya Cizîrî ye, ji ber ku zimanê wê û ristin û hûnandin naşibihe ya Cizîrî!!!. Li ba Hejar jî wek me got, hin guman hene. Lê di baweriya min de ew helbestên Cizîrî bi xwe ne. Dibe ku hinekî qels bin yan jî ne di mertebeya helbstên wi yên din de bin lê li ba her helbestvanî wisa ye, hin berhem xurt in hin jî qels in.
Pirs:
48. çîroka çapa Zivingî û Mela Ebdusselam jî heye, hin dibêjin ku Zivingî dest daniye ser şiroveya Mela Ebdusselam û ew piştî mirina wî bi navê xwe derxistiye, rastiya vê çiye gelo?
Bersîv:
48. Erê. Tiştekî wisa mixabin heye. Mele Ehmedê Zivingî bi şiroveya xwe ya erebî li ser dîwana Cizîrî ku navê wê kiribû El `qed El Cewherî Fî şerh dîwan Elcezerî û sala 1959 an li Qamişloyê çap kir, navekî heta hetayê di wêjeyê de ji bo xwe hişt. Lê gelek guman hene ku wî dest danîbû ser şiroveya mamosteyê xwe mela Ebdusselamê Cizîrî û piştî mirina wî, şiroveyeke mîna ya wî nivîsî û bi navê xwe derxist. Di pêşgotina şiroveya xwe de tenê dibêje min hin alîkarî ji Mele Ebdusselam wergirtiye û bi tu awayî nabêje ku wî jî şiroveyek nivîsî bû. Di nerîna min de mele Ehmedê Zivingî karekî nebaş kir, keda mamosteyê xwe xwest winda bike. Yanî ne xem bû ku bigota şiroveya mamosteyê min jî heye. Bi hezaran tefsîrên corbecor yên quranê hene, bi sedan kitêb di şirovekirina berhemên mezin de hene, her yek ji aliyê xwe de şirove dike û cîhana wêjeyê fereh e, cihê her kesî lê heye. Ez bi xwe Mele Ehmedê Zivingî tawanbar dikim û ew sûcdar e, di veşartina kitêba mele Ebdusselam de. Lê dîsa jî ew berhem derket û ronahiya çapê dît. Sala 2004an ji weşanxaneya Spîrêzê li Duhokê derket.
Pirs:
49. Me behsa Dîwanê kir sala temambûna wê çend e, fikrek we heye li ser vê salê?
Bersîv:
49. Ezê ji bo bersiva vê pirsa we, xwe bisipêrim dîwarê xurt yê lêkolîna hêja Tehsîn Brahîm Doskî ku di pêşgotina şiroveya Dîwana Cizîrî de ye, ew şiroveya ku seyda Mela Ebdusselamê Cizîrî beriya Zivingî nivîsî bû û nikaribû çap bike û me di bersiva buhurî de hinekî qala wê kiribû. Doskî dibêje ku Melayê Cizîrî tarîxa bidawîkirina nivîsnadina dîwanê xistiye helbesta xwe ya herî dawî di dîwanê de. Di rubaiyekê de Cizîrî dibêje:
Demekê da biseyirin sedsalan
Lew Elif tên me di herfên falan
Ku li şiklê reqemê sersalan
Tu murada me ji er`er balan.
Hêja Doskî berdewam dike û dibêje ku eger em li gor hesabê Ebcedê herin(hesabê Ebcedê ew hesabê ku tarîx pê ji helbestan û tîpên wan derdixstin. Şêwehesabdariyeke kevne. J. Dost) ji vê rubaiyê diyar dibe ku Cizîrî dîwana xwe di 29 ê meha tîrmehê sala 1631 ê zayînî de bi dawî aniye. Wê demê temenê wî şêst û şeş sal bû. Ez bi xwe nikarim tiştekî lê zêde bikim.

50. Nezewicandina herdu şairên me yên mezin bi rastî jî cihê matmayinê ye. Him wek rastî him jî wek iddia! Yanî eger rast ew nezewicîbin, çima? Û eger ne rast be jî, ka çima ev nav bi dû wan ketiye! Ev yek bi hacetî lêkolîneke berfirehe e û heta em tesbît bikin em bi hacetî dokumentan in. Lêkolîn vê dibêje, bi lav û xwezî û xeyalê tiştek di lêlolînan de naçe serî.
Pirs:
52. Di bernameyên televizyon û medya Kurdî de behsa helbesteke şînê dibe ku Feqiyê Teyran ji bo Melayê Cizîrî nivîsandiye. Hayê te ji vê helbestê heye?
Bersîv:
52. Erê. Hayê min jê heye û min ew helbest xwendiye ku di serê we de dibêje:
Îro werin lêzim werin
Cran û xelkê hêşetê.
Hinek dibêjin ku ew helbest şîna hevalê wî Cizîrî ye. Eger ev rast be tê wê maneyê ku Cizîrî sala 1640 î miriye.
Pirs:
53. Kesên dîwana Cizîrî şîrove kirine ne kêm in. Di nav wan de Hejar û Seydayê Mele Ehmedê Zivîngî jî hene. Yeke sêhem jî ya birêz Celalettin Yoyler e. Di nav van şîrovegeran de hun kê dipesinînin. ?
Bersîv:
53. Divê em şiroveya mela Ebdusselamê Cizîrî jî ji bîr nekin. Şiroveya Hejar bi kurmanciya başûr e û karekî mukemmel e, wek hemû karên Hejar. Gelekî bi hostetî şirove kiriye. Sûd ji şiroveyên beriya xwe girtiye. Bêtir ji Zivingî. Ya birêz Celalettin Yoyler jî bi kurmanciya jorîn û bi alfabeya latînî ye. Ya zivingî şiroveya bi zimanê erebî ye wek ya Mela Ebdusselam. Her yek ji van ya din temam dike. Lê wek min got, ya Hejar baştir e, ji ber ku ew ji wan kesên din ku dîwan şirove kirine, bêtir farisî dizane û wek em dizanin dîwan tijî peyvên farisî ye. Bi dîtina min şiroveya Cizîrî li cem van birêzan naqede û bi dawî nabe. Cizîrî behreke mezin e û bi sedan kes noqî binî bibin jî, hêj durr û gewher yên nenas û bi hacetî naskirinê ne, dê di binî de bimînin.
V
Hevpeyvîna bi Seîd Dêreşî re
Ney tinê Tebrêz û Kurdistan li ber hukmê te bin

1. Belê rast e, Melayê Cizîrî bi rengekê berfireh banmdora xo li ser toreyê Kurdî kirîye. Bi bawerîya min piraniya şairêt Kurd di nav pirêza wî û zevya wî da şîn bûyne û werar kirîne, ew şairê Kurd yê ku Cizîrî di mejyê xoda ne vekîyandibît, ne şiyaye bibîte şairekê navdar, ez dikarim vî tiştî bo berebabêtên wî jî bêjim, şairêt niho jî ger Melayê Cizîrî baş nexwînin, neşên bibine şairêt serkeftî.
Lê divêt em wê jî jibîr nekeyn, ku hersê helbestvanêt mezin, yêt ku bingehê torevanya Kurdî danay, Elî Herîrî, Feqîyê Teyran û Melayê Cizîrî, ev hersêye bûyne seqayê îlhama gelek şairêt Kurda. Lê em dikarîn Melayê Cizîrî danîne loka êkê û Feqîyê Teyran loka duyê ku helbestvanêt Kurda bo xo kirîne bingeh û li ser dewsa wan çûyne.
Pirs:
2. Her kes kêm ya zêde, bi ferq û cihêyî be jî ber û berhemê şert û mercên welat, kultur, dîrok û serdem û qonaxa xwe ye. Heger mirov ji vê awurê, ji pencereyeke wuha sosyodîrokî, xwe bi nav salên dema Cizîrî li jiyanê ye berde, hinekî noqî nav sedsala wî bibe, gelo wê encam çi bin?
Bersîv:
2. Eger me bivêt xo berdeyne di nav salêt ku Melayê Cizîrî têda jîyay û verêja wan salan diyarkeyn, pêdvîye pîçekê bi dirêjî li ser rawestîn û lê vekolîn:
Toreyê nivîskî yê Kurdî ji sala 1550 za. û hêve dest pêkiriye, dibît berî vê mêjûyê jî titê nivîsî hebît, lê heta niho negehiştîye destê me. Ji ber vê çendê jî em dê Feqîyê Teyran û Melayê Cizîrî û Elî Herîrî danîn kesêt êkê ku berê binyatê toreyê Kurdî danay. Çerxê zêrîn yê toreyê Kurdî destpêkir, bi hêz û şîyaneka hind mezin hate di meydanêda heta bi êk pal gehiştiye loka toreyê dunyayê yê wî çaxî, mîna yê Erebî û Farisî û Turkî. Melayê Cizîrî di hinêrbendîya helbestêda hevrrikî digel helbestvanêt berî xo yêt faris, mîna Hafiz û Se'dî Şîrazî kir. Feqîyê Teyran jî cara êkê Beyta Kurdî ya devkî êxiste di qalibê beyta (dastan, melheme) dinyayê da, evan herdu filîvanan (mubdi') rewşeka nwî da ezmanê Kurdî û felsefa wî. Êdî vî rwîbarî roj bo rojê li boşiyê da û pêl vedan, heta êkê mîna Ehmedê Xanî çêkirî û bûye hostayekê bê bevil di danana berê binyatê hizra neteweyîda. Vê werçepê bi dehan helbestvanêt mezin çêkirin û şopa wê bi ser tevaya Kurdistanê da girt, ezmanê van helbestanan bo standartê Kurdî, hemî zarêt Kurdî bi ezmanê wan nivîsî, lewrra jî heta dwîmahîya çerxê nûzdê jî, çi zarêt dî yêt Kurdî serhelnedabû.
Weku ez dinêrme dîroka Kurda, bigre ji despêka hatina bisurmanetîyê û heta digehîte sala 1514za., gelek cih, bajêr, deverêt mezin û dewlet ketîne destê malbatêt Kurda û wan hikum lê kirîye, lê pitirîya wan dewlet û desthelatan, gelêt dî jî, wekî Turk, Faris û Ereba pişikdarî têda kirîye û ezmanê wan gelan di wan desthelatada hatîye xebitandin, mînaka ji hemya pêşçavtir dewleta Eyûbîya bi serokatîya Selaheddînê Eyûbî bû (1137-1193za.)ê. Û gelek hukimdarî û serwerî Kurda wergirtîne, lê pitirî bi vî rengî bûyne.
Berî sala 1514za. Pitirîya axa Kurdistanê li jêr destê Sefewîya bû, lê çi deman Sefewîya nehêlaye serwerîyeka (hikum) xobixoyî ya Kurda dirust bibît.
Piştî Sultan Selîm (1512-1520za.) alîyê Ewrupa êmin kirî, bangîna şerrê li ser Iranê heldêra piştî ferman day ku şî'a li Enadolê bikujin, îna herdu alîyan pêkol kir mîrêt Kurda bo layê xo rakêşin, lê bi xêra wan bizavêt Idrîs Hisameddînê Bidlîsî (1520za, mirîye) kirîn û ew loka xo ya dînî ya li nav Kurda hey bikarînay, pirranîya mîrêt Kurda kêşane leşkergeha Osmanî, herdu leşkerêt Osmanî û Îranî di (23/8/1514za.) li Deşta Çaldêranê li jorîya rojhelatê ji Behra Wanê gehiştin hev, şerr bidwîmahî hat û çam û derdeserî biser Sefewîyada hatin û şah Isma'îl (1501-1524za.) revî. Leşkerêt Osmanî biserkeftin û em dişêyn bêjîn rolê Kurda di serkeftina Osmanîyanda yê dîyarbû.
