Celalettin Yoyler
Di destpêka afirandina mirovan da; Yezdan! ew wekhev çêkirine û bi navek gelemperî jî, bang liwan kirî ye û gotîye:(Ya Eyyûhennasû):Yanî: hey! gelî Mirovan.Lê negotî ye: hey mirovên Reş an Sipî, Dewlemend,Hejar, Serok,Karker, Karsaz,Bijîjk û Endezyar. Bi tenê binavê Mirov!bangk liwan kirîye û wekhevîtî ya wana diwî navî da jibo wan daye dîyarkirinê û zanînê: ku hûnê bi karên xweyên pak an xirab; bibne xudanê navên curbe cur û jiheh bêne cudakirinê.Herkes di serbest jîyana rojane ya li ser rû yê qada Cîhanê;wekheve û mafê tu kesî nîne ku bi helwestên neyînî û nijadperestî, wê jîyanê astengbike .Bi fermanên Yezdanî;hatîye biryardayî nê: ku tu kes bi despêka jîyanê ra nabe xudanê tu navî.Lewra Xuda bi Ayetên xwe yên pîroz! rengdêrên Mirovan; bi ked û xebata wana rojaneva daye girêdanû û gotîye:(we leyse lil însanî îlla ma sea’)Yanî ji mirovanra jibil ked û xebata wan tiştekî dinê nîne.
Bi gotina pêşîyên Kurdan; kê çi biçîne wî hiltine.Mirov di mafên taybetî
û mirovatî da wekhevin.Her beşên civakan di destxistina mafê mirovatî
da wekhevin. divê tu cudatî dinavbera wan
da neyê kiriinê û bi serbestî û azad mafên xweyên mirovatî bi xebitînin û
bi dest bixin.Bi gor fermanên Xuda û pirensîbên gotinên wîyên
Qur’anî!tu kes nikare xwe serdes bibîne û li
pêşîya mafê yekê dinê bibe asten û nehêle ew kesa mafê xwe yê bi her
awayî bikarbîne.Çawa me di Ayeta pîroz da! da nîşandan;tu kes bi hebûna
xwe ya mirovtî nikare bêje:ez mezintir an ji
kesek dinê birûmettirim.Mirovên li rû zemîn ji çi nijadî dibin bira
bibin; rewşa wana aborî, rengê wanê bedenî û zimanê wanê maderzadî çi
dibe bira bibe,ew di xebitandina mafên taybetî
da wekhevin.Kesek ji wan nikare bêje:ez ji hevalê xwe pirtir xudanê bi
destxistina mafanim.Lewra heyîna mezin:Xuda mirovan wekhev afirandîye û
tu kes nikare bêje:ez di berînda birûmet û
mezin hatime afirandinê û ji mafê mine ku ji hevalên xwe pirtir xudanê
mafanbim.Dema em ji mafan di axivin:armanca me mafên taybetî yên
gelanin.Wek mafên serbest jîyana birûmet,
xwendin, zanin,û bi hezaran mafên ku xwe bi taybeta mirovan va digrin,
divê bi dadmendî bêne paraztinî.Bivê ramanê û zanîna ji dadmendî ya
fermanên Xuda;wekhevîtî ya di parastina mafan
da,ne mafê musulmanan bi tenê ye.Ji mafê herkesî ji her bawerî yê ye ku
xwe di nav dadmendî ya parastina mafan da bibîne û bigihîje mafê xwe yê
taybetî yê mirovahî.Lewra zagona Xuda ya
bi navê îslam!bê cudatî wekhevîtî ya herkesê di her bawerî yê da!
hildaye binê parastinê û dadwerî ya di derbarê yek yekê wan beşan da bê
kêmasî belav dike.Hege dadwerî ya dinav beşên
ji curbe curên nijad û bawerî yan da;bête parastinê û herkes bi serbestî
û bê astengî bigehîje wekhevîtî ya di mafên taybetî da;wê cîhana me!
