Ana içeriğe atla

Nimêja bi pêlavan li ser miriyan betal e


Celalettin Yoyler


 Yezdan; Ola İslamê jibo berjewendîya beşer û rast meşa wîya di rê ya îslamê da,jibo muslumanan Kitaba pîroza bi navê Qur'an ji pêximberê Xwe; Mihimmed'ra,bi navgîna Ferîşteyê (Melekê) wehyê: Cibrîlê emîn! şandîye.Di naveroka vê kîtaba pîroz da, jibo nîzama beşer,beşên ku jibo insanan ra pêwîstin, daye dîyarkirinê.Minak: wek beşa îbadet,ya danistandin,ya dadgerî,dadmendî û gelek beşên ku têkildar û girêdayê bi jîyana beşerva'ye dinav vê kitaba pîrozda daye eşkerekirinê. Dema em li rewşa civaka misliman dinhêrin,em dibînin ku beşên jivê civakê wek pirên ji kesên ji civaka misliman ketine nav û di berjewendî ya xwe da dane xebitandinê û kesên bawermend bi wan helwestên xweyên xirab dane xapandinê.


Em ê yek bi yekên van kirinên ku ji hêla van her du beşên (Şêx û Melan) ve ku ji derveyî Olê xistine nav civakên Misliman diyar bikin û pêşkêşî raya giştî ya bawermendên Misilman bikin. Di cara yekem da, mijara nimêja ku li ser miriyan ji hêla Dîyaneta Tirk ve, bi pêlavan ve dide kirinê, bînin ziman û ne rastiya wî bi delîlên ilmî derxine holê û civaka bawermend bi vê nerastiyê bidine zanîn.
NIMÊJA MIRÎYAN BI PÊLAVAN ÇAWA YE?
Nimêja bi Pêlavan li ser miriyan bi dîtin û fetwaya Seydayê hêja Mele Xelîl Ebdulkerîm.
Di kitêba xwe ya bi navê "Elmewsûetil Fiqhîyet" de dibêje: "Nimêja li ser mirîyan bi pêlavan betal e."
Em ê di berê de vê fetwayê bi zimanê Erebî û orjinala wê ya fetwayê binivîsînin û dû re dîtina xwe ya bi zimanê Kurdî bînin ziman.
FETWA BI EREBÎ JI KITÊBA SEYDA XELÎL GÜNENC Û FIQHA ÎSLAMΠ:ومن المؤسف آنٌه قد جرت العادة في تركيا بالصٌلاة على ا لجنا زت خارج ا لمسجد  بالأحذية
المتنجسة من غيرمبالاة لذالك ولا يدرون انٌ صلاتهم ا لتي يؤدونها باطلةْْ. قال ابن عابدين بعد كلام طويل في هذالموضوع:نعم قد توضع في بعض المواضع خارج المسجد في الشارع فيصليٌ عليها ويلزم منه فسادها من كثيرمن ا لمصلين لعموم النجاسة وعدم خلع نعالهم المتنجٌسة . ولا بآس بالصٌلات على الميت في المسجد كما هي ا لعادة المتبعة في الحرمين الشريفين عند الشافعية والحنابلة

“WATEYA HEVOK Û BÊJEYÊN EREBΔ:

Ji dil nexweşî muxabiniye çawa bûye adet ku limêja miriyan di Tirkiyê da li dervayê Mizgeftan bi pêlavê“Necis” dikin û qet biwê rewşê jî xem naxun.Bi serda nizanin limêja ku liser Mirî dikin jî betale.”ÎBNÛ ABIDÎN” di derbarê mijara Limêja liser Miriyan bi pêlavan dîtina xwe tîne ziman û dibêje:Belê raste Mirî datînin hinek cîh û meydanên dervayê Mizgeftê û liser Limêj dikin.ji ber vê limêêja ku li dervayê Mizgeftê liser Mirî dikin,jê betalbûna Limêjê ji ber necaseta pir cîhan ji hêla Limêjkeran va û dernexistina pêlavên wanên necis va peyda dibe.Tu zirara Limêja Miriyan di Mizgeftê da tuneye.Çawa ku li herdû Mescidên heremên şerif li Mekke û Medîneyê jî liser Mezhebê” Şafî'î û Henbelî “Limêja Miriyan di Mizgeftê da dikin.