Tevaya welatê Kurdan bi vîyan û rizaya wan kete ber hukmê Osmanîya, eve jî ji aqildarîya mewlana Şêx Idrîs û sîyaseta wî ya hejî bû, dîsa ji himmeta Mihemmed Paşay û wêrekîya wî, piştî vê hemîyê Şêx rabû hevrristêt rêveberîyê danan ku ew welatê heta wî demî jî jiber qîl û qal û fitne û şerrêt giran û lipey hev yê aloz û têkçûyî bû, ev hevrrist û seruberkirna ji bo pêşkeftina welatî li bin sîbera mîrgehêt Kurda û rêveberêt navxoyî li bin desthelata Osmanî, li nik celaleta Sultan Selîmî hatine pejirandin. Êdî ji verrêja vê hevsozîyê (mu'ahede) di navbera Kurda bi rêveberîya Idrîsê Bidlîsî ji layekî û dewleta Osmanî birêveberîya Sultan Selîmî ji layekê dî, hindek desthelatêt bi hêz li Kurdistanê çêbûn, nîv serxobûnek ji dewleta Osmanî wergirt, hemî karubarêt wan ketin destêt wan bixo, bûne xudan leşker û ala û sike û abûreka xurt di hindek desthelatada werar kir. Tiştê ji hemîya girinktir ev desthelate xorrî Kurdî bûn û çi miletêt dî neşîyan ezmanê xo dinav wanda belavken, êdî ew pêdivî xebitandina ezmanê Kurdî bûn, serok û mîrêt Kurda hindekê bi wê çendê hesîyan, ku xandin û nivîsîna bi Kurdî karekê giringe, ewan jî zana û şairêt Kurda paldan bi Kurdî binivîsin, evca ji verêja vê çendê hemiyê çend siwarekêt egîd û xoşmêr yêt wekî Elî Herîrî, Feqîyê Teyran û Melayê Cizîrî hatine di meydanêda, êkê wekî Şerefxanê Bidlîsî dîroka Kurdistanê nivîsî, Elî Teremaxî dest bi nivîsîna Rûşanê kir û ezmanê Kurdî di pitirîya medrese û mizgeftêt Kurdistanêda hate xebitandin.
Pirs.
3. Dema Cizîrî serê xwe datîne. Diçe rehmetê li gora texmînan Ehmedê Xanî 13-14 salî ye. Îmkan heye ku Xanî Cizîrî dîtibe, yan di zaroktiya xwe de, hê dema Cizîrî sax bû, dîwana wî xwendibe, yan jî bi riya malbata xwe bav û xizmên xwe li ser vê dîwanê hinek zanebûna wî çêbûbe?
Bersîv:
3. Ya xoyaye ku Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî nedîtîye û bi çend salan piştî mirina Melayê Cizîrî ew ji dayk bûye. Melayê Cizîrî li dorêt sala 1567ê û wêve ji dayk bûye, dîsan li dorêt sala 1640ê çûye ber dilovanîya xudê. Ehmedê Xanî sala 1651ê ji dayk bûye û li dorêt sala 1709ê çûye ber dilovanîya xudê. Eger çi hêşta salêt jidaykbûn û mirina Melayê Cizîrî sedêsed ne xuyane, lê nêzîkî van mêjûyane yêt me gotîn. Belê pa sala jidaykbûna Ehmedê Xanî ya xuyaye her wekî wî bixo bi sala mişextî (hicrî) destnîşankirî, dibêjît:
Lewrra ku dema ji xeybê fek bû
Tarîx-i hizar û şest û yek bû
Piştî Elî Herîrî û Feqîyê Teyran û Melayê Cizîrî bingehê torevanîya Kurdî danay, êdî berkarê wan di pirraniya mizgeft û medreseyêt Kurdistanêda hat xandin, ne bes di mizgeft û medreseyanda, belkî berkarê wan bû pişkeka giring ji jiyana gelê Kurd ya ruhî û çandî. Bi bawerîya min Ehmedê Xanî jî di medreseyêt Kurdistanêda liber feqatîyê berkarê Melayê Cizîrî û şa'irêt dî xandîne û xo li ser wan avakirîye.
Pirs:
4. Erê Melayê Cizîrî û Feqyê Teyran di çaxekî da jiyayne. Eger di çaxekî da jiyabin, kîjan bi jiyê xo ji yê dî mezintir e? Teisîra kîjanî li ser yê dî heye? Tu dikarî helsengandinekê bo herduyan bikey?
Bersîv:
4. Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran di çaxekîda jiyayne, herduyan jî êkudu naskiriye û belkî hevalînî û dostînî jî digelêkda hebûye. Di dîroka jîna Feqîyê Teyran û berkarêt wîda xuyaye ku, Feqî li nik mîrêt Cizîra Botan jî xoştivî bûye û çend caran çûye Cizîrê, Herweku di helbesteka xoda saloxa yara xo diket û bi werdeka ava Cizîrê dişibînît, dibêjît:
Ordeka ava Cizîrê
Qemera bedra minîrê
Min tu car naçî ji bîrê
Her medama ew refîq
Dîsan di hindek wan çîrokêt li ser Feqîyê Teyran hatîne gotin têda bi dirêjî behsê çûna Feqîyê Teyran ya Cizîrê diket û têkelî û dostîniya wî digel mîrêt Cizîrê.
Evca Feqîyê Teyran û Melayê Cizîrî di Cizîrêda gehiştîne hev û dostînî û xoştivîyatiyeka mukum dinavbera wanda çêbûye, tiştê ku bo me vê çendê belî diket, ew berêkanêye ya ku dinavbera herdukanda çêbûy. Ew berêkanê helbesteka dwîr û dirêje, herdukan Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran bi helbestê havêtiye berêk, ku bi rastî jî di wê berêkanêda hêz û şîyanêt herdu zana û feylesofan diyar dibin û loka wan ya bilind tête nîyasîn. Her di berêkanêda Feqî û Mela saloxa hevdu diken û pesnêt hevdu diden, Melayê Cizîrî dibêjîte Feqîyê Teyran:
Nuttqa te xo gewhere
Sed bar gewher dirrêjin
Paşî Feqîyê Teyran dibêjîte Melayê Cizîrî: ((Tu Rojî ez Hitavim))
Paşî Melayê Cizîrî lê vedigêrît û dibêjît: ((Tu Hitavî ez Sihim))
Edî bêgomane ku Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran di êk çaxda jîyayne, lê kî berî yê dî ji dayk bûye û kî ji yê dî mestir bûye? Evê jî, divêt mirov pîçekê liser rawestît. Li dwîv wan vekolînêt min li ser Feqîyê Teyran û jîna wî kirîn, bo min wesa dîyar bû ku, Feqîyê Teyran nêzîkî 17 salan ji Melayê Cizîrî mestire. Feqî di sala 1549za, li gundê ((warezor))ê ku dikevîte ber qeza ((Miksê)), ji dayk bûye. Melayê Cizîrî li dorêt sala 1567ê û wêve ji dayk bûye. Ji ber vê çendê jî ez dibînim Melayê Cizîrî hem di berêkana şi'rêda, Feqîyê Teyra danaye seydayê xo, hem jî di çavlêkirina şi'rêda. Melayê Cizîrî Şêxê Sen'anî yê Feqîyê Teyran baş xandiye, di despêka şi'reka xoda, ku êke ji kwîrtirînê şi'rêt wî, naverroka beyta Şêxê Sen'anî ya Feqîyê Teyran di çar malkan da kutne kiriye, dibêjît:
Mey nenûşî Şêx-i Sen'anî 'xelet
Ew neçû nêv Ermenistanê 'xelet
Mislê Mûsa wî tecellaya te dî
Ê tu dî kanê xeta hanê 'xelet
Feqîyê Teyran û Melayê Cizîrî her yekî ji wana helbestek heye, bi rastî herdu didagirtîne ji felsefeyeka kwîr, her yekî li dwî hizir û bîrdozêt felsefê yêt wî serdemî, têkel ji bawerî û Eqîda Îslamê û felsefa Yûnanî, binyatê çêbûn û afirrandina vî kewn û hebûnê bi awayekê ciwan têda darêtiye, li dwî hizira Yûnaniyan ya felsefî ((hebûn)) şirovekiriye, ku wan wesa hizir dikir, ev kewnê henê, anku bi giştî hebûn, ji çar tuxman çêbûye.. ew jî ((Ba, ax, av û agir))in.
Li ser vî binyatî van herdu kelemêra felsefa xo di wan du helbestanda raçandiye, ew herdu helbest yek ji wana helbesta ((Ey av û av))e, ya Feqîyê Teyran, ya dî jî helbesta ((Ellah sehergaha ezel))e, ya Melayê Cizîrî.
Helbesta ((Ey av û av)) ya Feqyê Teyran bi nav û dengtirîn helbesta Kurdiye, bahra pitir ji Kurdan ev helbeste yan çend bend jê, jiberin, yan jî çîroka nivîsîna wê dizanin û vedigêrin.
Helbesta ((IEllah sehergaha ezel)) ya Melayê Cizîrî, eger ne ji helbesta ((Ey av û av)) bihêztir û lok bilindtir jî bît, ji wê kêmtir nîne, lê ew nav û dengêt helbesta ((Ey av û av)) wergirtîn û di nav miletîda hatiye nîyasîn û belavbûy, helbesta ((ellah sehergaha ezel)) wernegirtîne.
Ev herdu helbeste hem di form û şiklan da, hem jî di mijara xoda gelek nêzîkî hevin.. zêdebarî wêrê ku hindek bend bi dirustî peyv û hevok û qafîye jî wekhevin.
Bo mînak dê van herdu bendan hevberkeyn:
Feqîyê Teyran di ((Ey av û av))da dibêjît:
Çar teb'etîn vêkra zidîn
Hem ateşîn hem baridîn
D'behra ((Heyûla)) d'waridîn
Macûs bi vê weçîyetê
Melayê Cizîrî di ((Ellah sehergaha ezel))da dibêjît:
Çar ûnsirin çar teb'etin
Vêkra bi mîzan vêk ketin
B'hevra mixalif sîretin
Der suretê şexsîyeda
Feqyê Teyran her di helbesta xoda dibêjît:
Hem suflewî bazî dikîn
Hem meylî evrazî dikîn
Hem ((keynûn)) hem gazî dikîn
Carek bibînîn ru'iyetê
Melayê Cizîrî jî di helbesta xoda dibêjît:
Hin suflewî bazî diken
Hin meylî evrazî diken
Weş reqsek şehbazî diken
Sergeştene d'halê Xweda
Eger çi li vêrê em bi dirustî nizanîn ka kî pêş yê dî ev helbeste nivîsiye û bandora kê li ser yê dî hebûye? Lê bi bawerya min çawa tevaya Kurdan heyranêt helbesta ((Ey av û av)) bûyne, 'eyn herwesa Melayê Cizîrî jî yê bûye heyranê wê helbestê û li ser mijar û forma wê ew helbesta xo darêtiye.
Ev kartêkirna henê neku tinê nirxê Cizîrî bilind diket, belku seng û bihayekê mezintir didetê, eger helbestvanêt Faris û Ereb yêt berî wî kar tê kirbît, boçî helbestvanêt Kurd yêt berî wî kar tê neken?