bigehîje radeya herî bilind û bala.Lê pir
mixabin;gava em çavê xwe li dîmenê rewşa Cîhana îro digerînin;em
dibînin:ku dinav da serdestî,bindestî,dagirkerî,mêtingerî û binpêkirina
mafan û perçiqandina hejaran dibînin.Ev dîmenê
xirabê dervayê fermanên Xuda; yên ku bi Ayetên xwe yên Qur’ana pîroz
jibo bawermendan ra daye dîyarkirinê,bi pirahî dinav civakên musulman da
tê dîtinê û ew ji herkesê di cînanê da
pirtir mafê mirovan û wekhevîtî ya wan binpê dikin.Ramana nijadî ya
neyînî, çawa ku dinava dewletên musulman da bûye bela serê miletan û
sedema şoreşên lihemberê bêdadî ya wan,wisajî
cudatî ya dinav beşên civakên nemusulman da jî bûye sedema pevçûnên bi
xûn û nahêle ku aramî û aştî ya dinavbera gelan da bête damezrandinê.Wek
çawa ku dewleta yekîtî yên “Emrîkî”di
demek dîrokê da nekarî pêşîya cudatî ya ( Reşik û Sipî) yan da bide
rawestandinê û bi sedan Reşik bûne qurbana rengên xweyên reş û hatine
kuştinê û perçiqandinê.Ev pirsgirêk di Dewletên
Yekîtî yên Emrîkî û curbe cur komelên Cîhanê da bû rûreşî ya
nijadperestî yê û hate domandinê.Di 21 bajarên Emrîka da derfeta xwendin
û perwerde ya Reşikan ji reng Sipî yan kêmtir
bû.Perwerde ya di dibistanên pênc Salî da;ji %92 Reng sipî dihatine
perwerdekirinê.Disa di Salekî da ji bo perwerde ya Reng Reşikan 57
dolar, ji bo Reng Sipîyan di eynî Salê da 1046
dolar di hate parvekirinê.Bi vê ramana nijadperestî dinav beşên Reşik û
Sipî da pevçûn kujtin û talan derkete holê û Reşik jî necarê serhildanên
xwe parastinê bûn.Di dawîya van gemarî
yên nijadperestî da; reşikan xwe dane qebûlkirinê û îro dikarin bihevra
bijîn.
Gava wekhevîtî û dadwerî dinav beşên civakan da nehate bikar-anînê,bi
serbestî dilxweşî nikarin bi hevra bijîn û aramî ya di navbera wanda
namîne û bêdadî,talangerî xûnxarî derdikeve
meydanê. Yekcaran nijadperestî û bê dadî ya dinavbera beşên civakan da
gehîştîye radeya herî bilinda nemurûvahî yê û bûye sedema êrîşên
rengsipîyan liser kesne ku dinav civak û netewa
xwe da xudanê cîgehên(Meqamên)bilindbûne.Wekî çawa bi gor Nûçeyên
rojname yên Cîhanê! di Çirî ya pêşîn Sala 1975 da;Wezîrê Aborî yê
dewleta (Gana)yê li bajarê (Dofer)a Komara yekîtî ya
Emrîkî;jiber rengreşikî ya wî, ji Xaringehê hatî ye qewirandin û
nehîştine ku li Xaringehê Xarin buxwe. Lewra libal kesne rengsipî,
xarina li Xaringehên reng Sipîyan jibo Reşikan qedexe
bûye.
Gava em van mînakên zordestî, bêdadî,newekhevî ya di Cîhana xwe da; bi
belgeyan dertînin mijara xwe û ji demên berya xwe diaxivin;em dikarin
bêjin:dema meya îroyîn ji wê demê pir
pêşvetir nîne û hêj jî liser nexşeya cîhana me;bihezaran bêdadîyên wek
bûyera Wezîrê Aborî yê (Gana)yê û newekhevî ya demên borî yên dinavbera
Zarokên rengreş û rengsipî yên li Emrîka û
Efrîqa yê didome.Di dewlet û desthilatdarî yên musulman da;bi rengekî
sistematîk cudatîya di navbera nijadan da tê kirinê û nahêlin gelên neji
nijadê wan; bi zimanê dayîka xwe bixûnin û
perwerdebin.
