
Hevpeyvîn: Cemil Oguz
Celalettîn Yoyler, Dîwana Melayê Cizîrî şirove kir û berhem ji Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi navê “Şiroveya Dîwana Melayê Cizîrî” derket. Yoyler ji sala 1997’an ve li ser berhemê dixebite û berhem wekî 1087 rûpel hatiye çapkirin. Yoyler li ser dîroka bûyena Melayê Cizîrî dîrokeke nû pêşkêş kiriye û li gor wî, dîrokên ku heta niha hatine gotin şaş in. Me li ser Melayê Cizîrî, jiyana wî, evîn û dîwana wî bi Yoyler re hevpeyvîneke kir.
Ez pêşî dixwazim pirseke wisa bikim. Hinek dibêjin Mela evîndar e, hinek dibêjin fîlozof e, hinek dibêjin helbestvan e. Ji bo te Melayê Cizîrî çi ye?
Melayê Cizîrî 417 sal berê hatiye cîhanê. Mela destpêka evîdariya xwe bi keçek bi navê Selmayê dest pê kiriye. Keça mîrê Heskîfê Melîk Kamil. Dûre, destpêka helbestên wî yên evînî dest pêkiriye. Temenê wî sî sal bûye helbest nivîsiye.
Dema em qala helbestê bikin, bi şeklê ku tu ji min dipirsî, Mela helbestvanekî, wêjevanekî di kategoriya herî bilind a cîhanê de ye, ne ya Kurdistanê tenê de. Di ew qas salên ku min li ser Mela lêkolîn kir de, min ev di nav berhema Mela de dît. Mela bi rengekî vekirî humanîst e, humanîstê parastina mafê her kesî ye, ne mafê kurdan tenê, mafê misilmanan tenê, mafê her însanî.
 Mela di eynî demê de welatparêzekî di qada herî bilind de ye. Di nava berhema xwe de wî baş tîne ziman. Wekî Ehmedê Xanî dinivîse... Xanî eşkere dibêje: "Divê kurd jî wekî gelê din bibin xwedî serwerekî, xwedî desthilatdariyeke." Mela jî vê dibêje, bi felsefê dibêje, dema bi felsefê dibêje, kesî ev felsefeya wî fam nekiriye, wisa sergirtî maye. Di vê lêkolîna xwe ya 6-7 salan de min ew perde dît û min dît ku divê ew perde bê rakirin, ew perde min rakir.
Bi giştî ji bo min Mele fîlozof, humanîst e, îlmê astronomî dizane, di her warî de têr û tijî ye.
Te dîroka bûyîna Melayê Cizîrî wekî 1589 daye. Di dîroka bûyîna Mele de heta niha her kesî tiştekî digot, te jî xala dawî gotiye ev e. Piştî te yekî din rabe bibêje, na, ne ev e...
Jixwe heta niha gelek kesî gotiye. Di navbera min û wan de sed sal ferq heye, pêncî sal cudatî heye. Kesên ku heta niha dîroka bûyîna Mela eşkere kirine dîrokzan in. Ez ne dîrokzan im. Kesên gotine, wekî Eladîn Seccadî dîrokzanekî mezin e. Gelek dîrokzanan sala bûyîna Mela lêkirine lê hemû şaş in. Çima şaş in? Ji ber ku her kesî ber xwe gotiye. Gotine; 'Mela behsa filan kesî kiriye, lewma di dewra wî de ye.' Gotina 'Mela behsa Mewlana kiriye, dewra wî diyar e, wê çaxê Mela jî ji wê demê ye.' Tenê teşvî û qiyas kirine. Ne ku ez rexne li wan dikim, lê ji ber ku Mela wekî Xanî behsa xwe nekiriye, nizanin Mela kengê bûye. Lê heta ez gihîştim xala ku min dîroka bûyîna Mela qufalt, min digot hema li cihekê bi veşarî be jî Mela behsa xwe bikira, min ew bidîta. Rojekê ez di pêncekê de rast hatim ku qala xwe dike. Gava ez rast hatim, çavên min vebûn, min got; Peee, ev tiştek e, Mela behsa xwe dike. Heta niha kesî dîroka wî nezaniye, ji ber vê yekê min ew pênceka wî, ku di pêncekan de rêza dawî tim erebî ye (pêncekan de çar rêzên wê kurdî ne, rêza pêncan erebî ye), di wir de dibêje, "Ev hinek mijûlahî, hinek nivîsandin, hinek galegal in ez dikim, piştî zemanan, salan dê gel behsa vana bike. Behsa çi dike, behsa destpêkirina helbesta xwe dike. Dema min ew hilda pênûsê ew digihîje 1027'ê koçî (1589 miladî). Feqî jî qala dema bi hev re helbest dixwendin dike. Li gor hesaba ebcedê jî min kir, 4 sal di navbera vê tarîxê û gotina Feqî de heye. Wê çaxê Mela destpêka helbestvaniya xwe dibêje. 4 sal helbest nivîsiye, paşê tevî Feqî helbest xwendiye.