Yek ji şertên limêjê ewe ku lîbasê limêjker pakê ji necasetanbe û tahirbe.Midasa limêjker jî, beşek ji lîbasê wiye û jê ne cudaye.Dema Limêjker bi lîbasê ne tahir ku Midasawiya di Lingê wîdaye li ser Mirî Limêĵke,Limêja wi betale lewra di herçar mezheban da bê îxtilaf lubsa Limêjker, mekanê limêja wî şerte ku tahirbe.Gelo kê dikare bibêje Limêjker bi pêlavên xweyên ji tuwaletê derketî dikare bibêje Limêjamina li ser Mirî duruste.?Kesê ku bi Pêlavan liser Mirî limêjke û bibêje:Limêja min Qebûle ew xwe dixapne û nikare Xuda bixapîne.

Çiqas Dewletên Misilmanên di cîhanê da hene, hemû di Mizgeftan da û bê pêlav Limêja Mirî dikin.Lê pir mixabin bi tenê Diyaneta Dewleta Tirk Limêja bi Pêlavên necis, liser Miriyan dide kirinê û din jî wek îdeolojiya fermî ya Dewletê dibêne û di xebitîne.Banga min; jibo her bawermendiye: çi Henefî çi Şafî'î ku liser miriyan bi pêlavan va Limêj nekin. Lewra pêlavên herkesî bê necaset nîne Limêja bi pêlavan betale.Disa Melayên îdeolojiya fermî nahêlin Limêja miriyan di Mizgeftanda bê kirinê û dibêjin:bîn didene mizgeftan û Qirêj dikin. Di hemî mezhebanda dîtina ku Ji hêla Mirîva Mizgeft bêne Qirêjkirinê divê li derva yê Mizgeftê bê kirinê û Mizgeftê qirêj neke.Lê divê baş bê zanînê ku Cenazeyên vê demê pir paqij têne şûştinê Mizgeftan qirêjnakin û Ji pirên kesên Limêjkerên di Mizgeftê da Limêj dikin paqijtirin û Limêja Miriyan di Mizgeftanda liser Mezhebê Şafî'î xêrtire.

CELALETTİN YÖYLER

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Celalettin Yöyler:Melayê Cizîrî üzerine

CEMİL OĞUZ -ANF İSTANBUL (06.07.2006)- Celalettin Yöyler ünlü Kürt şairi Melayê Cizîrî’nin ‘Divanı’nı yorumladı. “Şiroveya Dîwana Melayê Cizîrî (Melayê Cizîrî Divanı’nın Yorumu)” ismiyle, İstanbul Kürt Enstitüsü Yayınlarından çıkan eser Cizîrî’ni şiirini detaylı bir şekilde yorumladı.

Li ser jiyan, huner û felsefa Melayê Cîzîrî

LÊKOLÎN Li ser Melayê Cîzîrî  Enstîtuya kurdî /Berlîn /Ev nivîs ji kovara lêkolîn û zanistî a Enstîtuya kurdî hatîye girtin. Hevpeyvîna bi Celalettin Yoyler re Pirs: 1   Li gora hinek idîa, hinek dîtin û nirxandinan, ji % 70- 80 ê şair û nivîskarên Kurd di bin bandêra Melayê Cizîrî de mane. Ev çendî rast e, nisbeta wê çend e? Ku wuha be çine faktor û kerametên li pey vê angaştê? Ev hêz, hêza ewqas sedsal e, kêr û têhna xwe diparêze, cîhana nivîskar û  helbesvanên Kurd de, rapêça wê heye û ji rêbaza helbest hûnana Melê av vedixwe. 

Kur’an-ı Kerim literatüründe her insana milletine sahip çıkma emri var

Celalettin YÖYLER Güncellenme :  15.02.2013 06:02 Ayetin Arapça metni: Yâ eyyuhen nâsu innâ xelaqnâkum min zekerin ve unsâ ve ceelnâkum şuûben ve qebâile (li teârefû) inne ekremekum indellâhi etqâkum, innellâhe  e’lîmun xebîr (xebîrun). Hucürat-13 Meal: ‘Ey iman edenler, biz sizi bir erkekle bir kadından, bir asıldan yarattık. Birbirinizle tanışmanız, işlerinizi tedbirle idare etmeniz, karşılıklı olarak, İslami kurallarla örtüşen milletlerarası teamüllere uymanız, yardımlaşmanız, kültür ve medeniyet alışverişinde bulunmanız, birbirinize iyiliği tavsiye etmeniz için, sizi milletler ve kabileler haline getirdik. Allah yanında en değerliniz, en üstününüz, takva esaslarını-Kur’ân esaslarını iyice benimseyerek tavizsiz hayata geçireniniz, en çok günahlardan arınıp azaptan korunanız, kulluk ve sorumluluk şuuruyla, haklarına ve özgürlüklerine sahip çıkarak şahsiyetli davrananınız, dini ve sosyal görevlerinin bilincinde olanınızdır. Allah her şeyi bilir, gizli-açık her şeyden ...