Kesên ku dinav civakên musulman da dijîn û bawerkerên bi heyîna
mezin(Xuda)ne;divê jibo mafê wekhevîtî ya mirovan ra birêz û rûmetbin û
xwe di xebitandina mafên taybetên ku hevalên
wanên mirov jî di wan mafan da xudan parin wekwan;serdest nebînin.Kesne
ku xwe bawermendê bi heyîna mezin(Xuda)dibînin û dibêjin: em
musulmanin;divê guhbidene gotina Pêximber a ku bi
zimanekî“wesyetî”ji “Meazê Kurê Cebel” ra; daye dîyarkirinê û
gotîye:(Ezlitewesyetdikim;bi“fedîkirinajiXuda”;birastgotinê,bipêk-anînapeymanan.bicih-anînaemanetê,bidûrketinajixîyanetê,biparastinaCînaran,bidilovanîyaliserYetîman,binermahîyadiaxivtinanda,bibexşandinaselamê,biparastinaherdûmilan.)
Di naveroka vê Hedîsa pêximber da silava Xuda liserbe; wateya jîyana bi
hevra û bê kêmahî hatîye dîyarkirinê û rê ya wê jîyanê bi gotinên xweyên
ku heryek jiwan gotinan wekî qanîneke
jibo jîyana herkesê bawermen ra ji Sehabîyê xwe yê kiram:Me-azê kurê
Cebel ra gotîye û jibo bawermendan ra wek zagonek jîyanê daye
dîyarkirinê.Hege dinav civakên bawermen da; bigor van
gotinên Muhemmed (S.X.L)be tevgera mirovan bête birêxistinê û bigor
naverokên van Hedîsan tevbigerin wekhehîtî û dadîya bi yeksanî û bê
kêmahî wê bê parastinê.Lê pir mixabin kesne ku
desthilatdarin liser civakên gelan û neteweyan;xwe bawermend didene
nîşanû dikevine nav tevger û ramanên nijadperestî,mêtingerî û nahêlin ku
gel bihevra bi serbestî û azadî bijîn.
Zana yên: Mezhebê Henîfî;di derbarê desthilatdarên ku cudatî yê dixine
navbera beşên civakan û wekhevîtî ya wana di destxistina mafên wanên
taybet da naparêzin,ramanên xweyên fiqhî
zanistî dîyarkirine û gotine:desthilatdarên ku bi mebest û ramanên
xweyên nijadperestî cudatîyê dixene navbera musulmanan;ew ne (Îmamê
rastîne).Kesne ku lihember desthilatdarîya wan
derkevin,ew(Hadîne ne taxîne).Yanî ew kesana bi helwestû ramanên rastin û
ne çewtin.
Di fetwaya zanayên Mezhebebê Henîfî da; rastîya civakî derdikeve meydanê
û rewşa desthilatdaran û gelên dibin desthilatdarî ya wanda; bi gor
zagonên civaknasîya hemdem û
îslamî,desthilatdar!xizmetkarê gele.Gava desthilaetdar wekhevîtî ya
civaka xwe neparêze, ji katagorî ya xizmetkarîya civakê dûrdikeve û dibe
desthilatdarê yek-alî û dîktator. Gava rewşa
rêvebirîya gelan bikeve vê radeyê;ji mafê gele ku rûmetê nedine wê
desthilatdarîyê û li hember derkevin.Peyva “Îmam”di lîteratora Fiqha
îslamê da; jibo kesne ku rêvebirê gelanin tê
xebitandinê.Çawa me da zanînê: peva îmam bi taybetî jibo mirovên ku
rehberî ya gelan dikin ra tê gotinê.Disa jibo zanayên ku di warê olîda
li pêşîya Civakan rehberî yê dikin ra jî tê
gotinê.