Yanê tu dibêjî, piştî vê dîrokê êdî kes nikare tiştek din îdîa bike?
Na, ji bilî vê nikare.
Baş e. Wê çaxê, çima dîrokzanan li berhemê nenêriye, li gorî xwe dîrokek çêkirine?
Wan ev hebasa ebcedî û şîfreyî ku Mela qala xwe kiriye nedîtiye, çimkî lêkolîn li ser dîwanê nekirine. Bu rastî tu kesî ji me, ha ji meleyên medreseyan, ha ji dîrokzanan kesî serî heta binî bi dilekî zelal, bi çavekî vekirî li ser Mela lêkolîneke nekiriye. Ji ber wê nenêrîne ka di nav helbestên Mela de tiştekî wisa heye yan na. Çimkî ev rêbaz ji Hz. Elî heta medrese, heta niha bi ebcedê yanê rumuz e, gelek helbestvanan di helbestên xwe de bi hesabê veşarê gelek tişt gotine. Mela Seîdê Kurdî jî gelek caran di helbestên xwe de, gelek waran de hesabê ebcedî çêdike.
Ez dixwazim tu hinekî ji me re qala jiyana Mela bikî. Ji nav helbestên wî te jiyaneke çawa dît; wî çi dikir, li ku ders dîtiye, li ku evîndar bûye, li ku wefat kiriye...
Medreseyên wê demê, di dema mîran de, wekî îro di radeya zanîngehan de bûne, belkî jê zêdetir bûne. Mela piştî ku di medreseyê de li ber bavê xwe Şêx Mihemed li Cizîrê destpêka xwendinê kiriye, çûye cur bi cur medreseyên Kurdistanê û li wê derê ders dîtiye. Paşê li derdora Diyarbekir, li gundê Serba, li cem Mela Taha xwendina xwe temam kiriye û îcaze (desturname) girtiye. Dema ji wir destûrname girtiye, ji wir derbasî Heskîfê bûye...
Li vir ez dixwazim bikevim navberê. Çima ne ciheke din, çûye Heskîfê?
Ez nizanim çima derbas bûye. Dibe ku ji bo xatirê dersan çûye. Di bin bandora mîran de xwendin, di medreseyên mezin de sûdeke mezin e. Li Heskîfê feqî mezûn kirine, Mela îcazet daye wan. Dema li wir Melayê Cizîrî dertûrname daye gelek feqiyan, li gor gotina Hejar Mukriyanî, rojekê li gundêkî Heskîfê ji bo destûrnamedayînê şahî tê lidarxistin. Heta vê demê dawî jî li Kurdistanê wisa bû. Di wê şahiya destûrnameyê de, sê keçên Melik Kamil jî tevî şahiyê dibin. Li wir Mela dil ber dide yek ji wan keçikên Melîk bi navê Selmayê. Evîndar dibe. Selma xweşik bûye, bedew bûye. Dema ji wir dizivire, dest bi helbestê dike. Selma dibe sedemê destpêka wî ya helbestnivîsînê. Li ser Selmayê helbestan dinivîse, lê Melîk pê dihese. Mîrê Heskîfê dibêje; 'Ji min re wî meleyî, derwêşî bînin ezê wî ceza bikim; layiqê keçika min nîn e, heta rezîl bike.' Rewşenbîr, mela û zanayên li der û dora mîr dibêjin; 'Mîrê min, Mela bi çavekî xerab li keçika te nanêriye, em dizanin ku evîna Mela derbasî evîneke din bûye. Evî  neke îlahî, evîneke însanî ye.'