Eger hevberkirnekê di navbera ezmanê Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran bikeyn, dê bînîn Feqîyê Teyran bi ezmanekê kudî yê wesa sivik û rehwan nivîsiye, yê şehreza nebît dê hizir krt ku Kurdekê evro ew şi'r nivîsîne. Lê wextê em şi'ra Melayê Cizîrî dixwînîn, sîngê mirovî dikevîte çyayekê asê û xowestandineka mezin bêdiviye heta mirov li wî çyayê asê serdikevît, têgehiştina ezmanê Cizîrî şehrezayeka kwîr pêdivêt. Evca boçî Melayê Cizîrî çyayekê asêye û kêm kes dişên lê serkevin û Feqîyê Teyran jî rêkeka vekiriye û her kes dişêt têra biborît. Melayê Cizîrî peyv peyv û rêz rêz xo li ser Sofyatiyê avakiriye, Sofyatî jî behreka bê bine û ew peyv û êdyomêt berî Cizîrî di berkarêt ereb û farisan da hatîne bikarînan wî jî ew bikar înayne, di her peyvekê da û her êdyomekê da raman û hizrêt kwîr têda hene û piraniya wan jî bi erebî hatîne, êdî her kesê di felsefeya Sofyatiyêda yê şehreza nebît, neşêt wan girêkêt têkalozyayî veket. Lê Feqyê Teyran eger çi wî jî xo havêtiye di meydana sofyatyêda, ku beyta Şêxê Sen'anî li serî heta dwîmahiyê li ser binyatê sofyatîyê raçandîye, lê ewî pêkol kirîye ku, xo ji êdyomêt giran û aloz dwîr bêxît û gelek ji wan êdyoman bi Kurdî di şi'rêt xoda xebitandîne.
Pirs:
5. Heger em di nav Cizîrî û Xanî de muqayese û berhevkirinekê bixwazin, çi mimkun e bê gotin? Mesele muqayeseyek ji awura têkiliya bi cîhanê û der û dora xwe re, têkiliya bi mîr û deşealtdarên Kurd re, ji awura naveroka berhemên wan, zimanê wan û Hwd.
Bersîv:
5. Herwek min berî niho jî behis kirî, Melayê Cizîrî verêja wê hevsozyêye ya ku dinavbera dewleta Osmanî bi serokatîya Sultan Selîmî ji layekî û Idrîs Hisameddînê Bidlîsî ji layekê dî çêbûy, anku hevsozîya dinavbera Kurda û Osmanîya da. Piştî mîrgehêt Kurdan serxobûna xo wergirtî û abora wan werar kirî û medreseyêt bi rahavêj di welatîda hatîne avakirin û tinê ezmanê Kurdî di wan mîrgehanda hatiye bi karînan û tenahî ketiye welatî, êdî hizirvanêt wekî Melayê Cizîrî û Feqyê Teyran û Elî Herîrî û Şerefxanê Bidlîsî û Elî Teremaxî ji verêja vê hevsoziyê serhelda. Di vê qona'xê da rolê Sofîzmê di dinyaya Îslamêda gelek yê bi hêz bû, nexasme li Kurdistanê. Melayê Cizîrî jî wek zanayekê sofî hate di meydanê da, hemî senga xo da ser dewsa Sofîzmê. Eger em binêrîne şi'rêt wî, dê bînîn piraniya wan li ser vê dewsê hatîne vehandin, êdî hizrubîrêt felsefa Sofîzmê Melayê Cizîrî di nav xoda pêça û nehêla jê derkevît. Her wek ji berkarê Cizîrî diyar û xuyaye, wî xo ji dûrhêlê û têkeliya bi dinyayêra dwîr êxistiye, eger çi wî têkheliyeka mukum digel mîran hebûye û wan jî bi lokbilindî nêraye Cizîrî, lê Cizîrî her wek sofiyekî maye û berê xo nedaye çi rêkêt dî.
Ehmedê Xanî jî verêja Cizîrî û Feqyê Teyran û Elî Herîrî ye, bi bawerya min eger eve nebana, Ehmedê Xanî jî nedibû, lê her kesek kurê heyamê xoye û çêkiriyê hawîrdorê xoye. Ehmedê Xanî jî wekî Melayê Cizîrî nêzîkî mîran bûye û têkhelîyeka nêzîk digelda hebûye, wî jî wekî Melayê Cizîrî şi'r bi mîranve gotîne, mijarêt dînî nivîsîne, di sofyatiyêda şehreza bûye, gelek caran jî xo di wê behrêda niqo kiriye, lê pa sofyatî neşyaye Ehmedê Xanî di nav xoda werpêçît her wekî Melayê Cizîrî werpêçay. Her wek me gotî, Melayê Cizîrî bijlî du – sê şi'ran ku bi mîrêt cizîrê ve nivîsîne, eger berkarê wî yê dî hemî di çarçovê sofyatîyê da dernekeftîne, lê Ehmedê Xanî bo cara êkê qamos bo biçwîkêt Kurda nivîsîye, li ser eqîda îslamî, - ku ew jî êk ji zanistêt îslamê- niviştokek nivîsîye, niviştokeka dî li ser erkanêt îslamê nivîsîye, behîdarîyeka dirêj bi mîr Mihemed Begê hakimê Bazîdê vehandiye û berkarê wî yê gelek mezin û bihadar Mem û Zîn e, ku çîroka du evîndarêt Kurd bo dinyayê vegêraye û herwek wî bixo gotî, daku xelk nebêjin, Kurda felsefa evînê fêm nekirîye, her di Mem û Zînê da wî mijareka bive û xeter, mijareka dwîr ji hizra xelkê deverê, mijareka dwîr ji hizrubîrêt olî, ku ew jî mijara miletînyê ye, helêxistiye. Neku bes Melayê Cizîrî yê Kurd xo nehavêtiye vê mijarê, belkî hizirvanêt dinyaya Îslamî hemya çi hizrêt hosa ne helêxistîne, ku bi rastî ev hizrêt mezin û berfireh, di çaxekê tarîda mejîyê mirovî tevlîhev diken, ka wî hizrêt danana dewleta Kurdî ji kîve înayne?!!
Pirs:
6. Em dê carcaran li pirsa “evînê jî vegerin. Evdirehman Dure ku yek ji kesên xwedî gotine li ser kilasîkên Kurdî, girêdayê “evînê” piştî bi xwe dipirse "evîn çi ye”, bersiva pirsa xwe jî wuha dide: “ Evîn ew e ku meriv ji tiştekî hez bike, hemû tiştên xwe bide wî tiştî. Doza meriv, bahweriya meriv, dîn û îmanê xwe û heta ruh û bedena xwe jêre feda bike”. Ev jî hinekî nîqaşê, lêhûrbûn û lêkolînê naxwaze?
Pênasîna ku Ebdurrehman Durreyî bo evînê kirî ya xorist û di cihê xodaye, lê demê em behsê evîna Melayê Cizîrî dikeyn, divêt xo pavêjîne kinarê Sofîzmê. Melayê Cizîrî jî wekî sofiyêt berî xo yêt binav û deng, Şêx Mi'hyeddîn Ibin Erebî, Şêx Mei'rûfê Kerxî, Bayezîdê Bestamî, Huseynê Hellac, Ebu Bekrê Şiblî û Ebdilqadirê Geylanî û yêt dî, ewî jî bi dêrbîna sofyatiyê temaşeyê dinyayê kiriye, nexasme dideravê ''Evînê''da. Evîna mirovê sofî girêdayî xudêye, heta demê evîn dibîte evîneka dinyayî jî, sofî wesa dibînin, ku xudê tecella di evîndara wîda kiriye, berî niho min carekê çarmalkîyeka Cizîrî li ser Şêxê Sen'anî di cihekîda behis kirbû, naveroka wê li ser evîna Şêxê Sen'anîye bo kiça Ermenî, Melayê Cizîrî wesa hizir diket, ku Şêxê Sen'anî xeletî nekiriye, demê çûye Ermenistanê, xeletî nekiriye demê Ereq li ser destêt kiça Ermen vexwarî, ew wesa hizir diket ku Şêxê Se'anî tecellaya Xudê, an jî hema xudê bi xo li wêrê dîtiye.
Bersîv:
6. Sofî dibêjin, sê rengêt ''Evînê'' hene: ya êkê, Evîneka xorristiye, dinavbera mirovan da çêdibît, ruha her êkî dibîte ruha yê dî, wextê ew 'hejêkirin û gulênê diken, ru'hêt herdukan têkelêk dibin, wekî çawa reng têkhelêk dibin. Ya duyê; Evîna ru'hanî- nefsî ye, armanca wê Evînê wekhevîya digel xoştivîyê xoye, qedrê wî bigrît û loka wî ya bilind bizanît. Ya sîyê; Evîna Xudêyî ye, ew jî ewe ku Xudê 'hej benyê xo biket û benî jî hej wî biket, bi rangekê wesa hej êkudu biken ku dwîmahiyê benî xo bibînît ku ew jî "Heqqe'' anku xudê ye, dîsan xudê jî bibîte qudîka beniyê xo, ku benî xo di xudêra bibînît, bikarît bêjît ejî ''Heqqim'' anku xudême. Herweku Melayê Cizîrî jî çend cara ''Ena Elheq'' anku ez xudême gotîye.
Pirs:
7. Di mesela pesin û şabaşên ji bo mîrek û deşelatdarên Kurdan ne ji bo Şah û Sultanên netewên serdest jî ji heman riwangê mikune mirov binirxîne. Cizîrî jî xwe ji pesnê serdestên neteweyên biyanî û ne Kurd vedaye. Ev paye jî ji Xanî zêdetir ne ya Cizîrî be?
Bersîv:
7. Eger em binêrîne dîroka torevaniya kudî bi rengekê tevayî, dê bînîn, pirraniya şa'ir û nivîsevanêt Kurd şi'r bi hakim û serwerêt biyanîve ne gotîne, çi dema jî destêt xo bo biyanîyan dirêj ne kirîne, ş'ira xo jî ne kiriye pertalek ji bo firotinê. Herdem şa'irê Kurd berevan û piştgîrê miletê xo bûye, binêre Melayê Cizîrî, tinê ş'ir bi mîrêt Cizîrê ve gotîne û wî çaxî jî hiş û hişyariya miletîniyê di wêrê da bû ka mirov çend girêdayê serwerêt miletê xoye hind jî mirov dilsoje bo miletê xo, Melayê Cizîrî di ş'irekêda, dibêjîte mîrê Cizîra Botan, nabît bes Tebrêz û Kurdistan li ber hukmê te bin, belkî divêt sedêt wekî şahê Xurrasanê di bin emr û fermanêt teda bin.

Dîsa di şi'reka dî da daxwazê diket ku Cizîra Botan bibîte paytextê her heft eqlîmêt dinyayê û hukmê mîrê Cizîrê wekî hukmê Eskenderî û Fexfûrî hemî dinyayê vegirît, dibêjît:
Ma Cizîrê şubhî darê textê heft Eqlîm-i bit
Hem bi 'hukm û seltenet Eskender û Fexfûr-i bî
Dîroka şerê Kela Dimdimê û Xan Ebdalê qehreman di nav Kurdanda ya navdare. Ev şere dinavbera Şahê Ecemê û Xanê lep zêrîn qewimiye, di wî çaxîda Feqiyê Teyran hebûye û dîyare jî ku li nêzîk yê agehdar bûye, lewra jî wî beyteka dirêj pê vehandiye, di beytêda Eceman bi kafir dadinît û Kurdêt ku hatîne kuştin bi şehîd.