Xîmê her civakên li rûzemîn; hege liser wekhevîtî, dadî, û mafperwî yê
neyê avêtin û avakirinê,rojek nadome û hildiweşe. Mirov bi giştî di
destpêka afirandina xwe ya berîn da wekhev
hatine afirandinê.Wekhevîtî ya mirovan bê cudatîye.Yanî mirov çi reşik
çi sipî,çi musulman çi ne musulman,di warê wekhevîtîyê da yeksanin. Bi
gor zagonên mirovatî yê tu cudatî dinavbera
wan da tuneye.Çawa em di berhemên nivîskî da dibînin:kesne ku baş bala
xwe berdin ser watedarî ya Ayet û Hedîsên ku di derbarê vê mijarê da
hatine gotinê;ew jibo serbest jîyana mirovan;
wekhevîtî, dadî, mafperwerî ya herkesî derketine pêşîyê û mirovan
hişyarkirine.
Musulmanên ku bi rastî ; divê ew ji rastî ya wekhevîtî,dadî,û
mafperwerîya ji bo hevalên xwe yên mirov ra alîkarbin û li pêşîya van
hersê xalên sereke nebine asten û çeper.Lewra di
bingeha olên Semawî da; şoreş û tekoşînên jibo parastina rûmeta mirovan
bênebêye û girêdayê bivan hersê xalanva ye. Mirov dikare bêhempatî ya
ola îslamê; di derbarê giringî ya wîya jibo
parastina maf û rîmeta mirovan; di pesindayîna “Felsefe zanek Sosyalist
da” jî bibîne. Çawa ku Felsefe zanî bi ramana Marksîsmê :Rocîh Garodê yê
Firansewî;di her Qonferansek xwe da
giringî û mezinahî ya ola îslamê anîye zîman û pesnê wî daye û gotîye:di
bingeha wê olê da parastina mafê mirovan,wekhevîtî ya di navbera wanda
,di radeya herî bilind da diparêze û
cudatî yê naxe navbera curbe cur beşên ji bawrîyên cuda cuda û di
mafanda wekhev dibîne.Ola îslamê rê nade dagirkerî û mêtinkerî ya bi tu
awayî û tekoşîna lihemberê wan erê dike.”Rocîh
Garodî” jibo ramana “Makîs”a lihember olan û dîtina wîya ku dibêje:Ol
jibo tekoşîna lihemberê dagirkeran û mêtingeran astenge û nahêle gelên
dibindestan da bi serfirazî;xwe jibinê
bandora mêtingeran bidene rizgarkirinê; dinirxîne û dibêje:Markîs gava
vê raman û teorîya xwe ya di derbarê olan da dîyardikir:haya wî bi tenê
ji ola “Kenîse”yê hebû mêtingerî ya wê olê
didît. Lê haya Markîs ji rastîya Ola îslamê tunebû. Hege Markîs
hûrnêrîna wî liser ola îslamê hebûya wê vê Olê nexista kategorî ya Olên
dervayê Ola îslamê. Em dibînin ku felsefe zanê bi
ramana Sosyalîstî;ji Ola îslamê agahdarbûye û pesinandî ye.Dîtina vî
zanayê bi navê “Rocîh Garodî”yê di derbarê îslamê da;di Sala 1968 û 1969
da di “Kovara Etelîet” da hatîye weşandinê.
Hêcaye ku mirov teorîya Markîs a di derbarê olan da; di berçavanra
derbaske û bi hûrnêrîn binirxîne.Dîtina Markîs a jibo ku ol Afyona
gelane û gel bi gîrêdana xwe ya bi olan va wek
serxweşê bi vexarina madeyên şerxweşkirinê ne,ji hêlek va neraste, lê ji
hêlekî dinê va pir raste.Gava em alîyê ramana Markîs a ku gotîye: dîn
Afyona miletane hildine ber çavê xwe û bi
balkêşî Dînên Semawî binirxînin;emê bibînin ku ramana Markîsa bivî
rengî;neraste û ji binî ketîye nav çewtîya lêkolîna nerast.Lewra her
zanayek ji lêkolînvanên di derbarê dînanda ger bi
realîteya lêkolînvanî yê; li dînan binhêre::wê bibîne ku Pêximberên wek
(Mûsa,Îsa,û Muhemmed)lihember mêtingeran û sitemkaran tekoşînên bê hempa
dane û rastîya olên ku ji bo wan hatine
daxistinê ji bo Cîhana xwe, dane dîyarkirinê.Lewra olên ku bi navgîna
Cibrîl û bi kitabên pîroz:Tewra, Încîl,û Qur’anê ne ,dagirtîyên bi
nûjenî û şoreşên lihember zalimanin.Gava em bi
însaf li naverokên van kitabên Semawî û li şoreşên van Pêximberên ku
kitab ji bo wan hatine daxistinê binhêrin:emê bibînin ku ol ji bo
serbestî serfirazî ya miletan hatine şandinê û ne
madeyên serxweşkirinê ne.