Melîk dibêje, 'Wê çaxê, bila navê keçika min bi xirabî dernekeve ezê bidimê. Dibêjin; das çingiya, çi rast, çi derew. Ezê keça xwe bidimê, bila ew navê xirab ji ser min rabe.'
Wê çaxê li hev dikin, gazî Mela dikin, Melîk dibêje, 'Mela, kurê min, rehela (tiştê bûkanî) Selmayê bîne, ezê Selmayê bidim te.'
Mela bi alîkariya hevalên xwe diçe bajarê Mûsilê, Mûsil cihekî baş, xweş bûye, her tişt têde hebûye. Qederekê li wir digere, xwe dixapîne, tiştekî jî nastîne jixwe. Vedigere, Mîr gazî dike, dibê, 'Ka te çi kir Mela, te çi anî ji Selmayê re?'
Mela dibêje, 'Mîrê min bibexşîne, ez li bajarê Mûsilê serî heta binî, sûk bi sûk, dikan bi dikan, ticar bi ticar geriyam min tiştekî, xemlekî, xêzekî ku li bejna Selmayê were min nedît. Mîrê min, ne li Mûsilê, li temamê cîhanê jî nayê dîtin. Ev tişteke watedar e. Ev tiştek din e, Selma armanca min e, ez berê xwe didim wê ku ramaneke derûnî ye, hesteke felsefî ye.'
Mîr ferq kir, dev jê berda.
Mîr dev jê ber dide, keçikê jî nade?
Na, jixwe Mela nazewice. Evîndarekî ramanî, felsefî ye, derûnî ye. Di serê wî re tiştên ecêb derbas dibin. Ew xala ku berê xwe dide însaniyet e. Têkoşîna ji bo însiyanetê ye. Ji bo vê vedigere Cizîrê.
Mela çima nezewicî ye?
Ew dibêje, evîndariya me, evîndariya nûra Xwedayî ye. Evîneke mecazî ye. Di nava evînê de winda bûye. Jixwe êdî hewceyê zewacê nebûye.
Min xwest ez vê fêm bikim. Mesela gelek pêxember, şêx hebûne, lê zewicine. Yanê Mela çima bi kesek re nezewicî ye? Ez şiroveya te dixwazim...
Belê, ez ya xwe bêjim: Ew kesê ku bi vî rengî evîndar be, wêjenas be, bi vî rengî pir alî be, felsefezan be, ne mimkûn e bizewice. Çimkî dema wî ya zewacê tune. Tiştek din jî Mela çima her tim dibêje Dîlber, Yar, Selma?
Çima?
Mela jinê tîne ziman. Ev wir watedar e. Jin afirandinerê mezin e. Pir qenc e, pir delal e, paqij e heta ku zilam wê xera neke. Ji ber ku jin pir paqij e û afirandinerê mirovahiyê ye Mela timî wê tine ziman.
Baş e, piştî Heskîfê diçe Cizîrê. Em jî werin ser Cizîrê. Mela li Cizîrê çi dike?
Li Cizîrê, li Medresa Sor ders dide. Temenê wî bi ser sihî re ye. Di medreseyê de dersan dide, feqîyan digihîne, û li wir wefat dike. Û li wir methûn e.
Wekî metoda dersê, metoda wî çawa bû, têkiliya Wî û xwendekaran çawa bû? Di dîwanê de tiştek wisa heye, çi dibêje?
Na, têde nîn e, min nediye. Metoda medreseyê çi bûye, wisa domandiye.