Dîsa ne pêtivîye em di vê xalêda behsê Ehmedê Xanî bikeyn, jiberku wî bingehê hizra miletînyê bo Kurda danaye, herdem jî berevanî ji miletê xo kirîye.
Evca me nevêt li ser wan hemî şa'iran rawestîn yêt ku bo miletê xo nivîsî û hizrêt miletînyê di serîda werar kirî, lê bi tevayî jî di vî warî da toreyê Kurdî ji hemî toreyêt miletêt dewrubera paqij û bijwîntire.
Pirs:
8. Kesê ku Cizîrî, dîwana wî, şîroveyên li ser jiyan û berhema wî dixwîne, ne mikun e bi pirseke wuha re veneciniqe: em giş payeya nivîsandina bi Kurdî didin Xanî, ewçendî em vê dubare û bi dengê bilind dikin mîna ku destpêkerê tiradisyona nivîsandina bi zimanê Kurdî di berhemên wuha biserûber, li ser hev û mezin ne Cizîrî, belê Xanî be. Ev ne neheqiyek li Cizîrî ye
Bersîv:
8. Kes neşêt berê dîrokê biguhorît, dîrok çawa qewmiye dê wesa hête nivîsîn jî, nabît Ehmedê Xanî sed salan biçîte pêş Melayê Cizîrî û Feqyê Teyran, kes neşêt bêjît Ehmedê Xanî ji wan herdukan şa'irtire, nabît bêjîn Ehmedê Xanî bingehê toreyê Kurdî danaye, divêtin em her kesekî, her zanayekî di cihê wîda, di demê wîda, di dewruberê wîda, di pêşveçûn û têgehiştina çaxê wîda vekolîn. Her êk ji vana di çax û demê xoda kenkenekê mezin bûye, muhra xo li dîrokê kiriye, hindî miletê wan mabît ew namirin. Herwekî me berî niho gotî, Feqyê Teyran û Melayê Cizîrî nebana, Ehmêdê Xanî jî nedibû, ew werçepeka mezin bûn di dîroka torevaniya Kurdî da, Ehmedê Xanî jî werçepeka dî bû. Lewra Ehmedê Xanî jî jibîr nekiriye, ku ew seydayêt wî bûn, demê dibêjît:
Bînave ri'ha Melê Cizîrî
Pê 'hey bikira Elî Herîrî
Keyfek we bida Feqîhê Teyran
Heta bi ebed bimaye 'heyran
Dîsan jî min divêt bêjim, ku zanayêt koma êkê di toreyê Kurdîda, anku danerêt binyatê toreyê Kurdî, Teyran û Herîrî û Cizîrî, nahêne hevberkirin û helsengandin di gel şa'irêt piştî wan. Ewan rwîyê miletê Kurd yê zanistî û toreyî sipî kiriye.
Pirs:
9. Xwendin û dersdariya Melayê Cizîrî ?
Bersîv:
9. Digel hatina îslamê xandin û zanînê destpêkir, her cihê ku bisurmanetî digehiştê, mizgeft jî têda dihatin avakirin, di wan mizgeftanda Qur'an dihate xandin, piştî hingî hêdî hêdî zanstêt îslamî wekî tefsîrê, hedîsê, şerî'etî û yêt dî serhelda, li serdemê Ebasiya bijlî zanistêt dînî, yêt dinyayî jî wekî felsefê û felekê û dîrokê û …htd., peydabûn, êdî hijmara şagirdan bû gelek û mizgeft neşyan vê hejmara mezin wergirin, jiberku mizgeft pêtir bo ta'etî û xudê perêsîyê hatibûn avakirin, lewra hizir li danana medresêt taybet hate kirin, ewbû bo cara êkê yê ku medrese danay herwek Ibin Xelkan ''681miş., 1282za., mirîye'' dibêjît ku: ((''Nizam El-melik'' medrese û tekya û mizgeft di welatî da avakirin, ew êkemîn kese medrese damezrandîn û xelkî jî çavlêkir)) wî gelek medresêt nîzamî li Bexda û Belex û Nîsabûr û Wehrat û Esbehan û Besra û Mero û Amil û Mîsil, danan.
Her Nîzam El-melik medreseyek li bajêrê Cizîrê avakir, ku tête hijmartin kevintirîn medresa serbixo li Kurdistanê. Û dibît ku Nîzam El-melik ev medrese sala 463miş.-1073za., dema digel Elb Erselan hatîye welatêt Dustekîyê an piştî dest danaye ser desthelata Dustekî, avakirbît.
Evca piştî danana vê medresê li hemî bajêrêt dî yêt Kurdistanê medrese hatin avakirin, wekî:
Medresa Strabasê ''Dîyarbekir'', medresa sor ''Cizîra Botan'', medresa Bazîdê, medresa Şemdînan, medresa Bidlîsê, wekî Îxlasîye, Katibîye, Şukrîye, Şerefîye û Şemsîyeyê. Medresa hîzanê, medresa Miksê, medresa Bêdarê, medresa Findika Botan, medresa Axtepeyê, medresa Norşêtê, medresa Farqînê, medresa Hawêlê, medresa Sêrtê, medresa Heskîfê, medresa Paloyê, medresa Oxînê û medresa Qubayê li bajêrê Amêdiyê û gelek medresêt dî. Mela Mhmûdê Bazîdî dibêjît: ((Melayêt qewî zû finûn di Cizîr û Imadî û Soran û Si'rt û etrafan da zaf bûn, telebeyêd Kurdistanê heta Bexda û Besra û Mûslê diçûn û di gerîyan û tehsîla ilûman dikirîn.)) êkê wekî Melayê Cizîrî di vê barista zanînêda hate taşandin, em bi dirustî nizanîn ka xandina Melayê Cizîrî di van medreseyanda ya çawa bûye, li çend medresan xandîye û ew jî wekî hemî feqîyêt Kurda bo wergirtina zanist û zanînê çûye çend welatan an ne? Lê herwek xuyaye seruberê hemî feqîyêt Kurdistanê wekî êk bûye û cihêt zanînê jî an mizgeft an medrese an jî tekyabûn, kawedanêt wan jî hemî nêzîkî êk bûn. Ew zanistêt di wan medresanda dihatin xandin jî bahra pêtir wekî êk bûn, wekî van zanistan: ((Sserf, ne'huw, edeb, înşa, menttiq, issul, beyan, tarîxa tebî'î, te'bîr, te'wîzat, tessewif, cifir, cu'xrafîya, niqarî, teşrîh, hîsab, hendese, cebir, miqable, tefsîr, hedîs, hiqûq, hîkmet, nujdarî, remil, kîmya, cerr el-esqal, tîyanasîyê, fîzya-ku behsê ecsamêt tebî'î kirîye- fîzyolojî- ku behsê karubarêt endamêt leşê gîyaneweran kirîye- zanyarîyêt nujdarîyê, tilismat, me'anî, mue'mma, munazzere, 'eruzz, qafîye, qîra'et, kelam, muhazerat, mesahe, çandin, fiqih, feraîzz, stêrnasî, neqaşî, istirlab û musîqe)).
Herwek di helbestêt Melayê Cizîrîda xuya dibît, ku wî ev hemî zaniste xandîne û têda şehrezabûye. Û wesa tête vegêran ku Melayê Cizîrî li medresa sor ya Cizîra Botan seydabûye.
Pirs:
10. Kesên dîwana Cizîrî çîrove kirine ne kêm in. di nav wan de Hejar û Seydayê Mele Ehmedê Zivîngî jî heye. Yeke sêhem jî ya birêz Celalettin Yoyler e. Di nav van şîrovegeran de hun kê dipesinînin?
Bersîv:
10. Bi rastî Kurd di hemî waranda xo nawestînin, nexasme di warê vekolînêda, em wesa hizir dikeyn ku dîwana Melayê Cizîrî tinê ji layê Zivingî û Hejarî ve, hatîye ravekirin, û hewe di pisyara xoda jî navê Hejarî berî yê Zivingî înaye!! Pêdivîye li vêrê pîçekê dirêjtir li ser vê xalê rawestîn û navêt wan zanayan bînim yêt dîwana Melayê Cizîrî ravekirîn:
1. Mela Ebdilqadir Qedrî kurê Hesenê Cizîrî (1842-1882), miftî bû li Cizîrê, bi erebî ravekirîye.
2. Mela Ebdilselam Mirad Ebdilselamê Cizîrî (1878-1952), bi erebî ravekirîye.
3. Mela Ebdilrehîm kurê Ebdilrehmanê Westanî (1958ê za., mirîye), bi sê ezmanan, turkî, erebî û farisî, ravekirîye.
4. Mela Ehmed kurê Mihemedê Zivingî (1893-1971za.), bi erebî ravekirîye.
5. Hejar Mukrîyanî (1921-1991za.), bi soranî ravekirîye.
6. Seydayê Cegerxwîn (1903-1984za.), bi Kurdî ravekirîye.
7. Du hêjayêt dî jî vê dwîmahîyê dîwana Melayê Cizîrî bi Kurdî ravekirîye, Celalettîn Yoyler û Mihemed Emîn Doskî.
Helbet dîwana Melayê Cizîrî behreka hindî bêjî kwîre, melevanêt zîrek nebin neşên bigehne çi kinara, berî her tiştî ewê dîwana wî rave diket divêt bi kêmasî hersê ezmanan, erebî, Kurdî û farisî baş bizanît, di felsefeya sofîzmêda şehrezayeka baş hebît, yê melevan bît di hemî zarêt Kurdîda nexasme zarê hekara kevin ku Cizîra Botan û Behdînan û Hekarê vedgirît. Evca ev helyêt (şertêt) me gotîn di her kesekîda kom nabin yêt ku dîwana Cizîrî rave kirîn. Bi bawerîya min ew kesêt ku ev helîye têda nebûyne, wî hana xo birîye ber yê berî xo, lewra jî dê çend nêrînan li ser vê çendê dem.
Despêkê dê li ser Mela Ebdilqadir û Mela Ebdilselam rawestîn? Kanê van herdkan kê mifa ji yê dî wergirtîye, kê berî yê dî dîwan ravekirîye? Haya wan ji hevdu hebû an ne? Bersiva van pisyara di mij û moranêdaye, em nizanîn kê berî yê dî ravekirîye! Heke êk bi jîyê xo ji yê dî mestir ba jî da bêjîn yê mestir berî nivîsîye, lê jîyê wan jî temet êke û dîroka jidaykbûna wan gelek nêzîkî êke, evca em neşêyn nêrîneka vebirr li ser vê çendê bideyn, dê hêlîn bo paşerojê belkî ev bersive bihêne dan.
Dê dev ji van herduka berdeyn û hêyne ser Mela Ebdilselam û Mela Ehmedê Zivingî, gêngeşa mezin jî herdem li ser van herdukan bûye, wesa belav bûye, ku Mela Ehmedê Zivingî raveya Mela Ebdilselamî jê wergirtîye û piştî çûye ber dilovanîya xudê, Zivingî rabûye li ser navê xo çap kirîye. Belê piştî raveya Mela Ebdilselamî sala 2004ê li dezgeha Spîrêz li Dihokê hatîye weşandin, êdî xuyabû ku her êkî wekî xo ravekirîye û cudahî dinavbera herdukanda heye, lê tiştê me divêt bêjîn ewe, eger raveya Mela Ebdilselam neba, da Zivingî şêt raveyeka hosa berkeftî bo dîwana Cizîrî ket? em dê berê xo deyne Zivingî bixo ka di wî warîda çi gotîye.
