Jînenîgarîya Apê Xemo Apê Xemo bi saloxdayîna du heb dostên min ên birêz (Parêzer Şerefetin Kaya, Gundî Reşîd) wiha ye:Apê Xemo ji Gundê Kirtakoma deşta Muşê berî destpêka Şerê Cîhanê yê Yekemîn de li wî gundî hatîye dinê.Di dema destpêka wî şerî de temenê wî li dora 18 salî bûye. Gava ku Ûris welat dagir dike Apê Xemo di wê deverê de bi esîrtî dikeve destê Rûs'an û wî bi esîrtî derbasî nava Rûsyayê dikin.Apê Xemo di esaretê de 7 sal li Rûsyayê dimîne.Piştî heft (7) sal esîrtîyê ji Rûsyayê direve û xwe diavêje vî alî sînor û tê gundê xwe yê li bajarê Mûş'ê kirtekomê.Li vî gundî dizewice û dibe xudan du heb kurên bi navên Hesen û Mihemed Reşît, her wisa du heb keçên bi naê Zînet û Qîmet. Li vî gundî di navbera wî û lêzimên wî de şer dertê û yek ji lêzimê wî tê kuştin.Liser vî qewimînê Apê Xemo dibe fîrar û digehîje Seyîdxan û Elîcan.Bi vê rewşê bi van fîraran re li devera Mûş'ê demekî li çîya û çolan digere.Piştî ku şopandina Dewletê liser wî û hevalên wî dijwar dibe,...
http://ku.wikipedia.org/w/index.php?title=Celalettin_Y%C3%B6yler&variant=ku-arab