Em dizanin Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran bi hev re helbest xwendine. Gelo têkiliyeke çawa di navbera Mela û Feqî de heye? Tu dikarî çi bêjî?
Ew hemdemê hev in, hevalê hev in, bi hev re dirêj dirêj helbestan dixwînin. Feqî gelekî hezkiriyê Mela bû. Feqî jî helbestkarekî gelekî pîroz e, nêzîkê Mela ye û gelek rojên xwe jî bi hev re derbas kirine.
Em vegerin ser berhemê. Kengê te biryar da ku tu Dîwana Melayê Cizîrî şirove bikî?
Ez piştî ku ji welat koçber bûm hatim Stenbolê min biryar da ku ez bi kurdî binivîsim...
Te berê nedinivîsand?
Min nivîsî bû. Min biryar da ezê vê barê giran hildim. Bi rastî şirovekirin û ravekirina berhemeke wekî berhema Melayê Cizîrî karê her kesî nîn e. Ez pesna xwe nadim, ez di binî de perçiqîm. Barekî giran e, min got ezê bimeşînim. Roj bi roj ez ketim nava helbestên Melê. Hêzeke mezin ji min re hat, min karî ku ev helbesta Mela ya piralî, pirwate, felsefî bi gora hêza xwe şirove bikim. Armanca min ew bû, ez perdeyê li ser zanebûna Mela ya piralî ku nehatiye zanînê ku kesî perde ji ser ranekiriye, rakim. Min xwest mamoste, kalikekî me yê wisa mezin ji ser perdeyê rakim û pêşkêşî gelê xwe bikim, ger di şirova min de şaşî bibînin jî rast bikin. Niha berhem ji Enstîtuyê derketiye ez gelek şanaz im.
Tu pêşî wateya peyvan didî, dûre kurteşiroveyê, ramana şiroveker... Ev şêwaz li dinyayê heye, gelên dinê çawa dikin?

Belê, heye. Hejar Mukriyanî wisa kiriye, Mela Ehmedê Zivingê Miftiyê Qamişlo wisa kiriye. Min jî bi wî terzê, ji wan cudatir şirove kir. Min wateya peyvan daye, dûre min gotiye 'raman şiroveker' Ramana şiroveker der barê felsefeya Melê de ye. Felsefê Melê çi ye, di helbestê de çi qest dike, bêşik ev ramanê min e. Tu dikarî bi şeklekî din jî wê ramanê bînî ziman. Tiştê ku min gotiye, şirove kiriye gelekî nêzîkê eql e.
Min hinekî lê nêrî, min got qey di hin cihan de, di şiroveyan de dubare hebûn. Ez şaş im gelo?
Dubare dibe. Mimkûn e. Dibe ku xwe ji bîrkirin be.
Baş e, tiştekî din jî, dema min mêze kir hat bîra min: Gelo mimkûn bû pirtûk ne ew qas qalind ba, yanê hinek din jî kurt ba?
Armanca Mela ku min xwest bidim diyarkirinê, bi kurtahî nedihat diyarkirin. Ez dibêjim hê kurt e ne fireh e. Careke din ez şirove bikim, ez dibêjim dê nûjentir be.
Di nav kurdên Tirkiyeyê de yekem car e tê şirovekirin...
Belê, di nav hemû Kurdistanê de yekem car e bi kurmancî tê şirovekirin.
***
Celalettin Yöyler kî ye?
Mela Celaletîn Yoyler li gundê Xanika Melezgîra Mûşê hatiye dinê. Di medreseyên dora Mûşê de xwendiye, bi zimanê kurdî, erebî, farisî û tirkî dizane. Piştî kutakirina medreseyê li gundê xwe Xanika meletî kiriye. Di sala 1994’an, di dema valakirina gundên kurdan de gundê wî jî jê sûde wergirtiye û wî bar kiriye Stenbolê.
Yoyler ku hê jî rêveberê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de kar û barê xwe yê li ser kurdî didomîne.
|
Yorumlar
Yorum Gönder