Zivingî di raveya xoda di berperê 941ê da gazindan ji rewşenhizra û têkehiştîyêt Kurda diket ku ne şyayne heta niho dîwaneka hosa biparêzin. Û dibêjît: ((min ev karê bi zehmet û mezin kir û çi harîkarî ji kesê wernegirt, xo nisxeyeka wê jî min ji kesekî qer nekir ku hindek peyvêt destvedayî pê rastvekem, min harîkarîya xo nebire nik kesekî jî ku hindek pêzanîna li ser xudanê dîwanê xudê jê razîbît bidete min, belê divêt rastî jî bihête gotin, ewê min birastî harîkarî di despêka karê xoda jê wergirtî xudê jêrazî zanayê berkeftî Mela Ebdilselam Nacî yê Cizîrî bû, ew êk bû ji navdarêt Cizîrê û îmam û dersdarbû di medresa sor ya Cizîra Îbin Umer da, ewa ku mîr Şeref Xanê hevçerxê Melay di çerxê dehê yê mişextîda avakirî û Melayê Cizîrî li wêrê hatîye veşartin, paşî ((Mela Ebdilselam)) ji ber hindek egerêt sîyasî û dînî mişextbû Suryayê û bû îmam li mizgefta mezin li Qamişloyê, ji ber ku xudê jêrazî xelkê Cizîrê bû û demekê dirêj têda jîyaye. Û ya dîyare ku Cizîr warê Melayê Cizîrî bû û têda jîyaye û zarê ş'irêt wî jî zarê xelkê Cizîrê ye, ji ber vê çendê jî ((Mela Ebdilselam)) di vî zarîda yê şehrezabû û hemî hwîrkatîyêt wî zarî dizanîn, didespêkêda min gelek sod û mifa jê wergirt, belê pa mixabin berî ez şerha ((dîwanê)) xilas bikem, mirin gehiştê û çû ber dilovanîya Xudê.))
Ez vê tênagehim, Zivingî ji layekî ve dibêjît kesê harîkarîya min nekirîye, ji layekê dî dibêjît, '' ewê min birastî harîkarî di despêka karê xoda jê wergirtî xudê jêrazî zanayê berkeftî Mela Ebdilselam Nacî yê Cizîrî bû'' û dîsan dibêjît; '' belê pa mixabin berî ez şerha ((dîwanê)) xilas bikem, mirin gehiştê û çû ber dilovanîya xudê''. Wesa xuyaye Zivingî yê vîyay xo veşêrît herwekî wî hay ji çi şerhêt dî yêt dîwana Melayê Cizîrî nîne, wî hay ji şerha Mela Ebdilselamî jî nîne, eger ew bi xo bibêjît, ku Mela Ebdilselam harîkarê wî bû û berî şerha xo xilas ket Mela Ebdilselam mirîye, ma ya beraqile ku Mela Ebdilselamî harîkarîya wî kirbît û negotibîtê min dîwana Melayê Cizîrî şerih kirîye, yan bêjîn şerha xo ne dabîtev Zivingî?!!. Bi bawerîya min Zivingî libek ji destnivîsa şerha Mela Ebdilselamî hebûye û hemî jî baş xandîye û baş jî têgehiştîye, dîsa şerha xo li ser wê ava kirîye. Eger şerha Mela Ebdilselamî neba, Zivingî ne dişîya bi wî rengê zanistî dîwanê rave ket.
Lê divêt wê jibîr nekeyn ku dîsan Zivingî tiştekê mezin bo miletê xo kirîye û barekê giran danaye ser milêt xo, eger çi wî mifa ji şerha Mela Ebdilselamî wergirtîye, lê wî pêkol kirîye ku mita û pertalê xo hemîyê têda bimezêxît û ezmanê xo û zanîna xo têda bi karbînît, tinê gileya me liser wî ewe, pêdivî bû wî karukokê Mela Ebdilselamî piştguhve nehavêtiba.
Kesê dî yê ku me divêt rexne bikeyn, seydayê Hejar Mukryanîye. Hejar Mukrîyanî jî wekî Zivingî xo ji harîkarîya kesêt berî xo berî kirîye, herweku wî jî mifa ji çi kesan wernegirtîye, an hema çi şerhêt dîwana Cizîrî nexandîne, bi rastî em dişêyn bêjîne mirovêt hosa ''bê nan û xwê'' li ser sifra xelkî dixon û paşî pilindara têwerdiken, ew Zivingî gunehbar diket, ku wî şerha Mela Ebdilselamî li ser navê xo çapkirîye, bêy ku pêzanînek li ser vê çendê hebît û awireka bitinê jî nadete wêrê ku wî şerha xo li ber ya Zivingî çêkirîye, an her çi nebît, mifa ji wê wergirtîye. Da binêrîne Hejarî ka di vê rastêda çi gotîye.
Hejar Mukiryanî di pêşgotina wê şerha wî bo dîwana Melayê Cizîrî di herdu berperêt (19) û (23)ê da dibêjît:
((kitêbeka dî jî bi erebî heye bi qelemê Ehmedê kurê Mihemedê Botanî Zivingî miftîyê bajêrê Qamişloyê li Soryê. Şerheke li ser dîwana ş'irêt Cizîrî û navê wê (El'eqd Elcewherî fî şerih dîwan Elşeyx Elcizerî) danaye, anku: Girdana gewherîn di şiroveya dîwana Şêxê Cizîrîda…))
((salêt 1956ê wêve, sê salan mala min li gundekî bû li nêzîkî Cizîra Îbin Umer, li Kurdistana Sûryê, ku navê wî (Qubûr Elbîzz) bû û ku dikevîte nêzîkî bajêrê Qamişloyê. Min digel mela û şa'ir û torevanêt wê deverê têkelî hebû. Min ji wan di bihîst, ku êk heye navê wî Mela Ebdilselame mijûlî dîwana Melayê Cizîrî ye bi erebî şerih diket, her ewan digot melayekê gelek başe û kirmancîya bi awayê Botanî jî baş dizanît, jiberku ew bixo xelkê Botane. Belê gelekê jar û belengaze. Yê selte û bi tinêye û di hucra mizgeftekêve dijît. Mela Ehmedê Zivingî ku bûye miftîyê Qamişloyê û mizgeftek jî didestîdaye û gelekê zengîne û pêçêbûye, xêra digel Mela Selamî diket û xarin û têşt û şîv û firavîna bo dihinêrît.
Mela Selam sala 1958ê mir. Piştî demekî şerha dîwana Melayê Cizîrî hate çapkirin. Li ser bergî nivîsîbû: Mela Ehmedê Zivingî miftîyê Qamişloyê. Şiklekê miftî jî yê xişkok dihate dîtin. Êdî çi tiştek di rasta Mela Selamî da ne gotibû. Guneh ji stoyê wan kesan yêt min jê bihîstî, ji pêş şorba xove, kitêba Mela Selamî bi navê xo çap kirîye.))
Bi rastî her kesekê şerha Zivingî û ya Hejarî hevber biket, dê bi sanahî zanît ku Hejarî şerha xo li ser ya Zivingî ava kirîye û eger şerha Zivingî neba, Hejar jî nedişîya vî karî biket.
Hejîye bêjim, ku jiberku şerha Zivingî ya êkê bû hatîye weşandin, evca hemî kesêt piştî wî dîwana Cizîrî rave kirîn, Zivingî bo xo kirîye bingeh.
Pirs:
11. Tê gotin ku di helbestên Melê de muzîkeke wuha heye ku xelk kare zû ji ber bike. Belê ji bo Xanî û helbestên wî mirov nikare heman tiştî bêje.
Melayê Cizîrî di avakirna ş'irêda, di dariştina wêda melevanekê bê bevle, di selîqêda yê sirte, rehwane, peyvêt wî di hulîne, dirratî têda nîne, awazekê wesa rehwan û sirt daye ş'irê, demê mirov dixwînît, mirov wesa hizir diket, eve ji rastî êk yê awazekê lêdidet, ew awaz di mejî û dilê mirovîda diçîte xwarê, mirovî dibete dinyayeka dî, her peyveka wî û her hevokeka wî ya dagirtîye ji awazekê dilveker. Melayê Cizîrî heneka bi peyvan diket, li dwîv selîqe û mûzîka malkê ew peyvê di weribînît û di tiraşît, gelek cara dê bînî peyv birrîye û bi nîvî kirîye, yan herfekê duyan ji peyvê dihavêjît, heke mirov hosa peyvê bixwînît dê bêjî ev peyve ya şkandî û xirabkirîye, lê wextê mirov di qalibê Melayê Cizîrî bo danay dixwînît, dê wesa pêhesyêy ku peyveka gelek xişkoke.
Bersîv:
11. Helîya (Şert) bingehîn ya ş'irê mûzîke, çend şa'ir di mûzîkê da yê rehwan bît, hind jî di ş'irêda dê yê serkeftî bît, gelek rexnevan dibêjin, ş'ir mûzîke. Bi rastî bi çend peyveka em neşêyn çi tiştekî di rasta mûzîka ş'irê li nik Cizîrî bêjîn, mijara mûzîkê li nik Cizîrî pêdivî vekolînêt dwîr û dirêje, divêt kitêb li ser bihêne nivîsîn. Lê divêt bêjim, ku çi şa'irêt Kurd di mûzîkêda negehiştîne loka (derece) Cizîrî. Evca jiberku mûzîka ş'ira Cizîrî geleka sirt û rehwane û xwîndevan xwoşîyeka mezin jê dibînît, lewra jî ş'ira wî zwîtir tête jiberkirin. Bi rengekê tevayî ş'ir xoştir ji rûşanê tête jiberkirin, nexasme eger mûzîka wê bi dilê xwîndevana bît.
Ehmedê Xanî û şa'irêt berî wî û piştî wî jî di mûzîka ş'irêda şehrezayeka baş hebû, êk ji wan zanistêt di medreseyanda di hat xandin, zanistê Erûzê bû, Erûz jî zanistê kêşan û pîvana ş'irêye, evca ne bes şa'ir di vê zanistêda di şehreza bûn, belkî hemî şagird û melayan şehrezayek têda hebû. Ehmedê Xanî qamûsa xo ''Nûbihar'' li ser Erûza erebî avakirîye, wî yazde behir ji şazde behrêt Erûza erebî di Nûbiharêda xebitandîne. Xanî ev tişte kirîye daku hem şagirdê Kurd fêlî dengêt Erûzê bibît, hem jî daku guhê wî yê mûzîkê vebibît û hem daku jiberkirna Nûbiharê ya bisanahî bît, çimkî herdem nivîsîna vehandî bo jiberkirnê ji rûşanê bi sanahîtire.
Lê li vêrê pisyar ewe, madem ev şehrezayîya Erûzê û kêşan û pîvana ş'irê li nik pirranîya xwîndevanêt wî çaxî hebûye, boçî di wî warîda hemî şa'ir wekî Melayê Cizîrî di serkeftî nebûn?. Bi bawerîya min dilovanî (Atîfe) peyvêt rind û xişkok çêdiket, eger şa'ir digel darriştina peyvê rondika jî bo evîndara xo nerêjît, neşêt peyv û hevokêt bi kêr bejin û bala wê bihên, vehînît. Herweko di çîvanokada tête vegêran, evîna Melayê Cizîrî hina dijwar bû, wextê ş'ir di nivîsî pala xwe dida kevrekê mezin, demê wî dest bi ş'irê dikir evîn di dilê wîda di kelî û di fwîrîya, ew kevir gerim dibû û di şarîya, wesa kevir kel dibû, Zeryêt Cizîrê li piştêve nan pêvedida û di peht. Merema çîvanokê ewe, ku peyvêt Melayê Cizîrî yêt tijî evîn hemî dilêt hişk û req û sar wekî kevran gerim û nerim diket û stranêt evînê bo vedigêrît!!:
Pirs:
12. Ji jiyana Cizîrî û Xanî mirov dibîne ku deşelatdarên zemanê xwe, em bêjin qirnê navê yên Kurd qîmetekî têra xwe mezin dane şair, alim û zanayên Kurd. Ji vê awurê heger mirov rewşa wê rojê û ya îro berhev bike, ev tiradisyon di nav deşealtdarên Kurd de çendî hatiye parastin û çendî li gora dem û qonaxê ye. ?