Gava em heqekî bi niheqî bidene Markîs û bêjin:çawa Markîs gotîye:Ol
Afyona miletane raste;emê ji berîn va bêjin: em heqê niheq didene
Markîs.Lewra bi gor realîteya lîkolînvanîyê; ol di
berçavê xwera derbas nekirî ye û bi tenê di Cîhana xiristîyanî yê
da;rewşa mêtingerî ya dînê “Keşîşan”nirxandîye û dîtîye:ku tevgera
zanayên Kilîse yan jibil mejû avdana kesên
xiristîyan tu karekî pêşveçûyî nade wan.Hege Markîs biwê dîtina xwe ya
ji bo ola xiristîyanan li ola musulmanan jî nêrîbe?û di kesayeta
mêtingerên musulman da ola îslamê jî, wek ya di
kesayeta xiristîyanan da dîtibe û nirxandibe; raste! Lewra ola ku di
kesayeta mêtingerên olan da, bê nirxandinê ne ole û gemarîya
mêtingerane.
Bi rastî çawa me ramana Markîsa di derbarê olanda û bi dîtina wîya
serrakî,da dîyarkirinê Ol bi xwe ji bo civakên bawermend pêşveçîyînên
herî bilind û balane.Tu car û zemana rastîya
olan merivan ji hiş dernaxe û tim rê ya rasta jibo berjewendî yê wan
dide nîşandayînê.Lê gava em û yên di ramana Markîs da ji rewşa gemarî ya
mêtingerên olan û bê zanîna di derbarê
rastî ya wî da rexneyên bê nirxandina bi eqlû hiş bînin ser fermanên
Yezdanî û bi bêjin: ol Afyona miletane neraste û şaşîya herî mezîne.Em
dikarin bi tenê rastîya pîrozîya olan jibo;
jîyana bi rîmeta mirovan bi mînaka wesyeta Muhemmed (S.X.L.) a ku jibo
Me-azê Kurê Cebel ra kirîye nîşan bidin û bibêjin: van peyvên Hedîsî,
xal bi xal jibo mirovan zagonên jîyana
birûmetin.Lê pir mixabin ol di destê dagirkeran, mêtingeran, û mebest
xiraban da; ji rastîya wî hatîye dûrxistinê û bûye aletê
berjewendperestîya wana bi gemar.Gava em wek mirovên
zanayên bi rastîya olan û nemaze ola îslamê; bi tevgera van xirabên ku
olan di rê ya berjewendî ya xwe da dixebitînin! ola îslamê rexnekin û
wek Markîs bibêjin:(Ol Afyona miletane) emê
bikevine nav şaşîyên pir mezin û ji rêbaza nirxandina zanistî dûdkevin.
Di destpêka nivîsê da; me mijara “Gelperwerî ya erênî ya gelan; anîye
ziman û di gelek beşên nivîsa xwe da jî, bi zimanê rastî ya ola îslamê
nirxandî ye. Lê gava em vê mijarê
dinirxînin;em baş dizanin ku hemî tevgerên mirovên bawermend di warê
lêpirsîn û dilovanî ya liser lêzim û nêzîkan da, gîrêdayê bi xwenaskirin
û Xuda naskirinê vaye.Bi vê ramanê mijara
meyê bi beşek taybet; liser xwenaskirin û Xuda naskirinê be.Lewra kesne
ku ji taybetên xwe yên maderzadî û gelperwerî dûrkevin û bibêjin:em
musulman û bawermendîn derewan dikin û dinav
şaşîyek mezindane.
Celeletin Yöyler
Yorumlar
Yorum Gönder