Bersîv:
12. Her tiştek di azadîyêda werarê diket. Ezman, Tore, Hizir, Zanîn, Abor…û htd. Demê mirovî azadî nemînît wî wextî hemî tiştê mirovî tête kuştin.
Di despêka hatina îslamê û heta şerê çaldêranê jî 1514ê Kurda çi desthelatêt serbixo, xorrî Kurdî nebûn, di wî heyamê dwîr û dirêjda, di welatê wanda azadî nebû, xelkê bîyanî serwerîya wan dikir, jiber wê çendê jî em şûnwarekê Kurdî yê bitinê jî di wî heyamî hemîyê da nabînîn. Lê piştî şerê çaldêranê, tifaqa dinavbera Kurda û Osmanîya, mîrgehêt Kurda yêt serbixo hatin avakirin, Kurd ji rêdar û fermanêt bîyanîya qurtal bûn. Ji egerê vê çendê çerxê hilovana (Nehze) Kurdî, çerxê zêrîn despêkir. Bi bawerîya min heta niho jî çi desthelatêt Kurda neşyayne nîva wê jî biken ya ku berî çarsed salan hatîye kirin.
Di salêt bîstanda Kurdî (anku kirmancî) li hemî parçêt Kurdistanê hate berbendkirin. Nexasme li Kurdistana bin destî turkyayê. Dîsan her di wan salanda hikumeta îraqê û turkîyayê li ser wê çendê pêkhatin ku, deverêt kirmancîaxêv Kurdî lê nehête xandin û bikarînan, ewbû biryar derkeft ku tinê deverêt sorana soranî bihête xandin û li devera behdînan jî Kurdî hate berbendkirin.
Sala 1961ê şoreşa Kurdî li Kurdistana îraqê destpêkir, xelkî hizir kir êdî dê ji qeyd û bendêt dijminan qurtal bin û şên bi ezmanê xo xwînin û pê nivîsin, belê mixabin didespêka şoreşêda semt ber bi wêrêve çû ku soranî bibîte ezmanê şoreşê û herwekî dijminêt Kurda vîyay, Kurdî jî bihête berbendkirin, êdî ji sala 1961ê heta sala 1991ê şoreşêt Kurdî li Kurdistana îraqê nehêlan ne xundingehek bi Kurdî li Behdînan vebît, ne jî rojnameyek an jî kovarek derkevît, xelkê Behdînan tinê bo hindê hate berhevkirin ku bibîte sotkê şoreşê!!
Piştî salêt heştîyan li bakorê Kurdistanê jî şoreşê serhelda, wesa hate xîyal kirin ku dê Kurdî jî serheldet, lê mixabin wan jî di karubarêt şoreşêda ezmanê turkî xebitand.
Dîsan piştî serheldana 1991ê li Kurdistana îraqê, hikumetek hate danan û perlemanek hate helbijartin, êdî dest bi pilanêt dijwar hate kirin ku kirmancî li hemî cihan bihête berbendkirin, despêkê kirmancî li hola perlemanê Kurdistanê hate berbendkirin, piştî sala 1991ê nêzîkî çar salan kirmancî li xandingehêt behdînanê hate xandin, paşî bi biryareka nepenî kirmancî dîsan berbend kir û şwîna wê soranî bi darê zorê li xandingehêt Behdînan da xandinê. Û paşî hikumeta Kurdistanê pêngava sîyê havêt ku pirogramêt kirmancî di têlevizyonêt herêma Kurdistanê da nemînin, da ku biçwîkê kirmanc guhdarîya ezmanê xo di malêda neket, bi hêceta wêrê ku xandina bi kirmancî û pêşveçûna wê ((emna qewmî ya Kurdî dê êxîte di xeterêda)) herwekî çawanê emna qewmî ya turkî êxistîye di xeterêda.
Pêdivîye bêjîn ku xelkê Behdînan gelek pêkol kirin ku têleviyyoneka setelayt li Dihokê an Zaxo bihête danan,lê her bi zwî hikumeta Kurdistanê pêkolêt wan li tixwîbêt wan rawestandin.
Evca desthelatdarêt çaxê me bi vî rengîne û ezmanê Kurdî bi darê zorê berbend diken.
Desthelatdarêt çaxê Cizîrî û Xanî jî pwîte dida ezman û toreyê Kurdî, lewra jî yêt wekî Melayê Cizîrî û Feqyê Teyran û Ehmedê Xanî çêbûn.
Pirs:
13. Wek tê gotin û hate gotin hejmara zimanên biyanî ku Cizîrî zane û serdestê wan bû, ne kêm in. wî jî wek Xanî, lê pirr berî Xanî bi Kurdî nîvisand. Xanî ne mikun e dema biryara xwe ji bo nivîsandina bi Kurdî kiriye jiyan û pratîkê ji Melayê Cizîrî hêz negirtibe, ew bibîrneanîbe, ji bo xwe nekiribe nimûne, belê Cizîrî kî ji bo xwe kiriye nimûne, wî şopa kê domandiye, gihandiye cîl û nifşên piştî xwe ?
Bersîv:
13. Tiştekê aşkiraye herwekî berî niho min avirr dayê, Ehmedê Xanî xo bi şagird û mîratgirê Melayê Cizîrî û Feqyê Teyran û Elî Herîrî danaye, herweku di dîbaca Mem û Zînê da, serê xo bi wan bilind diket û xo bi mîratgirê wan didete nîyasîn û ew bo xo kirîne mînak û li ser dewsa wan çûye û xo li ser wan ava kirîye. Lê pisyar li vêrê ewe ka Melayê Cizîrî xo li ser çi û kê ava kirîye û kîye mînakê wî?
Bi dirêjîya van salêt min li ser kilasîkan kar kirî, min gelek bizav û pêkol kir, tiştekî ji rewşa toreyî ya berî Cizîrî û Teyranî bizanim, jiberku eger mirov berê xo bidete perîsk (derece) bilindîya van şa'iran, mirov hizir diket ku evana ji çuneyê destpênekirîye, belkî berî wan toreyekê Kurdî yê nivîskî yê bi hêz hebûye, belê pa heta niho tiştekê bi belge û dokomênt li ber destê me nîne, lê dîsan jî wesa xoyaye ku berî wan jî ş'ira Kurdî hebûye, li vêrê em dişêyn tinê du mînakan bînîn, mînaka êkê:
Di şerfnameya Şerefxanê Bidlîsî da navê şa'irekî di mijara ''Fermandarîya Zerqî'' da, hatîye, ku bi Kurdî ş'ir nivîsîye û Şerefxan dibêjît dîwaneka ş'iran jî bi Kurdî heye. Navê wî jî ''Ye'iqûb Beg Mihemed Beg''e, ku piştî sala 1534ê wêve bûye serwerê Zerqîyan. Şerefxan dibêjît: (( '' Ye'iqûb Beg'' piştî birayê wî Şah Qulî Beg hatîye kuştin, fermanek ji layê sultan Silêmanî ve hate dan ku ew bibîte serwerê hemî welatê Zerqan. Ye'iqûb Beg mirovekê têgehiştî û zana bû, sofîyek bû herdem guhdarîya kesêt xudênas dikir, gelek gêwilê ş'irê hebû, ş'irêt sofîyatîyê divehandin, pitirîya ş'irêt wî bi ezmanê Kurdîne, wî dîwaneka ş'iran bi Kurdî heye….))
Mînaka duyê: Dr. Mes'ûd Kitanî şi'irek bi navê Melayê Bateyî di govara Peyv hijmara 6 sala 1998ê da belavkirîye, ş'ir bi çar ezmanan, Kurdî, osmanî, farisî û erebî hatîye vehandin. Ew bixo saloxa dîwana sultan Huseynê mîrê Amêdîyê diket. Sultan Huseyn sala 1575ê çûye ber dilovanîya xudê. Eger em binêrîne salêt jidaykbûna Teyran û Cizîrî, herweku berî niho me avirr dayê, dê bo me xuya bît, ku ev ş'ire gelek salan berî Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran hatîye nivîsîn. Her li vêrê min divêt avirrê bideme wê çendê, ku hêja Mes'ûd Kitanî, ş'ir bo Melayê Bateyî danaye, lê ew bixo ya ş'irekîye bi navê ((Hemîdî)) herweku bi aşkirayî navê wî di despêka destnivîsê û dwîmahîyê da hatî.
Êdî ji van herdu girovan tête zanîn ku ş'ira Kurdî berî Melayê Cizîrî hebûye, lê mixabin tiştek ne gehiştîye me. Mirov dişêt bêjît ku Melayê Cizîrî berî her tiştî:
1. Mifa ji şa'irêt Kurdêt berî xo wergirtîye
2. Mifa ji toreyê (edeb) Kurdî yê zardev wergirtîye, her wekî min di vekolînekêda bi dirêjî behis kirî.
3. Mifa ji edebê farisî wergirtîye, nexasme şa'irêt navdarêt faris Camî û Se'idî û Hafiz.
Pirs:
14. Jiyan û serpêhatiya Dîwana Melayê Cizîrî jî bi serê xwe hêjayê lêkolînekê ye. Ev dîwan çawa gihişte serdema me. Ji bo vê em qerzdarê kê û ne kê ne? Li vir pişk û rola Kurd û neKurdan çi ye û di vê navê de kurt be jî em di çend gotinan de li ser wergerên Dîwanê dîtinên we bigrin.
Bersîv:
14. Dîwana Melayê Cizîrî bo Kurda ne tiştekê kêm bû, dîwana Cizîrî û çend ş'ir û beytêt dî di çaxê wî da Kurd ji xeweka hizar salî rakirin û bi wê çendê hesyan ku ezmanê Kurdî jî wekî ezmanêt erebî û farisî bo nivîsînê û flîvanîyê bikêr têt. Êdî ev dîwane bo tiştekê pîroz bo gelek twîxêt civakê, feqîyan di mizgeftan da bi dengekê bilind ş'irêt wî distrandin, melayan durr û mirarîyêt hunerê bilindê ş'irê ji dîwanê derêxistin, derwêşan diber lêdana defêra bi wan ş'iran digel xudayê xo diaxivtin, cotîyar û palan beheşta xudê di peyvêt dîwanêda didît. Evca dîwan wekî kitêbeka pîroz kete di nav civakê Kurdî da, êdî her li wî biçît dîwanê bo xo venivîsînît. Kêm mizgeft û medrese hebûn ku libeka dîwana Cizîrî têda nebît, piranîya feqî û melayêt Kurdistanê her êkî libek bo xo dinivîsî, ji ber vê çendê jî heta niho jî dê bînî bi dehan destnivîsêt dîwana Melayê Cizîrî di nav xelkê Kurdistanêda mayne, min bixo jî pitir ji deh destnivîsan hene. Eger heta niho dîwana Cizîrî nehatiba çapkirin jî, çi tirs li ser nemana wê nebû. Min bixo çend caran ji melayan bihîstîye digotin: piştî Quranê dîwana Melayê Cizîrîye!! Ji ber van sedeman kitêbeka bi vî rengî pîroz çi cara berze nabît. Ş'irêt Cizîrî di nav Kurdan da xasîyeteka dî jî hebû, çênedibû peyvek an hevokek bihête destvedan, çawa bo Quranê ev tişte çênedibû, herwesa bo dîwanê jî, ji ber vê egerê jî dê bînî li ser wê çendê ku bi dehan lib ji dîwanê desnivîs kirîne, lê guhrîn têda çênebûye, belê pa şa'irêt dî guhrînêt aşkira di ş'irêt wanda çêbûyne.
Xelkê bîyanî jî hindek karêt biçwîk bo dîwana Melayê Cizîrî kirîne, lê eve jî her tinê parastina libekê ye ji destnivîsa dîwanê, karê ji hemya berçavtir ku ji layê kesekê bîyanî ve bo dîwanê hatîye kirin, ewe yê ((Von Martin Hartmann)) kirî. wî sala 1904ê destnivîseka Melayê Cizîrî ji Kurdistanê ku bi destê melayekê Kurd hatîye nivîsîn, digel xo înaye Elemanya û pêşgotinek bo destnivîsê bi Elemanî nivîsîye û ew destnivîs zêde kirîye. Eger çi karêt kesêt wekî Hartmann nahêne piştguhvehavêtin û jibîrkirin, lê dîsan jî ne karekê êkaneye.
Pirs:
15. Xaleke din ku zelaliyê dixwaze û li bendeyî serastkirinê ye mesela helbestekê ye ku Feqiyê Teyran û Melayê Cizîrî bi hev re xwendine. Navê vê helbestê û sala xwendina bi hev re û sebeba xwendina bi hev re? Ev adetek bû, di zemanê Cizîrî de adetên wuha hebûn di nav şaîr û aliman de ku bi hev re helbestan bixwînin.
Bersîv.
15. Belê, ş'irek heye dinavbera Feqyê Teyran û Melayê Cizîrî da hatîye vehandin, herwekî berî niho jî min di bersiva pisyareka dî da behis kirî. bendek ji layê Feqî tête gotin benda piştî wê ji layê Melay tête gotin…û hosa heta dwîmahîyê. Benda êkê Feqî dest pêkirîye û ya duyê Melay û dîsan heta dwîmahîyê ku bi benda Melay xilas dibît. Navê vê ş'irê di destnivîsanda (Mukaleme) hatîye, hindek cara jî (Munazere). Ku ev herdu peyve jî bi erebîne, ya êkê bi Kurdî anku: bihevra axivtin, an jî dan û standin. Ya duyê anku: qawîşkêşanê, an jî : havêtne berêk.
Ev awayê ş'irê di folklorê Kurdî da gelekê mişeye, nexasme di ''Heyranokêda'' ku kiç û kurr herdu dihavêne berêk û êk bendekê dibêjît û yê dî an ya dî lê vedigêrît, Kurd dibêjne vî awayê dariştinê ((Berêkanê)), evca ev peyve ji folklorê Kurdî hatîye wergirtin û bo vî awayê ş'irê di navbera şa'iran da jî dibêjinê Berêkanê.
Ev awayê henê li nik ereb û farisan jî hebûye, lê wana berêkanê pitir di warê reîdanê li ser hizrekê ka re'ya kê dirusttire, an di warê Berrebêjîyêda (Bela'xet) ka kî ji yê dî di axivtinêda berretire, an Berrebêjî di ezmanzanîyê, zanistê, dîrokê û zanistêt dî da dikir, ka kî ji yê dî zîrektire.
Ev ş'ira henê jî berêkanêyeke dinavbera herdu şa'irêt hevçerx Feqîyê Teyran û Melayê Cizîrî da. Feqîyê Teyran di bendekêda sala nivîsîna wê aşkira kirîye, dibêjît:
Birîndarê Işqême dûrim ji siha bihan
D'zanin meddahê kême di "hizar û yek û sihan"
Sena xwanê Melê me li hemû erd û cihan
Ewî sala 1031 mişextî, anku hicrî bo nivîsîna wê danaye, ku dikevîte beramber sala 1621-1622zayînî.
Pirs:
16. Gelo ji dîwana xwe pê ve tu berhemên wî yên din çêbûne?. wek nimûne Xanî fireh û çendalî xwedîmijûlahî ye, navçeya enterese û pêdaketinên wî fireh e, dest avêtiye gelek tiştan. Ji vî milî mirov li wextdagirtin û dembuhurandina Cizîrî binere, rewş çawa ye, ev bi çi nisbetê xwe di helbestên wî de dide dest?
Bersîv:
16. Eve çend sale ez li ser destnivîsêt Kurdî dixebitim û herdem jî ez hizra wêrê dikem belkî rojekê ji rojan berkarekê vî şa'irî û êkê yê dî yê ku nehatîye dîtin bikevîte destê min, bi rastî jî gelek cara merema min bi cih hatîye û tiştê nwî hatîye vedîtin. Lê di rasta Melayê Cizîrî da heta niho bijlî ş'irê û wê ş'ira wî ya di dîwanê da tiştekê dî berçavêt min neketîye, tinê vehînokeka dirêj min di destnivîsekê da dît, ku li ser navê (Mela)y hatibû meşiqkirin. Ev vehînoke li ser ferzêt nivêja ye, li ser pênc navbirra ya hatîye avakirin, sala 2005ê min ew vehînok di kitêba xo ''Kelhên ava''da belavkir. Pîçek jî min behsê wê kirîye, ku herçend bi navê (Mela)y hatîye belavkirin, lê bi bawerîya min ya Melayê Cizîrî nîne, jiberku Melayê Cizîrî mijarêt bi vî rengî ne nivîsîne û dîsan awayê dariştina wê ya siste, ne ya dagirtî û kutne kirîye wekî ş'irêt Cizîrî yêt dî. Evca heta niho bijlî dîwanê tiştekê dî liser navê Melayê Cizîrî nehatîye vedîtin, dwîr nîne jî ku wî tinê ev dîwane nivîsîbît, lê divêt bizanîn ku wî bi vê dîwanê mezintirîn kar bo Kurda kirîye.
VI
Li ser jidayikbûna Melayê Cizîrî çend dîtin.
Celalettin Yöyler
GELO RASTÎYA DÎROKA MELAYÊ CİZÎRÎ ÇÎYE?
Pir kes ji nivîskar û dîrokvanan di derbarê dîroka ji dayîkbûna Mela de; xwe êşandine û negihîştine rastî ya dîrokê. Lê tu rexne û lewmek me jibo wan camêran nîne. Lewra Mela bi eşkere wek Seydayê Xanî ji destpêka jidayîkbûna xwe nepeyîvîye.
Mela bi giranî helbesta xwe bi peyvên felsefî, derûnî û razdarî hûnandî ye. Pir helbestvanên wek Mela di helbest û gotinên xwe de, bi razên ebcedî, ji temen û heyamên xwe axivîne û di helbesta xwe de, veşartine. Rasthatina vê rêbaza ebcedî jî, zor têzanîn û bişkivandin. Jibo dîroka destpêka jîna Mela, di meydana lêkolînê de, çend dîtin hene:
Yek dîtina Rêzdar Zeynelabidîn Zinar a bi hejmarên ebcedî ye.Ya din jî, dîtina me ya dîsa bi hejmarên ebcedî ye. Em dibêjin:dîtina Zeynelabidîn; lewra di pêşgotina tîpguhêzî ya dîwanê de, dide zanîn ku herwekî ew rêbaza ebcedî ya wî ye. Armanca mın ji vê mijarê ew e ku xwendevanên rojnameyê û zanayên nivîskar, rêbaza me ya bı hesabê ebcedê û dîyarkirina me ya destpêka salên jîna Mela û dîtina rêzdar Zeynelabidîn Zinar, di ber çavan re derbaskin û biryara xwe bi nirxandinek azad eşkere kin û ji vê îmeyla me re bişînin. Îmeyl: (xwesbin_yekta(at)hotmail.com)
DÎTİNA ZEYNELABİDİN ZİNAR: Birêz Zeynelabidîn Zinar,di pêşgotina tîpguhezîya Dîwana Mela ya ji tîpên Erebî bibal tîpên Kurdiya Latênî ve dibêje: Di malika helbesta Melê de, ya bi nivîsandina (Ji herfan mah û salê ma, nehat der şiklê falê ma - Kuca danendî halê ma, sipikbaranê sahil ha) Dîroka ji dayîkbûna Mela di vê helbesta jorde bi hejmarên ebcedî hatîye dîtinê. Rêzdar Zeynelabidîn dibêje:bi hejmara bêjeya(Herfan û xalî) dîrok derdikeve meydanê. Ew hejmar jî dike 980ê. Ger ev bi hesabê koçî be? Bi beranberîya mîladî dike:1570'ê. Dîsa dibêje: Bê guman ji ber ku ev malik di beşa destpêka dîwanê de ye, bêtir mirov didefîne bibal rastîya wê ve.
Dîsa Zeynelabidîn Zinar dibêje: Mela di sala 1621ê de bi Feqî re helbest gotîye. Birastî gava mirov li rastîya bûyerê dinhêre, mirov dibîne ku di hejmaran de çewtîyên hejmarî derdıkevin meydanê.Yek ji mînakên çewtî yê hejmara 1621 e. Lewra Feqî di helbesta xwe de dibêje: Gava min helbest bi Melê re digot, (Sal hezarû Sî û yek 1031) bû. Ev hejmara ku Feqî dibêje, sala (1031) bû, hejmarek koçî ye û bi beranber mîladî ne (1621) e, (1624) e. Mirov gava li rastîya helbestgotina Feqî ya bi Mela re dinhêre, mirov dibîne ku dinavbera herdû hejmarên dîrokîde; 3 sal cudatî heye.
Yanî dema bihevragotina helbestê (1624) e. Her wisa di nirxandina hejmaran û nîşandayîna dema ji dayîkbûna Mela de jî nakokî heye. Lewra birêz Zeynelabidîn hejmara tîpên bêjeya (herfan û xalî) bi hejmarên ebcedî derxistiye: (980) ye. û gotiye bi mîladî dike (1621) û temenê Mela yê ji dayîkbûnê jî bivî hesabî dike (1570). Mixabin bêjeyên ku heval Zeynelabidîn Zinar bi hesabê ebcedî nirxandîye û gotîye temenê Mela bi van hejmaran (1570)ê ye, ne rast e. Lewra 980’ê bi beranberî ya mîladî dike: 953+622=(1575). Her çiqas Zeynelabidîn bi dudilî gotîye: Ger bi koçîbe? lê bê dudilî kesên di wê demêde, her bi hesabê koçî nivîsîne. Nirxandin: 980 ê koçî bi beranberîya Mîladî dike 953+622ê berya koçî = 1575. Hem jî xebitandina bêjeya(Xalî) di şûna Sal de jî, biguman e. Lewra nusxeyên ku di destê me de hene, bigiştî (Ji herfan Mah û Salê ma)ne û ne ku xalê ma hatine nivîsandinê. Lê birêz Zeynelabidîn dibêje: Min di nusxek de (Xalî) dîtîye. Me jî di şûna (xalê)de xalî xebitandiye. Di rêbaza tewandekan de, di şûna tewandeka (ê) de (î) nayê xebitandinê. Lewra tewandeka (î) di giramera erebî de, daçeka kesekî ye û bi peyvekî kurdî re nayê xebitandinê. Em dibêjin, rastî ya helbesta Mela (Ji herfan mah û salê ma, nehat der şiklê falê ma) ye û ne xalî ma ye. Hege (xal) xwendibin jî, bi sehwa qelema katibê nusxeyê hatîye nivîsandinê. An jî di nivîsên destxet de, (x) di şûna (f) yê de xwendine û gotine (xal). Lewra (x) ya erebî û(f) ya erebî di destxetan de, carnan jı hev nayên cuda kirin û bi hev re tên guhertin. Em werin ser dîtina rêzdar Nayîf Mikaîl Tahir ê ku:destpêka salên Melê; di hejmarên jêr de dîtîye: erfa = 289, Mah=41, û (w) sal=97, Ma=41, Şikl=350, Fal=111, Ma=41, bi tevahî dike: 975. Lê rastîya hejmarê 974 re. Di hejmara (Mah) de (H) bi çewtî (6)hejmartine, ew jî bi gorê mîladî dibe 1569 û ne 1567 e. Li jor rêbaz û nirxandinên van herdû rêzdar hevalan wek hev in. Lewra herdûkan dîtinên xwe berdane ser rêze helbestek û di hejmaran de şaşî kirine. Bi gor rastî ya nirxandina hejmaran, gotina Zeynelabidîn ya ku gotîye (1570) dijê hejmaran e. Lewra rastî ya hejmaran (1575) didine dîyarkirinê.
Dîsa nirxandina rêzdar Nayîf Mikaîl Tahir jî, ne bi gor rastiya hejmaran e û rastiya hejmaran (1569) didene dîyarkirinê ne ku (1567). Bi dîtina me ya lêkolînerî ya nêzîkê 7 sal e, ya liser şîrovekirina vê berhema Mela, ev helbesta wî ya ku dibêje: (Ji herfan mah û salê ma, nehat der şiklê falê ma) tu giza wî bi dîyarkirina temenê Mela re tuneye. Ji ber ku di nav de, bêjeya (mah û sal) heye. Rêzdar nivîskaran jî gotine, ji salên xwe diaxive û dane ber hejmarên ebcedî. Pir ecêbe ku rêze helbesta (ji herfan mah û salê ma) di navbera du lêkolîneran de, hatîye parvekirinê. Yekî gotîye: (herfan û xalî) yê din jî gotîye: herfa, Mah, û(w)sal ma, şikl, fal, ma. Eva jî mirov di derbarê rastiyê de dixe nav gumanan. Bi dîtina me û bi xebata me ya 7 saleya liser şîroveya dîwana Melayê Cizîrî, me xwe gîhande rastîya dîroka jidayîkbûna Mela û jînenîgarîya wî. Dema ku di Sala 1997 de, me dest bi şîroveya Dîwana Mela kir û me tim di nav domandina xebata xwe de, rastiya dîroka Mela di serê xwe ra derbas dikir û dixwest ku rojekî ji rojan em rastê gotinek Melayê di derbarê ji dayîkbûna wîde werin. Bi rastî bi nirxandina mina helbestê re, helbseta (Feqîyê Teyran) ji bo xwegîhandina min a bi bal dîroka ji dayîkbûna Mela, bû alîkar û piştevanek pir mezin. Herwekî bi dengekî êlî bangê min dikir û ji min re digot: Dîtina te ya bi hesabê ebcedê rast e û binirxîne. Lewra gotina Feqî ya bi helbestgotina bi Mela re, bo min jêderk û delîlek vebir e.
Lewra her çiqas Mela bi zimanek eşkere ji destpêka jîna xwe neaxivîye û birewşekî nehînî û bi razên ebcedî ji xwe axivîye jî, lê Feqîyê Teyran bi zimanekî eşkere û vekirî ji hevdemî û dîroka jîyana xwe û Mela axivîye. Em werin mijara nirxandina helbesta erebî ya di dawîya pêncekên Melê de û bi hesabê ebcedî binirxhinin û li rewşa hevgirtina wê û gotina Feqî binhêrin ku çawa hev temam dikin û rastiya dîroka jidayîkbûna Mela dertînin meydanê. Helbesta Mela ya ku tê de bi zimanek nehînî û ebcedî, ji rewşa xwe ya destpêka helbestgotinê tîne ziman û dibêje (Tilke enbaun yeqûlû ennasû mınna beede hînin) ev e.Wateya rêzehelbestê bi Kurdî: Ev behrem bigiştî hinek gotin, peyamin û me amadekirîye.
Wê gel û mirûvên piştê deman ji me û berhema me biaxivin) Berya nirxandina tîpên helbestê, em dixwazin bala kesên ku nirxandina me ya bi hejmarên ebcedî dibinçavan re derbas kin, bira bizanin ku di rêbaza nirxandina tîpan de, tîpên bi Şedeyên di bêjeyande yek tîp, ne du tîp têne hejmartinê. HEJMARTİNA TîPAN: (T)400, (L)30, (K)20, (E)1, (N)50, (B)2, (E)1, (Y)10, (Q)100, (W)6, (L)30, (E)1, (L)30, (N)50, (E)1, (S)60, (M)40, (N)50, (E1), (B)2, (E’)70, (D)4, (H’)8, (Y)10, (N)50 = 1027ê koçî.) Hejmara tîpan bigiştî rêze helbest e. Lê ya ji herfan mah û salê ma di navbera du lêkolîneran de, hatiye parvekirinê.Yekî gotîye: (herfan û xalî) yêdin jî gotîye: herfa, Mah, û(w)sal ma, şikl, fal, ma. Hejmara tîpan liserhev: bi hejmara koçî:1027.Mela divê rêze helbestê de bi zimanek derûnî û bi hesabê Ebcedî dide dîyarkirinê, ku wî di Sala 1027ê koçî de, dest bi nivîsandina helbestê kirîye. Dema ku Mela dest bi helbestgotinê kirîye, temenê wî (30) sal bûye. Lewra di derbarê (30)sal temenê wî yê di berya destpêka helbestê de, Mamosta Eladîn Secadî anîye ziman û gotîye: Mela di 30 Saliya umrê xwe de, helbest gotîye.
Herwisa Mela bi xwe jî, di beşên helbestên xwe de; temenê xwe yê di berya helbetê de, tîne ziman û dibêje: (Sih Sale ji derdû ji belayê te hilakin=Hetta bi felek her diritin ahû ehê min) Dîsa di rêze helbestek dinê de dibêje:(Ernekî rihmê tu Mîro, dê çibit halê me îro= Qet nebê carek Esîro, girtîyê (Sî) saleye). Mela bi eşkere û zelalî dide zanîn, ku temenê wî di berya helbestgotinê de (30)salî ye. Yanî lêkolîn û dîtina me ya bi hesabê ebcedê, dîroka destpêka wêjenasîya wî ye. Gava em (30)sal temenê wî yê berya wêjeyê ji wê dîrokê dertînin, rastîya dîroka wî ya ji dayîkbûnê bê guman derdikeve meydanê. Çawa me li jor gotina (Feqîyê Teyran)a di derbarê helbestgotina wî ya di Sala (1031)de bi Mela re dabû nîşan. Ew gotina (Feqî) ya dîrokî, bo me jêderk û delîlek bêguman û vebir e. Hem jî ji bo dîtina me ya bi hesabê ebcedî jî, destek û piştevanîy e. Her wisa helbesta ku Mela di bênceka xwe de bi erebî dibêje, ev behrem bi giştî hinek gotin, xeber û peyamên curbecur in û wê mirov piştê dem û zemanan ji me û peyamên berhema me bi axivin. Mela, di destpêka rêzehelbesta xwe ya bi zimanê erebî de, di serê helbestê de, bêjeya (Tilke) anîye ziman. Lewra bêjeya (Tikle) di giramera erebî de, daçeka pirhejmarê ye û işaretê bal tevahî ya berhremê ye.
Ango (tikle) ev behrem bi giştî, me divê sala koçî ya hejmar (1027)de nivîsî ye. Hem jî ev hejmar û gotina Feqî ya ku dibêje: me di (1031)ê de bi hev re helbest gotî ye, hev temam dkin. Em werin ser mijara nirxandina hejmarên ebcedî û dîyarkirina dîroka ji dayîkbûna Mela:
NİRXANDİNA HEJMARAN: Mela di (1027)’ê koçî de, dest bi nivîsandina helbestê kirîye. Ev hejmara koçî beranber bi mîladî dike: (998)ê ji Koça (Hicreta) Mihemmed silava Xuda li ser be û heta despêka nivîsandina Mela ya helbestê. Dı navbera hicreta MİHEMMED û ÎSA Pêximber de 622 sal heye. 998+622=1620-30 =1590. Bi vê nirxandınê dîroka ji dayikbûna Mela:dibe 1590 û koça wî ya ji dinê bi gotina dîrokzan Eladîn Secadî dibe:1665. Me di çapa yekem a ku Enstitüya Kurdî çap kiribû de, temenê destpêka bûyîna Mela bi şaşîyek teknîkî (1589) dabû dîyarkirinê. Lê me ew şaşî dît û sererastkir. Mijara here giring a ku heta niha ji hêla tu dîrokvan û lêkolînvanan ve nehatîye zanînê, dîroka ji dayîkbûna Mela ye.
Divî mijarê da em dibêjin: Me bi lêkolînek berfireh rastîya ji dayîkbûna Mela, ji bo rayagiştî û xwendevanên pirtûka xwe re derxiste holê. Lê diroka koçkirina wî ya ji Cîhanê, me xwe siparte dîtin û gotina Eladîn Secadî û hinek dîrokzanên dinê. Em dîsa ji bo xwendevanên şîroveya xwe re, bi bêdudilî didne dîyarkirinê ku lêkolîn û dîtina me ya bi hejmarên ebcedî rast e. Lewra me çawa gotina (Feqîyê Teyran) bo xwe delîlek vebir dît, em ji xwendevanên şîroveya xwe re jî dibêjin: hûn bi zanînên xwe yên pîroz û bi însafî, dîtina me binirxînin û rastîyê bibînin. Lewra em dibêjin: Bi hejmarên ebcedî detstpêka helbestnivîsa Mela, 1027 e. Di beriya wî de temenê Mela, (30) ye. Gava em 1027ê ku me bi hesabî ebcedî ji bo destpêka helbestvanî ya Mela nirxand û wergerand mîladî, bû 998. Me: 30 sal temenê melayê berya helbestê ji hejmara (998)derxist û bû 968+622=1590)rastî ya ji dayikbûna Mela. Armanc ji vê nirxandinê ew e, ku (30) sal temenê Mela bixwe derdikeve meydanê û dîtina me ya ebcedî rast dibîne. Feqî jî dibêje:dema me bi hevra helbest digot Sal (1031)bû. Dinavbera dîtina me de û gotina Feqîyê Teyrande, çarsal heye. Gava ku Feqî bi Mela re helbest gotîye, Mela pirtûka xwe ya helbestê birîye nêzîkê dawîyê. Gava ku çarsal di navbera wan de cudatî hebe î nepir e. Lewra Mela heta pirtûka xwe birye nêzîka dawîyê, jixwe çarsal dikêşe. Yanî Feqî piştê çarsal xebata Mela ya li ser helbest nivîsê, pêra helbest gotîye.
Nîşe: Ev nivîs ji Enstîtuya Kurdîya Amedê û ji Rojnameya Azadîya welat re jî hatîye şandin.
Celalettin Yöyler 4/28/2008
Vegere : Lêkolîn

Yorumlar
Yorum Gönder